Çîroka Zilamê Zordar û Dexsok

Di Kurdî de ‘jin’ xwedî wateyekî ku jin û jiyanê yekpare dike ye. Ango; jin, jiyan e. Heqîqeta jinê, afrineriya jinê ya jiyanê yê herî baş bi cih aniye zimanê Kurdî ye. Di serdemên pêşîn de pêşketinên civakî di pêşengiya jin-dayik de pêk hatiye. Jin, tê wateya kişandina ber bi civakê ango hêza civakîbûnê. Ev xisletên jin yên ku jiyanê di afirîne, ji aliyê civakê ve pîroz hatiye dîtin û civakê pê îbadet kiri ye. Lewra yê mora xwe li jiyana civakî dide, pîvanên jin-dayik; xweşikî, rastî û azadî ne. Hêman û pîvanên jiyanê ji aliyê otoriteya jin-dayik ve tên diyar kirin. Yê têşe daye zilam ev heqîqeta jinê ye. Jin, pêşanga jiyanê û hêmana navendiye lewra li vir ristê zilam ne diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klanê de li ser esasê komkerî û neçirê hevbeşiyekî xwezayî yê kar kirinê heye. Karê jinê yê esasî komkerî ye û di jiyanê de xwediyê ristekî sereke ye. Derbasbûna serdema neolotîkê bi pêngava jinê ya nebat û ajalan kedî kirinê ve pêk hatiye. Neolotîk; wekî pêngavekî herî sereke yê pêşketina mirovahiyê şoreşa jinê ye.  Jiyan, erd, ax, agir, av, nan, mal, gûnd, çiya û hwd di şexsê jinê de hatine pênase kirin. Ev diyardeyên despêkê bi xisletên jinê re wekhev hatine dîtin û wateyên jinê li wan hatine bar kirin ango wateyên wan li jinê hatine barkirin. Her du tişt jî wekhev hatine dîtin. Di milê din de ev çanda civakî ya ku li ser singa jinê bilind dibe zilam jî kişandiye nava xwe û perwerde kiriye. Her çiqas pêşveçûnên dîroka civakê li ser bingeha jin-dayik pêş dikeve di heman demî de li kêleka vê pergala dayikê di şexsê zilamê neçirvan de çemkekî bi civakê re nakok xwediyê xûsisyetên zilamê serdest xwe hêdî hêdî bi saz dike. Di dîrokê de ger li ser şopa çanda zilamê serdest bê meşîn, wê ev bigîje zilamê neçirvan. Zilamê neçirvan bi navê din ‘zilamê zordar û dexsok’ e.

Rêbertî girîngî dide ku dîroka şaristaniyê ya ku bi xwîn û hovitiyê dagirtiye wekî ‘çîroka zilamê zordar û dexsok’ bê binav kirin. Yê dikeve para me, di kûrahiya dîrokê de li vê çîrokê gerîn, kolandin û rûyî wî yê rast derxistina holê ye. Bê gûman wê zilamê zordar û dexsok wê bi rûyê cûr bi cûr derbikeve pêşiya me. Emê carna li rûyî wî yê tazî carna jî li rûyî wî yê pêçandî rast bên. Nexwe li cihên xwe veşartiye wî peyda kirin, nîzama wî ya derewîn û xapînok deşîfre kirin ji bo rêz dayina jiyanê pêwistiyeke ye.

Zilamê neçirvan di serîde li derû berê civaka jin dayik xwestiye keysa xwe bîne. Di xwedî kirina qlanê de xwedî kêm berhem e, ev di serîde wisa ye. Wekî sedemê vê, berê xwe daye neçirvaniyê pê re fêrbûyina dafik danînê ber bi li pêşiya jinê dafik danînê ve diçe. Wekî encam digîje asta ku jinê bigre û qefes bike. Bê gûman wê di civaka neolotîkê de erkên zilamê neçirvan kêm bin. Di civaka neolotîk de yê sereke jin e. Jina ku bi komkirina nebatan û kedî kirina ajalan re mijûl dibe wê her di nava herikandina jiyanê de be, pê re jî wê her dem bibe kaniya rih dayinê. Li vir zilamê ku her li pey neçirê ye wê bi alimandina kûştina zindiyan ve mêjiyê xwe yê spekulatîf (kurgusal) pêş bixe, fêrî dek û dolaban bibe. Ji ber vê sedemê wê di zilamê neçirvan de xisletê zordar û dexsok bê çandin.

Di civaka neolîtîkê de jin; tovan malî dike, cotkariyê pêş dixe, ajalan kedî dike li ser van hemanan jî aboriya civakê ava dike. Lê li kêleka wî zilam wê alimandina xwe ya neçirvanî bidomîne. Li vir em cûdawaziya çanda dayik û ya zilamê neçirvan dibînin. Di navbera wan de ferqekî pir kûr heye. Lê ji ber çanda neolotîkê pir xûlikkar e, rê nade ku pergala zilamê serwer bi bandor bibe. Di teoriya Markîz de ev mijar wisa tê nirxandin, dibê;  ‘’Ji ber seferên neçirvaniyê di zilamde zanistekî pêş ketiye û ev zanist bi demê re zilam aniye astekî diyarker’’. Li vir ji çanda neçirvaniyê re helwestekî erênî tê raber kirin.

Ji ber jin jî bi xwedikirina zarokan û bi komkerî re mijûl e, ji cihên zilam diçe bîanî dimîne, her di sînorên malê de dimîne û paşde dimîne, teoriya Markîz kolebûyina jinê jî wisa şîrove dike. Nexwe li vir kêmaniyên zanebûnê xwe didin der, civaka xwezayî baş nayê nasin û di derheqî wî de zanistên heyî şaş in. Bi taybetî mijara talankeriya zilamên zordar qet nehatiye ziman. Zilamê zordar li hemberî civaka xwezayî talanê pêk aniye û hemû berhemên wî desteser kiriye, ev di teoriya Markîz de nehatiye ziman. Dîsa çanda danahevî û di bingeha wî de dahênên derketine holê mîna cotkarî û xwedîkirina ajalan bandorekî çawa li ser pêşketinên civakî kiriye ji nedîtî ve hatiye dîtîn ango girîngiya pêwist ji bo wî nehatiye raber kirin.

Lewra tê zanîn; Jîneolojî şoreşa herî mezin ya civakî ku di Kurdistanê de pêk hatiye bi hebûna jin û jiyan ve tîne ziman. Xisûsên ku jiyanê ava dikin bi giştî ji çavkaniya jinê tên. Ji ber vê sedemê jin her dem wekî çavkaniya jiyanê, bereketê, ronahiyê, başîyê, xweşikbûnê, afrineriyê, hilberînê hatiye dîtin, pîrozî lê hatiye bar kirin bûye koka hez kirin û rez dayinê.  Jinê, bi şoreşa neolotîkê ve di jiyana civakê de şoreşekî mezin daye ava kirin, jiyanê bi hêz kiriye, bi afrînerî firehîkî di jiyanê de pek aniye, li kêleka wî, zilamê ku di serî de lêviya firsendekî bû vê carê ne tenê çav berdaye ajalan di heman demî de çav berdaye hemû nirxên qebîleyê. Wekî Rêbertî jî diyar dike; ‘’ Civaka jin dayik ya komînî her ku çiqas hildiberîne, berhev dike, li kêleka wî zilamê eware yê zordar û bi hêz di neçirê de carna bi ser dikeve û her diçe hêz bidest dixe û li ser vê çanda civakî dikeve nava lêgerîn hêz hilberînê, hatina vê zilamê wisa pir bi zehmet jî nîne. Zilamê bi hêz û dexsok wekî dizekî ketiye nava aboriya jinê’’. Ji vî jî tê fêm kirin ku zilamê neçirvan û zordar, her ku çiye çav berdaye civaka jin dayik. Ev xerîzeyên çav berdanê, bi dest xistinê û yên xespê wekî feraseta zilamê zordar û dexsok wê binê civaka jin dayikê bikole. Ev demên ku em behs dikin B.Z 4000 in. Berî wî ji xwe bi giştî jiyan li ser hemanên jin dayikê azad tê meşandin. Ji vir şûn ve wê zilam li beranberî civaka jinê bikeve nava helwestên mehandinê.