Li welatê agir û rojê şerê azadiyê ronahiyek belav kir û çîroka wê hat nivîsandin. Mohra xwe li dîrokê da û ev çîrok serpêhatiya zarokên Kurd bû. Yek ji wan zarokan jî dixwest zarokatiya xwe jiyan bike, lê belê yên ku para xwe ji mirovbûnê negirtibûn nedihîştin ku zarok, zarokatiyê bijîn. Pergala faşîst û desthilatdar nehîşt ku zarokatiya xwe jiyan bike. Dîlgirtiyek bû ku di xwest hezkirina xwe jiyan bike. Jiyanek faşist û kole nehişt ku girêdan bûn û hezkirina xwe jiyan bike. Ew zarok evîndara çiyayên welatê xwe bû, ew aşiqê Gabarê bû, ku dixwest bigihîje eşqê xwe. Lê belê dijminê xwîn xwar nehişt ku bigihîje eşqê xwe. Çavê wê li riya bakur bû, dixwest îmralî silav bike. Dixwest ronahiya Îmralî’yê ziyaret bike. Erê kirina dil bû ku dixwest întîqama xwe li neyaran û zaliman bigrê. Çima genc bûna wê ji dest girt? Çima bi îrade wê hatiye lîskandin?

Jin bi kîna dilê xwe li hemberî hemû zoriyan û zaliman bi awayêk lehengî li berxwe da. Îradeyek mezin di kesayetiya xwe de da avakirin û ev kes jina kû navê xwe Çavrê bû. Çavrê bi kîna dilê xwe, xwe ji nûda afirand, xwe gihand xweşikbûnê û xweşik bû. Fam kir ku di milê hişmendî û îradê de mirovên xayîn îrade wê jê girtî bûn. Ti caran li hemberî wê serî netewand. Zarokek bû lê belê eşqa dayîktiyê jiyan nekiribû, ji bo vê ji dunyayê têr bibû. Wekî jinek ku pergala heyî de ew jî mîna hemû jinan nebi bû xwedî maf. Lê rûxmê ku îrade û fikra wê ji dest hatibû girtin li hemberî sîstemê serî netewand û berê xwe da jiyanekî azad. Hêviya xwe ya jiyan kirine her çû û mezin kiribû. Piştî naskirina Rêbertî û nasnameya jina azad her dem bû xwedî hewildanên xwe pêş xistinê. Yek armanca wê hebû; di milê felsefa û birdoziya Rêbertî de xwe kûr bike û ticarî ji vê felsefê re îxanet neke. Bû sozeke mezin û bivê sozê xwest ku zarokatiya xwe ji nû de jiyan bike û xwedî li vê jiyanê derkeve. Bi hêza felsefa Rêbertî her roja ku diçû hezkirina wê li hember jiyanê zêdetir pêşdiket. Li hemberê pergala baviksalarî gelek bi hêrs bû. Kîn û nefretekî gelek mezin dijiya. Nakokî û pirsên wê gelek bûn. Lê rûyê wê her tim bi ken bû û ticarî li hemberê êşên pergalê pes nedikir. Her tim di nava têkoşîneke de bû. Jineke pir bi hêz bû, êş û azarên xwe demekî kin de derxiste zanabûnê û ji xwe re kir serkeftina bingeha jiyana xwe. Ev serkeftin wê bibira encamê. Ji lewra serkeftinê bi bawer bû. Her tim di nava têkoşînê de bû, li hember kêmanî û nebesiyan tu caran pes nedikir û bernedida. Her demî li hemberê çewtiyan şer dikir, têdikoşiya. Hîn zêdetir xwe bi hêz dikir. Li hemberê hevaltiyê pir şiyar bû û ji hevalên xwe gelek hez dikir. Ji ber hezkirina xwe ji aliyê hewreyên xwe re gelek dihate hezkirin jî. Herdem xwestek û xeyala wê gihaştina qadên şer bû. Ji ber dixwast tola xwe û ya tevahî jinan ji dijmînê xwe bigre.

Bi sekin, bi vîn û bi berxwedaniya xwe xwedî li soza xwe û xwedî li jiyanê derket. Bi pratîka xwe ya serkeftî xençerek li dilê xayînan da û birînêk bê derman vekir. Bi terzê xwe yê jiyanê û qehremantiya xwe li ser lêvên hevreyên xwe bû stran, li ser rupelên rojnivîsan de bû helbestek bi wate.

Xwesteka heval Çavrê her tim ew bû ku li qada Gabarê gerîlatî bike. Ji ber ku Rêber Apo gotibû ‘‘Jinên ku ji min hezdikin bila berê xwe bidin Botanê.’’ Heval Çavrê ji ber vê gotinê Rêber Apo dixwest li Botanê tevlî kar û xebatên pratikê bibe. Ji bo vê jî eşqa wê hertim Gabar bû. Mîna her şoreşgerek xeyalê wê yê sereke jî dîtina Rêbertî bû. Herdem bi vê xwestek û xeyalê xwe re dijî û têdikoşiya.

Di rojeke ji demsalek nava payîze de Avaşîn serî hilda û tilîlî kişand. Bi banga Avaşînê lerizî erd û ezman. Bi dengê Avaşînê hemû çûk firiyan û berê xwe dan rêkên dûr. Şev tarî bû. Tarîtiya şevê de stêrkên birîqî winda bûbûn û bedengiyê girtibû nava xwede. Di wê seqema Avaşînê de tu dengêk din tunebû. Tenê dengê serhildan û tilîliyên azad dihat. Pêlên Avaşîn bi seatên dirêj dewamkir, dengê qîrîniyê her dewam dikir. Lê demekî şûnda dema xatir xwestinê hatibû. Xatir dixwast û diçû.

Edî şevên tarî li şûna xwe ronahiyê re hiştibû. Wek ronahiyek bêdawî berbi asîmana ve bilind bû. Bû hevalek ji stêrkan. Di asîmanan de şewqa xwe da û bi xwere ew şevê tarî ronî kir, hemû keyfxweşiya xwe li stêrkan belav kir û hemû bi hêviyek li dora wê kom bûn. Rastiya azadiyê fêmkirin, xwe gihandina eşqa jiyanê ye. Bi vî awayî çîrok û rastiya xwe di dilê me de mezin kir. Hertim ji bo me weke bîranîneke neyê jibîr kirin û wek heqîqeta jiyana me, di dilê me hemûyan de ne. Şahadetê rêya serkeftinê ronî kir, ey şehîda Kurdistanê û rêhevalê asî ya Rêber APO.

 

Sorxwîn Kobanê