‘‘Divê em xebatên zimanê Kurdî bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin.’’

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.

Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi Îngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.

Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çarçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.

Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin Tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewnaq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.

Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ma ne nîjadkujiye, lê çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de tên hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e. Mînak, Cihû bi ber tevkujiya fîzîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.

Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.

 Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma reel û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê pêşniyara netewa demokratîk dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayne. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fêm kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi îdeolojiya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyan e. Ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Mesela îro tê xwestin ku li Îngîlistanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e. Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe û hwd. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were fêmkirin.