Ma gelo ciwantî ji çi re ye, ger dilê mirov bi evîna welatekî lê nede? Ger mirov bi wê enerjiya ciwantiyê nekeve nava lêgêrên gûhertina pergala heyî, ma gelo mirov dikare ji xwe re bêje ez ciwan im? Azadî Stêrk ango bi navê xwe yê malê Siham Bozan jinekî ciwan, ciwanekî şoreşê bû. Lewra giştî taybetmendiyên ciwantiyê li xisleta kesayetiya xwe bar kiribû.

Jiyan çîrokekî dirêj e, gelek tişt bi serê mirovan de tên, gelek caran mirov dikeve û gelek caran wekî hespekî rewnaq radibe ser lingan.

Jiyan bi qasî ku çîrokekî dirêj e, ewqas jî kurt e kû têrî jiyanê nake.

Lê di gerîla de, li ser çiyayên Kurdistanê, di nava PKK’ê de, jiyan; dibe kêlîkî be, lê ômir têrî nake, mirov behs bike. Ji ber xûlekekî vê jiyanê berdêlê bi hezaran jiyanên din e. Ji ber di kêlîkî de mirov dikare li ser pira mirin û jiyanê bimeşe. Nexwe mirov her dem li ser rêyekî ji pişta kêrê tûjtir û di nava kirasekî ji agir sotînertir de ye. Ji bo wî jî jiyan her û her di dozdan de lê dixe.

Lewra ne xem e, mirov li van çiyayan bi ômrê pepûleyekî jî bijî, ji ber ya girîng mirovê çawa bijî ye.

Gotinekî Kurdî heye dibê; ‘’Wekî bazên li asîmanên bilind bijîn! Ji ber ne girîng e mirov çiqas dijî, ya girîng mirovê çawa bijî ye’’.  Pirtûkekî Serokatî heye bi navê ‘Çawa bijîn?’, beriya wî gelek şoreşgeran jî li bersiva vê pirsê geriya ne. Ez ne şaş bim Çernîşevskiyê Rûsî jî di çaxa ‘çar’ de ev pirs di zindana ku tê de hatiye dîl girtin de, di pirtûka xwe ya bi navê; ‘Wê çawa bê kirin?’ de kiriye. Jiyanekî çawa ango pratîkekî çawa, ji her demî bêtir pirsa roja me ya îro ye. Her wiha felsefeya azadiyê ya ku Rêber Apo pêncê salin li ber ked dide, êdî ji bo ciwanên Kurd bersiva van pirsan pir hêsan kiriye. Êdî pêwist nake ku mirov biçe li fezayê li bersiva van pirsan bigere. Lewra yek ji wan şoreşên Kurdistanê, şoreşa Rojava pêlekî wisa bû ku ne tenê çavê ciwanên Kurd, çavê giştî dinyayê vekir û hêşt ku mirovahî carekî din li nirxên azadiyê bizivire. Lewra yên despêkê xwe avêtin hembêza vê şoreşa bi heybet jin bûn. Yek ji vana jî Azadî bû. Azadî li pey bersiva çawa bijîn û çawa bikin ket nava pêlên şoreşê û mîna ew bazên berze firî lûtkeyên çiyayan xist hêlîna jiyana xwe ya azad.

Derketina Çiyayan Çalakiya Herî Mezine, Li Hemberî Pergala Heyî

Pir bi wate bû hatina Azadî. Ji ber di pergala heyî de ciwan xalekî girîng in û bi lîstokên cûr be cûr ve rû bi rû tên. Lewra ji nifşên ‘Azadî’ re tê gotin ku ew nifşên ‘Z’ ne. Ango pergal bi dabeş kirina nifşan ve dixwaze nifşekî li gorî xwe bide ava kirin. Nifşekî ku tenê bi rêya înternetê têkîlî datîne, nifşekî ku miriyê telefonê ye û nikare bê torên civakî bijî. Ango dixwaze nifşekî mecazî yanî sanal bide çêkîrin. Lewma wiha ne hêsane ku ji vê tora mêjî û rihê mirovan qefil dike mirov xwe rizgar bike. Lê ciwanên wekî Azadî yên ku di çemên azadiyê de dikaribûn xwe bişon li hemberî vê dabeşiyê serî rakirin. Ew bi sekna xwe ya serhildêr giştî planên qirêj yên bi serê ciwanan de hatin vala derdixistin. Her ku ciwanekî ji wê pergalê qût kirin, pergalê derbekî mezin xwar.  Azadî jî bi vê zanebûnê tevgeriye û wiha berê xwe da çiyayan. Beriya tevlî bibe di perwerdehiyên birdozî yên Komelên Ciwanan re derbas bibû. Li wir fêr bibû ku înternet, telefon û torên civakî dema bê zanist were şixûlandin di asta hişbiran de zirar didin. Ji xwe pergal jî ciwanekî bê hiş, bê zanist û kole dixwest. Di serî de qûtbûyina Azadî ji vê pergalê mîna çalakiyekî li hember pergala modernîteye kapîtalîst pêşket. Lewra, wê bi zanebûn dev ji vê pergalê berda. Ciwanekî zane xeteriya herî mezin ya li hemberî vê pergalê bû. Wê jî xwe kir kelemê nava çavê pergala koledar û  bû xeteriyekî bi çek li serî çiyayan. Li hemberî fermanên hûnê bibin kole de, bijarteka azadiyê tercîh kir. Ji bo wî ye di roja îro de derketina ciwanekî wekî Azadî wêrektî û zanistekî mezin e. Wê ferdperestî red kir û ket nava komên hevalan. Di demekî wiha de ku operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê li çiyayan gûr bibû de hat çiyayan û got; ‘’ Hûn zexta xwe çiqas giran jî bikin, ez ji we natirsim!’’.

Jinekî Jîr û Jêhatî

Azadî sê sal bû tevlî refên gerîla bibû. Di demekî ewqas kurt de yên Azadî nasnedikirin pêr kêm bûn. Bi enerjiya xwe ya jiyanê, bi heskirina xwe ya hevaltî, bi keda xwe ya bê hesap û bi taybetmendiyên pak bala herkesî dikişand. Rûxmê li çiyayan nû jî bû, ti caran bi çavekî nû li xwe mêze nedikir. Di rewşên asayî de çûndina akademiyekî leşkerî herî kêm pratîkekî 5-6 salan dixwest, lê Azadî ji ber pir jîr û jêhatî bû, di demekî pir kurt de çû Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mahir. Azadî digot; ‘’ Şer giran e, divê ez zû pêş bikevim, zû barê rêxistinê rabikim’’. Di vê warê de hevalên li dora wê jî pêşiya wê vedikirin da ku zû bipije û bi pêşbikeve.

Zendûra Mîhenga Jiyana Azadî Bû

Azadî qadên lê dima de bû şahidê gelek hevalan û bûyeran. Bi taybetî jî ‘Destana Zendûra’ ya ku di bin fermandariya Serhet Giravî de hat meşandin, ji Azadî re bû mihenga jiyanê. Di rojnûsên xwe de, di axaftinên xwe de, di giştî jiyana xwe de xwest bersiva Zendûra bide û bibe layiqê 11 hevalên ku li Zendûra gihaştin şehadetê. Azadî digot; ‘’ Zendûra çiqas bi heybet e, mîna gerîlayên xwe qet serî natewîne û ti caran teslîm nabe, ez ji vê heybetê pir bandor dibim’’. Wê ji xwe re sekna Zendûra mînak girtibû. Ji bo wî jî roj bi roj wekî kelheyekî xwe ava dikir, her roj kevirekî li wê kelhê zêde dikir. Dema derdiket eraziyê bi coş û kelecan bû, di ware leşkertî de her ku pêşketinan di kesayetiya xwe de çêdikir, hên bêtir xwesteka wê ya şer zêde dibû. Her ku israr dikir bikeve çalakiyan jî hevalên li gel wê dixwestin wê baştir bipijîn in û ji pêşerojê re amade bikin.

Bû Sembola Rihê Ciwantiyê

Rojekî bi dizî xwestibû tevlî çalakiyekî li Metîna bibe. Heval dema wê ferq dikin, jê re dibên; ‘’Heval Azadî şoreş ne rojekî ye, wê dema te jî bê’’. Lê Azadî li hemberî ve helwestê bersivekî wisa dide ku ji zekaya wê herkesî bandor dibe. Dibêje ku; ‘’ Dibe hûn bixwazin min biparêzin ev erka we ye, ji ber ez hên ciwan im. Lê ji xwe ji ber ez ciwanim ev jî mafê min e ez bikevim çalakiyan’’. Ji wê rojê şûn ve Azadî êdî pêşenga erazayê bû, diçû keşfan, li ger koordîneyên çalakiyan xwe fêrî şer kirinê dikir. Di bin teknîkê de hevalan dibir cihê çalakiyê ku ev bi xwe jî çalakiya herî mezin bû. Dîsa di binesaziya şer de xwedî rol û mîsyonekî mezin bû. Ti caran ne digot, karê mezin ango karê biçûk, digot, karê şoreşê ye û diket bin her barî. Bi vê sekna xwe Azadî mînak bû. Di dilê hevalên xwe de para herî mezin ya heskirinê qezenç kiribû.

Ew Êdî Evîna Dilê Giştî Ciwana Ye

Lewra derketina wê ya serê çiyayan li pey pirsekî bû. Ewê çawa bijî, rêya wî jî ditîbû, ewê mîna bazan di zîrveyan de bijî, mêjî û rihê xwe azad bike û bibe sekna ciwanên şoreşger. Bi ked û hewildanên xwe Azadî di xeta jinên ciwan de, wekî şervanekî YJA Starê şopekî xwe yê dîrokî hêşt. Bê tirs hat çiyayan, bê tirs çû ser dijmin û bê tirs jiya. Da nîşan dayin ku jiyana herî bi rûmet jiyana heskirinê, hevaltiyê û ya kedê ye. Ango bû navnîşana jiyana rast ji giştî ciwanên ku dixwazin bersiva çawa bijîn peyda bikin. Ji bo wî ye Azadî wê her û her wekî ciwana şoreşê bê pênase kirin û her wiha ewê wekî ciwana şoreşê bimîne.