Ger xisletên zilamê neçirvan û çanda neçirvaniyê bê tehlîl kirin,  wê pergala ji xwîn û hovitiyê barkirî ya şaristaniyê, bi taybetî jî pergala kapîtalîzmê wê ji kok ve bê dahûrandin. Di vê xalê Rêber Apo; ‘’Ji serdema neolotîkê ve zilamê bi hêz û dexsok hat werimandin heta îro hat û bi netew dewletê ve vegûherî cinawerekî’’, ev tespît bûyera zilam bi giştî darîçav dike. Erê, wê zilamê neçirvan bi demê re ber bi serdestiyê ve biçê û vegûhere zilamê cinawer. Zilamê neçirvan wê vegûhere fermandarê artêşê, zilamê bazirgan wê vegûhere şaman-şêx-rehîp, qral û împeretor, di van pîşeyan da ji xwe re cih veke. Di vê xalê de xisletên zilam bê dahûrdin wê kakilê yekdestî-dewlet-şaristanî jî bê dahûrandin.

Neçirvan wekî gotin ji koka ‘çirandinê’ tê. Çirandin, jê kirin, qelişandin, qelandin, birîn vana hemû koka neçirvan in. Jin çawa  tê wateye can, giyan, jiyan, zilam berovajî wî yê şerjê dike ye, yê dikûje ye. Du çandên ji bin de dijberî hev derdikevin pêşiya me. Navê zilam bi xwe jî yên ji rih dibe, dikûje ye. Birîn, jê kirin, pelixandin, tine kirin, kûştin, qelişandin giştî ji çanda neçirvaniyê tê. Dîsa bi dest xistin, xesp kirin, çav lê berdan jî dîsa di wê wateyê de ye. Di vê watê de destê zilam yê ku radibe jor dişibe pencekî. Zilamê neçirvan di vê watê de hov e. Destê wî cankûj e. Çeka wî wehşet e, zalimti ye, zordarî ye. Mijar pir kûr e.

Di serdema neolotîkê de werçerxa herî berhemdar ya bi pergal di dewra Tel Xelefê de, wekî çanda dijber  El Ubeyd di salên B.Z 5000’an de li Başûrê Mezopotamya wekî nîzama hîyerarşîk yê zilamê serdest wê derbikeve ser dîka dîrokê. Bi konsesûsa şefê leşkerî-şaman-kalemêrê bi tecrûbe wê asasên xanedanî bên vedan. Bi sazîbûna xanedantiyê êdî dîroka koletiya jinê jî despê dike. Xanedantî; malbata ku ji qebîlê qetiya ye, qebîlê înkar kiriye û li ser hîmê mûlkiyetperestî û serdestiya zilam hatiya ava kirin e. Ev malbata bijarte xwe dispêre pir zarokî û pir jinî yên ku di milk de hatine girtin.

Zilamê serdest cara ewil di nîzama xanedanî de ewqas bi hêz dibe. Pişt re wê li Urûkê, di Ziguratan de bi tifaqên rehîp û fermandar, ber bi îcat kirina dewletê ve biçe. Rêxistinbûyina zilamê serdest li derdora peresgehê wê bi rêxistinbûyina dewletê ve pêngavekî xurt di derbarê sazîbûyina pergala zilamserwer ve biavêje. Bi rêka zilamê bazirgan ve wê rêyên bazirganiyê yên saz kirî derbikevin holê. Kew bûne nêçir, ketine qefesê, jin bûye neçir ketiye malê, çîrok ji hev pir cûda nîne. Kewa di qefesê de û jina di malê de dişibin hevdû. Ji bo wî divê çanda neçirvanî pir baş bê fêm kirin.

Dema jin tê girtin, kêziyên wê ji nasnameya wî ya civakî, ji jiyanê tê birîn. Ji vir şûn ve êdî jin dizivire amûra zarok anînê ya ku ziriyeta zilam bidomîne. Jin êdî asta bîyolojîk de  xwedî hebûnekî ye. Ev statûyekî xedar e. Jina bûye jinkok ji nasnameya û kesayetiya xwe ya civakî hatiye xistin, çîrokekî trajîk ya jina hebûna xwe wendakiri ye. Jin ji vir şûn ve yê tê bidest xistin e, radest girtin e, tê kole kirin e. Ev jiyan jiyanekî ji mirinê xirabtir, bi qehr û bi tehde ye.