Rêber Apo

Pir eşkere li holêye ku her kêlîkê nêzîkatiyên min çawa bilind dibin.

Min xwe da destpêkirin, min raber kir û didome.

Çiqas bêçare, çiqas bêkes, çiqas bêderfetî, çiqas serê xwe li rast û çepê didim, çiqas li erdê û asîman dimêyzînim, çiqas li guran-çûkan, maran-mişkan temaşe dikim, çiqas li hewayê, avê hemû tiştên li xwezayê peyda ne, çi tiştên li civakê peyda ne temaşe dikim û dixwazim çareseriyekê peyda bikim.

Rêz ev e.

Fetihkirina jiyanê, fetihkirina şer, fetihkirina mirov û çi pêwîst dike bi wî re xwe fetihkirin.

We dît, ez çi ji xwe dikim?

Niha tirsa artêşa dijmin mezin e. Me çawa rê li ber wêrekiya nava me vekir? Bi hêzê me ev yek kir. Me ev yek bi kar kir.

Yên qehr dibin bila qehr bin, ên dijîn bila bijîn.

Em naxwazin bila tu kes wisa bi hêsanî wenda bike. Berovajiyê vê yekê em ji dijmin re jî dibêjin. Qet nebe dijmingeriya xwe li gor zagonên şer bike, evqas pêwîstî bi dînbûna şerê taybet nîne. Wî hemû dînokiyên mezin ên şer kirin, hemû zagonên babistinî yên dîroka şer bin pêkirin. Navê şerekî weke şerekî pir qirêj di dîrokê de nivîsandin. Bêguman em jî neçar man ku em aliyê şer ê pîroz kûr bikin.

Ev şerê ku em dimeşînin pîroz e. Belkî jî yek ji şerên herî pîroz e. Ev jî bû malê dîrokê.

Lewra em aştîgerên pir xwezayî ne. Em jîyanê bi aştiyê pênase dikin. Jiyan aştî ye. Ez bawerim ku em îfadeya herî bijarte ya vê yekê ne. Misogere ku ez vê yekê temsîl dikim. Lê were li vê sosretê temaşe bike ku li ser aştiya jînê wisa bi şerê taybet azîneyên gemarî hatine bikaranîn ku, yekî weke min newêrekê zorê jî neçar dimîne serî li zorê bide.

Hîna gundiyên me dibêjin. “mirovekî wisa ye ku moriyekê naêşîne.” Rast e. Ne tenê moriyekê, ez ditirsim parçeyeke giha jî bişkînim. Lê kîjan demê min dît ku pêşiya jînê bi tevahî hate girtin, pêşiya daxwaziyan hate astengkirin û pêşiya berzbûnê hate birîn, wê demê min xwast ez gelekî biaxivim û gelekî nîqaş bikim. Min dît ev yek jî wisa hêsan nîne. Ji zû ve pêşiya vê yekê jî hatiye girtin û min dît ku hêzeke zorê li ser tê pêkanîn. Dîsa rexmî ku ez qet ne amadebûm, rexmî ku ez bi qandî kesên din wêrek û fedakâr nebûm, ez eşkere diyar dikim ku min ev yek dît.

Divê şêwaza min a jiyanê baş were berhevkirin. Ev yek tê wê wateyê ku, bi jiyan û aştiyeke mezin ve kesê xwedî îdia, israr, bêxiyanetiya ji jînê re, bi şêwaza fermana pergalê nepêşwazî kirina jiyanê, berxwedana li hember pergalê, dîsa serî netewandina li hember koledariyê ve û kesê dixwaze jînê bi aştî û azadiyê ve bimeşîne, misoger divê vê hunerê bidomîne.

Ez pêwîstiya mayina tendurist tînim ser ziman. Ji kesên xwedî birîn re dibêjim ku divê mirov şanaz bimîne. Ji kesên xwedî şanaziyên gemarî re, yên di bin lingan de hatine perçiqandin re dibêjim. Ne girîng e ku ev yek ji rêveberên şerê taybet re derbeye yan na. Ev şêwaza min e. Ez ev im. Bi ihtimaleke mezin jî ezê wisa bi encam bibim.

Tu niyeteke me ya wisa jî nîne ku ez nûçeyeke xerîb weke ewleyiya serkeftinê û misogeriya serkeftina gel bidim. Di vê mijarê de jî şêwaza min şêwaza serkeftinê ye. Divê ne kes ji bo nepêkhatina xeyalên min, min rexne bike û ne jî divê tu kes nirxandinên li ser paşvemayîna serkeftinê bike. Ji bo serkeftin destpêk û dawî ye. Tenê her kêlîkê serkeftin li ser hev dicive, di hindek serdeman de weke pêngavekê derdikeve. Her rojeke min, her keliyêk min xelekeke serkeftinê ye. Di min de şikestina xelekan nîne. Tu rojekê bi paş ve namîne. Ev şêwaza xwe rêxistinkirina kesekî ye. Ger ev îro hêviyê diafrîne, ger misoger vegeriyaye hêviya serkeftinê, ew mafê gel e. Ez xwe têkilî vê nakim. Ez xeyalên hêviyê yên taybet belav nakim. Ji tu kesî re jî derveyî şêwaza xwe hêviya serkeftinê pêş nabînim. Heta wisa xwe dayîna baweriyên serkeftinê zêde guncaw nabînim. Rastiya serkeftina min ev e.

Jiyana min e, şêwaza min e, tempoya min e, uslubê min e û di her cihî de derbasdar e.

Mezinahiya min di ku derê de ye?

Ev çil sal in li dûv çareseriya nakokiyanim û hindekî jî çareser dikim. Min dijminê esas tespît kiriye. Bêguman, ji bo naskirina dijmin peyv tunebû. Îro bi zanistiyeke qandî deryayê me gihandiye rewşeke bênefes. Kemalîzm bênefes hate hiştin. Hemû îdeolojiyên paşverû bênefes hatine hiştin. Heta bêpolîtîka hatine hiştin. Min çima kir. Min xwe ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve daye û min kir. Emê artêşa wan jî bênefes bihêlin.

Erê bi tena serê xwe min hemû pêvajo hildan ser milên xwe. Min hetanî vê derê anî. Îro ew zilamê ku bi evqas derfet jî nikaribe xwe bi pêş bixe mafê wî ji tu tiştî re nîne. Û ez jî wî nasnakim. Ez ev im. Ez xwe li dij dijmin wisa amade dikim û wisa didim şerkirin.

Her çawa be jî mirov dikare xwe biafrîne û her dem pêşveçûnên mezin avabike. Ger mirov wisa jî temaşe neke nabe. Rexmî ku xwedî gelekî pirsgirêk e, rexmî ku me pirsgirêkên herî bingeh xistine rojevê li ser van neponijîn, xwediyên pirsgirêkan dixe rewşeke xirab û qonaxeke hesab dayînê. Bi salan e ji bo di ev karê dayîna hesab de ez gelekî hesas nêz bûm. Jixwe di Kurdistanê de cara yekem em rêxistineke bi vî awayî pêk tînin. Ji bo neketina kêmaniyan bi qandî sebreke mezin, em zirav dihunin û şidyayî didurin. Ji ber ku ez kêm zêde dizanim ku ka ez bi kelûpeleke çawa re rû bi rû me. Di vê mijarê de divê mirov zêde dilpak nebe.

Gelo ma hun vê yekê çawa fêm dikin?

Ji bo xwe, erê bi rastî jî ne bi gotinan, di pêkanînê de jî ez li ser tu sudeke wisa nahizirim. Lê ji bo serkeftina nirxên bingehîn, ez şervanekî gelekî dijwar im. Ez pir vekirî bibêjim, li derûdora min nirx dicivin. Lê baldar bin, ez dibêjim ku divê ev tenê weke nirxên azadiyê, rizgariyê, netewiyê û yên hevpar werin fêmkirin. Tu mafê min li ser min jî nîne.

Carna ez ji xwe re dibêjim “ey Apo”, tu mirovek î. Her çibe jî roja me weke pêwistiyeke mafê mirovan xwedî wate ye. Vaye weke pêwîstiyeke mafê mirovan wisa bi tenduristî, wisa tu jî bibe xwedî jiyaneke taybet a tê pejirîn. Ez bi xwe ji mafên herî bingeh ên mirovan bêpar im. Mafê min ê gerê nîne, rast û dirûst mafê min ê ku ez pêwistiyên xwe yên kesî pêk bînim nîne. Çima? ji ber ku divê xebateke leşkerî be. Niha ez ji xwe re zêde derfeta karê taybet nadim. Ez neçarim li hember xwe jî pir sotîner bim. Ji ber ku ger bibêjim mafê takekesî; dê mafê giştî û mafê gel zerarê bibîne. Dê şer zerarê bibîne.

