Ji Ragihandin û Raya Giştî Re

Em di serî de milîtana pêşeng, gerîlaya Apoyî û şopdara heqîqetê, rêhevala xwe ya dildar Şaristan Asmîn bi rêzdarî bibîrtinin. Di şexsê rêheval Şaristan de, em soz didin ku di hemû deman de bibin şopînerên rast yên Hîndîstan Penaber, Arjîn Amed, Sarya Onur, Ekîn Wan, Amara Ronahî û tevahiya şehîdên xwe yên çapemeniya azad ku li çiyayên Kurdistanê de ew bûn rênîşanên têkoşîna me. Em soz didin ku bi ronahiya wan ya ku bûye dengê gelê me, bûye dengê jinên şerker û bûye rûyê herî rast ya çiyayên me ve, emê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Rêhevala me ya pêşeng û kedkarek dilsoz ya axa xwe Şaristan Asmîn, bi welatparêziya gelê Botanê ve mezin dibe û rastiya êşên gelên xwe wek her ciwaneke Kurd ew jî jiyan dike. Hîn di temenekî ciwan de rûyê dagirkeriyê ya herî kirêt ve rûbirû dimîne û wek jineke Kurd soz dide ku hesabê her bihostekî axa xwe ji neyarên xwe bipirse. Bi vê armancê re berê xwe dide rastiya Rêber Apo ku heta dawî jêbawer e û di sala 1999’an dest bi meşa xwe ya şoreşgerî dike. Ew di tevahiya jiyana xwe de kedkar, fedakar, rêheval, pêşeng û girêdayî nirxên gelê xwe ye. Nav li xwe dike Şaristan û di meşa xwe ya têr û tîjî de dil û mejiyê xwe herdem bi felsefeya jiyana azad yê Rêber Apo ve dadigre. Lewra wek jineke dilsozê welatê xwe 24 seatan ked dide û di nava tevgera azadiya jin de dibe milîtan û fermandarek pêşeng. Ew di her demî û her cihî de pêşengeke xurt ya rêhevalên xwe, kedkarekî jidil ya welatê xwe, çavkaniya coş ya rêhevalên xwe ye. Lewma rêheval Şaristan di meşa xwe ya şoreşgerî ya 24 salan de ti carî ti astengî, zor û zehmetiyan li pêşiya şerê xwe ya azadiyê nekir asteng, di rûyê xwe den ken, di dilê xwe de baweriya serkeftinê kêm nekir, di tevahiya jiyana xwe de li ser zehmetiyan de meşiya û herdem zaferê esas girt.

Serok Apo dibêje; ‘Jina azad bûyî di jiyanê de tê wateya Serkeftinê’. Şoreşgera Apoyî Şaristan wek jineke pêşeng bi şerekî mezin ve gav bi gav romana jiyana xwe dinivîsine û ji bo jiyana azad têdikoşe. Dibe xwedî hêz û afrîneriyek xurt lewra rastiya windabûyî ya dîroka xwe derdixe holê û di parastina nirxên gelê xwe de dibe pêşengeke nekeftî ya şerê azadiyê. Ji Qendîl, heta Zagrosan, ji Heftanîn heta Garê, ji Şengalê heta Maxmur û Kerkukê wek jineke şerker dil dide çiyayên asê ya welatên xwe û dil dide şerê jiyana azad. Di çapemeniya me ya YJA Starê de salên dirêj bênavber ked dide, hewl dide reng, deng û şerê azadiyê ya jinên şerker nîşanî herkesî bide. Lewra gav bi gav di hemû qadên têkoşînê de; her şopekî ku şehîdên qehreman hiştîne vedibêje, her jineke ku xwedî serpêhatiyên cuda ne dinivsîne û li ser heqîqeta gerîlayên Apo’yî bernameyan pêşkeş dike. Di bernameyên Jinên Çiyayî, Stargeh û gelek bernameyan de cewhera çiyayên Kurdistanê û dildarên wê radigihîne. Armanca Şaristan jî wek Berîtan jiyan kirin, wek Zîlan şer kirin û şoreşa jin de hêza birêxistinkirî ya jin xurt kirin e. Lewma ew carna wek pêşengeke şerê azadiyê çek li dest da, li Zapê di sengeran de bû, carna jî wek kedkarek çapemeniya azad kamera di dest de, ji Zagrosan heta Şengalê li ser erkên xwe yên dîrokî de bû.

Rêheval Şaristan kesayetê zaferê di jiyana xwe ya şoreşgerî û sekna xwe ya Apo’yî de heta dawiyê jiyanî kir. Her ku ked da û jibo şoreşa gelan têkoşiya xwe azad hîs dikir. Di serdemên herî dîrokî ya tevgera me ya azadiyê de heta dawî di rastiya Serok Apo de birêgez jiyan kir û di lêgera heqîqetê de xwe û dorhêla xwe birêxistin kir. Ew di her kêliyê de rastiya jiyana xwe afirand û bi gelemperî kir. Wek fermandarek YJA Starê û wek rêhevaleke me ya çapemeniyê, rastiya şerê azadiyê dost û dijmin nîşanê herkesî da. Milîtana demê Şaristan Asmîn vegotina jiyana azad car bi şerê singesing ya li beramberî dagirkeran, car bi nivîsên xwe, car bi bernameyên gerîlayan ve, esas jî bi girêdanbûna xaka xwe ve raber kir.

Em wek şopdarên Arjîn, Xelîl û Hindîstanan de soz didin ku heta azadiya gelê xwe wek Şaristan jiyan bikin, şer bikin û heqîqeta şerê azadiyê nîşanî hemû cîhanê bidin. Emê heta dawî xwedî li bîranîn û keda ku heval Şaristan di Navenda Çapemeniya YJA Star’ê de dayî derbikevin, cihê mayî de berdewam bikin. Emê wek rêhevala xwe ya Şaristan, ti astengiyan nasnekin, li ser tarîtiyan de bimeşin, ronahiyê bibînin û di rêya şoreşê de rastiya azadiya jin belavî hemû qadên jiyanê bikin.

14 Hezîran 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YJA Star