Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em di salvegera şehadeta wê de Xwedawenda xwe Zîlan ku navê banga li jiyanê ye, bi rêz û minet bi bîr tînin. Li ser xeta şerê rast ê Zîlan fermandarên me yên pêşeng Sema Yuce, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Gulçiya Gabar, Leyla Sorxwîn, Hêjar Zozan, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Kînda Zîn, Leyla Wan bûn fedaî. Em ê xwedî li mîrateya azadiyê ya van fermandarên xwe yên pêşeng derkevin, di şexsê Zîlan de soza serketinê didin şehîdên xwe yên azadiyê, ji bo bîranîna wan heta serketinê em ê di vê rêyê de dest ji têkoşînê bernedin. Em xwedî vê îdîa û biryardariyê ne

Her civak xwedî xweda, xwedawend û pîrozmeniyan e ku dikeve bin fermana wan. Di nava rastiya me ya gel de jî şehîdên me pîrozmendiyên me ne” û wiha dewam kir, “Şehîdên me di oxira nirxên xwe de canê xwe feda kirin, lewma ji aliyê gelê me ve pîroz têne dîtin. Gelê me ku gotineke xwe nehatibû hiştin ji bo xwe bibêje, zimanê xwe hatibû jêkirin û ji mêtingeriyê xerabtir hatibû talankirin, bi saya şehîdên me careke din nirxên xwe bi dest xist. Gelê me nirxên xwe yên herî pîroz dane şehîdan. Di şexsê şehîdan de xwe ji nû ve pênase kiriye, di nava alema mirovahiyê de bi rastiya şehîdan xwe gihandiye cihê ku mafê xwe ye. Her şehîd ji bo gelê me nirxekî nû ye ku hatiye bidestxistin. Rêbaza Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya li şehîdan û şehadetê ev nirx afirand. Rêbertî her şehadet bi xurtî bi wate kir, veguherand nirxekî zindî. Her nirxê ku di kesayetiya şehîd de hate destnîşankirin, rêya serketinê da ber gelê me. Ji ber vê yekê li hemberî komployên li dijî Rêber Apo, şervanên azadiyê bedena xwe şewitandin, bombeyên xwe bi mêtingeriyê teqandin û dilsoziya xwe ya bi xeta Rêbertî nîşan dan. Pêşenga me Zîlan jî ev rêbaza Rêber Apo nirxand, ji xwe re kir esas û bi têgihişan ku Rêber Apo afirînerê nirxê mirovahiyê ye, xwedî li Rêber Apo derket. Di 6’ê Gulana 1996’an de li hemberî êrîşa bombeyî ya dewleta Tirk a mêtinger a li ser Rêber Apo, xwe bi rêxistin kir, di dilê mêtingeriyê de xwe kir bombe û teqand. Zîlan ku di nava her şert û mercî de bi pîvanên milîtaniya Apoyî dilsoz bû, bi çalakiya xwe bû fermandarek ku ehr kes kete bin fermana wê, veguherî nirxekî pîroz ku her kes sondê li ser bixwe. Zîlan bi çalakiya xwe ruhê xwedawendiyê yê ji neolîtîkê ve ji nû ve zindî kir, bû sembola dîrokî ya jin a Kurd ku di xeta fedaî de jiyana nû afirand. Zîlan nîşaneya wê yekê ye ku jin ên li ser xeeta Apoyî bi hêza bombeya atomê dikare bi pêş bikeve.

Têkoşîna me ya azadiyê bi hêsanî negihîştiye vê astê. Di nava rastiya Rojhilata Navîn de ku sînorên xwe rastekê hatine destnîşankirin, şerê li dijî artêşa herî barbar a cîhanê û mayina li ser piyan tenê bi keda bêhempa ya şehîdan bûye. Hêza ku em bi rê ve bir her tim rastiya me ya şehîdan bû. Di dema zor û zehmetiyê de şehîdên me xwe dan pêş, di rakirina astengiyan de canê xwe feda kirin. Di rastiya Zîlan de feraseta jiholêrakirina astengiyan di asta herî bilind de bû. Xeta fedaîtiyê ya Zîlan di têkoşîna me ya azadiyê de rêbazeke nû, di feraseta gerîlatiyê de navê asta herî bilind bû. Zîlan tê wateya hevgirtina fikir û çalakiyê. Zîlan kesayetiya serketinê, fermandara xeta fedaî ya di şer de ye. Zîlanê weke afirînereke azadiyê şopdarên xwe afirand û bi hezaran aşiqên azadiyê li ser xeta Zîlan gihîştin hev, ber bi azadiyê ve meşiyan. Yên ku îro li çar aliyên Kurdistanê li dijî çekên dawî yên teknolojiyê, li hemberî kîmyasalên li dijî mirovahiyê şer dikin, ji xwe re xeta fedaî ya Zîlan dikin esas. Zîlan ji bo jin a şerker xwedawend e, mabed e, ruhê ku jê hêzê werdigire ye. Zîlan ji bo jinên ku li çeperan şer dikin, li metropolan têdikoşin, li zindanan li ber xwe didin, li kolanan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rabûye serhildanê, pûsûlaya azadiyê ye. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo bicihanîna manîfestoya azadiyê ku banga Zîlan a ji bo me ye, em ê heta dawiyê li dijî faşîzma mêtinger şer bikin. Dilsoziya bi Zîlan re bi vî rengî ye, em bi biryar in ku heta dawiyê xwedî lê derkevin.

Jinûve bûyîna gelê me, ji zîldana şitlekê ya ber bi rojê wêdetir bi wate ye. Li welatekî ku axa wê jî nehate hiştin, bi betonê hate nixumandin, zîldana azadiyê, bi gotina Rêbertî tê wateya şînkirina kulîlkê ji nava kevir, jinûve şînkirina dara hişkbûyî. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bênavber, di nava şert û mercên herî giran ê tecrîdê de jî wê kulîlkê û wê darê hîn jî şîn dike. Yên ku Rêbertî fêhm kirin bûn hêza vê têkoşînê ya bi rengê Zîlan. Ev jiyan û têkoşîna hebûnê li gel lîstikên qirêj ên hêzên hegemonîk jî her roj bêhtir mezin dibe, xurt dibe û reh berdide nava kûrahiya dîrokê. Bila gelê me zanibe ku bangên Zîlan ên di nameyên xwe de kir, hîn jî derbasdar e. Û her kesên ku di nava doza azadiyê de li ber xwe didin divê guh bidin vê bangê, ji bo gelê Kurd bigihêje cihê xwe yê bi rûmet ê di nava dîrokê de têbikoşe. Rastiyeke ku yên li ser xeta Zîlan şer bikin teqez bi ser dikevin. Serketin wê bibe ya rêbaza Rêbertî û yên ku ev rêbaz fêhm kirine û bûne mîna Zîlan.

Em weke YJA Starî careke din di şexsê Zîlan de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di vê pêvajoyê de ku em di demeke dîrokî de ne, weke milîtanên azadiyê yên jinê, haya me ji berpirsyariyên me hene. Em ê felsfeeya jiyanê ya Rêbertî li ser xeta Zîlan bixin meriyetê û bi vî rengî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Weke şopdarên Zîlan em ê vê jiyana mezin û bi wate ya ku ji me re hiştiye heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin. Zîlan ew hêz e ku destên dixwestin dirêjî Rêbertî bibe parçe parçe kir. Zîlan ji bo me talîmat e. Divê bê zanîn ku heta tecrîda bêexlaq a li ser Rêberê me dewam bike, em ê jî bi rengê Zîlan, bi rêbaza Zîlan di dema nû de hîn bêhtir lê bixin. Her roja ku em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin, hêrsa me bêhtir xurt dibe. Zîlan nîşanî her kesî da ku têkoşîna li hemberî vê yekê divê çawa be. Destên ku dirêjî Rêberê me dibe zû yan jî dereng wê teqez bi rengê Zîlan bersivê bibînin. Rêbertî her tim ji bo me pûsûlaya jiyanê ye, rastiya me ya şer e. Em artêşeke jinê ne ku amade ne di vê oxirê de her berdêlê bidin. Li ser vê bingehê em dubare dikin ku weke YJA Starê em ê hesabê her êrîşeke li ser Rêbertî û gelê me bipirsin.

28’ê Pûşber 2023

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR