Pêşengeke dildar ya gelê xwe Şîndar Eser (Halîme Baş) di sala 1984’an de li Mêrdînê çavên xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û ti carî qabul nake ku ji dûrî nirxên pîroz yên gelê xwe bijî. Ji ber vê ew bi girêdanbûna nirxên têkoşîna azadiyê re herdem jiyan dike û di nava van rastiyên gelê şerker de dipije, bi vî awayî tevgera azadiyê ji nêz de nas dike. Bi ruhê xwe yê zindî hîna di temenê xwe yê biçûk de li hemberî zilma dijmin serî hildide û ji bo ku êrîşên dijmin bê bersiv nehêle, bi ruhê serhildan û berxwedanê serde diçe. Lewra ew jî zarokeke serhildana ye, di nava germahiya serhildanan de mezin bûye. Di bingehê welatparêziyekê bi hêz de heval Şîndar di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Weke her milîtaneke APO’yî ji bo ku rexnedayînekî rast bide çêkirin, dikeve nava lêgerînê. Bi vê lêgerînê ve meşa xwe ya di nava rêxistinê de dide destpêkirin. Daxwaziya wê ya herî mezin jî ewe ku li ser xakên Bakûr vê tekoşînê bilindtir bike.  Bi vê xeyalê re gelek qadên têkoşînê de rêwîtiyên dirêj dike, di van rêwîtiyan de hevaltiyên pir bi nirx jiyan dike, di gelek kadên dijwar de pêşengtî ji çalakgeriya gerîlayan re dike. Ji xwe ew hîna di gavên xwe yên yekem de baweriya xwe ya bêdawî bi hêza hevalên xwe anîbû lewma bingeha serkeftinên jiyanê de li kêleka rastiya Rêbertî û şehîdan, hêza hevaltiyê hebû. Bi qasî ku ji serkeftinê bawer dikir, ji wê zêdetir dibû xwedî ked û hewldan da ku bikaribe deynê xwe yê li beramberî Serokatî û hevalên xwe yên şehîd bide.

Ji ber ku heval Şîndar di nava nirxên pîroz yên welatparêziyê de mezin bibû û tevlîbûna xwe jî di vê bingehê de bi gavên xurt ve dabû çêkirin, ji bo vê di meşa xwe ya gerîlatî de jî her dem di wê hewldanê de bû ku, wek qehremanên dîrokî nirxên mezin ava bike. Ev yek jî hêz û coşekî mezin di jiyana wê de ava dikir. Ji ber ku ‘Kar kirin, ked dayîn azadî bû’ Bi qasî ked dida hîs dikir ku nêzî Rêber Apo dibe. Ji ber vê armanca wê her kêliyekî xwe dagirtî derbas kirin û pêşketin ava kirin bû. Heval Şîndar ji ber van taybetmendiyên xwe yên pêşengtiyê, jineke bihêz bû, ji ber vê sekna xwe ya bihêz hevalên wê jê re digotin ‘Tu jineke serhildêr e’ Ew jî digot ‘‘Raste. Ez jineke li warê serhildanan de mezin bûme. Ji ber ez ji Nisêbînê tevlîbûme. Ji bo vê min vê taybetmendiya xwe ji malbatê girtiye.’’ Lewma di xwezaya xwe de heval Şîndar xwedî sekneke rêxistinî ye û her dem xwedî cesaretekî pir mezin e. Ew li hemberî hemû nêzîkatiyên paşverû ya dijmin yên ku li ser civaka Kurd dide meşandin, ruhê serhildan û berxwedaniyê di cewhera xwe de ava kiribû. Ew wek jineke serhildêr bi ruhê xwe ya ciwan tevlî jiyanê dibe û bi kelecana xwe ve di dilê hemû rêhevalên xwe de cihê xwe çêdike. Bi tevlîbûna xwe ya cewherî û zindîbûna xwe ya jiyanê re di kijan karê de cih bigre teqez serkeftin bi xwe re ava dike. Lewra her dem dixwaze pêşketinan ava bike, wek jineke bibe xwedî hêz û îradeyek ji pola. Her ku di karê xwe de serkeftinan bidest dixe rûkeninya wê zêdetir dibe, ji xwe ne gengaz bû ku mirov heval Şîndar bê moral an jî kêliyek jî bêyî rukenî bifikire lewra Rêber Apo jî digot; ‘Ken, ji azadiyê tê’. Heval Şîndar jî her dem dixwest li gorî vê tespîtê Serokatî tevbigere, ji jiyanê hez bike, bi qasî wê jî ji dil de tevlî bibe.

Wek jineke pêşeng di tevahiya jiyana xwe de tevlîbûneke çalak ji xwe re esas digre lewra ew soz da bû gelê xwe. Ji ber vê ewê her dem di dilê dijmin de bibe hêza lêdanê û di têkbirina dagirkeran de bibe xwedî rol. Bi vê armanca xwe ya mezin ve ji Xakurkê heta Heftanînê li gelek qadên Behdînanê û herî dawî jî li qada Botanê de dibe xwedî meşekî serkeftî. Heval Şîndar her bi hêviyek mezin ve xeyalê çûyîna Bakûrê Kurdistanê dike û di sala 2009 an de ev xeyala wê pêk tê, derbasî Gabarê dibe. Ji bo ku li qadên Bakûr de pratîk bimeşîne, li dijî dagirkeriyê helwesta herî tund raber bike, tola salan rabike dibe xwedî ked û hewldan. Dema ku pêngavên xwe ber bi Bakûr ve davêje, di bin ronahiya stêrkan de hêsirên kêyfxweşiyê dibarîne. Lewra ev xeyaleke wê ya mezin bû û waye pêk dihat. Ev kelecana dilê wê mezintir dikir, gavên xwe zêdetir bilez davêt. Êdî ti zor û zehmetî nedikarî wê bide sekinandin. Ji ber ku ew dildareke jin, pêşengeke bibiryar bû, ger xwestek gihîştina xeyalan pêkan be wê demê ti hêz nikare wê bide sekinandin. Wekî ku ne şev be, ronahiya rojê pêçandibû hemû bedenê wê. Wê çaxê ew fêm dikir ku di vê meşê de bêdawîbûn heye. Li Gabarê di demekî kin de gavên pir xurt davêje, fêrî erdnîgariya wir dibe. Ew jineke çalakvan e, ji ber vê dixwaze di dilê dijminê xwe de derbên tinebûnê lêde. Ji ber vê di her rêwîtiyekî de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike, di hemû erkên girtî de tenê serkeftinê esas digre. Lewma kêliyekî jî nasekine û hêrsa xwe ya li beramberî dagirkeran bi meşa xwe ya bi heybet re dibersivîne.

Heval Şîndar  ji bo ku di xeta azadiyê de milîtaniya Apo’yî bicîh bîne, temsîla xeta azadiya jin bi serbilindî pêkbîne, li ser zor û zehmetiyan de dimeşe. Weke jineke sewdaliyê azadiyê wê hertimî danî li ser ziman û digot; ‘‘Ger ku evqas sal min xwestekê xwe ji rêxistinê re anî ziman û ez hatim vê qadê, pêwîst dike ku di her qada jiyanê de bibim xwedî tevlîbûneke xûrt.’’ Bi vê sekna xwe ya bibiryar ve nîşan da ku ger xwestek û biryardarî hebe li pêşiya mirov de ti astengî namîne. Ji ber vê sekna xwe ya bi biryar, di demekê kin de li qada Botanê de jî erkên  fermandariyê digre ser milên xwe da ku bikaribe pêşengtiyeke hîn xurtir bike. Çawa ku artêşbûna jin li qada Botanê de pêşketiye Şîndar jî di şopa fermandarên qehreman de dimeşe, wek bahozekî hêza jin bi çalakbûneke serkeftî ve nîşanî dijmin dide. Bi vî awayî nirx li ser nirxên artêşbûnê zêdetir dike. Bi vê sekna xwe re ew herdem dibe çavkaniya hêzê.

Heval Şîndar ser kîjan karî de bimeşe teqez ew kar weke avekî ku biherike digihîje zelalî. Lewra ew di feraseta xwe ya kar kirinê de heta dawî zelal e. Bi nêzîkatiyekî ku; karê xwe ez ê çawa baş bikim, ez ê çawa xizmeteke dilsoz ji bo jiyana rêxistinê bidim çêkirin, bi ser kar de diçe. Ji ber vê ew di hemû qadên jiyanê de pêşengî ji rêhevalên xwe re dike. Yek ji pêşengên şerê gelê şoreşgerî heval Şîndar, her di nava wê hewldanê de ye ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Li qada Botanê ew jî wek yên berya xwe di serxistina doza azadiyê de heta dawî şer dike, dibe jineke çalakvan. 14’ê Adarê sala 2011 an derbên wiha li dijminê xwe dide ku erd û ezman bi dengê çeka wê deng ve dide. Piştî ku şerekî mezin li hember dagirkerên xaka xwe dimeşîne şûnve digihîje bêmiriniyê.

Biryardariya heval Şîndar ya jiyanê, hêz û coşa wê ya bêdawî, bi xwe re şopdarên xwe jî ava dike. Em wek rêhevalên wê xwedî li bîranînên wê derbikevin.

Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star