Rêber APO

Di dîroka olên yek xwedayî de duyemîn şikestina mezin a çanda cinsî li dora jinê pêş dikeve. Şikestina di serdema mîtolojîk de vê carê wek qanûn dibe emrê xwedê. Kiryarên derbarê jinê de êdî bi fermanên pîroz ên xwedê ve tên girêdan. Fîgurê têkiliya di navbera Sara, Hacer û Hz. Îbrahîm de nîşan dide ku ola nû serweriya mêr erê dike. Serweriya bavikanî baş bi cih dibe. Cariyetî dibe sazî. Zewaca bi pir jinan re tê erêkirin. Têkiliya hişk a Hz. Mûsa bi xuşka wî Marîam re dide nîşan ku para jinê ya di mîrasê de tê rakirin. Civaka Hz. Mûsa bi tevahî civakeke mêran e. Ji bo jinan tu wezîfe nayê dayîn. Jixwe şerê bi Marîam re jî bi vê sedemê ye. Vegotina “bila jin bi destê xwe yên di hevîr de têkilî karê mêran nebe” ji wê rojê maye.

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, tu daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareser kirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mimkun bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, ol, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.

B.Z. di dawî û beriya salên 1000’î de em dibînin ku bi Kraliyeta Îbraniyan a Dawûd û Silêman re, êdî çanda haremtiyê berfireh dibe. Jinan ji hev re dikin xelat. Pêvajoyeke nû dest pê dike ku tê de deng û hilma jinê nîn e. Tesarufa li ser jinê tu cudahiya xwe ji ya li ser malekî nîn e. Ev rewşa di dewleta ola nû de xwe di nav malbatê de jî nîşan dide. Jina di bin serweriya çanda dewleta olî û bavikanî de, mimkun nîne behsa rola wê were kirin. Jina herî baş ew e, ya herî zêde bi mêrê xwe û bi serweriya bavikanî re li hev dike. Di reşkirina jinê de ol jî tê bikaranîn. Beriya her tiştî, Ew (Hewa) Adem ji rê derdixîne û dibe sedem ji bihuştê were qewitandin. Ji lewra ew yekemîn jina gunehkar e. Lîlîta serî ji xwedayê Adem re -fîgurê bavikantiyê- natewîne, şeytan esas dibîne -fîgurê mirovê ebdiyetê red dike û serî tewandina (secdekirin) ji bo Adem qebûl nake- û pê re hevaltiyê dike. Reşkirina mîtolojîk mînak tê girtin û bi awayekî olî dewam dike. Di serdema Sumeran de îdîaya jin ji parsûyê mêran hatiye afirandin di Pirtûka Pîroz de jî cih digire. Di nav pêxemberan de ku hejmara wan digihîje hezaran, yek jin tune. Cinsîtiya jinê wek guneh tê nirxandin; timî tê reşkirin; piçûk tê dîtin û bi vî awayî dibe mîna prensîbeke toreyî. Jina di civakên Sumer û Misriyan de xwedî cihekî payeberz bû, êdî objeyeke şermê, guneh û ji rê derxistinê ye.

Em tên serdema Hz. Îsa, fîgura Meryemê derdikeve pêşberî me. Her çend dayika xwedayê kur be jî tu têkiliya wê bi xwedatiyê re nîne. Di şûna xwedawend-dayikê de dayikeke bêdeng û timî çavşil maye. Ketina jinê dewam dike. Xweda -mêrê serwerî jinê- pifî Meryemê dike û Meryem jê ducanî dibe. Ev têgîn têra xwe nakok in. Di xirîstiyaniyê de baweriya sê-alî ya Bav-Kur-Ruhê Pîroz di cewherê xwe de sentezeke olên pir xwedayî û yek xwedayî îfade dike. Di vê serdemê de baweriyên genostîk -xwedêzan- û paganîstîk -pûtperest- bi awayekî zêde belavbûyî, têkiliya xwe bi Xirîstiyaniyê re heye; bi baweriya hişk a yek xwedayî ya Îbraniyan re têkoşîneke dijwar dikin. Di encamê de ev her sê meyl û ekol li hev dikin. Di dema Hz. Mûhammed de jî sê meylên bi vî rengî hene û wek olekî bi encam dibe. Ya herî balkêş, Meryema diviyabû wek xwedawendekê bihata dîtin, mîna amûrekî Ruhê Pîroz xuya dike. Ev rastî pir eşkere nîşan dide ku xwedayetiyê tam rengê mêrtiyê wergirtiye. Di serdema Sumer û Misriyan de xweda û xwedawend hema hema wek hevdu ne. Di serdema Babîlan de jî hînê dengê xwedawenda dayik gur derdikeve.

Ya bi Hz. Îsa û Meryem pêk tê ev e, jin êdî bi çavên şil pîrekeke bêdeng e û dayikeke sernerm e. Ew êdî hîç behsa xwedayetiyê nake. Nexasim li mala xwe li ber zarokên -xwedayên kur- xwe yên kur e, ku êdî qîmetek wan heye. Ji kebanîbûna malê zêdetir tu rola wê di nava civakê de namîne. Qada gelemperiyê bi tevahî li jinê tê girtin. Di Xirîstiyaniyê de mijara ezîzeyan -jinên bakîre- rewşa jinê ya dixwaze xwe ji gunehên mezin xilas bike nîşan dide. Ango xwe vekişandina quncikê ye. Ev pêvajoya sulûk û xwe vekişandina quncikê bi sînor be jî rê li ber pêşketinên erênî vedike. Bi hindikî be jî ezîzetî xilasbûna ji têgînên cinsî û şermê îfade dike. Sedemên wê yên madî û manewî xurt in, ji bo vê sulûkê ji dojeha li malê çêtir bibîne. Guman nîn e ku piratîkeke dîrokî ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje di dîrokê de yekemîn partiya jinên xizan e. Pir bi melûlî be jî çanda xwedawendan a li perestgehan di keşîşxaneyan de geş û zindî dike.

Kiryarên ezîzeyan cihekî wan ê girîng di dîroka şaristaniya Ewrûpayê de heye. Zewaca bi yek jinê re bi giranî çavkaniya xwe piratîka ezîzeyan e. Her çend jin di şertên herî zor û zehmet de, wek keçkaniya xwe jintiya xwe çavkaniya xeterê hesibandibe jî dîsa di payeberzbûna jinê de roleke xwe ya girîng heye. Aliyê neyênî jî ew e ku di şaristaniya Ewrûpayê de wek nerazîbûnek li dij zewaca Katolîk -hîç bernedana jinê- heye ku rê li ber metabûna cinsî ya jinê vedike. Bêguman bi saya kapîtalîzma mezin dibe.

Statuya nû ya jin bi Îslamiyet û Hz. Mihemed bi dest dixe, her çend ji çanda bavikanî ya qebîleyên çolê çêtir be jî di cewherê xwe de çanda Îbraniyan esas wergirtiye. Statuya jinê ya baş şiklê xwe girtî di dema Dawûd û Silêman de çi be, di dema Hz. Mihemed de jî heman tişt e. Dîsa pir zewacên bi armanca siyasî û jiyaneke tê de zêde bi cariye, rewa tê qebûlkirin. Her çend zewac bi çar jinan hatibe bi sînorkirin jî cewher naguhere. Têgihîştina dibêje; “Jin zeviyên we ne, hûn çawa bixwazin hûn dikarin bajon” baş nîşan dide ku jina bûye milk nimûne tê girtin. Têgihîştina Hz. Mihemed li evînê jî balkêş e. Di temenê xwe yê pêncî salî de bi Eyşeya neh salî re evînê dijî û ev eleqeya wî ya zêde ji bo jinê eşkere dike. Timî pesnê jina xwe ya yekemîn Xetîceyê dide û ev jî qîmet dana wî ya jinê nîşan dide. Bi giştî li hemberî jinê bi hestiyarî tevdigere. Lê saziya heremtî û cariyetî ya li pey xwe dihêle ji aliyê tebeqeyên dewletê yên pişt re tên, pir xirab tên bikaranîn.

Hz. Eyşe, ji ber ku piştî wefata Hz. Mihemed tevlî şerê desthilatê yê navbera xelîfeyan dibe wenda dike. Wê qîmeta jinê bi êşeke mezin hîn bibe û bibêje; “Ya Rebî, li şûna ku te ez jin bianiyama dinyayê, te ez wek kevirekî bianiyama çêtir bû.” Hînê di têkiliya Mûsa-Marîam de kişif dibe ku li desthilatê cih ji jinê re nîn e. Li serdema navîn li Rojhilata Navîn a feodal di statuya jinê de tu pêşketineke erênî nîn e. Qalibên dîrokî li ser kar in. Ji têkiliya eşqê ya di navbera Leyla û Mecnûn de tê sembolîzekirin, tu encameke bi xêr dernakeve. Di feodalîzmê de ji eşqê re cih nîn e. Jinê li malbata di bin pêşbaziya dewleta bavikanî de pêvajoyeke pir bê şexsiyet dijî. Bi awayekî mutleq dîla daxwazên xwediyên desthilatê ye. Bi temamî dibe amûreke di xurtkirina desthilatan de rol dilîze. Bi giştî ji civakê tê mucered kirin. Di şert û mercên koçberiyê de hînê jî şopên jiyana komîn a seretayî hene û ev yek hurmetekê dide jinê. Lê jina di bajaran de tam koletiyeke kûr dijî.

Her ku diçe zehmet dibe, ji bo cihê jinê yê di bin tehekum û nîzama mulkiyetê de were tarîfkirin. Di roja me ya îro de jin wek encameke hezarê salan, mîna berateyekê dijî. Ji rê derxistina sîstema kapîtalîzmê hînê baş nehatiye dîtin. Jin li civaka Rojhilata Navîn objeyeke di navenda paşverûtiyê de cih digire. Mêrê Rojhilata Navîn ê têkçûyî hemû heyfa xwe ji jinê hiltîne. Li derve çiqas heqaret lê werin kirin, bi zanebûn an jî xweber berdêla vê yekê hemûyî ji jinê distîne. Mêrê ku nikare civaka xwe biparêze û rêya çareseriyê nabîne, hemû hêrs û tundiya xwe mîna dînekî di nav malê de li ser serê jinê û zarokan ditemirîne. Di bingehê bûyer û kuştinên “namûsê” de ev rastiya balkêş heye. Ya rastî, mêrê namûsa xwe di warê civakî de binpê kiriye, berovajî dizîvire û hêrsa xwe li ser serê jinê ditemirîne. Bi awayekî pir sivik, sembolîk, neçar û xwepêşadaneke namûsparêz doza xwe qaşo çareser dike. Mîna psîkoterapî bike tevdigere.

Di binê pirsgirêkê de dozeke civakî û dîrokî ya wendakirî radizê. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku ji vî “mirî” re divê were gotin; ew heta bi vê doza dîrokî û civakî re rûbirû nebe û wezîfeyên dikevin ser milê wê bi cih neyne, wê tu car nikaribe xwe ji vê qirêja namûsê xilas bike. Namûsa rastîn bi keçkaniya azayê cinsî yê jinê nîn e, bi parastina keçkaniya civakî û dîrokî dibe. Divê mirov vê rastiyê bide hînkirin û bi cih bîne.