Di encama kolekirina jinê de, xweza jî kete bin deshilat û tehekûma zihniyetên serdest. Ev rastî divê bi vî awayî were dest girtin. Bi sedan salan jin û xwezayê heman qeder û çarenûs bi hevre parve kirine, her kêm hatine dîtin, bi eyib û ar hatine meyzekirin, zext û zor li wan hatiye kirin. Dagirkirkirina xwezayê di hemû serdeman de, bi awayekî yekpare û yek parçe bi kolekirina jin re hatiye meşandin. Di vê wateyê de ketina jin ya bin hûkmê desthilatê, bi ya xwezayê re bi hevreye û di nav hevdeye. Ji bo pênasekirina xweza, civak û mirovekî rast were kirin, divê di destpêkê de bi ziravî werin lêkolîn kirin; diyardeyên civak û civakbûnê di xwezaya yekem de çawa dest pêkirin? Ev pêşketin hewceye werin lêkolîn kirin. Civaka xwezayî sîstemeke di çarçoveya dayikên xwedawend de hatiye meşandin û ev pergal wek pênasa avabûna civakên destpêkê ye. Di heman deme de avabûna van civakên destpêkê, di mîhvera dayîka xwedawend de li ser esasê nirxên komînal û wekhev, hiştiye ku civakeke bi binyad û saxlem avabibe. Bê guman bi pêşketina civakê re primat jî pêşketinên nû jiyan dikin. Piştî  cîhana fîzîk, nebat û ajalan weke hebûn civaka însanan avabûneke nû ye. Di encama milyarê salan de bi derbaskirina tekoşîna xwe gihandina tekamulê re ( evrimsel gelişme), pêşketinên civakî bi awayekî xwezayî tên jiyîn. Ji bo vê diyardeya civakê berî her tiştî diyardeyeke ekolojîke, dema mirov vê bêje binê gotina xwe xîz bike wê baştir bibe. Civak li ser pîvanên ekolojîk avabûye. Pênasa me ya herî rast ji civakê re ewe ku merheleke pêşketina cudaye, lê ji xweza û ekolojiyê ne qut e. Civak di hembêza xwezayê de mezin bûye, ev pênase wê yê herî di cîh de bin. Lewra ne civak di nav xwezayê de helandin, ne jî xweza di nav civakê de helandin, an jî ew anîna li hember hev û hiştina ku ji hev hinek tiştan bixwin divê neyê kirin. Pêwîste qut kirina civak û xwezayê ji hev çênebe.

Di civaka xwezayî de civak hem di nav xwe de, hem di navbera wê û xwezayê de yekîtî heye. Civak bi xwe serkeftineke mezin a xwezayê ye.

Civaka bi hawirdora ajalan re tê kirin, civakbûna herî lihev e. Jiyana civakî vê jî derbasdike û di hindirê xwe de, tekoşîneke bi bandor û dînamîkbûnê dihewîne. Ev rewşeke nûye, cûdabûn têde heye. Lê ev terzê bi xwezayê re xerîb ketin û ew xistina bin desthilatê ve pêk nayê, ev rewş ne di bingehekî wisa de ye. Di civaka xwezayî de xweza mîna dayikê tê dîtin, ax çavkaniya zayînê tê destgirtin. Ax û bedena jin wekhev têne destgirtin. Gotina  ‘dayika ax’’ an jî ‘’dayik xweza’’ bi vê ve girêdayî ye.  girêdayineke mîna têkiliya dayikê bi zarokên wê re heye. Xweza bi dilnizmî, comerdî, bi bereket û berhemdariyê tê pijirandin û meyzekirin, weke çavkaniya xwedî kirina mirov û parastina wî tê dîtin. Bi temamî mîna dayikekê ye. Fikrandineke ku li ser xwezayê deshilat were kirin tûneye, ji ber di esasê civakê de fikirandinê deshilatê tine ne. Mirov ne di binya xwezayê re, ne jî di ser re têne dîtin. Bi kurtasî nerîneke bi hûrmet, bi bereket, pîroz û berhemdar ji xwezayê re heye.

Feraseteke ku her zindiyekî li ser rûyê erdê ew jî mîna mirovan xwedî rûhe heye.  Ji vêna re jî zindî dîtin an  jî  (Anîmîzm) tê gotin. Anîmîzm zihniyeteke ji xwezayê ne qut e. Ev dide nişan ku di civaka xwezayî de ferasetek an jî zihniyeteke ku xwezayê û civakê ji hev qut digre, an jî zekaya hestiyar û zekaya analîtik ji hev cûda dike tûne bûye. Lewra vê rewşê rê li ber fikrandineke afrîner û dewlemend vekiriye. Li pey ewqas îcad û afrîneriyê ku di Neolotîkê de hatine jiyîn, ev têkiliya wekhev û yekpare a di nav civak û xwezayê de heye.  Bi xwezayê re têkiliyeke wekhev avakirin û pêre berovajî neketina mirovan her tim wê rê li ber pêşketin û avabûnên dewlemend vebike. Bi gelemperî rêzdayîneke mezin li hember giştî jiyanê heye. Di civaka xwezayî de temen û cinsiyeta mirovan bi awayekî li ser hev bi bandor bikin, hev temam bikin tê meyzekirin, ev jî pênasa yekîtiya cûdabûna ye. Li vir pîvana ekolojiyê a herî bingehîn ku têde wekheviya ne wekhevan heye, tê tetbîq kirin. Di civaka xwezayî de hev temam kirina jin û zilam tûne bana û her dem bi hevre di nava şer û ne qebûl kirinê de ban, di rewşê herî zehmet ê jiyana wê çaxê de wê nekarîban xwe li ser lingan bigrin.

 

Bi derketina civaka hiyarişîk re, di meyzekrinê civakê xwezayî a li himberî xwezayê de guhertin çêdibin. Bi fêrkirina jin ji koletiyê re, rê li ber  pêşketina hiyerarşiyên din jî vedibe, weke yên (çînî û netewî) rê li pêşketina van jî vedibe. Dema ku nêzîkatî bi vî rengî ji jin û mirovên din re tê kirin, bi awayekî xwezayî li hember nebat û ajalan zilm û zor bi derecê herî giran tê kirin. Êdî têgeha dayika xweza wê were jibîrkirin, mîtolojiyên baviksalar yên derewker, wê bi têgehên mîna ‘’zilamê xweda’’ re vê bikin.

Wê bi pênaseyên xwezaya bê ziman, kor û hov tehekûma xwe û desthilata xwe li ser çavkaniyên xwezayê rewa bidin nîşan. Mîna ku ji jin re gotin ‘şeytan, bi lanet, gunehkar, zilamê kêm, pîrebok û hwd.’ êrîşê xwe û serweriya xwe li ser jin rewa kirin. Bi şaristaniyê re mêyzekirinek sipî-reş, bê ruh û nagûhere pêşdikeve, bi vî şêweyî û bi feraseteke mirî, mekanik û qederwarî li gerdûn û xwezayê tê meyzekirin. Tişta ku tê jiyîn qutbûneke bi kok ji paradîgmaya civaka xwezayî. Ev heya roja me ya îro pêşket û hat. Şaş pênasekirina xwezayê wê zihniyet, zanist û felsefe bi şaşîtiyan dagirtî bihêle. Bi şaristaniyê re, xweza daxistin asta amûrekî çors ji berjewendiyan re. Êdî tu çiqasî li ser xwezayê serwerî, te çiqasî serwerî avakiribe tu ewqas bi hêz û azadî ango pîvaneke wisa hatiye pêşxistin. Li şûna pirensîba civaka xwezayî, ku li hemû hebûnan zindî meyze dikir, têgeha hêzên li jor xwezayê derdixin holê. Ev weke ji rê derketineke mezine ku îzahata wê bi hêzên ezdayî didin kirin. Ev berovajî kirineke herî mezine ji ruyê rastiyan re. Herwiha dualîteyên aqil-beden, aqil-hest, xweza-civak, jin-zilam, ruh-beden bi mentiqê her nakokî li holê hebin û her xwesteke hev tinekirinê tên bi pêşxistin.

Olên yek xwedayî vê rewşê hîn girantir dikin, di vegotinê xwe yê afirandinê de, xala herî esas; zayîna jin, berhemdariya wê û candayina wê ji dest digre, dide zilamê xweda û nûnerê wî yê li ser rûyê erdê, dide zilam. Bi vê nîzîkatiyê jin dikeve dewsa barhilgirekê ji neslê zilam re, dadikeve asta axeke ziwa, bê ruh û can. Li rastiyê were mêyze kirin di civaka xwezayî  de xweza zindî dîtin, bi zayîn û can dayina jin re ji nêzde girêdayînek heye. Di wextekê de jin û axa ku afrînerê her tiştî bûn duvre jin tenê dibe hemalek ji tuxmê zilam re, ji dervî wê ti nirx û qîmet jêre nayê dayîn. Di Qûranê de derbasbûna ayeta ‘’ jin zeviyên wene ….’’ Mînaka vê rewşê a herî şênbere.

Di  çîrokê dînê yek xwedayî de ku dibêjin; jin ji parsûyê zilam hatiya afirandin, di wê wateyê de ku jin di bin zilam re ye û jê kêmtire, an jî dewamiya zilam e. Pênasekirina ku jin ji bo xizmet kirina zilam hatiye afirandin, hemwateye bi pênaseya xweza ji bo xizmeta însana hatiye afirandin re. Zihnê însanan bi red kirina pîroziya jin û xwezayê hunandin, qutbûna herî mezine ji rastiyan, ji hevgirtinan, ji asayîbûn, xwezayibûn, afrînerî, pîrozî, xweserî û hevpariyê ye. Ji xwezayê re gotina zalim nakokiya herî mezine ku ev hêzên deshilat avadikin. Ev hemû ji rê derketinên zihnî ne.

Piştî vê, kevneşopiyê felsefê jî dewam kiriye. Di serdema Yûnanan de ev kevneşopî tê bi rêxistin kirin. Ji her alî ve aqil di ser bedene re tê dîtin. Di kevneşopiya felsefa Rojavayî de, yên bingehê sîstem kirina vê dualîteyê avêtin Platon û Arîsto ne. Van fîlozofan ferasete fîlozofên berya xwe, yên ku xweza zindî didîtin paşverû  pênase kirin û zihniyeta hiyerarşîk û zayendperest bi hêz kirin. Arîsto bi rêka aqil dixwaze îsbat bike ku, jin bi tena xwe nikare afirandinê bike, dibêje; yê ‘’heyvanê zilam davêje zilam bixweye’’. Bi van nêzîkatiyan re dest datînin ser hêz û berhemdariya jin. Tê gotin pêwistiya zilam bi bedena ji tineye, esas eşq di ruh de tê jiyîn, lê jin weke madde û di asta beden de tê dest  girtin. Dîtina ku gerdûn ji dijberiyên ku ti carî bi hevre nabin yek pêk tê, ji felsefeya Yûnana derdikeve. Li vir ev dijberî bi hevre li şûna têkîliyeke hevseng û wekhev dikevin nav têkiliyeke hiyerarşîk de. Di dinyaya Arîsto de dualîzma hiyararşîk heye, yanî aliyek li ser yê din deshilat meşandin, ji dijberiya qutbî tê, li gor wî ajal li ser nebatan re ne, însan jî li ser heywanan re ye, ruh di ser bedenê re ye, aqil li ser hestan re ye, zilam jî li ser jin desthilate. Aqilê saf tenê ayidî zilam tê dîtin, zilam di nav têkiliyekê deye bi ruhê xwedayî re û hebûnê herî bilinde li ser ruyê erdê.

Di mijara jin û xwezayê de di sedsala 17’mîn de şoreşa zanistî bi helwestê li hember jin û xweza pêşxistî, desthilata serdemê pêşiya xwe mezintir û kûrtir kirin. Ji beriya Descartes û Bacon ve armanca zanistê ew ku, xwezayê bixin bi deshilat û ximeta zanistê de. Dijberiya di navbera Aqil-hest, ruh-beden, xweza û civakê de bi awayekî xurt kur dikin. Madde bi temamî ji ruh cûda tê kirin. Xwezayê dixin şûna makînekê de. Di madde de, ti armanc, jiyan an jî zindîbûn naye dîtin. Bacon jî dema ku digihîje çawaniyekê ku pê xwezayê nasbike, xwedî li sir û keşfên di xwezayê de kirî derdikeve û dixe bin kontrola xwe de. Descartes jî vê metafîzîk û zihniyetê dizivirîne rêbazeke fikrandinê. Bi vî rengî di hemû zanistan têgeha agahiyê teqez bi pêşdikeve. Dervî wê her rê û rêbazê zanistî têne redkirin û biçûk tên dîtin. Ya herî di cih de û mukemel ji zanistan re agahiyên zanistî tên dîtin. Bi vî awayî zanistperestî hîmê xwe yê destpêkê davêje. Her tişt ji aliyê mirov de dikare were pîvan, zanîn, serwer kirin, jênerev û mutleq kirin. Xwe gihandina agahiyê tenê bi riya aqilê safî yê ku di zilam de hatiye temsîl kirin ve dibe. Bi keşifkirina sirên xwezayê re, herwiha keşîfkirina hemû sirên jinê re, mîna ku jin bi temamî hate desteserkirin xeyal tên çêkirin. Bacon, Deskartes, Newton jî di heman nêzîkatiyê de bûn.

Di seranserî dîrokê de, mîna ku me li jor jî anî ziman têkiliya dinav hevde a jin û xwezayê, bi derketina pergala baviksalar re dest danîna li ser hemû nirxan çêdibe. Jin û xwezaya zindî û afrîner bi meyzekirineke bê ruh, mîna axeke bê can, tenê weke amurekî têne destgirtin. Di roja me ya îro de jî pergala kapîtalîst bi meta kirina jin re dewamiya zihniyeta baviksalar tîne. Ji her wextî bêhtir civak û xwezayê ji hev xerîb kiriye, xweza kiriye şûna çavkaniyên berjewendiyê ji xwe re.  Bi awayekî bê ser û ber xwezayê dixin bin xizmeta xwe û bikartînin. Di bin navê azadiya jin de, bê sînor jinê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û dixine bazarê, ew xistine amureke tîcaretê ê bingehîn. Di medyayê de bi awayekî herî kirêt cinsiyeta wê istismar dikin û pê civakê beralî dikin. Jina ku di destpêka hemû pêkhateyan de hatiye kolekirin û perçiqandin, ji bo azadiya xwe bi destbixe; ji vê pergala zayendperest qutbûna wê şertekî esasî ye. Bi heman awayî ji bo xilaskirina xwezayê ji vê rewşê, ku xistine amurekî bindest ji însan re; bi lêpirsîneke kokî ji têkiliyên sîstema îqtîdar û desthilat re pêk tê. Di avakirina civakeke nû de, deshilatî an jî ferasetên ji hev cûda kirinê û di ser hevre dîtinê nabin. Feraseta civaka nû bi jiyankirina hemû pêkhateyên wê civakê bi cudabûna xwe re dibe. Cewherê demokrasiye vê îfade dike.  Bê guman mirov ne tenê zindiyekî ku zerar dide xwezayê ye, di heman demê de zindîyekî ku bi hewildanên xwe yên zanistî re xwezayê zengîn û bi hêz bike ye. Tekoşîneke rast a demokrasî û sosyalîzmê ancax bi nêzîkatiyên azadîxwaz ji jin û xwezayê re pêk were. Ji bo rizgarkirina mirovahiyê divê tavilê  bê dem wenda bibe, civak di mijara azadiya zayendî de, di mijara ekolojiyê de werin ronîkirin û bi rêxistin kirin. Di bingehê pêkanîna van mijaran de eger şoreşeke wîjdanî û zihnî nebe, vebûna riya azadiyê ne gengaz e. Ji xwe agahdarkirina civakê di van xalan de pir derng ketiye û bi şaşîtiyan tije bûye. Niha jî bêyî ku ev diyarde û têgeh bikevin jiyanê nabe. Bi nêzîkatiyê ka em demokrasiye bi pêş bixin û mijara jin û xwezayê bixin merheleya duyemîn, an jî were taloqkirin ne dûre ku encam weke encamê şoreşa Sovyetan be. Hersê lingên paradîgmayê di nav hev de û bi awayekî hev destek û xurt bikin gerek derxistina pêş çêbibe. Lêpirsînkirina her diyardeyeke îktîdarê di her ziraviyek jiyanê de wê azadkirineke rast çêbike. Nêzîkatiyên netewperstiyeke kêmtir an jî dewletperestiyeke kêmtir, herwiha ketina şaşîtîyên mîna; zayendperestiyek kêm an jî deshilateke kêm li ser xwezayê, bi ti awayî nayên qebûl kirin. Nijadperestî, zanistperestî, olperestî an jî netewperestî kêm an jî zede nayê pîvan. Pirsgirêka pêşengtî dayina yek mijarê heye.

Ferasetên me yên avakirina civakeke demoqratîk, ekolojîk li ser bingehê azadiya zayendî, xwedî nirxekî mezin yê azadiyê ye. Her civak, her komîn divê bikaribe jiyana xwe ya civakî xwe bi xwe rêve bibe. Bi kurtasî ji bo ji nûve avakirina civakê hewceye ji bingeh de destgirtineke saxlem were çêkirin. Bi paradîgma nû re civakeke gihîştî, rast, herwiha xweza û însan, jin, zanist û hûnereke bi vî rengî were avakirin. Xwe xilaskirina ji têgeh, baweriyê pûç û leyîstokên şaristaniyê yên qirêj, ê ku mirovan bê îrade û nexweş dihêlin, wê rê li ber pêşketina têgînên mîna baweriya rast, hêvî, hêza watê, xweşikbûn, exlaq, sadebûnê vebike. Pîvanê azadiya cinsî û ekolojîk di heman demê de  pîvanê demokrasî û jiyana komînal in. Mêyzekirineke nû; gûhertin, pir rengî, zêdehî, cûdatî, pir çandî, girêdayina dualî, têkilyên dualî, dostaniya bi xwezayê re, yekîtiya pir rengiyan, hev tememkirin û yekparebûnê bi vê nerînê re jiyankirina me di esas de, jiyankirina me ya civakbûna rast e.

Ji Daneyên Akademiyên Şehîd Berîtan