Fermandara jiyana azad rêheval Rûken Zelal, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo tê dinyayê.

Rûken, ji malbateke xwedî kok û esalet re dibe tîrêjeke hêviya jiyana nû û azad. Lewra ji bo ku dayik û bavê wê heqê wê nûr û cemala di rûyê wê de bidin, navê wê dikine Emel ji ber ancax ew hizûr û ronahiya di çavê Emel de bi vî navê bi wateya hêviyê werin pênase kirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê hemûyan ew rûmet qezenc kirine ku Rêber Apo li ser wê xakê tekoşîna azadiya Kurdistanê mezinkir û belavkir. Pêlên germahiya îdeolojî û zanista Rêber Apo a di hezkirina welat û mirovbûnê de, ji Şamê belavî giştî Rojava û Sûriyê bibû. Malbata heval Rûken jî dil û giyana wan bi van pêlan gerim bibû. Xwedî li nasnama xwe ya netewî derdikevin û di ferqa zilim û zora ku li ser  wan têmeşandin de ne. Lewra bi dilsoziyeke mezin dibin palpişt ji kar û xebatê Partiyê yên di wan herêman de. Di hembêza dê û bavekî wiha de mezinbûn, herwiha bi çûn û hatina hevalan ya malbata Emel re, di dilê wê de hestên şoreşgerî ava dike. Şilêra welatê rojê behremendî û zekaya xwe ji xizmeta sîstema Baas re ti car nake mal û mîras. Bi xwendina xwe re her dikeve nav xebat û aktîvîteyên ciwanan de.  Ew bi fîzîkî li bajarê Qamişlo ye lê di dil û xeyalê xwe  de her li dinyaya gerîlaye, dinyaya ku bi hezkirina hevalan ve ji xwe re hunandibû li wir dijiya. Bi rabûna bahoza şoreşê li Rojavayê Kurdistanê Emel û malabata xwe weke gelek malbatên welatperwer yên Rojavayê Kurdistanê xwedî li keda Rêber Apo a li ser wan dayî derdikevin, ji heval û partiye re dibine pişt û destek. Lehenga şoreşê bi xwe jî bi awayekî aktîf û diyarker dikeve nava xebatên şoreşê de. Ji bo rizgarkirina axa xwe ji deshilatiya Baas û ji hovîtiya Daîşê, bi vîneke mezin bi şev û roj dixebite. Piştî du salan a di nava van xebatan de Emel vê firseta dîrokî yekser dinirxîne û biryar dide berê xwe bide qada tekoşîna giran li sere çiyayên Kurdistanê. Dem hatibû ku êdî bi fîzîkî jî derbasî wê cihana muazam a ku di xeyalê xwe de bi salaye pêre dijiya. Di sala 2014’an de Emela çeleng  kulma xwe datîne ser dilê xwe û dikeve ser riya çiyayan.

Di tarîtiya şevê de Emel digihije bilindahiya çiyayan, wê şevê ji eşq û kêfa çiyayan re xew nakeve çavê wê, serê deqê li demjimêra xwe dinêre ka kengî bibe sehar û çavê xwe bi bedewiya çiyayên Kurdistanê ronî bike. Tekoşera fedayî li deştê mezin bibû, lê asîbûneke ezdayî di hindirê wê de hebû. Mirov digot qey ew di dergûşa çiyê de hatiye dinê û dinav daristan û newalê wê de mezin bûye. Lewma hezkirina Emel a ji çiyayan re weke hezkirina wê ya ji dayika wê a şîr re bû.

Bi derketina rojê re zeriya Kurdistanê silaveke ji dil û can dide tavê û spasiyê xwe jêre dike, ku hebûna a li wêderê jêre kire qismet. Bi wergirtina cil û bergê gerîla re û li xwekirina pêlavekî sor re dilşahiya Emel temam bû. Qehremanê Emel, Rêber Apo bû, wê zarokatiya zimanê xwe li navê wî vekiribû. Bi wê girêdan û hezkirinê, navê meskenê Rêbertî ji xwe re digre û dibe heval Ruken Zelal.

Li Qada Garê perwerda xwe a şervanê nû dibîne. Derbasbûna roja ji heycan û dilgeşiya Ruken ya hebûna wê li çiya û di nav gerîla de kêm nedikir, berovajî her sehareke nû, bi xwe re bi barekî giran ji moral û heyecanê dianî nav dilê wê. Her roja derbas dibû kelecana wê zêdetir dibû, mîna xezaleke ciwan bi enerjî û dînamîkbûneke taze reng û tameke xweşik bide nêveng û jiyana hemû hevalê li dor xwe.

Ev jêhatîbûn, zîrekî û hezkirina Ruken a mezin li hember Partî û Serokatiyê hemû hevalê wê bandor dikir û bala wan dikişand. Ji ber ku ew di hezkirina xwe de ne tenê bi anîna ser ziman re sînordar dima,  ew di her kêliyê de di nav jiyanê de, di mektebê de û li ser çekê bi hemû hêz û xîreta xwe ve, xwe diwestand. Ji bo ku zû bibe xwedî danehev, zanist û berhem, di nava vê jiyanê de Delala çiyayan her fedekarî dikir.

Piştî qedandina perwerda şervanên nû, yekser derbasî saziya Hêzên Taybet dibe. Ew dibe zaroka nêvenga fedayî. Hîn bi nûbûna xwe di gerîlatiyê de derbasbûna wê ya Hêzên Taybet gelek pêşketinan pê dide qezenc kirin. Xwedawenda azadiyê li gorî rêgez û pîvanê jiyan û biryardariya Zîlan  xwe avadike, perwerde dibîne û teşe digre. Rûken bi zayina xwe weke jineke Kurd û li ser xaka Kurdistanê pir serbilind bû. Ji bo layiq be ji vê nasnamê re, ji bo azadkirina xaka xwe, bi zanist û bîraweriyeke rêxistinî bi leza tîrêjên ronahiyê, roj bi roj xwe pêşdixe.

Rûkena tekoşer şensê jiyan kirina bi fedayên mezin Doxa Jiyan û Zinar Raperîn re qezenc dike. Hîn dema bi wan hevalan re jiyan dike, bi sekn û tevlîbûna wan bandor dibe. Piştî ku rêhevalên ku bi wan re jiyan kiribû çalakiyên herî mezin yê fedaî pêk anîn şûnve cihê wan di çav û dilê Rûken de bilindtir û mezintir dibe. Sewdaliya heqîqetê ji bo xwe gihandina Doxa û Zinaran, ji bo layiq li hevaltî û fedekariya wan derbikeve, asta tevlîbûna xwe derdixe asta herî jor. Beriya şer û çalakiyên fedaî, Rûken di çalakiya jiyanê de jî bi fedayî tevlî dibe.

Fedayiya Rojê di her kêliyê de xwe ji rewşa giran a li Îmraliyê tê jiyîn berpirsiyar dibîne. Dibêje ku; ‘’Weke fedayiyeke Rêber Apo ji kêliya yekem ez têde derbasî Hêzên Taybet bûm, li hember Serokatiyê ez ketim bin giraniya erkên li ser milên me. Her rojeke ku derbas dibe em bi vî deyin û barî re jiyan dikin, ji bo min bi êş, azarî û îşkenceyeke giran derbas dibe’’. Şoreşgera kêliyê weke hevalake jin a Rêber Apo bi giraniya erkên li ser milê xwe dijiya û nefes dikşand. Rûkena dilpak di her gotin û bûyereke jiyana xwe de keda Rêber Apo li ser  xwe weke jin hîs dikir û didît. Rêber Apo destê xwe dirêjî jinê kir û ew rakire bilindahiya erşê. Nasnamaya wê ya di nav lingê desthilatê de wendayî, bi bîrdoziyeke zêrîn re carekedin pêşkêşî wê kir. Ev fedekarî û fedayitên ku Rêber Apo di ber azadiya jin de dayî û roja îro di nav çar dîwarê giraveke de dîlgirtî mayina wî, wijdanê Rûken ji hindir de diêşand. Lewra rêhevala Rêber Apo 24 seat di nava tekoşîn şer û berxwedanê de bû. Ji bo deqekê berê zûtir dawî li tecrîda bê edalet were kirin û Rêber Apo bigihîje azadiyê, Rûken bi lêhûrbûneke kur diçe biryara çalakiyeke dîrokî.

Hevrêya Zîlan, Jiyan û Zinaran bi mîrasê wan jiyan dikir. Di demeke ku têde dagirkeriya Tirk bi hovane êrîşê xwe li ser Qadên Parastina Medya giran dike, li ser senger û tûnelên berxwedaniya gerîla çekên nûkleer û termobarîk bi kar tîne, Rûkena şerzan bi cêwiya xwe ya ruhê fedayî re, bi  fermandar Sara Goyî re dest didin hev û  berê xwe didin nava dilê metrepolên Tirkiyê. Ji bo ku dersekî dîrokî ji dewleta Tirk û dagirkeran re bidin, dikevin nava hazirtiyan. Şeva 26’ê meha Îlonê  a sala 2022’yan Rûken û Sara bi dilekî  ji pola,  bi giyanekî bi hêviya jiyana azad û heqîqeta Apo’yî dikelîya berê xwe didin mala Polîsan a li herema Mezîtliyê li bajarê Mersînê. Wê şevê dîrok her kesî ji ser dika xwe dadixe û dika dîrokê ji qehremaniya Rûken û Sara re dihêle. Qelemê hemû nivîskaran dikevin seferberiyê ji bo belgekirina vê govenda ji agir.

Bi vala derxistina hemû teknîk û teknolojiya istixbarata  dewleta Tirk,  xwedawendên azadiyê Rûken û Sara bi çekan digrin ser polîsan. Bi gûleyên çeka xwe wan didin fêmkirin ku fedayiyên Rêber Apo bi îradeya xwe ya mezin pêl her cûreyê astengiyan dikin. Ji bo geşkirina meşeleya li derdora Serokatiya xwe bê didulî, bi rûgeşî bi ser diyardeya bi navê mirinê de diçin.

Wê şevê Rûkena şerzan bi periya kêleka xwe re, di nava mejiyê dagirkeriyê de mîna volkanekî ji bizotên zafer û azadiyê re xwe diteqînin, berxwedaniya li hemû qadên çiya silav dikin û destê hevalê xwe yê berxwedêr bi hêz dikin, bi baskê pepûlekan ber bi pakrewanên pêşeng ve hildikişin jor.

Wê şevê li navê fedayiyên Rojê navê Rûken Zelal û Sara Goyî zêde dibe. Rûken wê şevê digihîje merama xwe, bi dengê teqîna xwe di guhê hemû cîhanê de qîr kir ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’, ji Rêberê azadiyê re peyama hezkirin û girêdana xwe a bê dawî ragihand.

 

Amadekar: Navenda Ragihandına YJA STAR