Însan ji xwezayê qût bûye ji ber heqîqet hatiye perçe kirin. Di têkiliyên civakî de wekhevî nîne ji ber têkiliyên komînal xirab bûne. Zilam li ser jinê xwedî maf e ji ber jinê xweserbûyina xwe wenda kiriye.

Dema em dibên însan divê li vir em kêvanekî biçûk vekin da ku di têgeh û têgînan de şaşîtî dernekevin û mijarên em dixwazin nîqaş bikin bi zelalî derbikevin zanebûnê. Wekî etîmîlojiya têgîna însan mirov dikare bêje ku; însan tê wateye ‘ya ji jinê tê’, peyvekî Erebî ye. Her kesekî ku Kur’anê lêkolîn kiribe; Sureya Nîsa dizane. Her ku çiqas bi aqlê zilam hindek tişt hatibin dest girtin jî ji bo têgiştina mijarê mirov dikare mînak bide,  ev sure ji bo jinê hatiye nivisandin, navê wê jî Nîsa ye. Nisa ango jin heman tişt e. Di wateya bingehîn de wê gavê însan her dû zayendan jî dikare bixe nava xwe, ji ber ev xislet di jinê de heye. Lewra wekî zayend jî jin di xwezeya xwe de xwediyê taybetmendiyên her dû zayenda ye. Ev mijar ji ber gelek berfireh e û bîyolojiya jinê jî dixe nava xwe, emê niha vê mijarê li vir zêde dirêj nekin. Lê divê li vir bê zanîn ku tiştê bi serê jinê de hatiye di heman demî de bi serî zilam de jî hatiye, ji ber her du temamkerê hev in.

Dîsa însan di gelek deran de wekî civak jî tê nas kirin. Rista esîl a jinê wekî di hemû diyardeyan de xwe dide der cardin li vir jî derdikeve pêşiya me. Dema em dibên jin çavkanî ye ne ku em jî ferasetekî nû pêş bixin. Dibe hindek kes vê mijarê wekî jin-navend bi navê din feminasentîrk bigirin dest. Lê beriya her tiştî bila bê zanîn, em xwe ji vê ferasetê diparêzin. Feraseta ku tiştekî radike jorê û yên din li dora wî dixe ser çogan ewe ku textê qralan tîne bîra mirova. Em wiha nagirin dest û wiha jî nafikirin, em dixwazin li gorî rastiyên gerdûnî tevbigerin û fikrên xwe li gorî wî pêş bixin.

Di mijara jinê de mirov dibîne ku jin di çêbûna xwe de bi rista bûyinê, çêkirinê, avakirinê wekî çavkanî derdikeve pêşiya me. Ev di rastî de pêwiste ne wekî avantajekî ne jî wekî  der avantajekî bê dest girtin. Diviya ev mijarekî notr bana, ji ber ev çêbûnekî gerdûniye û nabe sedemê serweriyê ango kolebûnê. Pir xwerû mirov dikare bêje ku ev cûdawaziya jinê ye. Cûdawazî her ku çiqas ne sedemê dersînor kirinê ye, bi ewqasî jî ne sedemê xwe navendî kirinê ye. Zilam jî di çêbûna xwe de erkê temamkeriyê hildaye, di aliyê fîzyolojîk de jî ji jinê bi qûwettir e. Lê ev jî nabe sedem ku zilam xwe serwer bike ango bê dersînor kirin. Ferasetên heyî ev mijar wekî me nagirin dest. Yekî bi hêz dikin, ya din ji hêz dixîn in. Ferasetên ku navendî dikin, hîyerarşîk in û bingehê qeyranên îro roj in. Lewra çavkanî dema tê miçiqandin der û berên li ber şîn dibin jî hişk û zûwa dibin. Rewşa roja me wekî xûlase ji ber van ferasetên şaristaniya navendî ev e.

Jin, yên ji jinê tên û yên jin ava kiriye hemû li ber keraseta şaristaniyê tarûmar û derbeder in. Ne jin dikare rista xwe ya avakeriyê bilîze, ne civak dikare pêş bikeve û ne jî xweza dikare wekî berê berhem bide da ku di cîhana xwezayî de hevsengiyekî çêbike. Yên dixûyê, kolebûna jinê, mirina zilam û tofana xwezayê ye. Her wiha me di despêkê de got ku sê nakokî hene. Lê niha em mêze dikin ev sê nakokî wekî sê girêkan tên jiyîn. Rewşa heyî rewşa qeyrana dil û mêjî ye. Rewşa heyî ji bo jinê qrîz û pêxirtengî, ji bo zilam şer û kûştin, ji bo xwezayê jî keraset û talan e. Em naxwazin atmosferekî reşbîn bidin ava kirin lê heta em rewşê rast pênase nekin jî em nikarin biçin çareseriye.

Dema cihekî mirovan biêşê rast e rast çi were ber destê wî danaqûrtîn e. Di despêkê de xwe baş dipelîn e, ger gûncav bê dîtin xwe derman dike, ger fêm neke diçe doxtorekî. Doxtor jî mûayene dike. Sedemên êşan tespît dike û li gorî nexweşiyan derman dide, qet nebe neşterê digire destê xwe û cihê diêşê diqelîşîn e, da ku bigîje çavkaniya êşê, ji bo bikaribe wî ji holê rabike. Bi metaforan pênase kirina pirsgirêkên civakî her ku çiqas di hindûrê xwe de rîska basît kirinê bîne jî lê em neçarin ji bo vê mijarê van metaforan bişûxîl in.  Lewra metafor pirî caran dibin sedem ku mirov meseleyan baştirîn fêm bike. Di vê mijarê de herî kêm ev mînak di cih de ye û mirov dikare bêje ku çavkanî hatiye xitimandin. Êdî dema wî hatiye ku em pirs bikin;

Çavkanî di pêxirtengiyê de ye. Emê Çawa wê ji vê pêxistengiyê rizgar bikin?

Beriya Bersivê; ‘Nexweşiya Tû Ya Minî’

Me di ser nîvîsê de got, sê nakokî hene. Niha li vir pirsekî wisa derdekive pêşiya me. Van nakokiyan çawa ava bûn? Zilamê neçirvan me berê jî gelek caran li ser wî lêkolînan parve kiribû dema  pê hesiya ku dikare li ser xwezayê serwer bibe wê gavê xwe xist navend, xweza jî kir hawirdor ango pergala serdest û bindest pêş xist. Ji xwe giştî hevsengî jî li vir xirab bûn. Neçirvanê qûrnaz, êdî çavê xwe berda pergala jinê û navên ku civakê li jinê bar kiribû yek bi yek xist yê xwe. Herî dawî jî ji jinê re got; ‘’Tû jî ya minî-Jina Min-’’.

Gir, kanî, daristan, çem û rûbarên jinê hilweşand û li şûna wan textê xwedatiyê bi cih kir. Êdî ji vir şûnde civak berê xwe bide çi li wir zilamekî li ser dîkê dibîne. Zilamê xasûk, çavbirçî û qatîl li her derî bê ser û ber belav bûn. Di destê wan de kevir li pey nêçirkirina xezalekî, di destê wan de şûr li pey kûştina zilamekî, di destê wan de kûlîlk li pey kêdî kirina jinekî ne. Dibe kevir ango gûl, lê hemû jî heman tişt in. Hindekan neçîra xwe kûşt, hindekan jî kêdî kir. Tê zanîn yên mişk û maran bi jahriyê dikûjin, pisîk û berxikan bi şîr kêdî dikin. Dibe rengê amûrê bigûher e, lê armanca amûrê her car eynî ye, mafê jiyanê dikûje.

Mirov dikare van amûrên di destê zilam de bişibîne vîrûsên şewba desthilatdariyê. Nexêr, kî çav bi van amûran ket dîn û har bû. Ket pey, ji xwe re jî yek peyda bike. Vîrûsa erdekî, jinêkî û malekî min jî hebe, mirovahiyê anî heta roja îro ku êdî ji nav derketin ewqas jî ne hêsan e. Lewra ev nexweşî her ku çû zêdetir kûr bû û şane bi şane civakê xist nava lepên xwe. Lewra ecêp tê ku mirov bi vê nexwşiyê nekeve. Yên li pey erd, jin û mal in wekî bi tendûrits tên dîtin, navê yê din bûne ‘nexweş’. Psîkologên herî zana yên roja me jî nikarin rast pênase bikin, ji kesên ne li pey van amûra re ne pir bi peyvên sofîstîke dibên; ‘’Hûn nakokiyên ontolojîk dijîn. Pirsgirêka we ya hebûnê heye. Hûn nikarin xwe ava bikin’’.

Dermanê Vîrûsa Desthilatdariyê

Dema bi hevokên herî tûnd em van mijaran tînin ziman, ev ne ji xwe ve pêş dikeve. Ji ber em êşa vê koletiyê baş dizanin. Ji ber me gelek caran şahidiya jinên herî bedew kirin ku ji bo nebin nêçir, ji bo bi erd û mal û gûl nexapin çawa xwe ji zinaran avêtin. Çawa bombeyan di dilê xwe de teqandin. Çawa agir di bedena xwe ya nazik de pêxistin. Nîvê sedsalekî ye PKK li çareseriya van her sê nakokiyên bingehîn yên mirovahiyê digere. Ji bo çareserî pêş bikeve gelek kesên kêziyên li bejna wan ba didan xistin diyarî ji bo pêşerojekî bê koletî. Ew wiha hêsan negîştîn asta îroj. Niha ew zane bûne, niha wan zilamê xasûk, çavbirçî û kûjerê jinê bi bin xistiye. Di nava daristanên xwe de, li ser kanî û çiyayên xwe ji nûve xwe ava dikin. Me berê jî bal kişand heta êş neyê penase kirin, dermanê herî baş jî bê şixûlandin, dibe nexweşî ji berê xiraptir bike. Di roja me çareseriya vîrûsa kû mirovahî pê ketiye jiyanekî demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiyê jinê bê ava kirin e. İnsan û xweza ewê li ser ekolojîya komînal bên gel hev, ewê civak li ser hîmên demokrasiyê ji cûdawaziyên xwe hêz bigire, ewê jin û zilam bi azad bûyina rih û bedena jinê hevsengiyekî di navbera xwe de ava bike. Ewê wê gavê rûmeta heskirinê bê qezenç kirin, ewê wê gavê gûl li ser koka şîn bibin, xezal li ser zinarên wekî kêran tûj bibezin û ewê însaniyet wê gavê bi rûmeta azadiyê bikaribe li rûyê hev mêze bike. Çareseriya qrîzên jinê hêza ku ji pêşketinê tê yanî azadiyê ye. Çareseriya şer û kûştina zilam demokrasî ye, jiyanekî hevpar yê komînal e. Çareseriya keraset û talan a xwezayê hevsengiya di navbera jin-zilam, însan-însan û însan-xwezaye.

Ji bo wî jî dibê jin bi erka xwe ya sereke rabe. Bikeve nava karê xwe parastinê. Dîroka xwe nas bike. Xwe zane bike. Parasvanê xwezayê jî, yê civakê jî jin e. Ji bo xweza bê parastin divê jin azad be. Ji bo civak bê parastin divê dîsa jin azad be. Ji bo jin azad bibe divê bi karibe xwe biparêz e. Yanî, yê xweza jî, civak jî û jin jî biparêze dîsa jin e. Ji ber ew çavkanî ye û armanca çêbûna wê afirandin, parastin, xwedî kirin e, divê li vê erka xwe demildest varqile. Jinên bi hişmendiya azadiyê rabûne, hênasekî azadiyê dane civaka xwe. Mînakên herî berbi çav di tevgera azadiyê de tê xûya kirin. Kêsayetiyên jin wekî Azîmeyan, Besêyan, Sarayan, Berîtanan, Zilanan, Axînan, Leyla Sorxînan, Destan Botanan, Jîndar Rûmet Meyaseran û Cûdî Çekdaran bi xwebûyinê bûne nîşaneya vê çareseriyê.