‘’ Di pozitîvîzmê de hewildana her tiştî bi metaryalîzma qebe pênase bikin heye. Li ser xetekî dûz her çûyin û qlîka sedem-encam pir diyarker e. Ger jiyana lawirên herî bingehîn bê zanîn ewe pir balkeş bibe. Gelo mar, dûpişk, çûk û lawirên bi pêsir çawa li gerdûnê mezê dikin? Lewra di nava civakê de tê gotin, ‘’Mîna gayê li trênê mêze dike’’, ev pênasekî pir balkêş e. Kevir û molekûlên qûmê çawa li hev dinêrin? Lera seknekî wan jî heye. Her wiha her tişt, bi giştî gerdûn û xweza ji xwe seknekî ye. Seknekî tevgerîner yê bê dawî ye.’’

Rêber Apo

 Pozîtîvizm Çiye?

Pozîtîvîzm wekî têgeh peyvekî Fransî ye û tê wateye diyarde ango di zimanê Elmanî de wekî fenomen jî mirov dikare pênase bike. ‘Bûyerên pêk hatine û qediyane’ mijara lêkolîn kirina pozîtîvîzmê ye. Pozîtîvîzm di sedsala 19.’de wekî rêbazekî gihiştandina heqîqetê ketiye meriyetê. Xwe dispêre; ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’. Mirov dikare wiha jî bêje; tiştekî ku bi çavê xwe nebîne bawer nake û tenê bi ezmûnên xwe pişt rast e. Rastî ewe ku; tenê bi çav tê dîtin û yê hatiye ceribandin e. İlim li ser vê rêbazê pêşketiye û mirov dikare jê re bêje pozîtîvizm; ‘Rêbaza Zanistê’ ye.

Di çaxê navîn de ev şêweyê fikrandinê li hemberî dogmatîzê derdikeve û xwe wekî ‘Reform’ û ‘Rônesans’ formûle dike. Heta wê demê dihat zanîn ku hemû bûyer, cîhan, xwezaya însan, gerdûn an ji aliyê xwedê ve hatiye xûlikandin an jî bi qasî felsefê pênase kiriye ewqas e. Lewra giraniya pergala ‘Dêra Xrîstiyanan’ li ser her tiştî serwer e û dervayê dogmayê xwe rê nade ti fikrî. Ev jî di civakê de tevizandinê çê dike. Ji xwe ya biryar dide ‘qeder e’ wê gavê pêwist nake însan ti tiştekî bike. Bila ji qedera xwe razî be û çi bi serê wê de jî bê, bila berê xwe bide xwedê û jê re şikir bike. Fikrandinekî bi vê rengê xitimandinekî mezin çêdike û di nava civakê de rizandin pêş dikeve. Kokên şer û aloziyên mezin di van deman de şax didin. Tepisandina heyî kombûna bertekan ava dike. Ev demekî reştarî ye, ji bo mirovahiyê. Demekî dirêj nehêştiye ku însan bi fikire, bi her awayî fikrê însan li hemberî xwedê hatiye darizandin. İnsan pir biçûk hatiye dîtin, di nava perdala dêrê de rihê însan hatiye fetisandin û kesayet bi xwe hatiye çewisandin. Ne gengazekî ku dervayê dêrê kes gotinekî din bibêj e. Ji vê bê dengî û reştarîtiyê derketin encax bi tarzekî nû yê fikrandinê çêdibe. Ronakbîrên Ronesansê giştî xeteriyan didin ber çav û li hemberî vê tarzê derdikevin. Pişt re ji vê serdemê re tê gotin; ‘’Serdema Ronak’’. Ev pêvajoyên ku niha em di xûlekekî de behs dikin bi qasî sê sed salan dom dikin. Ji sedsala 16. heta sedsala 19. şerekî fikrî yê pir dijwar di navbera ‘dêr’ û ‘ronakbîran’ de diqewime. Pir êşên mezin tên kişandin. Berdêlên pir giran tên dayin, gelek kes di vê pêvajoyê de ji ber fikrê nû diparêzin ji canê xwe dibin. Her ku çiqas di roja me de ev rêbaz jî nabe bersiv lê ji bo wê serdemê mîna şoreşekî ye. Em wiha bigirin dest ku bê rêzê ji bo kesên di oxira fikrên nû de berdêl dane de çênebe. Lê ji ber wiha ye nayê wê watê ku em bêjin ev rêbaz ya herî rast e. Gavekî ji bo pêşketinê bû, lê ne têrker bû. Ji xwe mirovahî hemû pêşketinên xwe di nava êşên herî giran de qezenç kiriye. Her wiha ti pêşketin bê berdêl çênebûne. Ya girîng mirov xwediyê wê cesaretê be ku bikaribe ji ya heyî re bêje; ‘’Bes e!’’. Wê gavê mafê mirovan çêdibe ku mirov ya kevin rexne bike û bi terikîne. Ji ber ti tiştekî bê ku tekoşîn û şerî wî bê dayîn pêk nayê. Ev kesên ku şerî wî dan kesên bi navê Galîleo, Bacon, Descartes û Newton in.

Ji paradîgmaya pozîtîf ya ku li ser şêweya ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’ê pêş dikeve re Galîleo, Bacon, Descarters û Newton pêşengtî kirin. Binkeyên vê paradigmayê ji aliyê Bacon û Galîleo ve tên amade kirin. Lê di esas de yê paradîgmaya pozîtîf wekî zihniyetekî di asta felsefî de pêş dixe Descartes e û yê bi beden dike ango dizivirîne şêweyê jiyanê jî Newton e. Wekî şîrove mirov dikare bêje, tovên paradîgmaya pozîtîf Galîleo û Bacon in, can û giyana wî felsefeya Descartes e, laş û gewdê wî jî Newton e. Yê despêkê rêbaza ‘çavdêrî’ û ‘ceribandinê’ xist meriyeyê Bacon e. Bacon encamên ji ceribandinê xwe derdixe dike malê giştî. Decartes jî ji aliyê din ve dibe temamkerê Bacon û ji giştî derdikeve rê, digijê encamê. Di Descartes de ya girîng aqil e. Newton van her dû rêbazan dixe ye paradîgmaya fîzîka klasîk pêş dixîne. Piştî wî di hemû gav avêtinan de êdî bandora fîzîka klasîk heye ku di bingeh de rêbaza ‘çavderî-ceribandin’ û ‘aqil-analîz’ e.

Lewra rastî tenê yê hatiye ceribandin e. Dervayê vî ti rastî nîne, ger hebe jî bi gûman e. Heta neyê ceribandin mirov nikare jê pişt rast bibe. Ev tarzê fikrandina pozîtîvîzmê ye. Di alîkî din de ev tarz jî mîna dogmatîzmê derî ji gûhertinan re digire. Her wiha ew bi xwe li hember dogmatîzmê rabîbû lê bi demê re ew xwe jî şibiya wî. Ji ber vê carê şûna xwedê ‘çavdêrî-ceribandin’ hat bi cih kirin. Lê gelo rastî ewqas hêsan e, ango ewqas teng e ku mirov her carî bi ceribîn e? Baş e, na! Gerdûn ewqas komplekse ku mînaka herî ber bi çav jî însan û civak e ku mîna di pileya sed de kelandina avê, nayê şîrove kirin û analîz kirin. Jê re rêbazin din jî pêwist dikin, rêbazên hên berfireh û li gorî zagonên gerdûnê.

Di paradîgmaya pozîtîvîzmê de kesê herî navdar û mohra xwe li dîrokê daye Agust Comte e. Li vir bê ku em behsa Agûst Comte bikin nabe. Agust Comte ronakbîr û feylesofekî Fransî ye. Agust Comte çima ewqas girîng e, lewra yê vê fikrê bi nav kiriye û termînolojiya wî ava kiriye Agust Comte e. Comte li ser hêmanên feraseta Davîd Hûmê İngîlîzî û feylesofê Almanî Kant  pozîtîvîzmê bi dest û ling kiriye. Dîsa John Stuart Mîll û Herbert Spencer jî bandorekî mezin li paradîgmaya pozîtîvîzmê kirin e. Niha dema mirov wateye pozitîfîzmê nizane be mîna ku behsa tiştekî erênî bike tê fêm kirin. Di rastî de jî Comte dema xwest termînolojiya pozîtîvîzmê ava bike ji wateya erenê ya peyva pozîtîf bi rê ket. Bijartekî wî di derbarê nav de wekî peyamekî ji ferasetên rizîner, xirapker, çewisîner, girtî, bê feyde re ye. Ji ber me berê jî diyar kir ku ferasetên di çaxa navîn de dihatin jiyîn, li pêşiya pêşketina mirovatiyê wekî diwarekî xwedayî bûn. Derbas kirina wan ‘sûc’, ‘gûneh’, ‘eyb’, ‘xirab’, ‘bê exlak’ dihat dîtin. Her wiha Agûst bi hilbijartina vê navê re bêje ku pozîtîvîzm ya çêker, peşketî û erênî ango ya baş e.

