Wekî di tevahî şoreşan de heye, di şoreşên roja me de jî û bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de, mijara yekemîn ku pêwîst e tê de were serxistin; çareserkirina jiyana li dorhêlê jinê ye. Pirsgirêkên herî pêşketî yên şer, heta pêşketinên di bingehên azadî û aştiye de jî, ev mijar di navenda tevahî xebatan de cîh digire.

Di derdorê jinê de, zîhniyet, birdozî, rêxistin, zordarî, mijokdarî ya ku hatiye honandin ve neye dest girtin, çareserî di vê bingehê de neye kûrkirin, heger şoreşê (her wiha şer) ji jinê qut bê destgirtin, çi bi gengaze ku şer bibe şerê azadî, çi jî bi gengaze ku aştî wê bibe aştiyekî bingehîn. Mercên vê yên yekem çareserkirina peywendiyen ku li derdorê jinê hatiye honandine.

Hem pêşxitina şer, hem jî li ser wateya wê a rast, pêdivî dibînim ku bi awayekî cidî vê pirsgirêkê bigirim dest. Tê gotin, “Bê jin şoreş û jiyan nabe.” Ev rast e. Lê di roja me ya îroyîn de jiyanekî bê jin di bin statukoya zilam de, ez hîn jî li hember pejrandina wê bi hêrs dibim. Heger ez bêjim min, şoreşa xwe bi armancên guhartina jiyanê ve pêşxistiye, ezê rastiye bi awayeke berbiçav bînim zimên.

Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanin; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê niqaş e. Berî her tiştî Ol(din) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên.

Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînêk bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin dexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xwiyakirin.

Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi daxt û mijokdarî bingeh digire.

Heger em di sosyalîzmê de berkî (ısrar) dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan.

Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vêre wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, mêyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Êmin, êmin, pêwîst e êmin be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike. Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne.

Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire.

Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgîhên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgîhê, meseleyekî cîhanê ye.

Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Heger hûn nirxên xwe nizanibin; (mînak di çiya de zilam pir tinê zimên) “Ev jin li serê me belane, di şer de zoriyê derdixin, giraniyek in” çima wisa tê gotin? Di vir de qurnaztiya zilam heye. Temaşe bikin, ên ku şer giran dikin ew bi xwe ne. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve.

Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê.

Berî her tiştî pêwîst e em bidin xwuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîne. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîne, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, naye pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade.

Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Bi dagirkerî, bi xirabî, azadiya wê ne berbiçav be, napejirîne. Rastiya rewişta (ahlak) PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad.

Her zilam bi cureyekî dijîn, ez ji hinekî wisa dijîm. Ew qas jinên baş ninbe, ez nikarim bijîm. Niha zilam dibêjin; “Jinek heba, ji sedî sed a min ba, ezê bi wê jinê re bijîm. Ez jî dibêjim ku; “Artêşa jinê ya azad nebe, ez nikarim bijîm” Azweriyek (tutku), evînek, jinekî egîd, jinekî bi rêxistin û xweşik, bi vîn (irade) û zimanê wê jî hebe. Ez bawerim egîdî, ji nav vê nêzîkatiyê derdikeve. Zilamekî heger dibêje; “Jin bila ketîbe, ya min be, lê bidim, bikujim, bila male min be” ev ketîbûnekî herî mezin e û di milê mafê mirovan de bê mafbûnek e. Çima ew ewqas dibe yê te, çima tu nabe yê wê? Ev nêzikatî pir bi vekirî, dagirkeriye. Zilamek pir bi daxt, ne wek hev, pir bê hûrmet..

Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, emê bitirsin..! em jî dibêjin, jina bi hêz e, li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em jê wê bitirsin.