RÊBER APO

Me gelek keçên bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê tu carî negihîştibûmayê. Lê min bawer nekir ku derbaskirina ji vê rewşa çîroka nostaljîk û pêkanîna gihaştinê ew qas jî hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tune bin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne dikare eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê bibe.

Divê ez li xwe mikur bêm ku demekê ez jî bi nexweşiya modernîteyê ketim, dê û bav jî di navê de min xwest ez ji her tiştê van erdan birevim. Ez gelek caran li xwe mikur têm ku di jiyanê de yek ji mijara ez zêde pê xapiyam ev bû. Lê ez dizanim, ez tu carî bi tevahî ji rastiya ku Braidwood çavdêriya wê kir jî qut nebûm; ez mîna zarokekî qûntara wan çiyan, min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên bihuşta wan afirandî dît û timî xwest lê bigerim. Ez hîn zarok bûm navê ‘dînê çiyê’ li min kiribûn. Ez paşê hîn bûm ku ev jiyan hînê zêde ya xwedayî Dionysos e. Li pêş û paşiya wî koma keçikên hunerkar û azad a bi navê Bakha, Dionysos geriyaye. Bi hev re xwarine, vexwarine û kêf kirine. Min ji vê jiyana xwedayî hez kiribû. Fîlozof Nietzsche jî ev xweda tercîhî Zeus kiribû. Ji vê jî wêdetir li bin gelek gotinên xwe ‘şagirtê Dionysos’ nivîsandiye.

Wexta ez li gund bûm, herçiqas bi olê re li hev nedikir jî ji lîstikên keçikan ên nîşanê û wekî din wêdetir, min hez dikir ez bi wan re bilîzim. Li gorî min a bi awayekî xwezayî diviyabû bibûya jî wisa bû. Ez tu carî razî nebûm ku çanda serdest jinê bigire û piştperde bike. Min qanûna bi navê namûsê tu carî nas nekir. Ez hînê jî ji guftûgokirin, lîstik û parvekirina pîroziyên din hemûyan a azad û bê sînor bi jinê re dibêjim ‘erê’, lê li ser navê çi dibe bila bibe, sedema wan çi dibe bila bibe, ez ji her girêdan û koletiya bêhna milkiyetê jê bê û li ser hîmê hêzê re, heta dawiyê dibêjim ‘na’.

Li van çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim. Di nûçeyan de gelek caran tê gotin ‘Komeke jinên ji Başûr-Rojhilat ên li romorka traktorê yan jî pişta komyonê barkirî wexta ji bo rêncbertiyê diçûn filan herêmê di qezayê de mirin’; ez wexta van hevokan dibihîsim, hêrsa min a li hemberî mêrê qaşo xwediyê jinê, malbat, hiyarerşî û dewletê bi qasî li hemberî tu bûyerê nîn e, radibe. Tim tê bîra min, bi qasî ez ji vê rewşê hêrs bûbûm hê ji tu bûyerî re ew qas hêrs nebûbûm. Ma çawa dibe, ji nifşên xwedawendan evqasî piçûk ketin? Ruh û hişê min ev piçûk-ketin tu carî qebûl nekir û zîhnê min jî ev yek tu carî ranekir. Ji bo min jin wê yan di asta pîrozbûna xwedawendan de be yan jî wê hîç nebe. Tê gotin: ‘Di civakekê de asta jiyana jinan gihîştiyê, pîvana asta jiyana wê civakê ye.’ Ez timî li ser rastiya vê gotinê difikirim. Min ji bo diya xwe hevoka ‘ji çanda xwedawendên dayik ma ye’ bi kar anîbû. Ew jî weke wan şîşman û qelew bû. Ji ber ku mîna jinên modernîteyê li hev nehatibû çêkirin, min nikarîbû pîrozbûna di wê de bidîta. Tevî ku min di jiyana xwe de êşên gelek mezin kişandine jî ez tu carî bi awayekî cidî negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê hilweşandin di serî de diya min û di şexsê wê de dayikên herêmê (Rojhilata Navîn) hemûyan bi dilekî şikestî û çavên şil bi bîr tînim, dinêrim. Diya min ji bîrê bi zehmetî ava derdixist bi satilê dibir û wexta diwestiya û di nîvê rê de datanî min baz dida qurûs dibûm bi hemdê xwe vedixwar. Ez niha li wê maneya qurtên avê, weke yek ji bîranînên xwe yên herî bijartî û xemxwar dinêrim, dibînim.

Ez ji her kesî re jî pêşniyaz dikim ku piştî qalibên zîhnê yên modernîteyê hemû hilweşandin dikarin ji nû ve li têkiliyên xwe yên dê-bavê binêrin. Ez dixwazim dîsa bi heman awayî li tevahiya ‘têkiliyên gund’ yên ji neolîtîkê mayî temaşe bikin. Bêguman serketina herî mezin a modernîteyê ew e ku karîbû nêrîna me ya çandî a panzdeh hezar sal e hatiye avakirin, hilweşîne û vê çandê tune bihesibîne. Mirov fêm dike ku tu kes ji kes û komên mirovan ên evçend hatin hilweşandin û tune hatine hesibandin, nêrîneke azad, serbilind, dildariya jiyanê û berxwedanê hêvî neke.

Di felsefeya Hegel de şertê pêkhatina eşqê; di navbera jin û mêr de bidesxistina hevsenga hêzê ye. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa hevsenga hêza madî û çor nakin. Hevsenga hêzê ya behsa wê tê kirin, hevsenga fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevn û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez di pratîkê de nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de piralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirina û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê terîfê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan li min dinêrî û hembêz dikirin. Tevî ku ez di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî hembêz bikim û wan bikim taca serê xwe.

Ji lewra min li têkiliyên fermî weke têkiliyên bêhna desthilatdariyê ji wan tê dinêrî û dilê min li wan germ nedibû. Mîna alternatîfekê bûn ku min ji gel dûr dikirin. Gelek dost, kes û kom hatin cem me. Em bi wan re baş eleqedar nebûn û mîna ku ev hemû encama desthilatdarbûnê bûn. Fena ku ez di navbera gel û desthilatdariyê de diçûm û dihatim. Kûrfikirkirina min a li ser dualîteya desthilatdarî û demokrasiyê bi saya van têkiliyan e.

Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzikatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê xebatên sosyolojîk bûn. Li qada xwe, herçiqasî teng bû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nîn in, mirovên hêja ne û bi vê yekê em serbilind dibûn. Ev nêzikatî li hezkirinê bi xwe rê vedikir. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike lê ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek esîl derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cudahiya xwe tune ye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê vê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.