Di sala 1974’an de li gundê Helêq yê Dêrika Hemko yê, şoreşgereke hemdem bi rûyekî firîşteyî çavê xwe li dinê vedike. Qehremana ku ti car wê ji dil û giyana hevriyên xwe derneyê, lehenga bi navê Hediye Cuma ango bi navê xwe yê tevgerî Nejbîr Qehreman silaveke tije hêvî dide dinyayê.

Heval û fermandara gerîlayên azadiyê heya sala heyştemîn diçe dibistanê, lê di nava hestên bi hezkirina welat û axê tije mezinbûna wê, dibû dîwarekî parêzer ku ew bi giştî aqil û zekaya xwe nede dibistanê sîstemê, hezkirina wê ji welatê wê re, meraq û lêgerînên wê yên li ser azadiyê û fikrên Apoyî li hember wê jiyana heyî bi serdikevin, birayra wê ya dawî û herî xurt û zelal dibe tevlîbûna nava refên tekoşînê. Lewra ew di sala 1993’yan de tevlî nava kar û xebatên şoreşa Kurdistanê dibe.

Bi hişyariyeke mezin dikeve ferqa meznahiya şensê ku jê re hatiye dayîn û li gora wê dikeve nava hewildanên kûr ku, bi awayekî herî bi sûd û avaker ji vî şensê xwe qezenc bike. mezinhaiya şense wê di veride bû ku wê li qada Rêberê azadiyê û di hizûra wî de perwerde dibîne. Ew li qada Rojê bi germahiya tîrêjê fikrê wî, qeşaya ku pergala qirker bi ser hest û aqilê jin de berdabû dehelîne, herwiha dizivirîne enerjiyeke herikbar û xwedî berhem.

Di sala 1996’an de Fermandar Nejbîr ji bo ku bêrîkirin û  hezkirina xwe ya li hember lutkeyê çiyayan derbas bike, rûyê xwe dide ser rêça wan û bi heybeta Zagrosan re dest bi meşa xwe ya gerîlatiyê dike. Ji heybet, şanazî û şemala Zagrosan gelek taybetmendiyên azad di şexsê xwe de ava dike. Neviya xwedawendan bi çiyayan re, bi Zagrosan re rastiya xwe ya parçebûyî carekedin di hembêza xwezaya welatê xwe de peyda dike. Hevpariya giyanî ya di navbera Nejbîr û axê de, di navbera wê û lûtkeya de bala her kesê ku didît dikşand, ji her kesî re hestên wê yên tije eşqa azadiyê diteyisîn. Bi vê yekîtî û hezkirinê re Nejbîr di huner û jiyana gerîlatiyê de bi qasî ku ti kes texmîn nake, zû fêrî jiyan û şerê gerîla dibe, di nav her xebatî de, di her çalakiyê de navê Nejbîr tê zimanan. Ew bi çavkaniyeke tije viyan û dildarî fêrî wê jiyanê dibe. Lewra di serî de di milîtaniya Apo yî de dibe xwedî sekin û roleke diyarker, di pey re jî weke fermandar destê xwe dixe bin giranya barê doza Kurdî. Gernasa Kurdan dibêje ku’’Erkê me yê destpêkê em pîvanê milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de ava bikin, eger em di pêkanîna vî erkî de serkeftî bibin, emê bi nêzîkatiyeke bi tendurust û rasteqîn nêzî her cureyê xebat û erkî bibin’’ Nejbîra Egîd beriya her tiştî bi berpisyartî û hezkirina xwe ya cewherî li hemberi rêgezên PKK’ê , bêyî ku peyva fermandar bikeve pêş navê wê, ew dibe fermandara jiyanê.

Ji aliyê jiyanî, leşkerî de bi ked û xwêdanê  xwe pêşdixe û pêşengtiyeke bi bandor ji nêvenga xwe re dike. Lê şagirta mamosteyê azadiyê ji her aliyî zêdetir bi xwesteka xwe pêşxistina di warê bîrdozî de dikeve nava hewildanan. Ji bo gihiştina kesayet û fikrekî bi azadiyê û heqîqetê re peywendîdar, xwe kûrkirina di ramanê Apogerî de şertekî binyadiye bê goman, Nejbîra zana jî vê sirrê fêm dike û lin gor wê xwe bi rêxistin û pîlan dike. Ji xwendina xwe ya ji parêznameyên Rêber Apo re van hevokan bi lêv dike’’   Parêznameyên Rêber Apo di hindirê xwe di her hevokeke xwe de wateyên dîrokî û felsfî dihewîne, gelek pêşbîniyên dûr û kûr bi lêv dike, lewra ji bo fêmkirina van hevokan pêwîstî bi xwe westandin û ponijînên dijwar heye, ji ber fêmkirina me dema ku em vî fikrî bi piratîk dikin çêdibe’’

