Rêber APO

Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Ji lewra bi kurtî be jî divê em kurtedîroka koletiya jinê bihûnin û li ser rawestin. Naxwe em ê nikaribin baş li malbat û mêr yanî ji aliyekî din ve li dewlet û civakê serwext bibin. Ji ber ku me di beşê berê de hewl dabû jinê tarîf bikin, ez ê dubare nekim. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku di hin nirxandinan de jin di nava civakê de ji aliyê biyolojîk ve wek cinseke kêm û bi qusûr tê dîtin, ev bi temamî îdeolojîk e,-hûnandineke fikrî ya mêrê serwer e- divê ev nirxandin ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku bi awayekî ilmî jî îspat bûye ku jin wek hebûneke biyolojîk û civakî hînê bi qabîliyet e.

Navenda çanda malbat-dayikê Rojhilata Navîn e. Li gorî agahiyên ilmî yên di dest de hene, ev çand B.Z. ji salên 15000’an pêve diberide û pêş dikeve. Li qûntarên hundur ên rêzeçiyayên Toros-Zagros hebûna heywan û nebatan, ji bo kedîkirin û malbatê derfet û îmkan didin. Ax û bahewaya herêmê, celebên tene û hubûbat, heywanên mîna pez û bizinan di vê pêvajoyê de rol dilîzin.

Di jiyaneke bi cihbûyî de jin hînê bi hêsayî dikare zarokan bîne û mezin bike. Tevî jiyaneke bi cihbûyî, rewşeke baş a bahewayê, nebat û heywan, derfetên bingehîn ên jiyaneke malbatî diafirînin. Gelek darên mêwan û celebên nebatan ji bo xwarinê hene. Kedîkirina pezkoviyan û bizinê, bi xwe re hewcebûna bi hirî, şîr û goşt tedarik dike. Dar û nebatên bi ber têne danîn û ev yek hatinê qat bi qat zêde û dewlemend dike. Êdî heywan yekser nayên kuştin û serjêkirin, têne kedîkirin û xwedîkirin. Bi vî awayî ji şîr, hirî û goştê wan sûd tê wergirtin û bîra rojên tunebûn û xelayê tê kirin. Ji bo jin-dayik bi zarokên li dora xwe nîzameke malbatê deyne, di her du mijaran de jî xwedî tecrûbe ye. Derketina ji şikeftê, kedîkirina heywanan, danîna dar, pel û pincaran, avakirina xaniyan, dibe ku tiştekî sivik xuya bike, lê di dîrokê de bi qasî derketina mirov a heyvê gavavêtineke girîng û mezin e.

Holikên têne danîn bi hêsayî gundan pêk tînin. Li gelek herêmên Kurdistana îro -li Amed Erxeniyê li Çayonu, li Batmanê li Çemê Xalan, li Ûrfayê li Newala Çolê û li Gobeklîtepe, Bradostiyan, Hekkarî Max- B.Z. di salên 11000 de pir bi xurtî bermahiyên vê çandê tên dîtin. Li tu devera dinyayê mîna vê çandê kevn a bi cihbûyî nayê dîtin. Li vê derê gelek fîgur û peykerên piçûk ên jinê hatine peydakirin. Ev yek jî xurtbûna çanda malbat-dayikê îfade dike. Her wisa mirov dikare di zimanên herêmî de daçekên mê jî mînak nîşan bide. Di roja me ya îro de jî jin hînê di heman waran de hosta ye û ev yek mijarê piştrast dike.

Çavkaniyên Sumeran jî nîşan didin ku wexta yekemîn sîte bajêr tên avakirin jî ev çand bi tesîr e û hebûna xwe bi xurtî dewam dike. Mîtolojiya li dora xwedawend Înanna -xwedawenda Ûrûkê- hatiye hûnandin gelek tiştan hîn dike. Nemaze li dijî hilkişîna mêr a serweriyê, berxwedana jinê, hezar qat li têkoşîna femînîstên îro ye. Jin bi xurtî li dijî xweda Enkî -di Sumeran de fîgurê mêr ê pederşahiyê temsîl dike – diqîre ku jin xwediyê çi şaristaniyê ye. Bi zimanekî helbestwarî destnîşan dike ku ew xwediyê 104 “me”yan e; Enkî bi hîleyan jê dizîne û divê wan paş ve bidiyê. Ev vegotina mîtolojîk ku diçe BZ 3000 salan, rola jinê ya di şaristaniya Sumeran de pir bi balkêşî nîşan dide. Her wisa Înanna wek kok bi xwedawenda çiyê Nînhûrsagê ve tê girêdan. Nînhûrsag ji aliyê etîmolojîk ve – Nîn=xwedawend, kur=çiya, sag=herêm – tê maneya xwedawenda herêma çiyayî. Li Mezopotamya Jêr dema çiya tê gotin Zagros û rêzeçiyayên pêve tên hişê mirovan. Wê wextê ev nîşan dide ku çanda xwedawendiyê ji herêmên çiyayî daketiye xwarê.

B.Z. di navbera salên 4000 û 2000’î de wek navenda şaristaniyê çanda jin-dayikê li Sumeran hînê bi tesîr e. Bi mêr re di heman weznê de ye. Di hemû belgeyên wê demê de ev giranî xwe nîşan dide. Perestgehên xwedawendan zêde hene. Li dora jinê hînê çandeke şermê û fediyê nehatiye deribandin. Nexasma têkiliyên zayendî wek karekî îlahî tê ziman. Ne şerm û fedî, ji çîroka herî erotîktir vegotinên wêjeyî hene. Her çalakî û tevgera di warê van têkiliyan de wek nirxandina jiyanê, mane û qîmeteke bedew dibîne. Kêşeriya jinê wek balkêşî û hurmeteke awarte maneyê dibîne. Di jiyana pişt re ya dij-şoreş de hînê jî bi tu awayî şerm li jinê nayê kirin. Timî pesnê bedena jinê tê dayîn. Merasîmên zewacê her çend hatibin berovajîkirin jî – çalakiya kirêtkirinê ya mêr – ji wê demê mane. Di destanên Memê Alan, Mem û Zîn û Derwêşê Evdî de ku li Kurdistanê hînê têne gotin, ev rewşa xurt a jinê tê îfadekirin. Mirov dikare yekemîn orjînên van destanan bigihîne BZ 4000 salan.

Di hûnandina mîtolojîk a Înanna de hem şivan-mêr û hem jî cotkar-mêr wek alîkaran xuya dikin. Şivan Dûmûzî -ev têgîn yekemîn orjîna mezinbûna mêr e- û cotkar Enkûmdî, li hemberî xwedawend Înannayê di warê hurmet û dilsoziyê de li ber hev didin. Ji bo bibin alîkarê wê yê sereke, tu tiştek namîne ku nakin. Pir bi eşkere Înanna hînê pêşengiyê dike. Mêr wek şivan û cotkar ji serweriyê hînê dûr e. Em di destaneke din a navdar a Sumeran de di Destana Babîlan (Ennûma Elîş) de dibînin ku rewş berovajî ye. Mêrê ku bi awayekî awarte hêz bi dest xistiye xweda Mardûk û dayika ji hêzketî Tîamat dualîteyeke dîrokî ne; pir tiştan hîn dikin. Jin-dayik, xwedawend-dayik bi awayekî xeternak tê reşkirin û kirasê şermê lê tê kirin. Ji bo jinê bêfazîlet, bêkêr û xeternak nîşan bidin, qalibên mîtolojîk pir bi dijwarî têne tengavkirin. Em dibînin B.Z. ji salên 2000’an pêve ev çand belav dibe. Di statuya civakî de li dijî jinê guhertineke mezin heye. Serweriya civaka bavikanî êdî di wê hêzê de ye ku dikare xwe bike destanwarî. Her tiştê derbarê mêr de tê mezinkirin û qehremankirin, her tiştê bi jinê ve eleqeder piçûk tê xistin, şerm lê tê kirin û tê bêqîmetkirin.

Di dîrokê de bi vî awayî yekem car di warê cinsî de şikestinek dibe ku bandoreke mezin li ser civakê dike. Em ji bo vê guhertina di warê jinê de li Rojhilata Navîn dikarin bibêjin yekemîn şikestina mezin a cinsî ya dij-şoreşê. Em dibêjin li dij şoreşê. Ji ber ku bandoreke erênî ji bo pêşketinê li civakê nake. Berovajî, serweriya hişk û tund a bavikanî li ser civakê ferz dike, jinê li derve dihêle û dike jiyan xizan bimîne. Di şûna civaka cot deng de, rê li ber civaka fer a mêran vekirî ye. Li Rojhilata Navîn bi vê şikestinê re belkî jî di warê serberjêr çûyînê de gava yekemîn tê avêtin. Encamên wê her ku çûne hînê reştir bûne. Êdî civakeke yekalî ya bi çanda mêraniyê pêk tê. Mejiyê jinê yê hisî ku demekê harîqa diafirandin û heta dawiyê însanî û geş bû, wenda dibe û di şûnê de mejiyê analîtîk ê radestî dogmatîzmê bûye; ji xwezayê qut bûye; şer mîna fazîletekê dihesibîne; ji xwînrijandinê zewq digire; her danûstendina kêfî li ser mêrê kole û jinê heq dibîne; cih digire. Ev mejî yan jî celebê ramanê berovajî mejiyê jinê ye. Ji ber ku di navenda mejiyê jinê de xwezaya zindî û hilberandineke însanî heye.

Piştî ku di civakê de mejiyê analîtîk ê mêr dibe serwer, di afirandinê de paşketineke cidî tê dîtin. B.Z. di navbera salên 6000 û 4000’an de -serdema jin-dayikê- gelek vedîtin hene, lê B.Z. ji salên 2000’î ve pir hejmareke hindik îcad û vedîtin xuya dikin. Li cem vê yekê, çanda şer-desthilatê têra xwe belav dibe, fetih mîna pîşeyekî mezin -pîşeyê kralan- tê hesibandin û amûrên bingehîn ê dewletan dibe fetih û zevtkirin. Bi kurtî li derve hiştina jinê û hurmet nîşandana ji bo otorîteya mêrê fatîh û şerker bi hev re pêş ketine. Saziya dewletê mîna vedîtineke mêr dibe xwedî mane, şerên bi armanca talan û xenîmetê jî dibin mîna şêwazekî debar û hilberandinê. Di şûna bandora hilberandina jinê ya li ser civakê, bandora xenîmet û şerê mêran li ser civakê de cih digire. Di navbera dîlketina jinê û çanda civaka şerker de têkiliyeke nêz heye. Şer hilnaberîne, desteser dike, talan dike. Her çend rola zorê di hin şertên xweser de – ji bo pêşî vekirina li azadiyê û dijderketina li dagirkerî û mêtingeriyê – ji bo pêşketina civakî diyarker be jî bi piranî rola wê neyînî ye û hilweşînker e. Çanda tundiyê ya daweriviye hinavê civakê jî bi şeran xwe xwedî dike. Di navbera dewletan de şûrê şer, di nava malbatê de destê mêr tîmsala serweriyê ye. Hem civaka jor, hem jî civaka jêr di nav diranên şûr û dest de ne. Timî pesnê çanda tehekumê tê dayîn. Kesayetên herî mezin bi xwînrijandinên neheq serbilind dibin û wek fezîletekê dizanin. Nemaze qralên Babîl û Asûran bi serê mirovan beden avakirin û dîwar lêkirin ji şan û şerefê dihesibînin. Terora dewletê û çanda tundiya civakî ya di roja me ya îro de jî ku pir zêde heye, çavkaniya wê ev çand e, ku em destnîşan dikin.