Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê.

Ger niha êrîşekî bi ser mirov de bê, mirov dê wê çi bike zane an jî na? Wekî taybetmendiyekî gerdûnî di giştî zindiyan de ajoyên xwe parastinê hene. Xwe parastin, di giştî zindewaran de hevpar e. Wê gavê dema xeteriyekî bi ser zindiyekî de bê, wê bizanibe xwe çawa biaparêze, wê bersiva pêwist bide. Mirov dema li gerdûna zindiyan çavdêrî dike, dibîne ku di xwezayê de dervayê xwe parastinê cureyekî din yê pevçûnê nîne.  Xwe parastin, di aliyê din de domdariya jiyanê ye. Lewra, şêrekî, gurekî an jî bazekî ger nêçir neke, nikare jiyana xwe bidomîne. Ji bo wî jî li vir êrîşê zindîyekî din wekî pêwistiyekî jiyanî derdikeve pêşiya mirov. Di civaka exlakî û polîtîk de, şer tenê bi armanca domandina jiyanê ango ji bo pêwistiyên jiyanî derbasdar e. Di xwezayê de û wekî xwezaya duyemîn, di xwezaya civakê de êrîş nîne, giştî êrîşên heyî êrîşên xwe parastinê ne. Bi hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk êdî xisleta êrîşê diguher e. Di despêkê de, êrîş tênê bi armancên pêwistiyan pêk dihat, lê piştî hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk, êdî êrîş bi armanca dagir kirin û kolekirinê pêk tên. Ti zindî dervayê însan, bi armanca dagir kirin ango kole kirina zindiyekî din êrîş pêk nayne.  Ev tenê aîdê însane û nîşaneya ji rê derketinê ye. Di gerdûnê de, di navbera giştî zindiyan de têkiliyekî hevpar heye, ev têkîliyekî sîmbîyotîk e. Diyalektîka gerdûnê li ser esasê hev xurt kirinê, hev xwedî kirin, hev têr kirinê ye. Lewra ne wisa ba, wê ti zindiyekî nikariba jiyana xwe bidomandina. Li vir di paraznameyên Rêbertî de jî xalên gelek girîng hene. Rêbertî di paraznameya xwe ya bi navê ‘’Parastina gelekî de’’, di pela 35.’de li ser vê mijarê berfireh diraweste. Her wiha di parasnameya pêncemîn de li ser van mijaran bi awayekî felsefîk û ilmî gelek şîroveyên nû pêş dixîne. Ev zanista di mirov de pêş dikeve mirovan dibe hindek encaman. Em niha dixwazin wekî têgeh fermandar pênase bikin. Wê gavê fermandar çiye, kî an kê dibe fermandar? Xislet û xusûsiyetên fermandartî çine? Ger mirov bala xwe bidê; wê gavê beriya pênase kirina diyardeya fermandar divê em şîddet ango tundî pênase bikin. Di despêka mirovahiyê de tenê cureyekî şîddetê pêk dihat, ew jî xwe parastin bû. Giştî zindî ji bo xwe biparêzin xwediyê amûrên xwe parastinê ne, her wiha şêrekî pencên wê hene, gurekî diranên wê, xezalekî lingên wê, marekî jehra wê heye. Ji bo zîndewar, xwe ji zirufên xwezayê, seqa û her wekî din, biparêzin, hirçekî xwediyê postekî sitûr e, çûkekî bi baskên xwe dikare heta cihên germ bifire. Lê wekî xwezaya duyemîn civaka însan ne xwediyê postekî sitûr e, ne diranên wî/wê tûj in, ne jî dikare wekî pezkoviyekî pir bi lez, bi bebeze. Însan, ne dikare bifire, ne jî dikare di nav avê de demdirêjî jiyan bike. Lewra, pêwistiya însan jî bi parastinê heye. Li gorî hindek nêzikatiyên pozîtîvist; yê însan diparêze hêza wî ya aqil e. Her wiha rastiya însan tenê bi aqil jî pênase kirin ne rast e. Aqil xistina navendê bi serê xwe rê li ber zayendeperestî, nîjadperestî, zanistperestî û olperestî vedike. Ji ber ku di rastî de yên parastina însan dike ne tenê aqil e. Aqil perçeyekî vê rastiyê ye, lê ne tenê aqil e. Ya rast hêza însan ya parastinê civakbûyina wî ye. Civakbûyinekî li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikeve jî rêya parastina esasî ya însan e. Di civaka exlakî û polîtik de çînayetî nîne, têkiliyên heyî li ser parastina civakê pêş dikevin, pîvanên dayikê derbasdar in. Di 20 hezar salên mirovahiyê de, demekî pir dirêj bi qasî 15 hezar salan, civak; li ser pîvanên dayikê bi rêve çûye. Em van deman, wekî serdema neolîtîkê bi nav dikin. Di serdema neolîtikê de hêza însan, parastina însan; ji civakbûyina însan ava dibû. Xwe parastin li ser esasê pêwistiyan pêş diket, di navbera însan û xweza de têkilî hîn xirab nebibûn, di heman demî di navbera jin û zilam de her wiha di navbera rêveber û civakê de jî têkiliya heyî sîmbîyotîk bû. Yanî tekîliyên heyî yê hev tine kirinê nebûn, yên hev xwedî kirin, mezin kirin, pêş xistinê bûn. Erkên jin û mêr her çiqas ji hev pir qut nebin jî, ji ber zirûfên zayinê yên jin, hên bêtir jin; bi kom kirina nebatan, çandinî û kêdî kirina ajalan re mijûl dibûn. Lê mêr hên bêtir bi nêçirê re eleqedar e. Nêçirvanî hindek taybetmendî dixwazin. Ger kesekî bixwaze nêçirvanî bike, divê bikari be, kêmînan çê bike. Ji bo girtina masiyan tor çê dike, ji bo kuştina ajalan keviran tûj dike, her wiha di cihekî de xwe veşêre û êrîş bike. Ev hêza plangeriyê ye. Di pêş de jî emê li ser rawestin, plangerî di taybetmendiyê fermandar de a yekemîn e. Mirov dibîne, ev taybetmendiyên di despêkê de di xizmeta civakê de ne, lê demekî şûn de li civakê dizivirin. Ji ber kû êdî aqilê analîtik pêş dikeve. Aqilê analîtîk yên ku ji hêst qut, zilam dibe ber bi desthilatdariyê û dibe sedem, pergala jin-dayik hilweşe. Lewra şaş neyê fêm kirin, aqilê analîtîk tenê di zilam de nîne, ev pêş ketina aqil jixwe di jin de jî heye, lê di jin de ji xwezayê qut nîne, ji hêst qut nîne û di xizmeta civakê de ye. Ger ne wisa ba, wê jin ji ku derr zaniba kîjan tovên genim diteqin û kîjan ji bo çandinî kêr nayên. Niha di xwezayê de du cure tovên genim hene. Cureyekî di teqe û tovan li dora xwe belav dike, ev cureyekî xwezayî ye û dihêle ku genim her sal, ji nûve çêbibe, ev cure mê ye. Lê cureyekî din jî heye, ew bi xwe di simbilê de dimîne, nateqe û li dora xwe belav nabe, li gorî xwezayê ev tov yê nêr e. Dibe di simbilekî de yek an di lib tovên nêr hebin, piranî tov mê ne. Lê jin, ev her dû cûre ji hev nas dikin û yên nêr diçîn in, ji ber di simbêlê de dimîne, dikarin kom bikin, bi hêrin, bikin nan. Mirov bala xwe bidê, ev aqilekî analîtîk, zanistekî mezin dixwaze, ger dem dirêjî çavdêriyên jinan û veguhestina hişmendî ango hafizaya wan nebana mirovahî pêş nediket. Dîsa bi kêdî kirina ajalan berhemên wekî cil û berg derxistina holê berhemên aqil yên jin in. Vana wekî 104 me’yên Îştar jî tên zanîn. Cil û berg çêkirin, tov kişf kirin, genim çandin, destar, teşî, agir her wiha gelek tiştên ji bo domandina jiyanê pêwîstî ji aliyê jinê ve pêş ketiye. Aqilê jinê di xizmeta civakê de kar kiriye, lê zilam ji ber sedemên nêçîrvanî di xwe de qurnaztî û hesûdî pêş xistiye, qurnaztî û hesûdî tê wateya ji rê derketina aqilê analîtîk. Ev aqil çav berdide berhemên jin, dixwaze van berheman bixe yê xwe. Li ser van nirxan dest dirêjî dike, demekî pir dirêj şerekî pir mezin di navbera jin û zilam de diqewime. Jin wisa jixwe de radestî hêza zilam nabe, şer pir dijwar di qewime, wekî Înanna-Enkî her wiha di gelek mîtolojiyan de, mirov dikare ev rastya şerê di navbera her du zayenda de bişopîne. Ev nakokiyên despêkê yên di navbera jin û zilam de, li dijî nîrxên civakê pêş dikeve. Wê demê êdî em dikarin behsa cureyekî din yên tundî yê bikin. Tundiya ku ji bo xwe parastinê pêş dikeve, êdî bi şaş kar anîna aqilê analîtîk re dizivire tundiya desthilatdarî. Tundiya bi armanca dest xistina nirxên civakê berhêmê zilamê hesûd yê kû li beranberî hêza jinê şer dike ye. Piştî ketina jinê, êdî civak ji hêza xwe, yê parastina xwezayî dûr dikeve. Ji ber kû xwe parastin taybetmendiyekî azadiyê ye, civakekî kole nikare xwe biparêz e. Wê gavê hindek kes derdikevin, civaka ku ji hêz ketiye diparêz in. Hindek kes jî li ser van civakan fermanan pêk tînin. Du, wateyên fermanan heye, yek civaka ji hêz ketiye ji nûve xistina tevgerê ye. Ya din jî di artêşbûyina zilam de pêş dikeve û xizmeta dagir kirin û koletiyê dike. Divê watê de hindek pêşeng in, hindek jî fermandar in. Mirov dikare wisa jî pênase bike, lê wekî têgînekî leşkerî divê mirov ferman û fermadarî baş fêm bike. Ferman û fermandarî ji ketina jin û civakê şunve pêş ketiye. Divê ev bê zanîn, di despêka xwe de fermandarî erênî nîne. Ji bo wî di dîrokê de mirov nikare zêde behsa fermandarên jin bike. Ji ber, fermandarî ji aliyê zilam de pêş ketiye. Di civaka xwezayî de ji bo tu xwe biparêzî pêwistî nîne kes fermanan bide te. Ji xwe ev wekî ajoyekî di însan de heye. Lê dema însan tê kole kirin, ji vê ajoyên xwe yên xwezayî dûr dikevin. Her wiha kole bûyin ji xwezabunê qut bûyine, ji rê derketina mirovahiyê ye. Bi kurtahî em pênase bikin, dû cureyên şer hene, yek; şerê parastina reva ye, du; şerê bi armanca dest xistina nirxên civakê ango şerê desthilatadariyê ye. Du cure şîddet hene, yek; şîddeta şoreşgerî ya kû bi armanca rizgar kirina nirxê civakê pêş dikeve ye, ya din jî şîddeta bi armanca kole kirinê civakê pêş dikeve ye. Wê gavê du pênaseyên fermandar hene, yek; civakê ji bo nirxên xwe biparêze dixe tevgerê ye, du; civakê bê hêz dike ye. Fermandarê yekemîn li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin, fermandarê duyemîn, li ser bê pîvanî, çanda tecavuz, talan, dizî û dagir kirinê pêş dikevin. Fermandarên cureyên yekemîn temsîl dikin; pêşengê civaka xwe ne, yên bi armanca desthilatdarî tevdigerin di bingeh de, dizin, dijminê nirxê civakê ne. Her wiha vê têgîna leşkerî em dikarin li gorî rewşa îro, wisa jî pênase bikin; Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê. Ji ber ku di dîrokê, di der heqê Kurdan her dem ferman hatine dayin ku bên dagir kirin, hilweşandin û tine kirin. Bi awayekî din em pênase bikin; ‘Ferman’ wekî naverok, tê wateya destûr dayin ango sînoran diyar kirinê.  Yê ku xwedî hêza fermanê ye, dikare sînoran bide diyar kirin. Di wateya dîrokî de jî, yê ku sînor dane ava kirin, fermandar in, ji xwe şerê desthilatdariyê bi sînoran destpê dike. Zilamê hesûd dema hêz bi dest dixe, gava yekemîn dîwaran ava dike, sînoran çê dike. Fermandar, di despêkê de li hember hêza jin pêş ketiye û ji jinê re dîwaran ava kiriye, jinê xistiye bin fermana sînorên xwe. Ji ber ku, di civakekî wekhev û azad de sînor nînin. Sinorên civaka xwezayî bi pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin. Civaka exlakî û polîtîk xwediyê hêza biryar û pêk anînê ye, civaka xwezayî ji bo pêk anîna pêwistiyên xwe, xwe li hêviya kesekî nahêle, civak giştî di biryar û pêk anînê de xwedî mafe. Ji ber vê yekê, di civakekî exlakî û polîtik de pêwistiya sînoran nîne. Ji ber ku endamên vê civakê ne bi fermanan, bi berpirsiyariya xwezayî tevdigerin, pêwistî bi kesekî fermanan bide nîne. Lê di civakekî ku hêza xwe ya parastinê wendakiriye de pêwistiya pêşeng ango fermandar derdikeve holê. Ji ber ku li vir fermandarî tê wateya fêr kirina xwe parastinê. Di fermandarên bi pîvanên exlakî û polîtîk derdikevin holê de civak ji nûve bi hêza xwe ya parastinê dihesin û xwe fêrî parastinê dikin, li vir fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtîk in.

            Wekî xulase, peyva fermandar, têgînekî leşkerî ye, girêdayî artêş û şer e. Li cihekî artêş û şer hebe, li wir fermandar heye. Fermandar, kesekî ku artêş û şer rêve dibe ye. Di şeran de yê diyarker fermandar e. Yê ku, faktorên şer serkeftî pêk tînin, fermandar in.

Bi kurtahî em fermandar, di van xalan de dikarin wisa pênase bikin.

  • Fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtik e.
  • Fermadar fêrkerê zanista xwe parastinê û ava kirina vîna xwe parastinê ye.
  • Fermandar, cihê ku lê ye hêza biryarê ye.
  • Fermandar, rêvebirê şer e.
  • Fermandar, diyarker û bandorker e.
  • Fermandar çarenûsa şer diyar dike.
  • Serxistin û binxistina şer girêdayî fermandar e.
  • Fermandar, saziyekî rêvebirina şer e. Her çiqas fermandar kes e, ewqas jî saziyekî ye.
  • Cihekî artêşbuna jin hebe, li wir fermandariya jin jî heye. Ev mijarekî nû ye, ji ber ku desthilatdarî herî zêde xwe di mijara artêşê de bine saz kiri ye, li vir fermandariya zilam pêş ketiye. Lê me di destpêkê de jî got, li kur şer û artêş hebe li wir fermandarî jî heye. Di vê manê de em mêze bikin, di şerê me de, yekîneyên parastina jin hene, wê gavê li wir fermandariya jin jî heye. Di diyardeya fermandarî de, hindek faktor hene ku fermandar derdixînin holê. Yek ji vana yê herî bi bandor jî hêza bawerî û fikir e.

Ji Dersa Zozan Çewlîg A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin