Fermandar Sema Amed ango Leyla Gündoğdu, di sala 1984’an de li navdila bedena Kurdistanê, li Ameda paytext çavê xwe yê xemalî li dinê vedike. Di nava kevneşopiya malbatke welatperwer de mezin dibe û bi şîrê dayika xwere hezkirina xaka welatê xwe berdide hinavên xwe. Hîn zaroke Leyla, lê hêzek di dil û giyana wê de jêre dibêje dest bavêje keviran û xwe bi parêze,dayik û xaka xwe ji dagirkeran bi parêze. Ew jî mîna her zarokeke Kurdistanê çavê xwe li nava zilim û zora neyarên hov vedike. Bi taybetî piştî ku ji neçarî dev ji Ameda rengîn berdidin û berê xwe didin bajarên Tirkiyê, ew hêrs,kîn û kerb di dilê Leyla de hîn bihtir zexim û  mezin dibe. Bi xwere dikeve nava monologan de û dibêje; ‘’Ev derketina min ji Amedê wê ne dawî be, wê destpêkeke nû û muhteşem be, destpêkeke tolê be ji evqas barbarî û zilmê re’’. Li zirbajarên bi nexweşiya qapîtalîzim û desthilatî werimandî her kêliyeke bi dirêjahiya salekê bi ser Leylayê de derbas dibe. Mane ew ji şeydayê xwe, ji xaka ejdadên pîroz hatiye dûrxistin, tam,deng û rengê her tiştî li ber çavên wê dibin reş û sipî. Ji wan bajaran dûr, ji nav wê jiyana qerebalix dûr, Leyla dikeve nav lêgerîna jiyana bedew, jiyaneke bi rûmet ku têde bi ser bilindi, bêyî ku mecbûr bimîne bi zimanekî cuda hestên xwe îfade bike, li jiyaneke bi çand,exlaq û nasnama Kurdî lê ne qedexe be digere. Welatparêziya malbata wê serê ta ji zaroktiya wê ve xistibûn deste wê, tene mabû Leyla vî tayê ji hêviyê bi şopîne û xwe bigihîne evîna xwe, warê Leylayên egîd.

Di sala 2004’an de bi biryardarî û meraqeke mezin, li ser şîveriyên azadiyê di bilindahiya çiyayan de, gavên xwe yên destpêkê davêje. Piştî Leyla bi navekî din ji bilindahiya asîmanan, bi navê fedayiya rojê Sema jiyana xwe dewam dike.

Salên ku têde Sema tevlî tevgera azadiyê dibe, salên mîna ezmûnan e, xeta tesfiyekar di nava gelek tevlîheviyade dixwaze nirxê jiyana Apoyî wenda bikin û ji holê bidin alî, li hember vê qadroyên xweragirtî, girêdayî armancê xwe û bi vîn ev îmtîhan bi serkeftî derbas dikirin û di riya tekoşînê de îsrar û zelaliya xwe raber dikirin. Semaya bîrewer tevlî her şert û mercê zehmet bi şewqa evîna xwe ya ji ax û welatê xwe re, ji Rêbertiya xwe re karî riya heqîqetê rast hilbijêre û rast bi şopîne. Bi awayekî herî zelal û radîkal tevlî nûbûna xwe, li hember xeta paşverû dibe xwedî helwest û sekinke milîtanwarî.

Bi vî awayî ew bi teşe girtineke qewîm dest bi meşa xwe dike. Pir zû fêr dibe ku çawa jiyana partiyê bi parêze, çawa xwe û hevalên xwe yên jin ji zihnyeta zilamsar bi parêze. Ev jîr û jêhatîbûna xwe roj bi roj bi xwendina ramanên Rêbertiyê re bi zanist û rêzxistin dike, hîn bihtir dike xwedî berhem û bandor.

Bi vê tevlîbûna xwe Sema Amed ji nêvenga xwe re dibe rêncbereke şehreza di riya azadî û serkeftinê de. Bi hezkirin û cewherê xwe yê xwezayî, bi berpisyartiya xwe ya bilind li hember jiyana Partî, di çavê hemû hevalên xwede fermandara jiyanê ye.

Ev taybetmendiyên bi esil û behremendiyên rengîn yên di kesayeta Sema Amed de, wê di demeke pir kurt de dixîne bin barê pêşengiyê. Her qada ku berê xwe didiyê bi heman moral, coş û viyanê tevlî dibe, li gelek qadên çiyayê Kurdistanê, li Qendîl, Zagros û Xinêrê dimîne û bi kedeke mezin, dilopên serkeftinê dinuqutîne ser xaka pîroz.

Sema  Amed îstiqrar û pêşveçûnên di meşa xwe de, ji perwerdeya bi parêznameyên Rêber Apo qezenc dike, ti wextan na fikre ku van perwerdeyan weke agahî komkirinê bigre dest û têrker bibîne, hevok hevok dixwîne û dikeve hewildanê ku terzê jiyana xwe bi van ramanan bi alîne û bedew bike.

Bi van hewildanê xwe re, Fermnadar Sema dibe mîna awazeke tije wate li ber guhên hevalê xwe, diba bayekî nazenîn û ji ser dilên wan zor û zehmetiyan dide alî, li hember neyaran jî dibe mîna bahoz û bablîsokeke bi xezeb. Bi hostatiyeke leşkerî di qadê cengê de dibe xwedî roleke diyrker, her heval bi xwesteke ku bi heval Sema re û bi koordîna wê bikeve çalakiyan, ji ber hevriya Rojê bi şêwazê jiyana xwe, îrade û cesûriya xwe mînaka hevaltiya rast, egîdiya jina Kurd û şergeriya wê dabû nişan.

Sema dibe pirtûkek bi gelek navan, dibe pirtûka bedewiya ruh, şeydaya azadiyê, gernasa cenga zeferê û her kes wê dibîne û pêre dijî bi dem kurtî be jî, ji çavên wê yên deryayî vê pirtûkê dixwîne û fêmdike.

Roja ku nêrgiza Amedê berê xwe dide asoyan, bi armanc û hedefa tolgirtinê dide rê. Tola mehrûmkirina Kurdan ji jiyankirina ser xaka welatê wan, tola qêrînên jinan yên di navê dest û lepên zilamtiya desthilat de radibin erşê li ezmanan, tola dilopên xwîna zelal ya ji bedena keç û xortên leheng hatî rijandin, Sema bi van sond û peymana dide rê. Di her kêliya jiyan xwe de bi asta tevlîbûna xwe, pêşengtî û sekna xwe dide nişan ku ew çendîn li pey van sozên xwe ye.

Ji bo vê çelenga Amedê li kuderê cengeke gerim heban, wê pêşinyazî dikir biçe wêderê. Bi hêrseke mezin, bi kîneke rêxistinkirî bi ser dagirkeran digre û wan li poşmaniyê datîne ku fikirîne vê axê bi potînên xwe yên qirêj dagir bikin. Bi heman mebest û niyetê sala 2008’an Fermandara çalak vê carê berê xwe dide wargehê eşqa zaroktiya xwe, berê xwe dide Ameda hoşeng û şepal.

Bi cil û bergên gabardîn, bi çek û rext û weke fermandareke bi nasnameya YJA Star, vedigere xaka ku lê ji dayikbûye, xaka ku bi darê zorê jê hetye dûrxistin. Gerdûnê êdî ew wext û zeman saz kiribû ku Sema li ser heman xakê bi celadan re bikeve hesabên kevnar.

Şergeşa Apogerî bi lehengî û hostane dikeve nava gelek darbelêdanên bi bandor de, di nav gelek çalakiyan de cihê xwe digre û mil bi milê hevriyê xwe leşkerên metînger ceza dike. Bi şerkerî û coşa xwe gelek bandoriyên erênî avadike, hem li ser hevalên xwe, hem  jî li ser asta şerê li qadê.

Fermandar Sema Amed, lehenga cengên giran, her bi  vî ruhê xwe yê esîl, bi hestên xwe yê resen û xweşik ji bo azadiya welat û gele xwe tekoşîn dide meşandin. Navber,westandin û beskirinê ti carî na nase.

Di dîroka 27’ê Mijdara sala 2010’an di salvegera damezrendina Partiya Karkeran de, şoreşgera dilwêrek bi dilşahî û serfiraziyeke bê hed û sînor, li ser rêya şerefê, rêya hezkirina durust û azadiya rasteqîn berê xwe dide dinyaya bê miriniyê.

Li şûna xwe, di giyan û dilê her hevaleke/î xwe de, li ser her buhustek axa çiyayên welatê xwe, nîşaneyên mizgîniya rojên  bi zafer û serkeftin dihêl e, nîşaneyên ew çendî bi dil û can hiştin ku, heya roja îro û her roja were wê her bibin çavkaniya hêz, moral û îradeyê  ji bo hemû hevalên Sema.