Şoreşgera dil mezin Newal Mêrdîn (Emîne Şen) li warê serhildanan de, li navçeya Mêrdînê Dêrikê tê dinyayê. Di nava nirxên welatparêzî ya civaka xwe de dîroka gelê xwe nas dike û hêj di wan deman de diyar dibe ku meşa wê gelekî bi heybet be. Hîna di nava malbatê de wek jineke ciwan bi aliyên xwe yên cewherî ve bala mirovan dikişîne. Ji ber vê yekê, ruxmê temenê xwe yê ciwan hemû berpirsyartiyên malbatê digre li ser milê xwe. Wek jineke dixwaze bi cewhera xwe jiyan bike, bi vî awayî êrîşên pergalê beralî bike. Bi van taybetmendiyên xwe yên xurt ve di dibistanê de jî bi jîrbûna xwe derdikeve pêş. Lewra gelek zû têdigihîje û fêm dike. Ji ber vê sedemê di dibistanê de her demî yekemîn e. Bi sekna xwe ya jêhatî ve gelek bal dikşîne û li derdora xwe her demî kombûnê ava dike. Lê belê xwendina dibistanên pergalê her dem wek birînekî kûr di dilê wê de dimîne ji ber ku ew nikare bi zimanê xwe yê dayîkê ve baxive û xwe îfade bike. Ji ber vê êdî naxwaze biçe mektebên dijmin. Di wê temenê xwe yê ciwan de biryarekî radîkal digre û malbat çiqasî israr dike jî êdî naçe mektebê dagirkeran. Wek jineke Mêrdînê ev taybetmendiyên xwe yên bi înad ji axa xwe girtibû. Wek axa xwe ti carî zordariya li ser xwe qebul nake. Piştî vê yekê zêdetir dibe xwedî lêgerîn û nêzî tevgera azadiyê dibe. Sekna gerîlayan ya bi heybet gelekî bandorî lê dike û bi vî rengî biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide. Li ser vî bingehî jî, di payîza sala 2006’an de berê xwe dide çiyayên azad yên Kurdistanê.

 

Wargeha wê ya yekemîn qada Botanê ye. Heya zivistana 2006’an li Botan ê dimîne. Yekem warê fêrbûnên gerîlatî Botan e ji ber vê gelekî bi kelecan e. Di warê meş û tevlîbûna jiyanê de hevala Newal gelek çalak tevdigere. Di meşên dirêj de, fêrbûna jiyana gerîlatî de gelek jîr e. Dema ku hevalên wê, vê sekna wê dibînin dibêjin; qey bi salane di hundirê çiyan de dimeşe. Li ser vê yekê hevalê Nurhaq (hevalekî şehîde) her demî jêre dibêje, ‘‘weke ku te perwerdeya meşê dîtiye û bi vî rengî tu tevlî rêxistinê bûye. Tu di meşê de gelek jîr î, wer xuya dike ku tu qet nawestî jî.’’ Lewra heval Newal mîna hevalekî kevin bê rawestandin dimeşe û ji vê yekê gelekî hêz û moral digre.

 

Di her kêliyekî jiyanê de bi zindîbûnekî asta herî jor de tevlî dibe, wekî ku nizanibe di cihê xwe de bisekine lewra enerjiyekî wê ya zêde heye û dixwaze bi derdora xwe re parve bike. Ev enerjiya wê ya bêdawî di mirov de jî xwesteka tevlîbûna jiyanê û têkoşînê hîn zêdetir dike. Piştî ku demekî kin li qada Botanê dimîne şûnve derbasî qadên Başûrê Kurdistanê dibe. Ji ber ku heval Newal bi cewhera xwe ya dilpak re tevlî jiyanê dibe biçe ku derê jî heman germahiyê ava dike. Lewra bi zûtirîn jiyanê re dibe yek, dikare bi hemû hevalan re germ bibe. Weke ku berê jî di nava vê jiyanê de mabe, pir lê şareze ye.

Di hemû qadên jiyanê de gelek çalak e lewra tevlîbûnekî herî ji dil raber dike. Ji bo fêm kirina ramanên Serokatî xwedî hewldanên mezin e da ku bikaribe meşa xwe ya şoreşgerî de serkeftinên mezin bidest bixe. Ji ber vê dibêje: ‘‘Min partî her demî di pirtûkan de nas kiriye. Di vê ez partî ne di pirtûkê de, di jiyanê de nas bikim. Bi pirtûkê jî nas kirin, hinek aliyên xwe yên erênî heye. Lê, ne bi qasî yê jiyanê ye.’’ Ji ber vê yekê di warê xwe pêşxistinê de qet guman jiyan nake. Ji bo pêşbikeve, hewldanên wê yên mezin pêşdikeve. Piştî ku demekî li qada Garê dimîne şûnve derbasî qada Zapê dibe. Di yekîneyên çekên giran de cihê xwe digre. Wek jineke jêhatî her xwedî wê hewldanê ye ku di warê pisporî de gavên xurt bavêje ji ber vê meraqa xwe pir zêde ye. Hem hakîmiyeta wê li ser çekan çêdibe û hem jî bi îddayekî herî mezin daxwaza pratîkê dike. Ji bo ku di aliyê birdoziya rizgariya jin de zêdetir kûr bibe derbasî Akademiya Parastina Jina Azad ya Şehîd Bêrîtan dibe. Di nava dorhêla akademiyê de jî tevlîbûna xwe ya çalak bi her awayî dide nîşandan. Di perwerdê de her timî bi kesayeta xwe re dikeve nava lêgerînan. Nîqaşên wê yên cewherî sadebûn û dilpakbûna dilê wê raber dike. Ji bo ku ji nakokiyên jiyan dikir re bersivê bibîne, pir hewl dide. Bi qasî ku xwe di hêla felsefeya Rêber Apo de kûr dike, heman awayî di warê wêje de jî xwedî hêz e. Ji ber vê heval Newal hevaleke pir alî ye lewra sekna yek alî ti carî ji xwe re napejirîne. Bi sekna xwe ya fedakar, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, di hemû xebatan de û li her deverî pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike.

Dilê wê tije hezkirine, lewra xweza, ax, çem û kaniyên Kurdistanê, hevalên wê jê re dibûn çavkaniya hêzê. Ji ber vê ev hezkirin hemû sînoran derbas dikir, xwe digihand dilê herkesî. Ev hezkirineke kolektîf bû lewra biçe ku derê jî hêza hevaltiyê di asta herî jor de ava dikir, bi vî awayî dikaribû li beramberî hemû rewşên zehmet bisekine. Lewma hevaltiya wê bawerî di rêhevalên wê de ava dike. Erka ku Newal biçûya ser de teqez gumanê mirov çênedibû lewra ew her dem bi îddaya serkeftinê re nêzî hemû kar û berpirsiyartiyan dibû. Lewra ew jineke pêşeng bû ku dikare biçe ku derê li wir ruhê fetih kirinê ava bike. Serkeftinên mezin bi dest bixe.

Ji bo gerîlayên azadiyê yek jî sirrê serkeftinê hevaltiya xurt û bawerî ye. Heval Newal jî wek pêşengeke xeta azadiya jin di asta herî jor de bi hevalên xwe re girêdayî jiyan dike. Her dem ji xwe re dibêje; “di vê ez tu carî dilê hevalên xwe nêhelim. Raste ji bo pêşketin û başiya hevalên xwe ezê her tiştî bikim lê ti carî dilê hevalên xwe nehêlim.’’ Lewra ew, hevaltiya rast û cewherî ji dil de hîs dike. Ji ber vê her xebata ku bi ser de diçe, ji dil û cewherî ye. Lewra ew wek jineke serhildêr cewherê xwe ya dûrûst diparast. Bi keda xwe ve mezin dibe. Lê belê ti carî xwe bes an jî têrker nabîne. Her dem dixwaze li qadên herî germ de li hember dijminê xwe şer bike, hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe bi çalakiyên xwe re nîşanî dijmin bede. Ji ber vê xwesteka wê ya çûyîna Bakûr her tim wek xeyalek mezin kelecana dilê wê zêdetir dike. Lê heval Newal jineke wiha ye ku li kîjan qadê be bila bibe seknekî fedaî, tevlîbûnekî herî xurt raber dike. Li gorî pêwîstiyan vê carê ji qadê Zapê berê xwe dide Zagrosan. Ew di erdnîgariya asî ya Zagrosan de wekî ku ji nûve dayîk bibe bi kelecan dibe lewra xwe nêzî xeyalên xwe hîs dike. Ji bo ku bibe çalakvaneke xurt ya xeta paradîgmaya jiyana azad yê Rêber Apo her tim xwe kûr dike. Çav û dilê wê her di serkeftinê de ye. Ew soz dide ku, çi dibe bila bibe, ewê bibe xwedî meşekî nekeftî û di xeta fedayî ya Zîlan de bibe jineke xwedî armanca azadiyê. Di armanca xwe de zelal e ji ber vê xwe ji her demî zêdetir xurt hîs dike. Li Zagrosan de jî di vê astê de tevlî dibe pêşengtî dike..

 

Li Zagrosên bi heybet de jineke bi heybet dibe xwedî meşekî nav û deng. Li wir dibe fermandar û di pêşxistina şerê li dijî dagirkeran de erkên girîng digre ser milên xwe. Wek jineke şoreşger ti carî ji meşa zaferê tawîz nade û dilê xwe wek çiyayên Zagrosan bihêz dike. Heval Newal bi vê sekn û meşa xwe ya bi heybet ve bi lûtkeyên çiyayan re dibe yek. Di Îlona sala 2011’an de li Cîlo di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd dibe. Çawa ku heval Newal di hemû jiyana xwe de bû pêşeng emê jî wek wê jiyan bikin û  armanca wê ya gihîştina azadiyê pêkbînin.

 

Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star