Ew ne baranekî tavî bû ku tenê wekî xûnavê li ser pelan bixûyê û piştê tavê ziwa bibe û winda bibe. Ew tava bin ewrên reş û giran bû, di her zirûfê de ji germahî û ronahiya xwe kêm nedikir û her xwediyê wê hêzê bû ku di hemû zorahiyan de tîrêjên xwe berdida nava dilê jiyanê û bi xwe dibû jiyan û enerjiya jiyanê.

Tavîn dilê lê dide bû.

Tavîn kelecana biharê bû.

Tavîn hêza pêşketinê bû.

Tavîn ji nûve biryardayin bû.

Tavîn hêvî bû, pêşeroj bû û hevala hevalan bû.

Yên Tavîn naskirin û pê re jiyan kirin ditîn ku jinekî ji dilê kapîtalîzmê ya ku felsefeya mirinê temsîl dike çawa şane şane xwe qût dike û çawa dikare bigîje cewherê felsefeya jiyana azad ya ku li ser rihê fedaiyan mezin dibe. Tavîn jinekî fedaî bû. Di rihê wê de fedaîtî hebû. Ji bo nirxên civakê yê di bingehê xwe de nirxên çanda çanda xwedavendî ne ji destê pergala kapîtalîst xilas bike ji şer kirinê nereviya û bi fedaiyane bi ser dijminê nirxên civakê de meşiya.

‘’Gelo Bisekinin! Ev Jiyan Şaş e!’’

Piranî kes di jiyana xwe de car caran dikevin ferqê ku jiyan şaş tê jiyîn. Lê dilê her kesekî ranake ku dev ji vê şaşîtiya hevpar berdin. Tenê yên wekî Tavîn dikarin bêjin; ‘’Gelo bisekinin! Ev jiyan şaş e!’’. Tavîn xwediyê vê hêzê bû ku vê tiştê got û pişta xwe da şaristaniya Ewropa ku bi giştî li ser destavêtina nirxên Rojhilata Navîn hatiye ava kirin. Pişta xwe da Ewropa, rûyê xwe da welat. Xemla çirîsana rojê li xwe bar kir û bû Tava jiyanê. Tavîn Tekoşîn bi navê xwe yê malê Sîbel Çelîk e ew.

‘’Ez bûme ya kî?’’

Ew bi eslê xwe jinekî Kurd e, rihê wê ji yê xwedavenda ye, ji koka xwedavendan tê. Em çima vê dibêjin, ji ber giştî jiyana wê îspata van gotinên me ne. Lewra di nava pêşbirka ku herkes dixwest ji welatê xwe bireve û konê xwe li Ewropa veke de Tavîn bijarteka çiya dide pêşiya xwe û kêlîkî jî tenezûlê wê jiyana kona nake. Tavîn li navenda Ewropa, li Elmanya ji dayik dibe. Nakokiyên Tavîn pir zû despê dikin. Xwe li ber bayê salan nahêle û bi rihê ciwantiya xwe li pey kişfa xwe ye despêkê dikeve. Dibê; ‘’Min mêze kir, ez Kurdekî me, heman demî de jinekî me. Lê min li cil û bergên xwe temaşe kir, min li gotinên ser lêvên xwe gohdar kir. Ez qet nedişibiyam xwe. Wê gavê min pirs kir, ma gelo ez bûme kî ango ez bûme ya kî?’’

Ji Bo Nebe Xerîba Dil, Rih û Fikrê Xwe

Bi van pirsên sotîner ve Tavîn li pey kişfa xwe meşiya. Demildest yên li wekî xwe geriya. Yên li cil û bergên xwe digerin, yên li ziman û çanda xwe digerin kîne, çû gel wan. Dema gihişt wê komê di dilê xwe de aramiyekî jiya. Mîna qûlingekî bigîje refên xwe bi bask bû, lêgerên wê hên xûrtir û bi watetir bûn. Herî zêde li wir ferq kir, ew berê di nava jiyana şaş de bû, wê gavê li wir pê hesiya; ‘’Di jiyana şaş de rast nayê jiyîn’’. Dibû rihê wê yê xwedavende be, dibû ew bixwe di mejî û dil de zelalî bijî, lê çi dibe bila bibe heta cilê jiyana şaş li xwe bike, heta bi zimanê jiyana şaş bi axife, heta karê jiyana şaş bike, ewê ti caran nikaribe rast bijî. Lewra rastiyekî bû, ger ti nikaribî bigûherînî neçarî bişîbî ango ger hêza te yê gûhertinê tine be, neçarî wekî wan bibî. Gelek kes hebûn di ciwantiya xwe de xeyalên azadiyê kiribûn. Lê bi demê re şibiyabûn û ji wan xeyalên xwe dûr ketibûn ango di hindûrê xwe de xeyalên xwe rizandibûn. Tavîn ciwanekî jîr bû. Pir zû vê tiştê ferq kir. Ger li pey cewherê xwe, li pey rastiyên ku kişf kiriye nemeşe ewê jî di demekî şûnde ji xwe dûr bikeve, di nava pergalê de bihele. Ji welatê xwe dûr e, li xeribiyê jiyan dike, ewê vê carê bibe xerîba dil, rih û fikrê xwe. Ewê di nava pergalê de ji ber ji xwe dûr ketiye bifetise, bi xitime, tengav bibe û birize. Ji bo pêşiya li van xeteriyan bigire, piştî salekî xebatên ciwanan şûn ve Tavîn biryar da û got; ‘’Ewqas bes e!’’. Demildest divê ew bimeşiyana kakilê nasnameye xwe. Hêzekî ku ew jî nikare pêşiya wî bigire bendên li pêşiya wê hilweşandin, qeydên li dest û lingê wê qetandin, ew bi bezekî baxozî gihişt welatê xwe, cewherê xwe, dilê xwe.

Sal 2012 bû û Tavîn êdî bi cil û bergên gerîla bejna xwe dixemiland. Li pişta wê çeka azadiyê gav bi gav ber bi çêbûna xwe ya li ser esasê kakilê nasnameya xwe ve dimeşiya.

Tavîn 11 salan li van çiyayan bi kelecanekî roj bi roj mezintir dibû de bi zehmetiyan kesayetiya xwe pijand, bi hevaltiyên mezin dilê xwe fireh kir. Pênûsa wê qet ji destê wê neket. Ji ber her carî dianî ziman û digot; ‘’Pêwiste ev jiyan kêlî bi kêlî bê nivisandin. Hêjaye ku mirov di oxira vê jiyanê de her berdêlê bide ber çav’’. Hêstên xwe yên herî xweşik li ser lênûska xwe rêz kir û wekî wêjekarekî, wekî dîrokzanekî kelîyên ber bi xwebûnê ve nexşand ser rûpelan. Vaye di cihekî rojnûsa xwe de wiha ferman dide dilê xwe û dibêje; ‘’Lê bide ku di her lêdanekî de ez bibim xwe’’.

Ji Rojnûsa Wê Çend Hevokên Zêrîn

Dîsa di cihekî din de Tavîn bi hevokên herî rewnaq rastiyekî din tîne ziman û wiha dibêje;

‘’Dilê xwe qaîm bike giyana min da ku tû li ber baxozên bê deng nefirî û bila lingên te erdê baş bigirin ji ber nû despê kir ev baxoz!

Wa niha tên pêlên toz , xwe bigre! Dibe tû bêhnçikî jî bibî, lê dema te got ez nikarim herî zêde di wê kêliyê de li berxwe bide û tenê tiştekî bifikire; ‘’Berxwedan Jiyan e!’’

Ew kêliyên ku bi giraniya salan derbasbûne tê bibînî ku mîna perîkekî ne. Dema wan salan bi qasî xûlekên herdû bijangên te bigîjîn hev in.

Niha ew bêdengiya ku te pêşwazî dike, bêdengiya aramî û aşitiyê ye.

