Şehîd Gulbahar Çirav

Dema mijar dibe ‘Jin’ hemû heyînên gerdûnê tê bîra mirovan. Jin û xweza, jin û gerdûn, jin û welatparêzî, jin û civakîbûn. Bi kûrtasî di cewhera jin de mirov dikare şopa dîroka mirovahiyê û rastiya hebûnê jî bibîne. Lê belê ji bo ku jin xwe bigihîne asta ku bikaribe ruhê axê hîs bike, dengê daran bibihîse, di dengê çûkekî de azadiyê hîs bike, di barîna baranê de coşa xwezayê bibîne, divê xwe ji bandorên zîhniyeta serdest rizgar bike. Lewra pergala serdest yê zilam êrîşê hemû hestên azad, bedew û bi wate ya jinan dike. Her roja ku derbas dibe pergal wek gayekî ku çavê wî bi xwînê sor bûbe, zêdetir bi hêrs û kîn êrîşê hebûna civakê û jinan dike. Ji ber ku di cewhera jin de afrînerî, xilukdarî û zêdekirina nirxan heye lê yê aqlê zilam ne bi vî rengî ye. Ji ber ku zilam nirxên dayîk kir bin tahakkûma xwe pê re destpêkir şer û qeyran, pê re destpêkir windakirina dîrokî.

Dema ku em roja xwe ya îro mêyze dikin dîbînin ku di nava civakê de hemû xirabî, nexweşî, êş û girî ji bo jinê rewa tê dîtin. Heta digihîje asta ku jin bibe kole, her tim bigrî, bi bêdengî her tiştî qebul bike, li gorî sînorên serdestan jiyan bike. Çawa ku li ser axa me êrîşên dagirkeran heye heman awayî li ser nirxên dayîk, li ser hebûnên jinan jî êrîşekî bê sînor heye. Çawa ku axa me her roj di bin bombardimanan de ye dil û ruhê me jî bi êrîşên bêsînor ya tinekirinê re rûbirû ye. Ev rewşên neyînî di hemû kêliyên jiyanê de li ser jinê tên ferz kirin. Li malê, li kolanan, li her derî cîhanê ya ku dikeve para jinê an mirin an jî jiyanekî ji mirinê xirabtir e. Ev rewşa ku jin têde jiyan dike bêguman ji aliyê jinan ve yekser nayê qebûl kirin. Heta ku digihîje asta kolebûnê gelekî têkoşîn tê meşandin, berxwedanekî dîrokî tê dayîn. Ji ber ku jin koletiyê qebûl nekirin zindî zindî kirin bin axê, ji ber ku zanebûna xwe ya ji xwezayê fêrbûye bi civaka xwe re parve kir zindî zindî hatin şewitandin lê dîsa jî ti carî  mirinê nepejirandin, ger mirin hebe jî diviya di rêyekî bi rûmet de, di rêya şerê azadiyê de bihatana jiyan kirin. Ji ber vê jin di oxira jiyanek azadi de, gelek demên dîrokî de pêşengtiya şeran kirin. Dibe ku navê wan li ser rûpelên dîrokê nehatin nivîsandin, dibe ku zihniyeta zilam hemû bedewiyên jinê di nava tarîtiyan de hîştin lê jin ti carî ne tinebûn ne jî taritiyan qebûl nekirin. Di demên cuda de, di deverên cuda ya cîhanê de her tim sedemên têkoşînê ji bo xwe ava kirin. Ji ber vê gelek sedem hene ku jina Kurd li pey doza azadiyê de bimeşe, şer bike, tola dîrokî ji vê pergala kîrêt rabike.

Di cewhera jin de rêxistin kirin, yekbûna civakî û parastina nirxa heye. Ji ber vê em destpêkê ji dayîkên xwe fêr dibin ku divê em girêdayî axa xwe bin, ji bo parastina wê em canê xwe jî bidin dev jê bernedin. Piştre dema ku em diçin dibistanê dagirkeran, li wir êşa asîmîlasyonê ji kûr ve jiyan dikin. Ji ber ku nahêlin em bi zimanê dayîka xwe baxivin, nahêlin em bi rengê çanda xwe tevbigerin. Wê çaxê em fam dikin ku ger em dev ji zimanê xwe berdin emê rastiya ax û gelê xwe jibîr bikin, keda dayîka xwe ya ji nedîtî werin. Ger em vê êşa kûr ji bîr bikin wê demê emê ji cewhera xwe derkevin ji ber vê em fêrî lêgerîna rastiya jiyanê dibin. Dema ku em wek jin tên perçiqandin, dixwazin me bikin kole wê demê lêgera jiyana azad zêdetir dibe. Û em wek jinên Kurd ti carî koletiyê, dagirkeriyê û hebûna dijmin li ser axa xwe erê nakin ji ber vê berê me her tim Rojê, warê me her tim li çiyê ye.

Dema ku jin tê serê çiyan û tevlî tevgera azadiyê dibe, bêhnekî ji kûr bayê lûtkeyan dikşîne hinavên xwe wê çaxê kêyfxweşî, jiyan û rengê biharên bê dawî belavî gerdûnê dibe. Ya ku herî zêde li jinan tê kenên azad, awirên azad e. Lê yên ku herî zêde jê hatine dizî jî ev hestên azad in. Ji ber vê şikandina hemû bendên koletiyê, bi dawî anîna hêsirên çavan wek hêrsa tolhildanê, bi têkoşînekî herî bilind ve tên meşandin. Wê çaxê hemû bedewiyên gerdûnê di dilê jin de carek din zindî dibe. Dema ku digihîje navserê çiyayan, çek di dest de meydan ji dijminê xwe re dixwîne wê demê hildiweşin her cûreyê koletiyê. Dema bi aqlê jina azad diparêze welatê xwe, wê demê ew digihîje bedewiya xwedawendan. Ji ber vê ya herî rast gihîştina cewhera xwe ya ku tê de welatparêzî û civakîbûn heye. Di cewhera jin de civakîbûn heye ji ber ku kokên wê qewîm e bi hezaran salan e her tim bi êrîşên gelek tûnd û qirker re rû bi rû maye lê belê ew ti carî ji armancên azadiyê venegeriya ye. Ango armanca jin ya jiyanê parastina nirxên mirovahî, gihîştina azadiyê ye.

Jin her tim ji xwe re sedemê têkoşîn û azadiyê dibîne ji ber vê her tim di nava şerekî mezin de ye. Lewra ew dizane bi qasî ku şer bike dikare azad bibe û dikare bigihîje eşqekî kolektîf ya hebûnê. Bêgûman jin hêza xwe ya şer kirin û berxwedanê ji felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo digre. Di felsefeya Serok Apo de bêtekoşîn jiyan kirin û koletî pejrandin wateya mirênê ye. Ango mirovekî bê têkoşîn tê wateya bê parastin e, ev jî tê maneya mirinê. Lewra ger tu parastina xwe nekî tuyê ji aliyê pergalê ve bê kole kirin. Dibe ku êşên gûhertin, vegûhertin û têkoşînê gelekî zêde bin lê ya ku jiyanê xweşik dike van êşana derxistina zanebûnê ye. Mirovên ku digihîjin astekî zane û rewşa cikakên xwe bi her aliyan ve dibînin, pêwîste di pêşxistin û parastina civaka xwe de jî divê berpirsiyartiyên pêwîst hilgre ser milên xwe.

Ji ber ku Serok Apo rêya rizgariyê nîşanê me da û hîşt ku em hişyar bibin ji bo vê em deyndarê Serokatî ne. Em pir bi şans in ku ronahiya rêya azadiyê her tim bi me re ye. Lê divê mirov her tim ji bo azadiyê di nava şerekî pir mezin de be. Meşandina şerê azadiyê dilekî qewîm, seknekî jixwebawer hewce dike. Yên xwedî dîlên ji pola li hember hemû zoriyan dikarin seknekî nekeftî raber bikin. Ji ber vê wekî ku mirovekî di nava çolistanekî de be û tîhna avê be, dema ku avê jî bibîne ber bi avê ve bibaze, jin jî wekî ronahiyek bêdawî bibîne ber bi Rêber Apo ve dibaze.

Êdî jin ne yê ti kesî ye, jin ya xwe ye. Bi zanebûna Xwebûn ve jiyan dike û wateya vê parasatina rûmetê, parastina nirxên xwe yên dîrokî ye. Lewra azadî di rêyekî pîroz de meşandin û di encam de gihîştina pakbûna asîmanan, zelaliya deryayan e. Di  meşa azadiyê de ronahiya rêya me Serokatî ye. Ji ber vê em azadiya xwe di azadiya Serokatî de dibînin. Serokatî mirovê herî azad e. Ji ber vê jin wek xelekek ji agir xwe li dora Rêber Apo de digrin û ji bo azadiya wî şerekî fedaî dimeşînin. Rêheval Zîlan dema ku xeteriya li ser Serokatî hîs kir xwe kir bombeyek ji agir û ser dijmin de meşiya. Di roja îro de jî bi hezaran Zîlan hene. Ji Bakûr heta Başûr di her gavekî Kurdistanê de em dibin şopdarê Zîlan û Egîdan. Çawa ku ew bi çalakiyên xwe ve serdemên nû dan destpêkirin emê jî li hember hemû hêzên serdest û dagirker amade ne ku bibin Zîlan, bibin Berîtan.  Emê her tim li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir da ku bigihîjin azadiyê.