Dem û cih dema kamil dibe hebûnekî nû tê ava kirin. Tê gotin, ku her tişt demekî xwe û cihekî xwe heye. Carna cih kamil e, lê dem nehatiye, carna jî dem hatiye lê ne di cihê xwe de ye. Di wan dem û cihan de hebûn nîv bi nîvî ye. Lê ev nayê wê wateyê ku wê hebûn nîv bimîne. Lewra divê mirov ji zimanê gerdûnê rêya temambûnê fêr bibe. Teqez her rûbarekî digîje ûmmanê, teqez her mirov digîje heqîqeta xwe. Çawa ku rûbar di nava herikbariyê de digîje çavkaniya xwe, însanên ku digîjin heqîqeta xwe jî teqez di nava lêgerînên de ne. Yên li cihê xwe nalivin, yên ku lêgerên xwe kûştine, ne dikarin cihê xwe, ne jî dikarin dema xwe her wiha nikarin hebûna xwe bi afirînin.

Lê kêsên wiha hene ku sekinandinê wekî mirinê dibînin; ji ber wî ye ku dibêjin, em jiyanê ‘nefes bi nefes dijîn’.

Berfîn jî di nava lêgera hebûna xwe de her dem yek ji wan kesan bû ku tim û daîm digot; ‘’Jiyanekî nefes bi nefes’’. Nexwe mîna lîlavên ji çiyayan bi herikin, xwe herikand nava rûbarên dîrokê û heta nefesa xwe ya dawî bi herkînekî coş tevlî dem û cihê xwe bû. Ew yekê ku cih û dema xwe kamil kiribû bû, ji wî bû  ku hebûna wê di her demî de û di her cihê de bi bandor diyar dibû.

Berfîn hebûna xwe ya bi wate di 4 Nîsanê de, li cihê Rêber Apo fikra azad pêş xistûbû de derxist holê. Wê bi bawerîkî mezin hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dît û di roja çêbûna Rêber Apo de tevlî qlana Apo bû. Keça Apoyî di rêya Rêber Apo de mîna Îştar û Staran bû xwedî rista pêşengtiyê. Ji tevlîbûna xwe heta roja şehadeta xwe her dem mîna fermandarekî çalak tevlî pêngavên azadiyê bû. Ti caran lêgerînê xwe nesekinand. Ji ber bawer kiribû; ‘’Sekinandin mirin e!’’. Nefes bi nefes li erdên Rojava ber bi eniyên azadiyê ve beziya, nefes bi nefes ber bi çiyayên heybet ve hilkişiya. Wisa dijiya ku yê ji dûr ve wê temaşe dikirin, digotin qey Berfîn ji jiyanê re dereng maye, lê ne wisa bû. Ew di esas de dixwest bigîje dîroka jin ya hatiye wendakîrî, ji bo wî bû leza wê ya nefes bi nefes. Bi taybetî jî di milê leşkerî de xwe pêş xistinê kiribû navenga leza xwe, ji ber sedemên wê yên maqûl hebûn.

Berfîn digot; ‘’Jin pênç hezar salin hatine kole kirin. Qadên jiyanê ji jinê xalî bûne. Divê jin xwe lêpirsîn bike, bêje; min çima wenda kir, min li kur wenda kir’’. Berfîn jinekî bi lez, jêhatî û bîrewer bû. Lewma digot; ‘’Dema ez ketim nava lêpirsînê min dît ku jin herî zêde li hember nîzama zilam yê artêşbûyî têk çûye. Wê gavê wekî jinekî pêwiste ev amûrê destê zilam jê bê girtin’’. Berfîn bi van lêhûrbanan berê xwe dida qadên şer, di qadên şer de wekî fermandar û pîsporekî sekvanî erk û berpirsiyartiyan radikir. Ew êdî amadebû ku amûrên zilamê serdest ji destî wî bigire. Di qadên şer de li ser hev bû xwedî serkeftinên mezin, ew şervana li pêş yê eniyên şer bû. Cihê ku ew lê amade teqez serkeftin lê hebû, cihê ku ew lê ji hevalên xwe re çavkaniya piştrastîyê bû. Di şer de herkes dixwest Berfîn li kêleka wê be, hem bi xwe bawer bû hem jî vê diteyisand dora xwe.

Bi lez bû, atîk bû, li ser çeka xwe ya sekvanî serwer bû. Ji dijmin re şevan kiribû dojeh, bi wêrekî dajot ser neyarê xwe, kêziyên xwe li hev badida mîna Starên serdema nû bi şewqa Roja xwe ve jiyanê ronî dikir.

Bi ezmûnên salan berê xwe da Zapê. Dîsa di Nîsanekî de ji partiya xwe re nivisandibû û wisa digot; ‘’Ez niha li Zapê me. Ev pêvajoya ku em têde a ku xwe ji nûve avakirinê de wekê jinekî dixwazim erk û berpirsiyartiyên dikevin ser milên min rast pêk bînim. Ez dixwazim ku ji pêvajoyê re bi sekna xwe, tevlîbûyina xwe ya jiyanê, çalakiyên ku tên xwestin ji Serok Apo re bibim bersivekî. Ev tecrîda ku li ser Rêber Apo ji bona min wekî mîlîtanekî pir giran e. Bersivdayina vê tecrîdê rast xwe perwerde kirin û rast pêvajo fêm kirin e’’.

Keça rojê ji bo bersivekî bide dagirkeriyê di bihara jiyana xwe de ket sengerên şer. Ji bo diwarên li dora Rojê hatine ava kirin hilweşîne bi hêrsekî mezin şer kir. Ew yek ji wan bû ku dem û cih kiribû yek û hebûna xwe bi rojê re teyisandibû dîroka ku hatiye reş kirin. Di raporên xwe de li ser dîrokê gelek caran dinirxand, bîrewera welatê xwe û wiha digot; ‘’ Dîrok li gorî cih, dem û bûyeran tê gûhertin. Dîroka ku pergalê fêrî me kiriye, dîrokekî ku tenê li gorî berjewendiyên pergalê bi xwe ye. Ji ber pergal di van fêr kirinê xwe de armaç dike ku vîn, hêz û baweriya civakê bişkîne û mirovahiyê tenê ji bona xwe bide şixûlandin. Dema ku mirov dîroka PKK’ê mêze dike dîrokeke ku tenê bi nirxên mirovahiyê û rastiya Rojhilata Navîn ve cewherek rast dayina avakirin e. Ji qonaxa dayiksalarî heta roya me ya îro dest digire ku ev qonax her ji aliyê desthilatdaran ve tine hatiye hesibandin. Sedemê vê jî ewe ku  di cewherê vê qonaxê de wekhevî û edaleta dayikê heye. Dîroka PKK’ê li hemberî dîroka çewt ya zilam helwestekî herî xurt û ji nûde nivisandina heqîqeta mirovahiyê ye’’.

Keça Rojê, ji ber li ser fikrên rast meşiya ti caran neket, ji ber bi zanistekî dîrokî rakir çeka xwe her dem serkeftî bû, ji ber Nîsanê kiribû dema çêbûna xwe, di Hezîranekî de wekî simbilên sorgûlan li ser axa bi bereket, li Xîlala Zêrîn wekî Stara demê tovên xwe reşand. Di pêçeka dayika xwe Zagros de bû perçekî ji Zagrosê. Di rojên herî zehmet de, di rojên ku jê re digotin, axir dewrane de xwe da bin destarê dîrokê û ji nêviyên Zerdûştan re şoreşekî mîna ‘şoreşa nan’ da ava kirin. Şoreşe jina azad, şoreşa ekolojiyê, şoreşa civaka demokratîk, şoreşa zihniyetê, şoreşa dil û mêjî diyariyê neviyên Zerdûştan kir. Emê her dûbare bikin, ewin ku yê di sibê de dijîn e. Berfîn jî lîlava çiyayên Zagrosê, keça Rojê, wê her di siberojê de be, wê her bijî mîna fikra azad.

Hevalên Wê Yê Tekoşînê