Eşkere ye, maf ne, ez dibêjim peywir heye û peywireke esas e. Naxwe ger ez jî bixwazim xewkirineke rihet bikim, hindekî bêhna xwe berdim. Niha derfetên min ji hemû kesên Kurdistanê zêdetir in. Ger bala we li ser be kesekî herî azad tevbigere hebe ew jî ez im. Lê rexmî vê yekê rewşa min ev e. Çima?

Ji bo ku tu di şerî heyî de têk neçî divê tu wisa tevbigerî.

Di temenê herî ciwan de min xwe wenda nekir,

Ji bo her kesî ez gelekî dihizirim.

Bi demjimêran li rûyên wan dinihêrim, bêyî ku eciz bibim diaxivim, vêdibêjim. Bêguman ez zindî dikim, hilrakirina hişmendiyê ye. Hilrakirina dil e.

Vaye bezên min ên di zaroktiyê de hene, wisa bi peroşmendî. Di pêvajoyên dawiyê de jî bezîn, dîtin, ji nû ve lêgerîn, ji nû ve armanc diyar bike û her roj bibeze. Misoger dubarekirin jî nîne, têrbûn jî nîne. Ka ji mîtroyekê ve dest pê dikin, santîm bi santîm bilind dikin. Rekor li ser rekorê ye. Li gor xwe ez bend hîna bilind dikim, hilbiavêje ha hilbiavêje, bi peroşmeniyeke mezin.

Bêguman cihana şoreşger wisa ye.

Pir balkêş e! Esas ezê ji vê re bibêjim tolhildan, ev paşnav çima li me kirin? Sosret dimînim. Ev taybetmendî çawa di me de hebû? Û misoger gotine û bi me ve kirine. Ji ew fermanberê nifusê re ku ev yek dîtiye bijî! Erê rewşeke tolgeriyê ya hewlnak heye. Di 1920’an de çawa tespîtkirin ku ezê ji van tiştên pêkhatî hemûyan tolê bigrim? Di pirtûka Îsmet Îmset de tiştekî balkêş tê gotin: fermanberekî nifusê hatiye. Qaşo kalikê min Şêx Sêîd bi dar ve kirine. Bêguman ne kalikê min e, lê wisa dinivîse. Wê demê gotine em paşnavê wan bikin tolhildan. Balkêş, tolhildan? Kemalîstan bi xwe ev lê kirine. Nakokiyeke balkêş e.

Eşkerekirina dijmin gaveke girîng e. Ew xayinên kevin in, xafilên kevin in. Ev dijmin, dijminê hezarê salan e. Di kavilê berxan de xwe mîna guran raber dike. Ji lawiran xirabtir e, lê bi pîvanên hemdem mirovan dibîne. Destpêkê me eşkere kir, karê eşkerekirinê dibe ku hindekî din were berfirehkirin. Lê ji bo kesên ku dixwazin şer bikin ev yek bes e. Bêguman ev yek têr nake. Yek jî divê ya hatiye eşkerekirin were dîtin.

Tê zanîn ku, bi şidandina kulmên di tariyê de dijmin nayê lêdan.

Min ev dijmin çawa anî vê rewşê? Divê misoger were zanîn. Bi şêwaza min a razana di kozikê de ve girêdayî ye. Di şêwaza meşê de bi bênefesmayîna min re têkîldar e. Divê were zanîn û lêgerînkirin ku ka çawa ez li Rojhilatanavîn jiyame. Divê hemû pêwendiyên min werin hînbûn, bi taybetî pêwendiyên bingehîn. Ya bingeh, pêwendiyeke çiya ya pir pêwîst, têkîliyeke dostaneyî, têkîliyeke çekê, divê ev bi tevahî werin girtin û berfireh werin nirxandin.

Mirov dikare encamên mezin derbixe.