Şehîd Leyla Agirî

Yek ji mijarên ku Jîneolojî ji xwe re kiriye navend di lêkolînên xwe de, etîk-estetîk e. Ji bo vê xalê her nîqaşên me hebûn, em weke Jîneolojî di bingeh de zanista jin, zanista jiyanê  pênase dikin. Em li dîrokê jî binêrin li hember jiyanê berpisyariya jin herî zêde li pêşbûye. Ev rastiyeke tê nirxandin, em ji rol û misyona jin ya di destpêka avabûna civakê de bi rê dikevin, ne tenê ji aliyê fizyolojik ji aliyê taybetmendiyên wê yên civakî ve jî em digrin dest û dinirxînin.

Etîk, berî her tiştî li jiyaneke rast gerandin e, ango mirov dikare bêje etîk bersiva vê pirsê dide: ‘ji bo jiyaneke xweşik û rast nirxên çawa pêwîstin?’ Ji bo peydakirina bersiva vê pirsê ketina nava lêgerînên berfireh û kûr lazim e. Estetîk jî tiştên xweşik di nav xwe de dihewîne.

Eger em bi têkiliyeke hevbeş etîk û estetîkê bînin gel hev, tê wateya tiştên rast û xweşik di nav hevde ye. Lewra însanekê xweşik bifikire, xweşik tevbigere, em rastbûnê jî têde dibînin. Heya roja îro mirovan di wate dayina xwe ya ji jiyanê de nêzîkatiyeke erênî her ji etîk-estetîkê re pêşxistine. Bê watebûn jî, ji qûtbûna têkîliya di navbera herdû têgehan de dest pêdike.

Ji bo ku Jîneolojî jiyanê bi wate bike û bibe îlmê jiyanê, divê mijara etîk-estetîkê di serê rojevê wê de be. Lewra da ku jiyan were xweşiktirîn, beriya her tiştî û her kesî divê jin xweşik bibe, bingehê xweşikbûnê jî em ji felsefê digrin. Xwe bi rêgezên felsefî re girtina dest û xweşik kirin lazim e. Xweşikbûna ku were avakirin, pêwîste ji felsefê û fikir ne qut be. Rêber Apo jî pîvanê xweşikbûnê wiha destnîşan kiriye; ‘Jina xweşik zekiye, ya zekî jî xweşik e’. Bêyî felsefê mirov nikare li xweşikbûneke rast bigere.

Modernîteya kapîtalîst îro bi avakirina, navgînên kozmetîkê re, bi pêşxistina modayê re,  di têgeha xweşikbûnê de çewtî bi xwe re avakiriye. Li gor zihneyeta zayendperest û civakên modernîteyê têgeh û pênaseyên xweşikbûnê cûda derketine pêş. Em îro li van polîtîka û pênaseyên wan yên xweşikbûnê binêrin, jinan parçe parçe dikin. Ji bo vê xalê nirxandinê Rêber Apo jî bi vî awayî hene; ‘jin hezar parçeyî kirin e, li ser her parçeyekî jî fiyetekê datînin.’

Em dibêjin etîk- estetîk wê bihêle jin li xwezaya xwe vegere, lê ev sektorên ku li ser jin tên meşandin, di bin van navan de jinê ji xwezayiya wê qut kirine. Ev sektor li ser bedenê jin tîcaretê avadikin, ne tenê di qada cinsî de, di hemû qadan de, dike weke kirdeyekê û ji bo qezencên berjewendiyê xwe bi kar tîne.

Ji bo ku jin nekeve van xefikan de, pêwîste di rêgezê xwe yê xweşikbûnê de zelal be, di rastiyê de xweşikbûn çiye, çi min xweşik dike an jî xweşikbûn ji bo çiye? Gereke jin vê bizane û fêm bike, ku ew ne mecbûre ji bo kesekî din xwe xweşik bike, ji bo xwe bi xwe, ji bo jiyanê pêwîste xwe xweşik bike. Lê zihniyeta zayend perest her bi jinê daye fêm kirin ku ew pêwîste her tim ji bo xwe bi zilamekî bide ecibandin,  divê xwe xweşik bike û fîzîkî xwe bi xemilîne.

Di vê mijarê de xala esasî ew e ku jin, li gor xwezaya xwe pîvanê xwe yê xweşikbûnê diyar bike û li gor wê tevbigere. Pêwîste jin xwe ji van nerînên zanyendperestiyê hemûyan  bişo û paqij bike. Em jî ji aliyê xwe de ev tespît û nerînên ku di encama van nîqaşên xwe de bi pêşdixin, emê bi civakê re parve bikin ku, bi polîtîkayê qirkirinê yê heyî re nakokiyeke gel û jinê were avakirin. Jîneolojî jî di nava civakê de bi perwerdeyan, bi pênaseyên nû, herwiha bi avakirina qadroyên xwe wê qadê ji pergala zilamsalar re nehêle. Rêber Apo ji bo ku nirxekî di estetîkê de bi me bide avakirin, di her ziraviya jiyanê de , jivher aliyî ve, em perwerde dikirin.

jin gereke di pîvanê xwe yê red û qebûlê de zelal be. Di neolotîkê de jî jinê xwe xemilandiye lê wê ji bo xwe, xwe xemilandiye. Pergala kapîtalîzîm ji bo ku firotina zêran zêde bike, çanda xwe xemilandina bi zêran ewqasî di şexsê jin de daye pêş, em weke milîtan Rêber Apo vêya napejirînin. Heya ku ev zêr tê derxistin bi hezaran mirovên çerim sor têne kuştin. Lewra Jîneolojî bi qasî ku pîvana zelal dike, avakirina wê ji bo birêxistinkirina van pîvanan jî girîng e.

Jineolojî aborî jî weke mijareke sereke digre dest. Rêbertî di pênaseya aborî de got ‘’jin bi xwe aborî ye’’.

Ji ber aborî di destpêkirina xwe de weke çalakiya demokrasiya civakê tê dîtin. Di vê çalakiyê de yê ku rola sereke lîsteye jin e. Anîna wê ji zarokan re, herwiha têkiliya wê  ya bi derdor bi civakbûnê re, rol û misyona wê, ev nasname pê daye qezenc kirin. Dema ku sermayeya yekdest pêşdikeve aborî jî, ji rastiya xwe, ji cewherê xwe derdikeve. Ev qad bi ked û rola jin ve avabûye, lê her ku çûye  di pergala şaristaniyê de jin bi zanebûn ji vê qadê dûr hatiye xistin. Ji bo ku jineolojî ji nû ve pênasyekî ji qada aborî re deyne, ji teoriya ked û heqdest re şîroveyên nû pêşbixîne, pêwîstî bi lêkolînên pir berfireh heye. Piştî diyarkirina van xalan û anîna wan ya ziman, naveroka wan were tije kirin, werin rêxistin kirin. Roza Luxemburg di tesbîtê xwe yê ji bo aboriyê de mînakeke diyarkere jin. Divê Jîneolojî bikaribe di vê qadê hem têgeh ava bike, hem jî rêxistineke ber bi çav çêbike. Ji bo sekinandina hinek kiryarên hovane yên li ser jin têne kirin, gerek xwe sipartineke maddî, aborî jî hebe bê guman. Ji ber ku em tevgereke civakîne. Divê Jîneolojî bi awayekî hevbeş bi rastiya civakê re rêxistinkirinên berfireh di vê mijiarê de jî pêş bixe û sazîbûnê çêbike. Eger destwerdaneke bi vî awayî neyê kirin, wê ji bo jin û rola wê ya di vê qadê de xeterî hîn zêde bibin û dibe ku êdî weke çarenûsekî ebedî ev rewş were dest girtin. Rêber Apo jî di şîroveyên xwe de, van pirsan bi lêv dike ‘’keda dayiktiyê wê di kudera ekonomiyê de bi cih bibe û wê çawa were pênase kirin? Em dikarin ji van pirsan bikevin rê û di vê qadê de rol û mafê jin yê jêhatî hatiye dizîn lê vegerînin.