Rêwîtiya Ber Bi Axa Pîroz

Dem û cîhên cûda de berdewam dike meşa me ya azadiyê. Piştî demên dirêj, dem hat ezê biçim Bakûr. Ev rêwîtî hejayî behs kirin û nivîsandinê ye. Ev rêwîtî û rêwî hêjayî xistina dîrokê ye. Hemû xweşikbûnên jiyana me; zor û zehmetiyên tekoşînê ji navde bi rastiyên xwere di hişmendiyê me de bi şeklek herî zelal, herî şênber vedigûherî çalakiyê. Dema ku em welatê xwe yê di oxira wê de bi dil, bi rih şer dikin re derbas dibin, axa ku bi xwîna van egîdan hatiye avdan hembêza xwe ji mere vedike, dilê xwe ji mere dixe mesken. Heman dilê bi girêdanbûn û hestên hevaltî re hatiye hûnandin de, careke din em gihîştîbûn şehîdên tekoşîna rûmetê, me bi wana re jiyan dikir û me wan hîs dikir. Rengek herî bi hevaltî, herî paqij û herî sade. Dema ez di rêwîtiya Bakûr de bûm, min nekarî timî binivîsim. A niha qampên zivistanê de me. Heta em gihîştin cîhe xwe demek dirêj xwar. Lê belê min biryar da ku ezê giştî rêwîtiya xwe binivîsim, ji ber dizanim divê her gerîlayek pişt xwe de şopên ku bibe malê dîrokê bihêle. Ez jî dixwazim bi pênûsa xwe bikevim nav pelên dîrokê. Ev rojnîsamin jî wê bibe rexnedayîna hemû nivîsên ku min nenivîsandî.

Ezê beriya ku em rê bikevin şûnde destpê bikim. Demek dirêj bû ez di nava komên ku biçin Bakûr de bûm. Di vê demê de gelek heval hatin ji bo me bibînin. Wê demê min gelek hevalên bi nirx nas kir, di şexsê wan de min gelek danehev ji wan hevalan qezenç kir. Dema ku me ji wan hevalan xatir xwest, bi biryardariya li Bakûr, bi Serokatî re azad jiyan kirinê me soz da û em bi rê ketin. Dema xatir xwestin em hemû pir hestîyar dibin lewra ev girêndanbûna rêhevaltiya PKK ye. Em bi vê îdîa, bi hêza rêhevalên xwe û bi hilandina tolê rê ketin rê. Dema ku mirov armancek danî pêş xwe, ti hêz ti zehmetî nikare pêş mirov bisekine. Dijmin ji bo me xilas bike her awahî êrîş dike lê belê em bi hemû hêza xwe, îradeya xwe  bi baweriya serkeftinê dest xistinê ve ji her demê zêdetir bi biryar, bi azîm em pêşde diçin. Jixwe dilê ku carekî bi felsefe, heqîqet û eşqa Rêbertî re hatiye avakirin kî dikare li beramberî wê bisekine an ji asteng deynê. Em bi dilê hevalên şehîd re berdewam dikin rêya xwe. Qey dilê ku timî bi vê heqîtê re tê avdan xilaskirin pêkan e. Em dizanin ku dijminê me jî vê rastiyê baş dizane lê belê ewqas bê çare û belengazin, ji qehra ewqas êrîşên nemerdane, alçaq dikin. Çawa ku her serkeftinên me dibe qehra dilê neyaran, emê jî bi çûyîna xwe ya Bakûr re careke din bibin derdek di mejiyê wan de.

Koma me şeş hevalan pêk dihat. Em pir bi moral û kelecan bûn. Hemû hevalan dixwest em zû bigihêjin Bakûr. Me çenteyên xwe, erzaqê xwe amade kir. Hevalên kurye derheqê rê de tiştên divê em pir baldar nêz bibin de hindek agahî dan me. Dema em destpêkê bi rê ketin gelek bîranînên xweş me jiyan kir, ev hîn destpêk bû heta ku em gihîştibana cîhê xwe me yê hîn gelek bîranîn dilê xwe de cîh kiriba. Ji ber em demek dirêj bû ewqas rê nemeşiya bûn destpêkê hindek zehmetî kişand lê piştî em hindek meşiyan û bi alîkariya hevalan zehmetiyên me zû derbas bû.  Piştî çend navberên kin me navberek dirêj da û me û heta siharê westandina me derbas bû. Êdî ji bo meşê amade bûn. Piştî meşek din ya dirêj, êdî em gihîştibûn hevala ew kêliyên wê deme ez nikarim bi hevokan bînim ser ziman. Em hemû zehf keyfxweş bûn. Hembêz kirinek germ, kenên ji dil hemû westandin, bi me da jibîrkirin we demê me kelecana wê kêlîyê jiyan dikir. Ti dem, ti tişt nikare manewiyata wê demê ava bike. Hemû heval bi me re eleqeder bûn, bi teybet hevalên jin van mijaran de pir bi baldar bûn. Me ji wan hevalan hêz û moral digirt. Li hember nezîkatiyên wan yê hevaltî em pir bandor bûn, di kesayetê xwe de em ketin lêpirsînê. Wê demê min xwere got dive ez jî pîvanên hevalti de xwe hîn xurt bikim û wisa jiyan bikim. Em piştî rojek li wir man şûnde ji bo dîsa bi rêbikevin me xwe amade kir, vê carê kuryeyên me hevalên jin bû ji bo vê me bi keyfxweşiyek mezin dest bi meşe kir. Ez baz baz dimeşiyam ji ber ji bo gihîştina xeyalê min, ji bo ketina hembêza Amedê re kêm mabû, meşa dawî bû. Her çiqas min dixwest pir hevalên ku şehîd re werim Amedê jî, a niha ji bo tola wan hatim ji ber xeyalên wan xeyalê me ye tola wan hilanîn erkê herî serekeye.

Em êdî gihîştî bûn Amedê. Tenê ji bo çûyina gel hevalan rêwîtiyek mabû. Piştî çûyîna gel hevalan, wê wêsaziya me di hûndirê herêmê de çêbû ya. Tiştên herî zehmet, piştî ewqas rojên xweş, zehmet û tije bîranîn hevdû qut bûne. Wesaziya min Lîce çêbû, di tekoşîna min de ji bo min demek nû destpê dikir. bi rastî pêvajoya rê zehmet û dirêj bû. Wek koma hevalan bi şeklekî sexlem gihîştina Amedê ji bo me serkeftinek pir mezin û çalakiyek sekeftî bû. Lê belê dema ji hevdû xatir xwestinê zehmet bû. Zivistanek sax min xwest van bûyer û hevalan binivîsim. Ez dizanim her çiqasî pênase kirina min kêm dimîne ji ev hertim wek erkek li ser milê min bû. Û ezê her hewil bidim di her kelîyê jiyana xwe dejî bi xwedî vî erkî derbikevim.