Li ser axa pîroz, axa ku bi hezaran fedaiyê wê hene, axa ku her roj zarokên wê di oxira azadiyê de xwe dikin diyarî destanên lehengane tên jiyan kirin û nivîsandin. Ji bo welatê rojê bûyina fedaiyek, ji bo her ciwanekî Kurd serfirazî û rûmeteke mezine. Zarokên axa pîroz ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ber bi refên gerîla ve dibin rêwî û şerê azadiyê dikin. Yek ji fedaiyên apo’yî ku canê xwe diyarî welatê rojê kiriye Ruken Zîlan e.

Tîrêjên rojê bi hemû germahiya xwe ve, xwe berdaye nava dile Zeyneb Sevim. Zeyneb Sevim li bajarê Sêrtê yê ku bi xweşikbûna xwe ve dil û çavan tijî dike, di sala 1986’an çavê xwe li dinyayê ve dike. Di nava malbateke welatparêz û koçer de ya xwedî gelek lehengên fedaî, mezin dibe û teşe digre. Zeyneb dibistanên sîstemê nexwendiye, ji bo wê jî xwe bi çanda kurdewarî ya kevnar ve dixemilîne û dibe jineke Kurd ya esîl ku bi çand û kurdebûna xwe ve girêdayî ye. Her dem xwe ji qirêjahiya sîstemê durdixe, ji bo wê jî Zeyneb keça Kurd ya esîl paqij dimîne. Zeyneb li hember van polîtîkayên dagirkeran rastiya gelê Kurd ya berxwedêr didît. Her ku mezin dibe hîn zêdetir dikeve zanista mîtîngeriya li ser welatê xwe de, nakukiyên wê pir bûn ji bo vê jî dibe xwedî lêgerînên mezin. Ji bo jina Kurd Zeyneb êdî dema hesap pirsîna van kiryaran ji dijminê Kurdan hatibû. Zeyneb ji bo tolgirtina van kiryaran, bi taybet jî ji bo tola xwişka xwe yî şehîd rabike di sala 2014’an de biryara tevîbûna nava refên gerîla da û kete rêka ku wê bibe azadiyê de.

Bi destpêkirina rêwîtiya xwe ve ji bo jiyaneke nû destpê bike navê xwişka xwe yî şehîd radike û êdî dibe Ruken Zîlan. Ruken ji bo ber bi qada Garê ve dibe rêwiya azadiya gelê xwe. Li Garê perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne û di nava hêzên gerîla de ew jî weke gerîlayeke xurt û şerker cihê xwe digre. Li qada Garê di nava pênç salan de piratîkeke têr û tije dide meşandin û dibe xwedî danehevên dewlemend. Ji têkiliya hevaltiya PKK’ê ya ku xwedî girêdanbûneke xurte, bi hêsanî têk naçe bandor dibe û xwe pêre dike yek. Ji ber li serê çiyayên azad hevaltî û fikrandina hevalê xwe tişta herî bi nirxe ji bo her gerîlayekî ye. Ev tişt jî ji bo gerîlaya xwedî vîn Ruken jî tişta herî binirx û pîroze.

Ramanê Rêber APO ya ku nirx dide jinê pir bala wê dikşîne û dixwaze taybetmendiyên jinê yê ku Rêber APO radixe ber gerîlayên jin ew jî para xwe jê bigre. Ji bo vê jî Ruken ji bo bûyina milîtaneke xurt di xeta jina azad de û ramanên Rêber APO ji nêz ve nasbike, bere xwe dide akademiya jina Şehîd Bêrîtan. Li vir bi tevlîbûneke xurt tevlî perwerdê dibe, ji bo ku bibe layiqê akademiya Şehîd Bêrîtan hêza guhertin û veguhertinê ji xwe re dike bingeha tevlîbûna perwerdê. Bi dawî kirina perwerdê vedi asta fermandariya taximê de berê xwe dide piratîkê, xwe bi fikrên nû ve dixemilîne.

Êdî Ruken gerîlayeke fedekar, dil nizim û xwedî vîneke ji pola ye. Bi sekna xweyî berxwedêr ve di nava rêhevalên xwe de dihat naskirin. Li her qadeke tekoşînê ji xwe re xeta APO’yî esas digre û ser vê xetê dimeşe. Ji bo weke jineke û bi taybet weke gerîlayekê di warê pisportiya leşgerî de xwe pêş bixe û ji pêvajoyê re bibe bersiv xwe di warê leşgerî de perwerde dike û di gelek mijaran de pêşdixe. Ruken di îrade, cesaret û zanebûneke hîn bilintir tekoşîn dike. Ruken êdî dest bi rêwîtiyeke nû dike, ber bi eyaleta Avaşînê ve dikeve rê.

Li Avaşîna rengîn ya ku bi pratîka xweyî zehmet, bi şer û berxwedana gerîlayên xwe ve tê nas kirin ji bo Ruken qadeke nû ya tekoşînê ye. Ruken xwe bi şans dibine ku wê ev qad jê re bibe bingeha tekoşînê. Di nava her şert û mercên zehmet de piratîk dide meşandin û dibe gerîlayeke asî ya ku her erkê dikeve ser milê wê bê dudulî pêktîne. Ruken bi îrade, cesaret û zanebûneke mezin ve tevlî jiyanê dibe. Bi fikir û felsefeya Rêber APO, xwe araste dike û tekoşîna doza azadiya gelê Kurd dide meşandin. Ruken ji bo serkeftinên mayinde bi dest bixe, hemû kêliyên jiyana xwe de xwe perwerde dike. Bê yî ti dudulî jiyan bike gavên xwe hîn mezintir ber bi azadiyê de davêje. Ev jî jê re dibe pêşwendiyek ji bo pêşketinê. Ew êdî bibû şoreşgerek û milîtanek dil mezin, çalakvan û jêhatî…

Ruken a fedaî bi îdaya serkeftinê weke gerîlayeke têgihiştî û pispor bere xwe dide Metîna yê. Dibe qad cûda be lê belê hedef û armancê her gerîlayeke yeke, ji bo azadiya welatê xwe şerkirin heta zafere ye. Sala 2021’an de li Metîna yê dest bi rêwîtiyeke nû dike, di nav operasyonê de bi şerkeriya xwe li herêmê dihat nasîn. Bi sekna xwe yî mînak ya weke Egîd û Delalan tekoşîn û şer dike. Ji bo wê jî Ruken şerê xwe yî li hember dagirkeriyê didomîne, bi beşdarbûna çalakiyan ve derbên pir giran li dijmin dide û dimin matmayî dihêle.

Ruken Zîlan li herêma Metîna yê bi van gotinan hestên xwe sala 2022’yan tîne ser ziman: ‘‘Ev demeke ez hatime Metîna yê. Bi rastî hevaltiya Metîna yê pir cûda ye, li qadên pratîkê mirov çiqas zor û zehmetî bikşîne ewqas hevaltiya mirov xurt dibe. Bi rastî pêvajo jî hevaltiyeke wiha xurt ji me dixwaze. Jiyan jî bi zehmetiyên xwe ve xweşe. Bi vê hevaltiya me yî xurt em ê Metîna yê ji dijmin re bikin goristan. Dijmin çiqas êrîş bike nikare gerîla têk bibe, ji ber yê ku wê têk biçe ew bi xwe ye û serkeftin her dem ya gerîla ye.’’

Herwiha Ruken bi vê nivîsa xwe de hestên xwe wiha vedibêje: ‘‘Ji berbangeke sehera welatê min Kurdistan ê. Bi hêvî û xeyalên li welatekî azad de, em jiyaneke azad biafrînin. Ji ber afrandin yek ji taybetmendiyên mirovên çiyayî ne. Di afrandina mirovatiyê de ked û hîskirin tişta sereke ye.’’

Ruken bi sekneke berxwedêr û fedaiyî ve li Metîna yê di nava pêngava Cenga Xabûrê de cihê xwe digre. Di nava pêngavekî wiha dîrokî de dibe çalakvaneke xurt û weke gelek qehremanan ew jî pêşengtiya vî şerî dike. Hêzên dagirker li hember hêza jin ya ku herî pêş de şer dike, bêçare dimîne. Lewma jinên şoreşger yên wek Ruken nûneriya xeta fedaîtî dikin û dîroka azadiyê dinvîsin. Ew jî ji bo sibe rojên azad canê xwe dike mertal û giyana xwe di berdêla şerê azadiyê de feda dike. Di 14’ê cotmeha sala 2023’yan de ji bo welatekî azad keça Kurd ya esîl xwe feda dike û dibe stêrkek li asîmanê Kurdistanê.

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê