Em di despêkê de bala xwe bidin li ser hebûna jin ya di nava artêşan de. Ev hezaran salin, artêş amurê xurt kirin û parastina desthilatdarî û milkê zilam e. Artêşbuyina zilam li ser bingeha şef, şaman, şerkerê ciwan pêş ketiye. Şef, şaman, şerkerê ciwan di heman demî sê lingên esasî yê mîsoger kirina şaristaniya kapîtalîst e. Di her sê sazîbuyinên zilam de teqez cihê jin nîne. Ji ber k ev sazîbuyin li beranberî jin pêş ketiye. Şef buye rêveberî, şaman saziyên zanistê xistiye bin desthilata xwe, şerkerê ciwan jî veguheriye artêşbuyina zilam. Lê mêzekin, bi van her sê saziyan hem hêza biryarê ya însan yanî îradê ango vîna mirov, hem hêza zanistê ya însan yanî fikir û hêst ango rihê mirov û hêza parastina giştiyan ji mirov hatiye sendin. Ev rewş hezaran sale didome. Lê îro em temaşe dikin, di hindek saziyan de cih didin jin. Bi taybetî di deh salên dawî de, gelek hêzên desthilatdar jin tevlî artêşan dikin. Berê jî, di saziyên sîxûriyan de jin hebun, lê di artêşan de tev jin, zêde tine bu.

Çima ev rewş wisa guherî? Ev saziyên ku zilam xwe ji pênç hezar salan zêdetir têdê bi cih kiriye de çima cih dane jinê? Ev rewş wisa jixweve neguherî, ev encamên tekoşîna jinê ye. Her çiqas jin bi hezaran salan, ji şikestinê re derbas bu jî, lê tekoşîna xwe ya azadiyê ti caran neda sekinand. Li kur derfetekî herî biçuk dît, xwe tevlî kir. Ev jî di roja me ya îro de bu bingehê hindek guhertinan. Nexwe, zilam zu bi zu cih nade jinê, jinê tevlî sazîbuyinên xwe nake. Me berê jî behs kir, ev sazîbuyinên zilam, encamên serkeftina zilam yên li beranberî jinê ye. Dewlet,bajar, çînayetî, daraz, artêş, zango vana hemû jî li gorî aqlê zilam yên analîtîk pêş ketine. Nişaneya zafera zilam in. Ji bo wî cih dayina jin, di asta şoreşekî jinan de gengaz e.  Bi giştî nebe jî, lê asta berxwedaniya jinan, êdî di astekî de li ser pergala zilam bandor dikin. Pergala zilamsalarî pêşketinên jin dît û  pêwistî dîtin ku hindek tevdîran bigrin. Bi aqlekî analîtîk, dixwazin ev encamên deskeftiyên jin bixin bin xizmeta xwe. Rast e, li gorî berjewendiyên xwe di hindek artêşan de cih dan jinan. Jinan digrin artêşan û di medyaya xwe ya şerê taybet de 24 saetan propoganda wî dikin. Bi vê jî jinan dixin perçekî şerê xwe yên taybet. Dibe, hindek kes ev rewş, wekî pêşketin bibîn in. Lê em wisa nagrin dest. Mînak Emerîka, Tirkiye û hwd jinan tevlî artêşên xwe kirin. Bi taybetî jî Tirkiye, tevlî kirina jinan ya artêşa xwe pir xist rojevê. Em vê pir baş analîz bikin. Ji xwe ev pêncî salin Tirkiye bi PKK’ê re şer dike. Her wekî din PKK bi xeta xwe ya azadiya jin li giştî cihanê deng vedaye. Wekî konseptekî taybet Tirkiye jî jinan tevlî artêşa xwe kir. Ev konsepta şerê taybet e û li beranberî PKK’ê hatiye pêş xistin. Ji ber ku di şerekî de dema xeta jin derdikeve pêş li wir îmajekî jî çê dibe. Di giştî cihanê de asta tevlîbuyina jinan ji giştî saziyan re pîvanên demokratîk buyinê dide diyar kirin. Tirkiye jî vaye nêzî pênci salin, dixwaze dinyayê bixapîne û xwe demokrasîxwaz û azadîxwaz bide nîşandan. PKK’ê jî, wekî hêzekî hov, dervayî mirovahiyê û terorîst bide nîşandan. Lê dinya giştî di tekoşîna PKK’ê de rengê jinê dibîne û dizane ku PKK ne ewê ku Tirkiye dide nîşandane. Ji bo wî Tirkiye, hindek sazîbunan pêş xist, mînak; JOH, POH heye, ev hêzên cendirme yên taybet û yên hêzên polîsan yên taybet in. Niha li kêleka vana JOAK hat ava kirin. Yanî hêza cendirmeyên taybet yên jin, di medyaya xwe ya şerê taybet de pir propaganda wî pêş xistin. Hên jî bi tûndî bangawaziya jinên ciwan dikin ku tevlî ev hêza jinan ya taybet bikin. Di serî de jî, me dan diyar kirin, ev li dijî hêzên şoreşger, bi taybetî jî li dijî PKK’ê pêş ketiye.

Rewşa İranê jî heman tişt e. Di İranê de, ji berê ve wekî kevneşopekî jin di nava karên leşkerî de wekî sîxur kar anîn heye, lê vê dawiyê rixmê pergala xwe şerîate jî, di hindek avaniyên leşkerî de jinan tevlî artêşa xwe kir. Qasim Silêmanî heye, li İranê pir tê zanîn. Di artêşa İranê de gelek xizmetên wî çêbun. İran Qasim Silêmanî di pir milê de lê bi taybet di qada leşkerî de wekî pêşengekî qebul dike. Ev kesayet di sala 2020’de, ji aliyê Emerîka ve,  bi êrişekî sekvanî li İraqê hat kuştin. Di sala 2021’de, di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de İran rêxistinekî nû ava kir. Wekî İran daxuya kirin ku ev avaniya nû ji bo bîranîna Qasim Silêman hat damezrandin. Taybetmendiya ev avaniyê çiye? Bi navê, Zeynep Silêmanî jinekî heye, ev keç an jî qiza Qasim Silêmani ye. Ev pêkhateya ji bo bîranîna Qasim Silêmanî hatiye ava kirin de Zeynep Silêmanî pir bi bandor e. Yekser ev avanî bi destê wê tê meşandin. Ji avaniyê re dibên, ‘Rêxistina Keçên Hecî Qasim Silêmanî’. Em dikarin bêjin ku pergala van welatan çi dibe bila bibe, tevlî kirina jina yekser bi hêza jinê ve girêdayiye. Lê jin bi vê şêweyî tevlî kirin, tenê dikeve bin xizmeta desthilata zilam. Ev wê bibe sedem ku temenê pergala zilamsalarî hên dirêjtir bibe. Ji ber ku li vir armanç ne azadiya jin an jî parastina deskeftiyên jin in. Li vir yekser jin dibe parazvanê pergala zilam.

Ger em ji bo Başurê Kürdistanê binirxîn in, em dikarin mînaka PDK’ê bidin. PDK jî, bi salane texlîda tevgera azadiyê dike, di her milî de em bişopîn in, PDK her dem ji pêş ketinên tevgera azadiyê, ji xwe re encaman derxistiye. Lê van pêşketinan ji bo berjewendiyên civakê ne şixulandiye.  Wekî mînak, piştî Şoreşa Rojava, bi taybetî di milê jin de hindek deskeftî hatin bi dest xistin. PDK, xwest li ser van deskeftiyan wekî texlîd kirina YPJ’ê, artêşa jinan ava bikin.  Bi taybetî jî, piştî êrişên Şingalê jinên ku ji fermanê reviyan ji aliyê PDK’ê ve hatin rêxistin kirin û di nava hêzên Roj de hatin bi cih kirin. Karakterê hêza Roj tê zanîn, ew li dijî rêxistina azadiyê wekî alternatîfekî bi taybetî ji aliyê hêzên komploger ve tê amade kirin. Tevlî kirina jinan jî li ser vê esasê ji bo vê hêzê pêş dikeve.

Divê baş bê fêm kirin. Armancên hêzên komploger ewin ku deskeftiyên jinan bi van şêweyên zirav tasviye bikin. Tevlî kirina jinan ji artêşan re ne bi armanca fikrandina azadiya jinê ye, berovajî tê xwestin kole kirina jin, bi hên rêbazên ziravtir bê domandin. Ji bo wî, jinan tevlî artêşan dikin an jî ji wan re bi taybet artêş didin ava kirin.  Di rojeva wan de heye, hêzên wisa ava bikin ku li dijî deskeftiyên jinan bidin şixûlandin. Dîsa armancekî wan yê din, hindûrê artêş bûna jinan bidin vala kirin, dixwazin wekî qalikekî, wekî ambalajekî jin bixin rengên artêşên xwe. Ji xwe modernîteya kapîtalîst ev rêbaz tim û daîm bi kar aniye.

Xuya ye ku, artêş dixwazin hindek karakterê xwe bigûherîn in. Wekî tevgera azadiyê em vê rewşê wekî pêş ketin nagirin dest. Ev di hûndirê xwe de xwedî gelek armancên veşartîne. Berê jî me bi lêv kir, armanç ne azadiya jin e. Li vir di hesabên desthilatan de ev heye, vala derxistina hêzên şoreşger û hundirê hêzên şoreşger vala kirin e. Berovajî wî, ew ji xweve, ev pergala xwe ya hişk nagûherîn in. Lê îro pêwistiya wan heye, qet nebe, ji bo berjewendiyên xwe hindek guhertinan, di pergala artêşan de, çêkirin. Bi vê rêyê jî, jin tevlî artêşan kirin, lê jin li vir tenê wekî dîmen an jî wekî amurekî xurt kirina hêzên dest hilatdar, tê bi kar anîn.

Divê mirov li hemberî van derketinan pir baldar nêz bibe. Ji ber ku tevgera azadiyê pir berdêlên mezin xeta jina azad afirand. Jîn gihişt asta ku zanista civakî bi navê jîneolojiyê pêş bixe. Di her gavekî pergalê de ku bi taybet wekî şiklî bi rengê jinê tê meşandin, hemû li hemberî deskeftiyên xeta jina azad in. Ger ne wisa bana di despêkê de jinên pêşeng yê tavgera azadiyê, Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê Demîr, Fatma, Evîn Goyî, Jiyan, Nagîhan Akarselan ne dihatin qetil kirin. Pergalekî di alîkî de jina qetil bike, di aliyê din de jî mîna ku pêşiya jina vedike tevbigere, ev pergal ti caran bawerî nade mirovan. Rojê herî kêm li Tirkiyê jinekî tê qetil kirin, mirov dikare bêje ku ew jinên di saziyên ewlekariyê de cih digirin ji bo berjewendiyên jinê li wir in. Ew jî bi rengekî jinê dikevin xizmeta zilam û ev rewş ji hemû gavên pergalê ya herî xetertir e.

Ji Waneya Fermandarî Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin