Jina ku bi aqil, hest û zanista xwe  bi hezarê salan civak li ser hîmê demokrasiyê, jiyana bi exlaq û komînal bi rêve dibir bi derketina laneta bi navê şaristaniyê re dem û dewran bi destê zihniyeta zilamsalar li serê wê tê zivirandin. Jinê ji ser erşê xwedawendiyê dadixin qatê herî sefîl di jiyanê de.

Jina pîroz, sembola bereket û hêzê dibe mexluqa herî zeyif. Lê giya ti car di bin kevran de namîne û av ti car bê rêk namîne. Heqîqet û pîroziya jinê jî tevlî hemû leyîstok, dek û dolabên desthilatê veşartî nema, bi derengî be jî ev rastiya mezin derkete holê û hîn jî derdikeve. Di ronîkirina van  ku rastiyên di nav tarîtiya desthilatê de diperpitîn fedekarî û roleke mezin a ewladê xwedawendên pîroz heye. Rêber Apo bi hêza fikrandina xwe ya kûr û zirav, li hember koletiya ku li ser jinê dihate meşandin nuqteyekê ji wê serdema reş re datîne. Bi nesîma bayê bîrdoziya xwe ya muazzam, dilê jinê ji keser û hesretan xalî kir û rêya tekoşîn û lêgerîna li rastiyên xwe ji wan re da nîşan. Teoriyên ku xwe bi derew û çîrvanokan dabûn bawer kirin û bi jinê dabûn fêmkirin ku qada wê a jiyanê tenê  li nav sînorê malê û mutfaxê ye, Rêber Apo bi lêkolîn û pênaseyên kevnar û dîrokî ev galgal vala derxistin. Ji nav çar dîwaran jin derbasî qadê herî bi bandor yê jiyanê kir.

Ji aliye leşkerî, ramyarî, bîrdozî, felsefî û hwd asoyê jinê firehkir û jê re dana nişandan ku ew çiqas hebûneke serbixweye, bi hêz û îradeyeke bahoziye.

Hemû jinên cîhanê û bi taybet jina Kurdistanî di nivîsandina dîroka jina azad de, bi fikir û ramanê Rêber Apo bûne xwedî roleke mezin di hafiza mirovahiyê de. Bi derketina jina Kurd a li sere çiyayê Kurdistanê, hilgirtina wê ji çeka tekoşînê re, dîroka jina azad sernivîsê xwe yê destpêkê avêt.

Dewamiya vê sernivîsê roj bi roj, bi qehremanî û lehengiyên efsanewî heya roja îro li pey hev rêz dibin. Û vê dîrokê bi rengê fedayîtî û fedekariyên nejbîr dixemilînin.

Di qada ragihandina azad de jî, ji bo dewlemendî û cihêrengî li vê dîrokê zêde bibin, gelek xwebexşîn û ked tên dayîn. Bi mîrasê şehîdên mezin û pêşeng Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Hindîstan Penaber, Şaristan Asmîn û Amarayan, ev qad pêşketinan avadike û pisporiyê qezenc dike.

Ji bo ragihandina şerê rûmetê yê li serê çiyayê Kurdistanê tê jiyîn, ev pakrewanên nemir di jiyana xwe de, bi xwîdana xwe fedakarî dikin, bi şehadeta xwe jî bi xwîn û canê xwe vê fedakariyê tacîdar dikin.

Di meha Îlona 2022’yan ji bo jiyandina vî mîrasî û geşkirina vê xetê çar stêrkên çeleng di vê oxirê de canê xwe dikin diyarî. Koçerîn Rojîn, Axîn Amudê, Avrîn Masûm û Roza Rênas Amed ev her çar fedayiyên Rêber Apo, mîna efsana çar pepûleyên heqîqetê ji bo ku xwe bigihînin rastiyan, ronahiyê nasbikin û bidin nasîn ji gel û civaka xwe re. Di nav agirê şoreşê de xwe dihelînin û bi nasnameya pakrewaniyê xwe ji nû de diafirînin.

Koçerîn Rojîn( Leyla Turgut), keça asî a xaka Serhedê sala 2014’an xwe davêje hembêza çiyayên welatê xwe. Bi soz û payman di hizûra tavê de ji xaka xwe re sonda dilsozî û tekoşîna bê dawî dide. Li Zagrosan Leylaya çiyayan li pey azadiyê şev û roj digere û ji bo xwe gihandinê gelek ked û xwêdan dirijîne. Asîbûna ji Serhedê girtiye bi ya Zagrosan re dike yek. Dibe xwedî sekneke xwegirtî û bi taybetmendiyê jina azad neqişandî. Di gelek qadê tekoşînê de cihê xwe digre û bi cesûrî tevlî gelek çalakî û cengan dibe. Li Avaşîn, Zap, Xakûrkê û li qadên Behdînan dimîne. Li Zagrosan li himber artêşa Tirk şerekî dijwar dike, li Maxmûr jî bi çeteyên wê re şerdike. Koçerîna leheng ji bo parastina gel û xaka welatê xwe li ku derê êrîş li ser nirxên wê yên niştîmanê heban, bi dilpolatî berê xwe dizivirande wê qadê. Li hember hovîtiya Daîşê bi egîdî şer dike û di şikandina êrîşan de roleke diyarker dileyze. Dilêra Rojê bi qedandina erka xwe re carekedin rûyê xwe dizivirîne lutkeyên bi heybet. Derbasî qada ragihandina azad dibe û weke her xebatê ku Koçerîn serkeftî daye meşandin, di vê qadê de jî bi hewlidanê mezin dixwaze heman serkeftinê tomar bike, lewra di demeke kurt de xwe di xebatê xwe de serwer dike û dest bi berhem dayînê dike. Bi armanca arşiv kirina tekoşîn û berxwedaniya gerîlayên azadiyê ji dîrokê re, dikeve ser xaçerêkên dûr û dirêj. Koçerîna qehreman bi sekna xwe ya rêxistinî, bi dilnizmiya xwe, azwerî û girêdana xwe bi jiyana rast re, navê xwe li nav kurahiya dilê hemû hevalên xwe dikole. Her wiha bi tîpên yaqûtî li ser dîwarê dîrokê rêwîtî û fedekariya xwe ya mezin dineqişîne. Heya saniya dawî di jiyana xwe de, bi armanc û hêviya afrandina rojên azad bi Rêberê azadiyê re tekoşîneke bê hempa dimeşîne.

Ji tovê axa berxwedêr ji nav nêvengeke welatperwer, li Efrîna rengîn şitleke bi heman taybetmendiyan şîn dibe û mezin dibe. Berîvan Mustefa bi navê şoreşgerî Avrîn Masûm bi bandoriyeke mezin ji çand û nirxên esîl yên axa Efrînê, dibe xwedî kesayeteke serhildêr û lêpirsînker.  Ji bo bighîje encam û bersivên rast ji lêgerînê xwe re, herwiha ji bo rakirina çeka birayê xwe yê (şehîd Masûm Efrîn), di sala 2014’an de beşdarî nav refên azadiyê dibe. Avrîna rûgeş bi hezkirin û sedaqeteke mezin jiyana Apo’yî dadiwerivîne dil û giyana xwe, dikeve hewldanê ku her kêliya jiyana xwe bi fikir û ramanên Apogerî jiyan bike. Bi eşq û vîna li hember vê birdoziyê û azweriya xwe ya mezin bi xak û welatê xwe re, salên dirêj li Rojavayê Kurdistanê li hember her cureyê êrîşên hovane yê dewleta Tirk û çete wê şer dike. Beybûna çiyayê Kurmênc li ser xaka ku jê dayikbûye bi qilêşa xwe dikeve çeperên herî pêş û şerekî giran li hember hovitiya Daîşê li dardixe. Li kêleka şerê xwe, di hafiza kamereya xwe de mîrasekî giranbûha ji bo dîrokê amade dike. Tekoşîn û berxwedaniya dîrokî a ku li nav wê cengê dihate li darxistin qeyd dikir û ew kêlî nemir dikirin.

Avrîn hem weke şervan, hem weke rojnamevan bi roleke bandor û diyarker di nav tekoşîna li hember Daîşê de cihê xwe digre. Bi armanca  ku wê hîn nêzî Rêber Apo bike û ji çavkaniya tekoşînê kulmeke av vexwe, berê xwe dide çiyayan. Bihna şemala bayê çiyayan di destpêkê de, li nav nêvenga YJA Starê, di akademiya şehîd Bêrîtan li hinarokê rûyê Avrîn dide. Bi enerjiyeke mezin ji nêvenga jinên Star, bi hêzgirtina xwe ji perwerdeya di xeta jina azad de, dilovana Rojê derbasî  xebatê ragihandina YJA Star dibe. Bi serweriya xwe ya di xebatê ragihandinê de, herwiha bi giranî û berpisyartiya erkên ku dikevin li ser milên wê nêzî jiyan û xebatên xwe dibe. Avrîn yekser xwe di naskirina çiyê û jiyana gerîlatî de dike xwedî agahî û zanebûnên berfireh. Bi vîn û xwestekekî mezin rojên xwe yên li çiyê, bi cil û bergê gerîlatî dinirxîne û bi wate dike. Avrîn li Rojava bi kameraya xwe re, ji nêz de şahidî ji gelek qehremanî û cengê giran re kiribû, dixwest vê şahidiya xwe li çiyayê Kurdistanê bi şerê gerîlayên azadiyê hîn bihtir bi nirx û wate bike. Bi vê mebestê berê xwe dide Qadên Parastina Medya. Pêl tûşa qeydê dike û li kêleka hevalê xwe di çeperê herî nêz de, bi moral û vîn li hember metîngeriyê şerdike. Hevrêya Rêber Apo, salên tije ked di sebîlê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de tije dike. Rawestan û xwe paşde dayin ticar nekarîne serî bi Avrîn re derxin, bi îrade û eşqeke mezin ji hemû gerdûnê re asta dilsozî û zimanpakiya xwe bi Rêber Apo re dida nişan.

Avrîna şerker bi egîdî jiyan dike û bi egîdane şehîd dibe, dinava germahiya tekoşînê de û di nav xebitîna ji bo azadiya Kurdistanê de, di encamê êrîşên bê bext ê artêşa dagirker digihîje şehadetê.

Pepûleya siyemîn di riya ronahiyê de, Şilêra ji Rojavayê Kurdistanê Axîn Amûdê ye, bi navê xwe yê rast Dilsoz Hebîb e. Birîn û êşa ku pergala Baas bi şewata sînema Amudê di dilê gelê Rojava de vekirî ti car nehate jibîr kirin, wê birînê ti deman qalik negirtiye. Yê herî zêde jî bi wê kîn û azariyê re jiyan dikin gelê Amûdê bi xwe ye. Vê êşê parek ji xwe berdabû nav dilê malbata heval Axîn jî, êşa wan her rastiya dijminatiya Baas li ber çavê wan digirt û kîna wan zêde dikir.

Dema Roja Kurdî tîrêjên xwe avêtin Rojavayê Kurdistanê bi fikir û ramanê wî re, gelê Amûdê û hemû Rojava hêviyê nû di dilê xwe de avdan, fêmkirin ku tevgerek tolhildêr bi vê Rojê re tê avakirin. Û wê xwîna zarokê wan ji kesî re hedir neçe. Dilsoz Hebîb di nava malbateke bi vê zanistê de mezin dibe, di ferqa dijminhaya dewletê deye û niştîmanperwer e. Lewra bi zayîna şoreşa Rojava re Dilsoz pişta xwe  dide zanîngeh û giştî jiyana sîstemê, berê xwe dide nav û kar û xebatê şoreşê. Bi hesreta fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê, li peymangehê ziman dibe mamoste û hesreta xwe bi fêrkirina gelek zarokê gelê xwe ji zimanê wan yê dayikê re dide derbas kirin. Sala 2017’an bi xwestek û meraqeke zexim berê xwe  dide nava refên gerîla, Axîn bi zîrekî û jêhatiya xwe pir zû  fêrî rêgezê jiyana gerîlatî dibe, li qadê Zagrosan piratîkên xwe  yê destpêkê bi serkeftî derbas dike. Bi qelema xwe ya xurt û hêza  xwe  ya mezin di tabîrê de, cihê xwe di xebatên ragihandina azad de digre. Xwendin û lêkolînê xwe hemûyan bi bîrdoziya PKK’ê re bi teşe dike û dixe xizmeta şoreşê. Salên dirêj Axîna dilawer  di van xebatan de dimîne û pispor dibe. Axîn Amûdê bi taybetmendiyên xwe yê nêzî dilan, bi hemû nêvengê ku diçûyê re xwe dikire yek, her hevalekî dixwest li pêş kamera heval Axîn hinek tiştan bêje û hestên xwe parve bike. Fêmkirina wê, hezkirin û girêdaniya wê bi hevalê wê re diteyisî rûyê wê, lewra ew xwedî cihekî bilind û taybet bû di giyanê hevrêyên xwe de. Bi sedan program, analîz, nûçe û xebatên cûrbecûr dide meşandin. Ji bo ku berxwedanî û heqîqeta şerê gerîla bibe çavê cîhanê, Axîna fedayî her zor, zehmetî û tehlîkeyê dide ber çavan.

Heya kêliya şehadeta xwe Axîna bedew bi heman pirensîbê li ser kar û xebatê xwe ye, ji bo kişandina kenekî azad ji ser lêvên hevalbendê xwe, ji bo tomarkirina serkeftina çalakiyeke li hember dagirkeriyê ew her dinav seferberiyê de ye.

Gerdûna dayik, hatina Axîn a vê cîhanê diyarî ax û welatê wê kiribû, Axîn jî di sebîlê pîroziya vê axê de, her erka dikeve ser milê wê pêktîne. Ji bo temam kirina van erkan û layiq derketina li afrînerê jiyana azad û şehîdên dozê, vê carê ew canê xwe dike xelat.

Ji Ameda paytext, ji nav zeviyê ruhê serhildêrî û berxwedaniyê canfedayiya ciwan Roza Amed ango Songül Tarincî tevlî ciwantiya temenê xwe, bi coşa hestên welatparêzî û girêdaniya bi welat ve, ev ruhê ku zarokê Amedê bi şîrê dayika xwe re berdidin kurahiya hinavê xwe, sala  2014’an Roza berê xwe dide nav cenga şoreşa Rojava. Weke hemû zarokê Amedê bi egîdî û hezkirineke bê sînor ji welatê xwe re, şergeşa Kurdistanê mîna hevrêyên xwe Avrîn û Koçerîn, bi dilwêrekî li hember çetêyên Daîşê şerekî giran li dar dixe. Ji bo geşkirina şoreşa Rojava û gihandina hemû parçeyên Kurdistanê, Roza bê bêhin vedan tekoşîn dike û şer dike, pêre li gor rêgezê bîrdoziya xeta rizgariya jin kesayeta xwe perwerde dike û pêş dixe.

Di qedandin hovîtiya Daîşê de Roza Amed rola xwe tîne cih û yekser berê xwe dide warê evîndariya Rojê. Li çiyayê Qendîlê salên xwe yên destpêka gerîlatiyê derbasdike, li wir xwe di cewhera jiyana gerîla de kur dike. Pêwîstiya kar û xebatên şoreşê li kîjan qadê were xwestin delala Amedê li wir e. Lewra ji Qendîlê berê xwe dide qada Garê, di xebatê perwerdekirina şervanê nû de, her wiha di gelek xebatên cûda de cihê xwe digre, di hemû erkên xwe de  şoreşgera demê mohra serxistinê davêje binî. Roza ji bîrdoziya PKK’ê re bibû sewdalî, lewra bi gotina Rojê a dibêje ‘’hezkirin ked dixwaze’’ Roza di ber hezkirina xwe de ked dide û xwe diwestîne. Li akademiyên Apollo erkên giring digre ser milê xwe, bi baldarî nêzî  xebatê xwe dibe û afrîneriyê têde ava dike. Ji roja tevlîbûna xwe heya deqa dawî di tekoşîna xwe de, Roza ya rûgeş bi kesayeteke cewherî, durust herwiha bi dilovanî û îxlas ji bo gelê Kurd dixebite û têdikoşe, ji bo qedandina zilim û azariyê ku bi ser gelê Kurd de dibarin, bi dil û can, bi jiyan û şehadeta xwe fedekarî dike.

Roza, Axîn, Avrîn û Koçerîn, bûne binyadekî nehej ji mîrasê ragihandin û jiyana azad re. Weke jinên Kurd bi kevneşopiya sedê salan ji Rindîxan, Besê û Zerîfeyan heya  Delal Amed, Gulçiya Gabar û Leyla Sorxwînan bi giyana xwe ya bi evîna welat dikele, xwe kirin feda ji jiyana azad û wekhev re.

Rêhevalê Wan Ya Têkoşînê