Rêber Apo

Yê ku ev lîstok nivîsand rojava bû, aktorê bingehîn rojava ye. Rolê kuştin û gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Di dawiya sedsala 20. de li hember vîna azadiya gelê Kurd, di giştî cîhanê de piştî demeke amadekariya dirêj, plansaziya komplo û derbeyê gav bi gav kiryarî dibû. Dema em flîm bînin serî û lê temaşe bikin, emê bibînin ku ev plansazî di bingehê xwe de, ji salên 90’î ve destpêkiriye û jêderka xwe ji Londrayê girtiye. Her wiha dê bê dîtin ku ev plansazî guncaw hate dîtin û di asta nav netewî de kete jiyanê. Milên vê plansaziyê yên Tirkiyê kêm tê zanîn, lê yê Awrûpa û DYA’yê bi zelalî nehatiye têgihiştin. Ger em milên wê yên nav netewî nebînin, dê nirxandinên me kêm û kurt bimîne.

17’ê Îlona 1998’an peymana washington nîşaneya vê yekê ye. Di gel ku di şert û mercên Awrûpayê de gelekî xeterî jî hebûn, bi têgiha siyasî, demokratîk û çandî ve kêm be jî hinekî bawerî bi hiqûqê hebû. Gava Roja 9’ê Cotmeha 1998’an min pê li axa Yewnanîstanê kir, min qet hêvî nedikir û nedihizirî ku wê hikûmet ewqas ketî be. Di vê bingehê de serpêhatiya 9’ê Cotmeha 1998’an destpêdikir.

DYA, Brîtanya û Îsraîl wekî baskekî cuda disekinîn. Ewrûpa hîna belav bû. Jixwe di pirsgirêkên wiha girîng de ji polîtikayeke hevbeş dûr bû. Brîtanya ev dused sale jê re pêşengtî dikir. Polîtîkaya li ser Kurdan ya ku dihat pêşxistin, bê Brîtanyayê nedihat hizirandin. Bi derketina Îsraîlê re venêran (dene-tim) bi destê MOSAD’ê ve dihat meşandin. Bi Barzanî û Talabanî re gelek Kurd bi pergalê ve hatibûn girêdan. Tenê rewşa PKK’ê pergala ku wan afirandibû xera dikir û gef li hevsenga ku hatiye afirandin dida. Ji ber vê yekê ez berpirsyar hatim dîtin û min di polîtîkayekî tecrît û pêsanê de hebs kirin. Bi Tirkiyeyê re hevpeymana wan a 1996’an hîşt ku rolên operasyonî jî hilgirin. Ev yek baş hesabnekirin kêmasiyek bû. Dema ez li Romayê bûm, me hîna jî ew cidî nedigirtin. Ev yek çavkaniya xwe ji necidî dîtina hêza Îsraîlê digirt. Dê pişt re bihata fêmkirin ku, yê Moskova bi min ve têkildar di kefa destê xwe de digirt, Îsraîl bû. Vê yekê bi piştgiriya DYA ya madî û dîplomatîk ve dimeşand. Ji bo ku ez li Mos-kovayê bimînim krediya İMF ya 8 mîlyon dolar hate xerckirin.

Wekî kesayetî komploya ku li dijî min hate kirin bi piranî çavkaniya xwe ji Awrûpayê digre. Bingehê vê yê dused salî heye. Brîtanya û Fransa dused sale bi vê ve têkildar e. Piştî salên 90’î bi navbeniya hêzên başûr ve hinek rê hatin vekirin. Dixwestin ku vê lîstokê di salên 90’î de bidin meşandin. Lê min destûr neda vê yekê. Tu dibêje qey DYA û Yewnanîstan min diyarî Tirkiyê dikin. Dema vê yekê dikin jî ne bi peymanekî hevbeş, wekî pêsanekê diyar dikin. Ji Tirkiyê re dibêjin; “Hûn jî pirsgirêka Kibris û Egeyê çareser bikin”. Ne peyman û bazereke jî. Wekî qutiyeke diyariyê didin. Ev pir tiştekî ketî ye. Helwesta DYA’yê “Tu dixwaze bikuje, tu dixwaze bide bikaranîn, tu zane” bû. Lê li gora me tu pirsgirêka Kurd ça-reser bike dê baş be. Helwesta Yewnanistanê jî yeka yek li ser kuştina min bû. YDA û Yewnanîstan dîsa li ser min digotin “Bila ew hev û du bikujin, qetil bikin.” Almanya ev pêvajo hîna ji 1995’an ve dabû destpêkirin. Tevlîbûna Almanyayê ji komployê re sînordar e. Berjewendiyên Brîtayayê radestkirina Apo pêwîst dikir. Ji pênc şeş salan û vir ve ev yek dihat meşandin. Clinton rojane dida meşandin. Hevdîtina wî ya ku bi Hafiz Esad re kir, ji çar seaten wê sê seat li ser min bû. Îsraîl û Tirkiyê di sala 1996’an de peymana leşkerî bi hev re kirin. Di vê bingehê de Sûriye tengezar kirin. Tawîz dan Sûriyê. Dûv re Yewnanîstan xistin dewreyê.

Ev pêvajo ji 1993’an û vir ve destpêkiri bû. Dema ez dibêjim 93, xwesteka min a li ser Ozal re bi Tir-kiyê re axaftin, kar û planên wan da guhertin e. Ji vê dîrokê şûn ve helwestên Yewnanîstan û Brîtanya hate guhertin. Em jî ji 1993’an û vir ve ketin nav lêgerînên cuda. Kevneparestiya hov a Kurd me ber bi cudaparêziyê, kevneperestiya Tirkan jî ber bi mandelkirinê ve dibir.

Gava mirov derketina 9’ê Cotmeha 1998’an binirxîne, erda Rojhilata Navîn tê çi wateyê, divê mirov pir xurt û ji dil çareser bike. Min li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 salan jiyan kir. Gelek têkilî û lêkdanên min çêbûn. Di asta girîngbûna dîrokê de pêşketin derketin holê. Di van xebatan de min bi çi rih û ten-gasiyê pêşketin afirandin, divê ev mil jî mîsoger bê fêmkirin. Plansaziya ku li ser kuştina min hatibû çêkirin, wê bi dizî li ser Tirkiyeyê bihata hêştin. Di dewletê de çetegerî pêşketi bû, ger ez hatibûma kuştin dê çi bûbûya? Wê Tirkiyê ji Yekitiya Awrûpayê bihata avêtin, PKK bihata tunekirin û wê Tirkiye biketa tengezariyeke mezin. Heger komplo wekî ku hatibû plankirin pêşbiketiya, ma wê Tirkiye bi ser-bixista? Na! Agahiya Çîler ji vê hebû. MHP tehma vê rantê kiri bû. Çîler digot; “Min di sala 1993’an de, da destpêkirin.”. wê bi vê re civak ser û binî hev bûya. Dê ne bi sedan, bi sedhezaran kes jiyana xwe hûnda kiriba. Wê di encamê de kê bi serxistaya? Wê kesên hevkar pêncî salê din Tirkiye mijul bikiraya. Wê kesên çeteger û dizek li serê Tirkiyeyê bibûna bela. Dixwestin ku şerê Kurd û Tirkan sed salekî din jî dirêj bikin.

Du rê li pêşiya min bûn. Yek ji van, berê xwe dana şerê çiya bû û ev vebijarkek (seçenek) bû. Lê belê ji ber ku hem ez gelekî dereng mabûm, hem jî hêzên çekdarî pîrozbûna wan li milekî, ger ku bê esilbi-bin çawa encamên dijber diafirînin min dît û vê yekê hêviyên min ê serkeftin û çareseriyeke dem kurt tune kir. Her wiha di çepergirtina hêzan de, ji çareseriya hêsan zêdetir, elimandinên jiyanê yên ku di kulabekî (çengel) “Bimre û bikuje” de asê bû û bêwîcdanî bû, dida diyarkirin ku di warê rewişt û felse-feyê de kesayet çewt dihatin birêvebirin. Çûna min a çiya dibe ku di aliyê teknîk û taktîk de rê ji sere-rastkirinan re vekiriba. Lê wê rê ji çareseriyeke bingehîn re vekira yan na, ev yek bi guman bû. Çûn û hatinên min di nav van her du meylan de bû. Pîvanên xwînê û yên rewşenbîriyê di min de, di nav pevçûnekê de bûn. Têgiha çetegeriyê ya ku PKK’ê jiyan dikir û pêşiya wê girtin êdî bê derfet bibû, meyla min ya di vî warî de xurtir dikir. Pir zêde dubarekirena şer çerçoveya rantekî mezin û kesayeti-yekî sexte derdixist holê. Wekî ku ez dibûm du perçe. Di encam de derfeta çûna Atînayê û êrîşên dev-leta Tirkiyê yên li ser Sûriyeyê rê ji derketina ku tê zanîn re vekir.

Wek encam derfeta derketina min a li ser Atinayê re û zextên li ser rêvebiriya Suriyê ya rêvebiriya Tirkiyê  dimeşandin bûn sedemên vê derketinê. Hukûmeta li Girekîstanê desthilatdar jî, roja 9’ê Cotmeha 1998’an cara yekem çawa ku min pê li axa wê kir, nedihat gumankirin ku ew ewqas nizmahiyê bike. Dewleta Grekan yekemîn dewleteke Leviathan e. Li gor dîtina min, ji vê yekê diviya bû ez bi dostaniyek bê sînor ber bi wan ve bimeşiyama.  Taybetmendiya min a herî girîng ku ji kesayetiya min mabû, ev bû.  Minê bi vê ne lîsta. Bila xiyanet ji wan re bima, dostanî jî para min bûya.

Dema efendiyên parzemînan xwedêgiravî bi komloyê ez radestê İmraliyê kirim, di firsenda pêşrev de  efsaneya Xwedayê Grekan Zeus û nîvxweda Prometheus hat bîra min. Zeus cezayek welê dabû Prometheus; Prometheus li çiyayê Kafkasan bi zinarekî ve girêda bû û her rojê teyran perçeyek ji kezeba wî dixwar.   Ka ew kesê ji bo mirovatiyê agirê yezdanan didizî, Prometheusê ku agirê azadiyê didizî! Qey ev efsane di kesayetiya min de werdigeriya rastiyê.

Divê di serî de bê zanîn ku beramberiya mafên pir bi sînor û teng yên kesane, ne heft salên di tecrîdeke wisa giran e. Ev nayê pejirîn. Nêzîkbûnek wiha hem ji bo min, hem jî ji bo gelê ku ez wî dinimînim, dibe cezayek giran.

Ev komplo wekî perçeyekî hewlên dagirkirina gelê me bû û ji Sumeriyan vir ve dihat pêşxistin. Ji komployên heta niha bi destê hevkarên ku xwe wekî dost diyar dikirin ya herî berfireh ev komplo bû. Komploya 9’ê Cotmehê heta, 5’ê Sibatê ji encamê ku plan dikir gelekî dûr e. Ev komploya ku hemû xayin û hevkarên sedsala 20. di bin vîna emperyalîzmê de li hev kom kir, vala derxistin û ev dîrok kiri-na dîroka Mezopotamya û Anadoliyê wekî peywîrekî li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirsyar dise-kine. Xwedî li vê erkê derketin, hem ji bo yekitiyekî xurt a welêt, hem jî ji bo yekitiya komara laîk û demokratîk helwesta herî rasteqîn e. Ev yek di heman demê de riya aştiyekî bi rûmet, biratî û wekhe-viya ku heta niha dihat hêvîkirine.