Ji aliyê gelek ronakbîr û zanyarên civakê ve hatiye îsbat kirin ku hêza hezkirina mirov û bi taybet ya jinê li ser hemû hêzan re ye, heta dibe ku ji hêza atomê jî mezintir be. Bi çavê hezkirinê mêyzekirin; çiya dibin deşt, hîşkî dibe şînkahî û payîza zer dibe bûhareke geş. Lewra em weke jin, li vir dîsa ji Rêberê azadiyê re deyndarin ku çavê me li girîngiya wate û hêza hezkirinê vekir. Hezkirin û dilê jinê ya ku pê civakek bi giştî bi rêve dibir, xwedî dikir û diparast, dilê wê yê mezin ku dikarî têde hezkirina hemû ferdên civaka xwe bi cih bike, bi êrîşên zihniyeta zilamsalar ve rûbirû hat. Bi derketina şaristaniyê re, hezkirina wê kete sînorê zilamekî desthilat ku bi her tevger û axaftina xwe ve ji jinê re dibêje; ‘tu tenê ji bo min dijî, bêyî min tu mexlûqekî bê hêzî, bi hebûna min tû heyî.’’  Weke vê bi hezaran hevokên biçûk xistin û heqaretê arasteyî jinê dike. Xasûkiya zilamê zayenedperest bi hîlebazî û xapînokan çerxa felekê bi ser jinê de berovajî dike, ne tenê mertebe û erşê wê yê xwedawendiyê jê digre, bi bêbextiyeke reş dil û hestên wê yên gerdûnî jî dizîn û di ezezîtiya xwe de dîl girtin.

Bi tîrêjên ramanê Rêbe Apo re dilê jin yê ku bi zilm û zora zilamê serdest ve tarî bibû, carekedin ronahî dît. Bi şewqa van tîrêjan re, jinê mezinahiya dilê xwe carekedin dahênand (keşif kir), fêmkir ku ew bi enerjî, hest û aqilê xwe dikare ji hemû civakê re bibe xwedî sûd û berhem. Têgihişt ku ew ne mecbûre her li kêleka zilamekî bisekine ji bo ku were dîtin û navê wê were gotin. Ew hebûnekî mûkemel û serbixwe ye.

Di nav refên tevgera Apogerî de, her ku çû ev rastî hîn bi zelalî û şenberî derkete pêş. Bi hezaran jinên xwedî cewher û esil ber bi vê heqîqetê ve beziyan û rastiya xwe piştî hezarê salan bi germahî hembêz kirin. Herwiha di oxira vê pîroziyê de, bi hezaran jinên çeleng canê xwe diyarî kirin û xwe ji bo azadiya civaka xwe û hemû jinên cîhanê kirin gorî.

Roja îro li serê çiyayê Kurdistanê jinên Kurd bi nasnameya YJA-Starê li hember nûjentirîn teknîka serdemê û dûyemîn artêşa NATO’yê bi îrade û vîneke mucîzewarî şerdikin. Di bin vê ezmê de hêza hezkirina mezin ya ku em qal dikin veşartiye. Hezkirina jina Kurd ji xak, çiya, deşt û newalê welatê wê re  heye, dilsoziya wê ji gel û rêbertiya wê re heye. Gerîlayên jin bi vê sekna xwe carekedin rastiya hêza hezkirina heqîqî nişan didin, ku karîne bi vê hezkirin û azweriyê artêşa dewletekê li hember afrînerî û cesûriya xwe bixetimînin û bêçare bikin.

Em weke milîtanên Rêber Apo li serê van çiyayên pîroz, ne tenê li hember dagirkeriya Tirk, li hember her cure êrîş û xeteriyan seknandina me bi saya ramanê Rêber Apo ye. Çavkaniya ku bi vê ronahiya fikrê Apogerî re gihiştiya dil û giyana me û em pêre li rastiya jiyana azad û nû hayilbûn, em jî vî hizrî bighînin hemû cîhanê û bi taybet jinan. Lewra di kêliya ku têde jin li rastiya xwe hişyar bibe û xwe ji bin wê pergala deshilat bikşîne, wê ew sîstem ji kokê ve hilweşe û carekedin nayê serxwe.

Ji ber pergal qapîtalîst û qirker hemû hîm û esasî xwe yên bingehîn li ser koletiya jin û zayendperstiyê avêtin e. Li her aliyê cîhanê ev polîtîka bi reng û awayên cuda cuda têne meşandin, li Amerîka bi rengekî, li Qeterê bi rengekî, li Îtaliyayê bi rengekî, reng û şêweyê êrîşan digûherin, lê hedefa wan di xistina jin de û bikaranîna wê weke amûrekî sereke yê bazirganî û komkirina fînansê de nagûhere.

Ji xwe hêrs û dijminahiya ku hemû hêzên hegemonîk li hember felsefeya Apoyî didin raber kirin, çavkaniya xwe ji vê xalê digre. Rêber Apo bi dest avêtina xwe ji rewşa jinê re, kursiyê desthilatan ji bin wan hejand, polîtîkayên wan yên qirker û kirêt li valahiyê xistin. Lewra îro hemû hêzên NATO’yê xwe ji dagirkeriya Tirk re kirine palpişt û êrîşên wê li ser tevgera azadiyê destek dikin.

Em jî weke kadroyên Tevgera Azadiyê û bi taybet weke gerîlayên jin heya dawiyê, bi hêza hezkirin, hest û aqilê jin, bi hêza ramanê Rêber Apo û watedayina wî ji jiyana azad re, emê berxwedanî û tekoşîna hebûn û rûmeta gelê Kûrd û hemû gelên bindest bidomînin. Serkeftina mezin bi hêza hezkirina jin û rengê wê ve emê bi dest bixin.

Ji Pênûsa Gerîla