Henaseyekî din hilkişinê hinavên xwe û meşa xwe bidomîne. Her li pêş û herine pêş!’’

Têgiştiya Felsefeya Azadiyê

Ev hevokên ku têgiştina wî ji feylesofan re jî giran tên rastiya jiyana Tavîn pênase dike. Mirov çawa dikare xwe bişewîtîne û ji ariyê xwe ji nûde çawa bi afirîne, mirov çawa dikare bimire û ji nûde xwe zindî bike, mirov çawa dikare xwe bi welidîne rih bide xwe, Tavîn bi van gotinên xwe ev hêvî di mirovan de da ava dike. Ji xwe giştî jiyana wê ya şoreşgerî li ser esasê hêvî dayinê pêşket, bi taybetî jî dema hevaltiya Rêbertî naskir êdî Tavîn bû kesekî din ango bersiva lêgerên xwe di cih de girt. Ma ne ji xwe em ji bo jiyanekî tijî manewiyat ava bikin li van çiyana ne? Ma ne em ji bo nirxê însan bê zanîn ji wê şaristaniya ku însanan dadûqûrtîne reviyan? Wisa digot; ‘’Dibe berê me ji bo Kurdan dewlet dixwest, lê niha em ji bo Kurdan û hemû civakan demokrasî dixwazin, ji ber hatiye fêm kirin dewlet dijminê însan e. Lewra demokrasî jî dostê însan e. Di dewletbûnê de ya girîng dewlet bixwe ye, nirxê însan tine ye, ji bo dewlet bê parastin însan dibe qurbanî. Lê di demokrasiyê de ya girîng însan e, ger di cihekî de nirxê însan hebe li wir di gûhertina pergalê de jî astengi dernakevin. Ji ber însan li ser pergalê ye, ne ku kolê pergal ye. Yanî yê li vir tê parastin jiyan e, nirx e, mirovahi ye’’.

Nameya Wê Ya Dawî

Dîsa gotina dawî bila Tavîn bibêje bi nameya ku di rojnûsa xwe de ji Rêber Apo re nivisandiye. Ev name bi giştî zelalî dibe pênaseya dilê wê yê saxlem yê ku bi havaltiyê hatiye dagirtin, em parve bikin;

‘’ Rêberê Min;

Rêhevalê min ê giyanî, ronahiya dilê min. Jiyana ku we afirandiya min bi çavên xwe dît û jiya. Bi hêza ku ji têkiliyên hevaltî tê girtin mirov dikare li dijî giştî xirabiyan dilê xwe bike senger û şerekî bê eman bide meşandin. Dema mirov di çavên hevalên xwe de armancên hevpar peyda dike wê gavê mirov nekeftî dibe, wê gavê ti kes nikare mirovan bixîne. Ev hevaltiya PKK’ê ye, ev hevaltî ji aliyê we ve hat afirandin. Ev mirovahiya ku we daye avakirin e. Ez evîndara vê hevaltiyê me. Di çavên hev de yê dîtir peyda kirin…ditîna rihê hev, birîn û azarên hev nas kirin, ketina kûrahiya dilê hev… Ev sadebûn û samîmiyet niha li ti derê cihanê ewqas bi zelalî nayê jiyîn. Di nava me de jî em her kêlî tekoşîna wî didin. Ji bo em hevaltiya PKK’ê winda nekin xûlek bi xûlek xwe ava dikin. Ji bo em bibin layiqê vê hevaltiyê cilikên li me hatine kirin ji xwe datînin û xwe li pêşiya vê hevaltiyê bi dilekî tazî radixîn in. Di vê warê de yê herî bi sebir hûn in, lê em jî wekî şagirtên we ji bo vê hevaltiyê xwe mezin dikin. Xwe dipijîn in. We gotibû ne wekî motorekî ku di 24 saetan de carekî dişûxile, bibin motorekî 24 saetan bi giştî dişûxile. Ev jî dîsîplîn, bi armancê ve girêdan û kesayetiyekî pir mezin dixwaze. Îdîaya min ewe ku ezê bibim hevalê we’’