Agust Comte ne tenê li hemberî îdealîzmê di heman demî li hemberî meteryalîzmê jî di nava helwesta red kirinê de ye. Li gorî Agust Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm tiştekî baş ji mirovahiyê re ne kirine. Her dû hişmendî jî ristekî neyînî li hemberî pêşketina mirovahiyê lîstine û neyînî ne. Di heman demî ji ber ‘ceribandin’ ne xalekî her dû hişmendiyaye jî ew bi xwe ‘metafîzîk’in. Ango li gorî Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm ne îlmî ne. Ger zanyarekî dixwaze bigîje îlma rast divê felsefê nexe nava karê xwe, ev fikra Comte ya herî balkêş e. Lewra Comte dibê, ne ku mirov bi rêya felsefê ve bigîje îlmê, pêwiste mirov bi rêya zanistê bigîje felsefê, ya rastî ev e. Pozîtîvîzm bi vê xisletê xwe mîna felsefeya zanistê ye. Hên di despêkê pêş xistina fikrê xwe de Comte bi vê hişmendiyê ve felsefê ango felsefeya ku xwe nespêre zanistê red dike. Lewra wê gavê pirsên bingehîn yê felsevê jîji xwe re naxe pirsgirêk û ji nedîtî ve tê. Ger mirovê ji pozîtîvîzma bi têgeh û nêrînên Comte pêşketiye re pênaseyekî bike, wê gavê mirov dikare bêje ku ‘felsefeyekî bê felsefe ye’.  Comte xwedî wê nêrîna ku ger berjewendiyên zanistê bi pirsên felsefe ve hevseng nebin wê gavê zanist dikare felsefê ji nedîtî ve bê. Ji ber li gorî Comte zanist bi serê xwe ji xwe felsefeyekî ye. Ji xwe xeterî jî di vir de ye, zanist bi vê nêrînê ve ji felsefê qut dibe û wateya xwe wenda dike. Wiha zanist tenê dibe amûrekî mekanîkî  û yek alî dimîne. Ya din encamekî wiha ye zanebûn bi perçe kirin, pîvandin, qelişandin, bi rêbazên mûtlaq û teqez tê bi dest xistin. Di encam de her ku çiqas ji meteryalîzmê re rexnegir be jî pozîtîvîzm ji wî xiraptir di astekî meteryalîzma qebe de dimîne.

Dîsa xalekî din yê girîng ewe ku pozîtîvîzm tenê li ser diyardeyan pêş dikeve. Pozîtîvîzm li ser bûyerên pêkaner teşbîhan dike, lê bûyeran pênase nake. Ger em mînaka vê bidin wiha ye; rih û madde li gorî felsefeya pozîtîvîzmê ne pêkan in, ji bo wî jî ne tên pênase kirin ne jî tên zanîn. Pêwist nake ku rih û madde bibe mijara zanista pozîtîvîzt, ev mijar ji bo zanistê xerc kirina demê vala ye. Ji ber nayên zanîn. Ango tenê tiştên bi çav tên dîtin, tên bihisitin, tên tam kirin  diyarde ne, yê din nayê zanîn. Pozîtîvîzm di vê warê de li ser esasê encamên bûyeran û têkîliya di navbera wan de xwe dide ava kirin. Ya girîng encam e, di çûndina encamê de bûyerên di qewimin bi nêzikatiya pozîtîvîzmê ne girîng e.  Encam her tiştî diyar dike, beriya wî çi bûye, çi qewimiye, çawa bûye nayê zanîn, ji xwe pêwist nake zanist bi vê re jî xwe mijûl bike. Lewra ev mijûlahîkî vala ye.

Gelek kes li hemberî van nêzikatiyên Comte helwest danîn. Ji vana yê herî navdar jî Einsteîn e. Ji xwe bi pêşketina qûantûmê re zanista pozîtîvîst di astekî mezin de vala derket.

Lewra Comte tenê bi zanyariyên pozîtîf re mijûl dibû û her du felsefeyên despêkê red dikir, di encam de ev nêzikatiyên Comte çêbûna tiştan ji nedîtî ve dihat û li gorî xwe ji pirsa hebûnê re bersivekî dida. Her merheleyekî çêbûnê xwedî bandoriyekî mezin e û di heman demî de her encamekî jî bi xwe merheleyekî çêbûnê ye. Lê di mantalîteya Comte ev tişt nîne. Ew bi xwe tenê bi encam û têkiliyên di navbera encaman re têkildar e. Pirsa ‘çawa çêbû’ li gel Comte tine ye, ew bi xwe bi pirsa ‘wê çawa bandor bikere’ meşgûl e. Ya girîng ne çawanî, hejmar e. Hindûr na, qalik girîng e. Ji bo wî jî felsefeya wî sûbjektîf e.

Ji danehevên Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ôcalan sûd hatiye wergirtin.