Şehîd Evîn  Goyî

Sal 1994 bû. Buhareke hênik ku mirov dikare bêje pir sar bû, bi keskahiyan derdor xemilîbû. Lê bi kinasî em dikarin bêjin ku “Bihûşt”e. Di meha Gulanê de bihûşt çawa be, Gabar jî wisa bû. Em nû nû germ dibûn. Her dîmenê ku çavê te lê diket ne gengaz bû ku were ji bîr kirin.

Sê hevalên xort ji bo erzaq çûbûn wezîfeyekê. Gava ev heval diçin wezîfê, di rê de leşkerên Tirka dibînin. Li ser wan gule diberdin, lê leşkerê Tirkan dengê xwe dernaxînin, ji ber dixwazin werin ser cihê ku em giştî lê disekinin. Dixwazin werin ser wargehê û me hemûyan îmha bikin. Bi hevalên me re nakevin nav şer de. Piştre, hevalên me çûbûn dewriyê, ew jî dijmin dibînin, lê bi wan re nakevin nava şer. Ev herdû komên me hatin wargehê, me ji hevalan re rewş vegot.

Eraziya Gabarê pir bi şikêr û dar e, lewma di tariyê de ne gengaze ku pir bi hesanî rê ve bide. Ji ber wê li jora wargehê çend heval weke nobedar derketin. Hevalên ku gir digrin, çûn ciyê xwe girtin. Ciyê gir, çariyek demjimêr dûrî me bû. Ji xwe cihê nobetê jî  li jora wargehê bû. Eraziya Gabarê tev de bi gupikên biçûk û di nava hev de tije bû. Gupikên biçûk weke xelek digihaştin hev û nîvê wan ji bo wargeh ava kirinê guncaw bûn. Wek mînak, ti rastî girekî mezin tê, lê berwariyên wê ji gopikên biçûk pêk dihat û navbera wan jî rast bû. Em jî di berwariyeke wisa de bûn. Ew gupik jî, ji şkêran pêk dihat.

Em sê hevalên jin nobedar bûn. Ji xwe, ger tu biçûya ser kîjan gupikî, te derûdora xwe tev didît. Di eraziya Gabarê de girên pir bilind nebûn. Ber bi seharê, dema ku hevalên me çûn girê stratejîk bigrin, dîtin ku dijmin ber bi me ve tê. Ji ber wê hevalên me bi lez xwe xilas dikin. Hevalê Harûn yê ku berpirsyarê grûpê bû, got; “Divê em xwe bighînin hevalan. Ger leşker bikevin navbera me û hevalên din de, wê ne başbe”. Ji ber wê bi lez û bezekê dikevin pêşberî dijmin û nahêlin ku leşker bikevin navbera me û wan de. Bi vî awayî grûpa heval Harûn xwe gihande cem me.

Berbanga sibê bû, derûdor nû ronî dibû. Dijmin ji herdû aliyan ve ber bi me ve hatibû. Ji xwe gava min di cihê xwe yê nobetê ve dengê zincîra BKC bihîst, min fêm kir ku em û dijmin êdî ketine nav hevdû. Cihê ku em lê bûn, ango cihê ku ez û herdû hevalên jin lêbûn, em diketin beramberî hevalên xwe yên dîtir. Di nava gupikên weke zincîr û bi şewaza xelekê hevgirtî de, ew li aliyek, em li aliyek din bûn. Gava hevalên kordînê dîtin ku em û dijmin ketine nava hev, ji me re gotin; “xwe paş de bikşînin”. Li gorî vê, diviyabû em cihên dûz derbas bikin û xwe bigihînin girê beramberî xwe.

Ez dikarim wisa bêjim ku; di gupikê destpêkê de em henin, di gupikê din de jî dijmin heye. Ji ber wê ger em biçin cem hevalan, divê em pir zîrek û bi lez bin, nexwe wê dijmin ji paş ve bikare xwe bigihîne me. Ji paş ve parastina me kirin, ewqas hêsan nîn e, gava hevalên me klêşên xwe bidin şuxilandin xeteriya ku em bikevin nîşangehê hev jî hebû. Yanî em di rewşeke hinek zordar de mabûn. Şer û xwe paş de kişandina hevalan dora nîv saet, çil û pênc deqe ajotibû.

Dema ku leşker ketin cihê em berê lê, hê jî me li cihê nobetê şer dikir. Di navbera me û hevalan de bi qasî pêncî metre hebû.

Wê demê ji ber ku cîhaza me hemûyan nebû, me bi xwe biryara xwe da ku em jî divê êdî xwe paş de bikşînin. Ez pê nehesiyabûm, lê toqa li ser pora min sipî bû û diberiqiya. Hevalekî ji min re got : “Wê toqê ji porê xwe veke ku dijmin serê te nîşan negre”

Min toqa xwe derxist. Piştî çend deqe me biryar da ku em bazdin û xwe bigînin hevalan. Me xwe da aliyê girê ku ber bi hevalan ve dirêj dibe û dighije deştika biçûk. Hevalên xort bazdan. Ji min qederek dûr ketin. Diviya ez pir atîk bibim û berî dijmin xwe bigînim ciyê hevalan.

Min berê xwe da deştika biçûk û min bi hemû hêza xwe ve bazda. Gava min dengê leşkeran jî bîhîst, êdî min wisa lez da lingên xwe ku, min nema pêşiya xwe didît. Firset nebû ku ez bêhnek li pêşiya xwe binêrim. Cerdevan û leşker li pey min dibezin, ez tenê bi vê rastiyê hesiyam û tenê ji bo ku bi saxî nekevim destê wan, tu dibê qey lingê min ji erdê qut bibû.

Leşker û cerdevan bi hev re dabûn pey min û dibeziyan, da ku min bi destbigrin. Bi beza xwe re jî qîr dikirin. Wê gavê çavê min, te digot qey nînin. Ne pêş, ne jî paş nabînim. Tenê weke ku bifirim, bêyî ku lingê min bi tiştekî ve asê bimîne, ez dibeziyam. Her ku rewşa min a bi destê wan ketiye dihatin ber çavên min, ez dibeziyam. Derfet nebû ku ez rawestim û xwe şehîd jî bixim. Carê, ji ber bayê ku bi bazdanê min çêdibû, pora min dihate ber rûyê min ve. Wekî din, êdî min nedizanî hevalên me li kîjan aliyê ne, ji xwe re tenê direviyam, dibeziyam. Bazdanek ji dijminê welatê me, deshilatdaran, qirkeran, bazdanek ji xwefiroşan, xayînan. Ew gav, ew kêlî, ez bibûm daxwaziyeke azadiyê û hemû koledarî û desthilatdarî ketibû pey min. Di dîroka jinê û gelan de xilasbûyîn, mabû ser pişta hêza lingên min. Sekinandin ango xwe radestî wan kesên ku li pey min dibeziyan kirin, qet nedihat bîra min. Wê gavê, bi rastî jî, min xwe weke çûkek hîs kir. Çûk tu caran xwe radestî nêçîrvanan nakin.

Kesên li pey min dibeziyan baş dizanibûn ku ez jinim. Ev yeka dihişt ku zêdetir bi hêrs bibin û bi hêztir bibezin. Min di dilê xwe de digot; “Ger ez li pişt xwe bizîvirim, wê min bigrin”. Dengê wan dihat, yekî digot: “Keçikê!, keçê raweste!, ha hooo, keç ê!”

Ji nişkêve dengê wan pir nêz hate min û pê re jî gule diketin ber lingên min. Di wê kêliyê de lingê min, li ber kevirekî ket û ez pekiyam, gindorî pişt tehtekî bûm. Ez ketim pişt kevira ku ez lê qelibîm û pekiyam, gelek mezin bû lê ewqes bi lez dibeziyam ku, ew leza min hişt ku ew çend bilind bipekim. Min ji pişt kevirê serê xwe rakir, min dît ku dijmin paş de dizivirin, hev diparêzin. Wê gavê jî her çavên min girtî bûn. Min qet çavên xwe venekiribû. Cerdevanên Qilêbanê pir dijwar dihatin ser me. Ji eşîra me bûn, lê min li wir fêm kir ku gava mirovek nasnameya xwe ya netewî firot, nikare zarokên xwe jî biparêze. Di rastiya xwe de Kurd, bi namûs û şerefa xwe ve bi nav û dengin. Gava min ji dûr ve li wan nêrî, min di dilê xwe digot “Heyfa wan şaşiyên reş û spî ku Kurd didin serê xwe, di serê wan de qirêj dibin.” Bi rastî jî di wan gavên xwe yên bazdanê de, min dît ku paşverûtiya Kurdan jî ketiye pey min, dixwaze min radest bigre.

Weke jin, di wê gavê de di dewsa tirs û xwe bi hundirê xwe de qurmiçîn zêdetir, min dît ku biryara min a şer û tekoşîna li hemberî deshilatî zêdetir bû. Lingê min wisa dibeziyan, min bi xwe jî bawer nekir ku, ewa wisa dibeziya ez bûm. Di wê kêliyê de, ez gihiştime biniya gupikê ku heval lê ne, lê min nedizanî. Gava ez gihaştim wê derê, hevalan dikarîbû parastina min bikin. Gava ez gihiştim gel hevalan, hestên min çawa bû, divê hun bi xwe hinek pê bizanin. Ji bo min, weke vegera jiyanê bû. Beriya çend deqeyan, dibe ku min nekariba careke din hevalên xwe bibînim. Ger ez ketibama destê dijmin, wê çi bihata serê min, careke din hûn bifikrin.

Ez, ti caran, di wan kêliyan de ketina nava destê wan, ji bo xwe nefikirîm. Destpêkê min her digot “tiştê herî giran ew e ku, mirov di nava şer de jin be”. Cardin jî, ji ber jinbûna xwe, tenêbûneke sosret ya me jinan hebû, her heye û wê hebe. Ew tenê ne di nava şer de ye, li her derê ye. Min wê rojê zêde li ser vê bûyerê tiştek negot, lê di hundirê xwe de ez gelek fikirîm. Bi rastî jî di nava şer de tu jin bî, barê te dubare giran dibe. Demek borî û şûnde, dewsa xwe ji berxwedaniyê re hişt. Êdî min dixwest zêdetir biçim ser wan û bila bibînin ku jinên Kurd çawa li hemberî wan şer dikin, serê xwe natewînin.

Piştre di gelek çalekiyan de, ez bi xwe jî tê de, em çûn ser wan, her ku wan li hemberî me bi paşverûtiya xwe ve hatin, em zêde bûn, em bi biryar bûn. Di çiyayên asê yên Botanê de, hemû dar û ber, av û ax, kevir û lat bûne dîtiyên bûyerên weke vê bi sedan.

Bi vê bûyerê ve girêdayî dixwazim her kes bizane ku; em ê ji bo doza gelê xwe, bibin jinên xwedî jiyaneke azad.

Gava tu jin bî û di nava şer de bî, her tişt bi te re diaxive. Ez hê jî bi xweza û jiyanê re diaxivim lê hûn?…