Di her bihûstekî axa Kurdistanê de parêzvanên axa pîroz yên ku ti carî serê xwe ji dagirkeran re netewandine û her bi tekoşîneke bêhempa meşiyane, ref bi ref ber bi çiyayên azad ve herikîne û bûne xelekek ji agir hene.

Di welatê rojê de her roj, her kêlî, hêzên dagirker, bajar bi bajar, tax bi tax bi ser gelê Kurd de bi armanca qirkirinê tên. Daxwaza wan gelê Kurd tinekirine û Kurdistan dagirkirine. Lê her dem li hember van polîtîkayên dagirkeran mirovên ku rastî dîtine û bi çanda berxwedanê ve çavê xwe vekirine û bûne xwedî lêgerînên azadiyê derketine. Çar perçê Kurdistanê ji Dersîmê heya Avaşîn, ji Zap heya Botanê bi berxwedanên dîrokî ya zarokên vî gelî ve dagirtiye. Ev berxwedan û qehremantiya ku di roja me ya îro de derdikeve, encamê danehevên salan yê PKK’ê ne. Yên ku di nava vê çanda berxwedanê de mezin bûne yekser berê xwe dane nava refên PKK’ê. Yek ji wan ciwanên Kurd ku para xwe ji van daneheva girtiye, weke Helbestan di Werxelê de, weke Viyan û Tekoşînan di şehîd Şahîn de û weke Binefşan di Hekarî de bûye xwedî nasname, Rojda Mahîr e.

Hêvî Reşîd li bajarê Efrînê yê ku bi berxwedana xwe ve deng daye cîhanê di sala 1983’yan de çavê xwe li dinê vekiriye. Hêvî di nava malbateke welatparêz de ku ji salê 1980’yan de PKK’ê nasdikin, li Efrînê bi çanda welatparêzî, Kurdewarî û bi zanebûna dagirkeriya ser welatê xwe ve mezin dibe. Her ku mezin dibe, hîn zêdetir dikeve ferqa bindestiya welatê xwe. Her dema ku dîmenên gerîla dibîne kelecana dilê wê zêdetir dibe, ji bo wê jî Hêvî Reşîd her xwedî lêgerîne û bi gelek nakokiyan re rû bi rû dimîne. Lê belê li ti cihî bersiva van pirsên xwe nabîne. Tenê li pêşiya xwe yek riyekê dibîne. Ew jî tevgera azadiyê ye. Ji bo wê jî dighêje wê zanebûnê ku ji bo tola kiryarên dewleta tirk yê li ser gelê xwe rake şerkirin pêwîste. Bêguman ew jî bi cesareteke mezin ve serî radike û di sala 2011’an de ku di heman salê de şoreş li Rojavayê Kurdistanê jî destpê dike, Hêvî jî ji Efrînê biryara tevlîbûna nava  tevgera azadiyê dide.

Rêwiya Azadiya Welatê Rojê

Rojda Mahîr jî xwe tevlî xeleka meşa azadiyê dike. Êdî dem hatibû ku xewnên xwe bike rastî û pêkbîne. Çavên wê yên bi hêviyan ve dagirtî bû, li benda wê roja dîrokî bû. Roja ku beşdarî nava tevgera azadiyê bibe; Sal 2011 ye, di şeveke tarî de ya ku xwe ji bêdengiyê re berdabû, stêrkan jî xwe ji mizgîniyê re kiribûn ronahî. Di wê şeva tarî de dilê wê xwe ranedigirt û bi kelecanekê ve lêdida, Rojda bi biryareke xurt ve tevlî nava refên gerîla dibe. Ew soza azadiya gelê Kurd dide. Ji ber azadiya vî welat û vî gelî bi tekoşîna nava refên gerîla de gengaz didît, ji ber vê berê xwe dide çiyayên azad. Ji bo welatekî azad û jiyaneke bi rumet bi salan ked dide. Piştî perwerda xwe ya bingehîn dibîne, di demeke kin de bi jiyana gerîlatî re dibe yek. Rojda hevaleke mitewazî û bi hûrmet bû, li beramberî hemû hevalên xwe. Ew di nava demeke kin de bû xwedî gelek danehevên dewlemend. Bi xwendina pirtûkên Rêber APO ve, xwe perwerde dike û hîn zêdetir felsefeya Rêber APO ji nêz ve nasdike. Bi taybet jî xwe di bîrdoziya azadiya jinê de kûr dike û dibe layiqê nasnameya jina azad. Herwiha ji bo parastina gelê xwe, xwe di taktîkên gerîla de xurt dike.

Ji bo hîn zêdetir bibe xwedî tecrûbe û xwedî danehevên dewlementir ber bi Eyaleta Avaşînê ve dibe rêwî. Avaşîn bi heybeta çiyayên xwe, asîbûna zinarên xwe û xweşikbûna xwe ve ji Rojda re dibe qadeke nû ya piratîkê. Avaşîn ne tenê bi heybeta çiyayên xwe, asî bûna zinarên xwe û xweşikbûna xwe ve dihate nasîn; Avaşîn bi berxwedan, şerkerî, cesaret û vîna gerîlayên xwe ve bi nav û deng bû. Ji bo vê Rojda jî li Avaşînê dibe xwedî pratîkeke têr û tije. Ew jî dibe gerîlayeke şerker, berxwedanvan û xwedî vîn.

Dema ku çeteyên DAİŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, Rojda yekser berê xwe dide Rojava. Ji bo parastina gelê xwe ji çeteyên DAİŞ’ê tevlî gelek pêngavan dibe, şer dike û kedek mezin dide. Piştre dema êrîşên ser Şengalê çêbû û xwestin gelê Êzîdî di qetîlamê re derbaskin, Rojda ya dilwêrek û dilsoz ji bo prastina gelê Şengalê berê xwe da Şengalê. Heta ku Şengal rizgar bû li wir tekoşîn kir. Rojda li wir bi cesaret û hêzeke mezin ve şerkir û şerê jiyanê bi heqîqetê ve hunand.

Li Şengalê jî erka xwe serkeftî pêk anî. Cardin ji xwe bawer û bi serbilindî vegeriya Herêmên Parastina Medya yê. Rojda bi hezkirin û kelecaneke mezin ve vedigere çiyayên azad. Xwe bi eşqeke mezin ve davêje nava hembêza çiya. Di nava sînga çiya û zinaran de bû pireyek. Ji bo Rojda vegera ser lutkeyên çiya, vegera cewhera xwe ye. Dîsa di jiyan û tekoşîna xwe de her li pêş bû. Bi piratîka xwe ya serkeftî û bi sekna xwe yî tekoşînvan ve dibe gerîlayeke pêşeng. Her ku dem derbas dibe di nava şer de pêşketinên mezin ava dike û ezmûnên hîn mezintir bi dest dixe.

Roj bi roj bilind dibe berxwedanî û di nav de jî mezin dibin pêşengên vê sedsalê. Rojda tevahiya jiyana xwe yî şoreşgerî bi hezkirin, fedekarî, dilnizmî, îrade, cesaret û qehremantiyê dagirt. Êdî weke çiyayên Kurdistanê asî bibû. Di Gulana 2023’an de li Herêmên Parastina Medya, dibe egîdeke vî welatî ku wê dîrok ti carî lehengiya wê ji bîr neke. Ewê dîrok di nava rûpelên xwe de bi tîpên zêrîn navê şoreşgertiya Rojda Mahîr bineqişîne.

Rêhevalên Wê Yên Têkoşînê