Di nav şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de nivisîna Rêber Apo ji parêznameyên xwe re ku, bi riya wan ji nûve mirovahî li rastiya wê hayil kir, barê Nejbîr hîn girantir dike, dibêje’’ Eger Rêbertiya me di nava zor û zehmetiyê, di bin her cureyê îşkenceya psîkolojik de, ev fikrên giranbuha ji mere peşkeş kirine, ji erkê me yê  herî wijdanî ew ku em her ziraviya jiyana xwe bi vî fikrî bi pêçin û pê nefes bigrin, bi xwe re jî em van ramanan bidin jiyan kirin û belavkirin li hemû gerdûnê’’.

Zeriya zagrosan bi gelek pirensîb û rêgezên zêrîn tevlî jiyan gerîla dibe û hevaltiyek ji dil û can bi şerkerê welatê xwe re dide meşandin. Dema navê Nejbîr tê pirsin, bersiva li ser zimanê her hevalê ku wê dinase nazenîniya rihê wê û meznahiya hezkirin û dilê wê tînin ziman, tuyê vê hevokê ji hemûyan bibhîzî ‘’Dema ku heval Nejbîr dikeniya pêre gerdûn, cîhan û çiya hemû dikeniyan’’  bi dil nizmiya xwe, fedakarî  û cesûriya xwe di nav  hevalê xwe de dibe cihê moral, hisyat û hezkirina rast ya di hevaltiiya Apoyî de. Ji xwe ev  taybetmendiyên bi nirx hemû çavkaniya xwe ji fêmkirina Nejbîr ya ji felsefa jiyana Rêber Apo diwelidîn. Lewra ew bi van serkeftinên xwe, xwe amade dike bibe hevaleke rast bi Serok Apo re, bi tekoşîn, şer û xebatê xwe dawî li pergala tecrîdê bîne. Bi vê mebestê berê xwe dide nava saziya Hêzên Taybet. Fermndara cenga rûmetê mîna li her qadê xebatê Partiyê, li saziyê jî di nav gelek karên serkeftî de cihê xwe digre û rengê bandoriya xwe lê zêde dike.

Ew her bawer dike ku ancex mirov bi şer û tekoşînê bikaribe bigihje azadî û xweşikbûnê, bi xweşikbûna xwe re jî bigihije hezkirina rast û heqîqî. Lewma di sala 2008’an şergeşa çiyayan carekedin berê xwe dide warên xwedawendan, berê xwe dide quntarên Zagrosê.

Dildara heqîqetê ti carî wateya tirs û terdûdê na nase di meşa xwe de, lewra di tekoşîna xwe de jî her serkeftiye. Xwezayîbûna jin, hestên wê yên bilind û pîroz, bi zanistê re dihûne û keziyeke bi fikrê Apoyî xemilandî dertîne holê. Ew bi hevsengiya di navbera herdû zekayên xwe de dijî û biryaran dide, ango ew bi perspektîvê Rêber Apo jiyan dike û tevdigere.

Dilgeşa welatê rojê bi van xisletê xwe yên hemû wate û manewiyat dikare bibe şervaneke jîr û zane, hevaleke muxlis û wefî, dikare bibe fermandareke mînak û hevriyeke rast bi Rêberê gelan re.

Ew bi mirasa Zerdeştê kal dijî rast difikre, xweş vedibêje û baş pêk tîne. Keça xwedî eslên resen bi dilekî pir rengî ku têde cesaret, hezkirin û li hember desthilatan tije kîn û kerb şerên pir mezin dide meşandin, bi xwe re jî hemû hevalên li gel xwe bi moral û motîveke mezin dixe nav şer.

Li Zagrosê li herema Gerdiya weke fermandara  yekîneyê gelek çalakiyên bi bandor bi rêxistin dike. Bi  ser dagirkeran de digre û hesreta di dilê dayikên Kurdistanê de hênik dike, mîna ku biçe şahiyê, di her cengê de serkêşiya elwenda azadiyê dikşîne Nejbîra çeleng.

Di sala 2009’an de li heman qadê li herema Gerdiya yê, di encamê êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk de Nejbîra qehreman digihije merteba şehadetê.

Dema roj diçe ava fermandar Nejbîr silav dide cîhana nemiran, ji bo zayîna seharên bi tîrêjên azadiyê ew canê xwe feda dike, diçe û li pey xwe şopên ronak neqiş dike. Kanî, ber, dar û zinarên Zagrosê bi serfirazî sînga xwe bilid dikin asîmana ku fermandareke egîd mîna Nejbîr Qehreman di ser wan re derbas bûye, ava wan li rûyê xwe kiriye û ji bo wan canê xwe gorî kiriye.