Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz a ku di afirandina kevneşopiya çapemeniya azad de kedeke mezin daye di salvegera şehadeta wê de bi hezkirinek bê dawî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em şehîdên xwe yên çapemeniya jin ên ku şopdarên rêya heqîqetê ya Gurbetelî ne bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bi dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re asta çapemeniya azad hîn bilindtir bikin.

Di salên 90’î de dema ku li ser navê gelê Kurd her karekî siyasî û polîtîk weke sûcekî mezin dihat dîtin Gurbetelî Ersoz; Di desteya rêveber a Rojnameya Ozgur Gundemê ya li Tirkiyeyê de cih girt, wêrekiya xwe nîşan da ku bibe dengê lehengiya gelê xwe û bû semboleke girîng a pêşengiya jinan. Gurbetelî Ersoz ku li hemberî qîrîna gelê xwe bêdeng nema, berpirsyariyeke rasteqîn a rewşenbîriyê girt ser milê xwe û bû dengê qêrîna gelê Kurd a azadiyê. Rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz, ku ji ber karê rojnamevaniyê li qada Tirkiyeyê ji aliyê faşîzma Tirk ve hat girtin û demekê di girtîgehê de ma, piştî ku hat berdan derketina xwe ya mezin a şoreşgerî li qada Rêbertî pêk anî. Gurbetelî Ersoz ku di derbarê pirsgirêka çînayetî, pirsgirêka netewî û pirsgirêka zayendî de gihîştibû hişmendiyeke girîng a rewşenbîriyê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Lêhûrbûnên rojnamevana şoreşger Gurbetelî Ersoz a mezin hişt ku di xeta jina azad de hê bêhtir kûrtir bibe, di nava xebatên endamtiya navendî ya YAJK’ê de cih girt û hem di şerê azadiya gelê Kurd de û hem jî di têkoşîna azadiya jinê de mîsyoneke mezin girt ser xwe. Dema weke endama navendî ya YAJK’ê têkoşîna xwe ya şoreşgerî dimeşand, di 7’ê Cotmeha 1997’an de dema bi komek hevrêyên jin re ji herêma Zapê derbasî Garê dibû, li Tengava Sergelê şehîd bû.

Îro li qadên ku Gurbetelî Ersoz lê şehîd bû, bi hezaran mîlîtanên azadiyê li dijî faşîzma mêtinger bi awayekî fedaî li ber xwe didin. Ji hêzên ku bûne sedema şerê birakujiya Kurdan hesap tê pirsîn û şerê mezin ê azadiyê didome. Li aliyekê fedaiyên azadiyê li dijî çekên qedexekirî û gazên kîmyewî li çiyayên ku hemû sûcên şer lê rewa tê dîtin berxwedaneke bê hempa dimeşînin û li aliyê din jî di dilê Enqereyê de ji hemû cîhanê re tê ragihandin ku di şexsê fedaiyên Rêber Apo Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de ti sûc bêbersiv namîne. Tevî van hemû geşedanan jî, ji israra îxanetê ya kesên ku xeta îxanetê temsîl dikin tê fêmkirin ku avzêya ku ketine navê gelekî kûr e û xeniqîna wan meseleya demê ye. Dîsa faşîzma mêtinger bi bombeyên fedaiyan diheje, li Kurdistanê mêtingerî û faşîzm têk diçe. Encamên ku derketine ji berxwedana Rêber Apo bingeh digire. Rêbertî 31 meh in bi tecrîda mutleq re rû bi rû ye. Ev jî nîşan dide ku berxwedan dewam dike. Di van rojên ku yên ji berxwedana Rêbertî îlham digirin nêzî serketinê ne, bîranîna şehîdên çapemeniyê pêwîstiyeke girîng e ku Rêbertî girîngiyê dide şehîdan û bi taybetî jî qada çapemeniyê. Di vê wateyê de em careke din di şexsê Gurbetelî de şehîdên çapemeniyê bibîr tînin.

Şerê Fedaiyan nîşan dide ku meşa serketinê ya Gurbetelî ku bi Rêbertî re dabû destpêkirin, nesekiniye. Berovajî, yên ku li ser şopa Gurbetelî dimeşin; Bi pênûs û kamerayên xwe rastiya mêtingeriya li Kurdistanê nîşanî civakê didin. Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Hindîstan Penaber, Zelal Sîdem, Ekîn Wan, Jiyan Amargî, Amara Ronahî, Avrîn Mahsum, Axîn Amûdê, Roza Amed, Koçerîn Dîgor, Şaristan Asmîn û bi dehan lehengên din; Her yek ji wan jî weke şervanekî mezin ê heqîqetê karîbû lîstikên qirêj ên şerê taybet eşkere bike. Nûjiyan Erhan; Eger reva pêşmergeyên PDK’ê û radestgirina Şengalê ji DAÎŞ’ê re bi belge nekiriba, wê şerê taybet gelê me yê Êzidî kor, kerr û lal bihişta.

Eger Jiyan Amargî gerîlayê Botanê nekişandiba, şerê taybet ê mêtinger, faşîst a Tirk; Dê bi operasyonên xwe yên psîkolojîk manîpulekirina gel bidomanda û derewan bikira ku li Botanê gerîlayek jî nemaye. Eger Avrîn Mahsum, Axîn Amûdê, Roza Amed û Koçerîn Dîgor ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe çekên qedexekirî û gazên kîmyewî yên li dijî gerîla hatine bikar anîn neşopandana, dibe ku haya kesî ji vê şerê bêexlaqiyê ku li çiya tê meşandin nebûya. Eger ku Komara Tirkiyeyê sûcdareke şer e, bi saya hewila bêhevta ya van hevalên me ye. Her yek  kedkareke egîd a çapemeniyê bû ku bi kamera û pênûsa xwe rûyê qirêj ê faşîzmê nîşanê her kesî da. Her yekê bi wêrekiya xwe ya bêhevta kamera li ser mil, çek li milê din, bûn mîlîtanên pêşeng ên çapemeniya şoreşger. Ji Sakîne Cansizan ta bi Gulnaz Karataşan, ji Mîne Çelebîleran ta bi Gûrbetellî Ersozan, ji Denîz Firatan ta bi Arjîn Amedan, ji Şîlan Araslaran ta bi Hebûn Azadlaran, ji Avaşîn Irmaklaran ta bi Rojînda Adalaran, ji Sarya Onûran ta bi Tamara Zînleran, ji Armanç Goşkarlaran ta bi Jiyan Amargiyan, ji Gulnaz Egeleran ta bi Amara Ronahiyan, ji Avrîn Mahsûman ta bi Axîn Amûdêyan, ji Roza Amedan ta bi Koçerîn Dîgor û Şaristan Asmînanan, şehîd çapemeniya azad ên jin guh, çav, dil û wijdanê rastiya şoreşê bûn. Bi têkoşîna xwe ya rastîniyê, sekina bi rûmet û rûyê spî yê jinên Kurd bûn. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, di rêya rastîniyê de xwe ji ber dana bedelan neda alî û bûn pîvana bingehîn a çapemeniya rastîn.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji roja dest pê kiriye heta bi îro li dijî dîroka serwer a Kurd tên înkarkirin, pir têkoşiyaye. Rastiniya Kurd ji bo cihê heq dike di dîrokê de bigire, dana bedel bi hezaran şervanên rastîniyê, ji xwe re wek rûmet dîtiye. Eger ku îro Kurd bûne hêza pêşeng a Rojhilata Navîn, bi saya ewqas bedelan e ku hatiye dayîn. Bi hezaran şervanên azadiyê ku di xeta çapemeniya azad de tê dikoşin bi derxistina holê ya xiyaneta dîrokî de ku li Kurdan hatiye kirin, bi rolekê giring rabûne. Car hebûye bi pênûsa xwe car hebûye bi kameraya xwe, car jî heye ku bi çekên xwe ji bo rastîniyê şer kiriye. Şehîdên jin ên çapemeniya azad bûne hêza afirandina rastiyê ji nû ve. Şehîdên jin ên çapemeniya azad li rastiya li ser vê axê hatiye wendakirin geriyane. Şehîdên jin ên çapemeniya azad nûnerên bîreweriya azadiya jinan û nîşaneya vîna jinan in ku pêk hatiye. Kevneşopiya çapemeniya azad mîrateya gelek kedê ye. Berovajiya çapemeniya klasîkî ya bi tenê bûyerên rojane dişopîne, çapemeniya azad saziyek ji saziyên herî demokratîk ên hemû bindestan e ku hêza xwe ji perspektîfa dîrokî ya bindestan girtiye. Bi vê bîreweriyê îdiaya me jî ew e ku li ser xeta çapemeniya azad a jinan baş bisekinin û pratîkeke liyaqê wan ji xwe re bikin esas.

Şehîdên jin ên çapemeniya azad ku çirayên rewnak ên rêya rastîniyê ne, ji bo biserxistina şerê xwe yê rastîniyê jêderka sereke ya moral û hêza me ne. Wan ku şoreşgeriya şertên herî zor dikir, dev ji kamera û pênûsa xwe berneda. Bi famkirina ji wan, anîna bîra xwe, derketina xwedî li nirxên ku afirandine, em di meşa xwe de hêj xurt dibin. Em ku hene bi saya têkoşîna wan e. Wan di ber rastiyan de canê xwe da. Îro li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi dehan sazî û dezgehên çapemenî û weşanê bi rengê jinan weşanê dikin, têkoşîna jinan radigihînin hemû cîhanê. Hem di pêşkêşkirina rastiyan di têkoşîna Kurdan de, hem jî çêkirina gotinên xweserî jinan di têkoşîna zayendî de, di derxistina holê ya vîna wan de keda şehîdên me daye, ji bîr nabe.

Şehîdên me, nûnerên rastîn ên ya xweşî û rastiyê û cewhera têkoşîna me ne. Naskirin û bibîranîna wan, nejibîrkirin, hatina ba hev a dîroka têkoşînê ya jinên azad e bi cewherê xwe yê rastîn re. Li ser vî esasî wê roniya têkoşîna me şehîdên me her bi bîr bîne û em ji rêya rastîniyê ku nîşanê me dane, veneqetin. Soza jiyandin wan di têkoşîna xwe de em dubare dikin û dibêjin ku em ê li israra xwe ya birina lûtkeyê ya ala wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de heta bi hetayê dewam bikin.

BIJÎ ŞEHÎDÊN ME YÊ CEWHERA HEQÎQETÊ!

BIJÎ XETA ME YA JINÊN ÇAPEMENIYA AZAD!

BIJÎ RÊBER APO!

7’ê Cotmeha 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê