Rêwîtî; di meşekî bêdawî de ber bi azadiyê ve baskên xwe vekirin e. Bi hêviya jiyanek nû, îrade û baweriyek bêdawî di dilê xwe de mezin kirin e. Rêwîtî lêgera nûbûnê ye ji ber vê ye lêgerînvan ji bo bigihîjin ya herî bedew kêliyek jî nasekinin, di nava deryayên herî kûr de her dem diherikin.

Li ser axên herî qedîm jiyan kirina evîn, eşq, keyfxweşî û azadiyê bi têkoşînekî herî xurt ve pêkan e. Jin û xortên herî ciwan li welatê ku bi destanên egîdî ve dagirtî de ji şîverêyên dirêj derbas dibin, bê tirs dilê xwe hêviyên azadiyê ve tijî dikin. Ji ber vê ye çiyayên kurdistanê di bilindahiyan de banga jinên ku berê xwe didin rojê dike. Ev rêwîtiya vegera evîna rast e û sirrê wê jî di navbera dilên evîndar û lûtkeyên çiyayan de veşartiye.  

Jinekê Kurd ji bo bigihîje vê sirrê berê xwe dide wargehên herî bilind. Her ku gavê xwe davêje şahidiya dem û dewranên herî bi êş ya gelê xwe dike. Ew jinekê Kurd e, li ser axên qedîm de ronahiya jiyanê di dilê xwe de hîs dike. Lewra her gavekî çiyayê Kurdistanê warê têkoşînên bê hempa ye. Têkoşîna heval Ardem jî ji warê Berxwedanê Amedê destpêdike û li gelek qadên Kurdistanê de berdewam dike. Ew di tevahiya jiyana xwe de xwedaî sekn û tevlîbûnekî bi heybet e lewra malbata wê ya xwedî çanda welatparêzî tovên evîna welat çandibûn. Heval Ardem jî wek her ciwanekê Kurd êşa qirkirinê ya li ser gelê xwe ji nêz ve dibîne, serhildanên ku li dijî zordaran pêşdikevin biryardariya wê ya di jiyana azad de zêdetir dike. Ew jî wek hemû ciwanên Kurd bi destanên şer û berxwedaniyê ve mezin dibe û li beramberî hemû neheqiyan sonda tolhildanê dide. Soz ji bo parastina rûmetê bû, soz êşa gelê xwe bidawî kirin bû ji ber vê soza Ardem di hembêza çiyayan de pêk anîna xeyalên azad bû. Bi vê sozê re ew jî dibe rêhevalek dilpak ya çiyayan. Ew dibe jinekê şoreşger ku dîrok qala meşa wê ya bi heybet, sekna wê ya fedaî bike. Ewê bibe xwedî eşqekî wiha mezin ku di lorîkên dayîkan de, di ronahiya çavê zarokan de her jiyan bike.

Rêwiyên çiyayan xwedî bawerî û evîna azad in. Ardem Ararat yek ji wan rêwiyên têkoşîna azadiyê ye ku her roja ku derbas dibe, dibe evîndar û hemû bedewiyên şoreşgeriyê dilê xwe de diafirîne. Goh dide dengê çiyayan û kenên xwe yên çiyayî pê re parve dike. Newalên kûr, çem û kaniyên bedew temaşe dike çoş û kelecana jiyana wê. Ardem jî dibe yek ji parazvanên razberên çiyayan. Lewra dizane ku çavkaniya hemû ronahiyan ji vê axê ye, avên herî zelal ji ber bereketa çem û rûbaran e, di van agirgehên pîroz de jiyanek nû dafire û bibe heviya hemû mirovahiyê. Ji ber vê li ser vê axê wateya jiyan û mirinê jî bi şerekî mezin ve diyar dibe. Heval Ardem jî wek jinekê pêşeng ya gelê xwe ji xwe bawer cewhera jiyana azad bi ronahiya Rêber Apo re di xwe de cewherî dike. Gavên xwe yên yekemîn ya gerîllatiya Apo’yî li qada Heftanînê davêje. Di nava meşekî ji agir de dilê xwe xurt dike lewra wargeha lehengan dibe fêrker û di pêşketina Ardem de diyarker e. Ew wek jineke Kurd ji dîroka xwe ya tije serhildan û şer agahdar e, ew wek şoreşgerek çiyayî ji zimanê çiyayan, ji dengê çukan, ji barîna baranan wateya heyînê fêr dibe. Xweza, çiya, ba û axên Kurdistanê dibe mamosteyên wê yê yekem. Meşekî xurt, seknekî serkeftî, şerkeriyek xurt û di her tiştî heyînê di pêşketina Ardem de rolên diyarker dileyîzin. Lewra ew dixwaze bibe PKK’iyek serkeftî û ev yek gihîştina ya herî watedar û bi rûmet e. Heval Ardem jî xwedî wê zanebûnê ye ku ronahiya pêş xwe dibîne.

Jinekê Şerker Şoreşgerekê Ji Xwe Bawer

Ji bo ku lêgerên jiyana azad serbixe her di nava hewldanê de ye. Di bingeha fam kirin û xwe kûr kirina ramanên Rêber Apo de her kêliyekî xwe bi perwerdê derbas dike. Di demekî pir kin de xwe di felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo de kûr dike erk û berpirsiyartiyên têkoşînê hildigre ser milên xwe. Ji bo rastiya Serokatî cewherî bike her dem dixwîne û xwe kûr dike. Ji bo ku bibe nûnerekê xurt ya xeta jina azad dizane ku divê xwe ji bandorên pergalê rizgar bike. Lewra ew tevahiya jiyana xwe yê şoreşgerî de tişta ku fam dikir di pratîkê xwe de jî pêk danî. Ji ber vê bû ku di jiyana xwe yê gerîlatî de zû pêşket.

Piştî pratîkekî dagirtî ya li qada Heftanînê ji bo ku erkên demê bicîh bîne şerên dijwar li pêş wê bû. di pêvajoyên ku êrîşên çeteyên Daîşê li ser Rojava, Maxmur-Kerkûk û Şengalê dijwar bû, heval Ardem wek hemû ciwanên Kurd bûbû xwedî hêrsek pir mezin. Lewra tu hêz nikare vîna gelê Kurd bişkîne û dest bavêje rûmetê wê. Ew çi hêza ku jinên êzîdî li sûkan, di bazaran de difroşe. Ew çi hêze ku gelê Maxmûrê yê ku ji ber zilma dagirkeran neçarî koçberiyê bûne cardin bi êrîşên qirkeriyê re rû bi rû dihêle. Ev rûreşiya mirovahiyê tenê bi şerekî mezin, bi tolhildanekî mezin ve dikaribû ji holê rabe. Ardem yek ji wan gerîlayên leheng bû ku li dijî hovîtiya Daîşê bi îrade û israra aziyê ve berê xwe da qada Maxmurê.

Li vê qadê berxwedanê tevlî şerên mezin dibe, di parastina nirxên gelê xwe de wek jinekê pêşeng xwe tevlî pêngavên dîrokî dike. Ev şer şerekî wiha bû ku jin û xortên Kurd bi gelê xwe re dibûn yek dil, yek ruh û li hember hovitiya serdemê şerekî dîrokî dimeşandin. Ev şer şerê Egîd û Zîlanên hemdem bû. Ardem jî di şopa fermandara fedaî Zîlan de bi îrade û baweriyek ji pola sengerên xwe diparast. Her kêliyekî bi kedekî mezin xwe dafirîne, ji bo serxistina doza azadiyê wek jineke pêşeng xwe di xeta Berîtan û Zîlanan de perwerde dike. Di warê pisporiyê de pêşketinên mezin di xwe de ava dike. Piştî ku pêvajoyek tije berxwedanî û tije seknên qehremanî nas dike şûnve berê xwe dide qada Xerza’yê. Lewra her tim dixwaze wek jinekê jîr û jêhatî di şerê li Bakûrê Kurdistanê de jî bibe xwedî ked. Ji bo tola gelê rabike divê di dilê dijmin de derbên mezin lêbide.

Dema ku bihara rengîn bi hemû germahiya xwe ve bedewiya Xerzayê zêdetir dike, heman wextî ronahiya Mîzgîn û Arjînan jî li her derî belav dibe. Ruhê fermandar Mîzgîn û 15 jinên çiyayî wek kevneşopiyek berxwedanê ava dike, şopdarên xwe yên nekeftî re dibe rênîşan. Ji ber ku dîrok pêşengtiya Arjînan, kedên bêhempa ya jinên çiyayî bi hemû rastiyên xwe ve dinivîse. Dengê lingê jinên evîndar ku wek çiyayên xwe asî ne, sînorên hişmendiya zilam bi şerekî mezin ve derbas dike û li çiyayên Xerzayê de bilind dibe. Çiyayên Sîser, Kurîs û Kember wekî ku bi hevre dîlan bigrin evîndarên xwe hembêz dikin. Ardem jî serkêşiya vê dîlanê digre û bedewiya xwedawendan berdewam dike. Di nava daristanên bi heybet û araziyên wê yê asî de jinekê xwedî comerdî û ruhê fedaî dike mêvanê xwe. Weke dayîkekê wê hembêz dike lewra hemû nepeniyên xwe pê re parve dike. Heval Ardem wek qehremanên bêmirin Mizgîn û Arjînan soz dide ku ewê jî bêyî rawestandin têbikoşe, şer bike da ku bigihîje armanca jiyana azad. Ewê di tevahiya demên jiyanê de, li beramberî hemû zehmetiyan ti carî pes neke, xwedî li mîrateya jina azad derbikeve û bibe nûnerekê xurt ya xeta jina azad. Ji ber ku çiyayên Xerza yê di lûtkeyên xwe de jinên asî, têkoşer û serhildêr re malovanî dike. Ardem Ararat wek jinekê dildarê xakên xwe di nava demên herî zehmet, şerên herî dijwar de dibe xwedî hêzekî pir mezin.

Fedaiya Apo’yî xwedî seknekî mîna Zîlan e lewra di demekî pir kin de warê gerîlatî û pêşengtiya şer de krûbûnekî xurt jiyan dike, 2016 an de pêngavên xwe ber bi axên qedîm ya Xerza yê ve davêje. Çawa ku di salên 90’î de gerîlatî di nava derfetên herî zor û zehmet de bi pêşengên wek Mizgîn û Kemalan ve hatibe pêşxitin, heval Ardem jî hemû zehmetiyan derbas dike, ji bo pêkanîna erkên demê soza zaferê dide. Gerîlayê Xerzayê bi pêşengên wek Ardem re ji gelê xwe re dibin çavkaniya hêz, bawerî û cesaretê. Lewra Ardem û rêhevalên xwe di xaçerêyên fermandar Mîzgîn û Arjîn de meşiyane dimeşin, ruhê zindî ya di her gavekî de hîs dikin. Ev meşekî bi heybet e ku her kêlî bi hestên tolhildan û serkeftinê re derbas dikin. Jina bedew Ardem bi qasî ku çalakvane jê zêdetir di serkeftinê de bibiryar e lewra ji sala 2016 an heta 2023 an bênavber rêwîtiyên xwe li çiyayên asî ya Xerza yê de didomîne. Di hembêza van çiyayan de wekî ku jinûve dayîk bibe bi kelecan e û xwe bi şans dibîne. Lewra navserên Xerzayê wê dikin mêvanê dilê xwe, hemû bedewiyên xwe parve dikin û jina rubiken di hembêza xwe de diparêzin. Di nava şert û mercên herî dijwar ya şer de heval Ardem bi rêhevalên xwe re li beramberî dijmin û êrîşê wan yê qirker şerekî bênavber dimeşîne. Di nava van salên dijwar de dibe jinekê çalakvan û derbên giran li dagirkeran dide. Bi têkoşînekî bêhempa, tarz û taktîkekî kûr ve li çiyayên Xerzayê pêşdikeve, dibe fermandar. Rêheval Ardem bi jiyan û şerê xwe re dibe nûnerekê xurt ya artêşa jinê. Di warê leşkerî, birdozî û rêxistinî de parastina xeta jina azad dike, wek fermandarekê pêşeng ya YJA Starê berpirsiyartiyên dîrokî li Bakûrê kurdistanê de hildigre. Li warên berxwedanê û qehremanan de Ardem dide pey şopa fermandarên mezin Mizgînan û dibe tirsa dilê dagirkeran.

Hevaltiya PKK’ê de jidil de hezkirin û ji hevdû hêzgirtin bingeha girêdanbûnekî xurt ava dike. Ardem hîn di gavên xwe yên destpêkê ya têkoşîna azadiyê de vê rastiyê di kûrahiya dilê xwe de dikole. Lewra ew têdigihîje ku, avakirina rêhevaltiyeke xurt hestê herî binirx e, bi qasî ku mirov digihîje cewhera wê ewqasî digihîje rastiya xwe jî. Mirovên PKK’yî yên ku herî zêde dilê wan bi hezkirinê ve dagirtiye, bi qasî ku ji jiyanê hezdikin, ewqasî pê ve tên girêdan û watedar dikin. Heval Ardem jî hezkirina hemû rêhevalên xwe di dilê xwe de mezin dike, bi dilê xwe yê tije hezkirin ve dibe rêhevalê hevalên xwe. Bi hezkirina xwe ya jiyanê û girêdanbûna xwe ya şehîdan ve ti carî ji sekna PKK’yîbûnê tawîz nade. Li qadên Bakûr demên ku şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike, Ardem dibe fermandara kêliyê, bêyî ku dûdilî jiyan bike, bi îradeyek ji pola têdikoşe. Li hember dagirkerên qirker û faşîst heta guleya xwe ya dawî şer dike. Dibe rênîşana rêhevalên xwe, qehramanê gelê xwe ye.

Şehîd Ardem Ararat ji sala 2014 an heta roja şahadeta xwe wek fedaiyeke xeta Apo’yî têkoşîneke bêhempa meşand. Ji sala 2016 an heta sala 2023 an di xakên Bakûrê Kurdistanê de pêşengtiya şerekî dîrokî kir û wek jineke xwedî vîn di şopa fermandarên mezin Arjîn Garzan û Jînda Ozgûr de meşiya. Ardem, wek fedaiyek xeta azadiya jin  bi sekneke Zîlanwarî li hember dagirkeriya dewleta Tirk şer kir, têkoşîneke fedaiyane meşand. Di demên ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser qada Xerza’yê de dijwar kirî de, Ardem bi rêhevalên xwe re mehekî tije berxwedanî û têkoşîneke bi destanî meşand. Artêşa Tirk nekarî li beramberî hêz û îradeya wan bisekine. Piştî şerekî dîrokî rêheval Ardem Ararat 1’ê Tebaxê sala 2023 an de gihîşt şahadetê.

Rêhevalên wê yên têkoşînê…