1-Ji Bo Bi Aqil Û Mêzekirina Jinê Ve Jiyan Bê Jiyîn Jineolojî Pêwist e!

Fêm kirin ji bo jiyan kirinê ye, jiyan kirin jî ji bo fêm kirinê ye. Ger jiyanekî wateya wî neyê zanîn, di wê jiyanê de jiyan kirin jî bê wate ye. Ger nefes girtin û sendin wekî jiyan neyê hesibandin, di esas de jiyan wate dayin e, hêza wate dayinê derxistina holê ye. Jiyan wiha lê hatiye ku bûye diyardeya herî zêde pê hatiye lîstikandin, heqîqeta wî hatiye perçe kirin û ji eslê xwe hatiye derxistin. Wateya jiyanê hatiye berovajî kirin, bi xwe bûye xapandinekî herî mezin.

Nexwe gelo jiyan çawa hat vê halê?

Di avabûyina şaristaniyê ya ku li ser hîmên çîn, bajar, dewlet de peşket ve jiyan ji wateya xwe qût bû û ket bin destê hikmê zilam. Zilamê desthilatdar bi giştî derfetên xwe êrîşê jiyana jin-dayik ya komînal, azad û wekhev kir û jiyanê ji heqîqeta wî dûr xist. Ger mirov bi gotinên Rêber Apo bîne ziman jiyan hatiye sûîkast kirin, bi nirxê jiyanê hatiye lîstîn û ji wateya xwe hatiye derxistin, ya rastî xiyanet li jiyanê hatiye kirin. Destpêkê jiyan ji wateya xwe bi pêşketina şaristaniyê re hat qût kirin lê xiyaneta herî mezin bi jiyanê re di serdema modernîteya kapîtalîzmê de hat kirin. Lewra ya herî zêde bi jiyanê lîst  modernîteya kapîtalîst e. Ferperestî, tarzê tekiliyên tekakesî û teknîkî,  ji fikir û hêstan qût bûyin ango robotbûyin, jiyanekî xeyalî ku jê re di Erebî de tê gotin ‘farazî’ ango bi gotina Tirkî ‘sanal’ giştî di serdema modernîteye kapîtalîst de pêş ketiye. Kesên ku ji jiyana komînal qût dibin, ji kole kirinê re tên vekirin. Ji bo wî jiyana tekakes di vê serdemê de ewqas li pêş e. Kesên ku di nava civaka xwe de ne, li ser axa xwe, bi çanda civaka xwe dijîn yên herî bi hêz in û kes nikare wan ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî bişûxîlîn e. Lê yên tenê dimînin, ji komê, ji axê, ji çandê qût dibin mîna lawirekî bê serî ne, derb ji kûr ve bi ser wan de bê ferq nakin, carekî de xwe di nava pergala koledar de dibînin da ku dest û lingên wan bi zinciran ne girêdayî be jî nikarin xwe ji pergalê bifilitîn in. Ji ber di milê aqil û hêst de êdî hatine dagir kirin, hêza wan nemaye. Ev rastî ji aliyê zilamê xasûk û dizek ve hên di dema Sûmeran de hatiye kişf kirin û di roja me de bi amûrên herî pêşketî ve li ser mirovahiyê tê şîxûlandin. Jiyan tê perçe kirin, ji wateya xwe tê derxistin, însan ji nirxê xwe yê mirovahiyê tê dûrxistin û tenê tê hiştin. Ji bo wî wekî panzehîrekî divê jiyan bê pîroz kirin, nirxa herî mezin ji jiyanê re bê dayin. Pêwiste jiyan bê xilas kirin ku pergala koledar dawî lê bê, heta jiyan di nava pencên şaristaniyê de be ewê civak, xweza û gerdûn jî di nava êşên tinebûnê de binalin. Lê jiyan bê xilas kirin, êşa herî bi wate ewê bibe êşa zayina nû ku bi xwe re hebûna azad diafirîn e. Rêber Apo di vê derheqê de wiha dibê; ‘’Jiyan pîroziyekî ye, divê bi ser giştî nirxan de bê girtin’’.  Ev jiyana ku Rêber Apo bal dikşîne ser ne jiyana tekakesî ye, jiyana ku tê de azadî, wekhevî, edalet û xweşikî heye, ew jiyane ku mirov bi ser giştî nirxan de bigire. Ya pîroz ev e, ya bê xilas kirin ev e! Li vir wateya gotina; Fêm kirin  jiyîn e, jiyîn fêm kirinê cardin derdikeve holê. Ger jiyan neyê fêm kirin wê demê wateya jiyanê çiye? Her wiha li ser fêm kirinê pirsekî din ji aliyê Rêber Apo, tê kirin û ji giştî zanistan re vê pirsê pêşkeş dike; ‘’Ger zanist nabe sedemê fêm kirina jiyanê wê gavê zanist ji çi re ye?’’. Heger ilmekî jiyanê bi wate nake wê ilmê jî bê wate ye. Divê her tişt bikeve xizmeta jiyana bi wate, lê bala xwe bidinê zanista heyî ne di xizmeta jiyanê de ye. Berovajî di xizmeta desthilatdariyê de ye, di xizmeta zilam de ye. Zanista heyî dibe sedem ku zilam şane bi şane xwe berde kûrahiya jiyanê. Lewma sedemê vala kirina naveroka jiyanê yek jê jî sûcdarê wî zanista zayendperest bi xwe ye. Heger zanist nikaribe jiyanê bi wate bike, ji pirsgirêkên jiyanê re çareserî deyne wê gavê zanist çima ji xwe re dibê ez heme? Pêdivî heye ku her zanistekî destpêka wî jiyan be. Mînaka Rêber Apo heye ku di kêliyên herî bi êş de jî bi kêfxweşî jiyana azad pêşwazî dike. Ev tarzê Rêber Apo ger mirov fêm bike, bese ku mirov pîroziya jiyanê cardin kişf bike. Ji ber nabe ku nirxê jiyanê bi tiştekî din ve bê vala derxistin. Jiyan di ser her tiştî re ye û êş ne sedemin ku jiyan li hember bê teqat bikeve an birize. Jiyan divê her zindî bê hêştin û bi coşa azadiyê bê jiyin. Lê zanistên heyî ji ber ji jiyanê dûr ketine, para xwe ya heqîqetê jî wenda kirine. Lewra nikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin çareserî. Zanistên heyî sucdarin li hember jiyanê ji ber bi jiyanê lîstine, lewma nikarin bi ti awayî rast pênaseyekî ji jiyanê re deynin. Beriya zanist bikeve destê zilam, di nava jiyanê de bû. Pêşenga zanistê jin bû. Jin, jiyan, zanist bi hevre, di hinavên hev de dihatin hûnandin. Lê niha em bala xwe bidinê zanist pir dûrî civakê ye. Civak li erd zemînên zanistê maye, zanist derketiye qata herî jorê. Peywendiya zanistê bi civakê re nemaye. Tîna xwe bidin mekanên zanistê, wê bê ditin ku zanist li hindek zaningehan, li kêleka çîna serdest, li ba desthilatdaran e. Zanist bûye amûrê destê wan, bûye hevalê sermayedaran, ne ji bo civakê, ne ji bo jiyanê, ji bo xapandina civakê, ji bo vala derxistina jiyanê kar dike.  Lê ya rast ewe ku pêwist e, zanist li ba civakê be, di nava jiyanê de be, ji bo berjewendiyên civakê, ji bo wate lê bar kirina jiyanê ked bide.

2-Ji Bo Bersiva Çawa Bijîn Jîneolojî Pêwist e!

Pirsa din ya girîng jinê jiyanê li kur wenda kir? Rast e; şaristaniyê jiyanê ji wateya wî derxist û di vir de zanist bû alîkarê wî yê herî mezin. Lê yên wekî me, yên ti caran dev ji  heqîqeta jiyanê bernedan çawa û li kur wenda kirin? Divê her kesekî vê pirsê li xwe bigire û li ser bersiva wî raweste, ji ber di vê pirsê de wateya jiyanê veşartiye. Jiyan çiye, tenê mirov dikare bi bersivdanekî dûrûst re bigîje wateya wî. Gelo jiyan qehir, keder, xemgînî ye ango jiyan coş û kêfxweşiye? Jiyan ewe ku li ser eniya me hatiye xêz kirine ango rêya ku me ji bo çarenûsa xwe hilbijartiye ewe? Ya girîng mirov çiqas li jiyanê wate bar bike, jiyan ewqas e. Ger mirov bibêje çarenûsa min ev e, çawa hatiye ewê wiha biçe, ew nabe jiyanekî bi wate, ya bi wate di her rojbaşê de li jiyanê wate bar kirin e. Her kêliya wî bi coş pêşwazî kirin e. Biryara ku mirov ji bo jiyanekî azad dide, li gorî wê biryarê jiyîn mirovan digîjîne wateye rasteqîn ya jiyanê. Wê gavê jiyan ewe ku mirov wî ji pencên qirkirinê xilas bike û li gorî wateya wî bijî ye. Heval Zinar Raperîn di nameya xwe ya çalakiya fedaî de jiyanê pênase dike û wiha dest nîşan dike; ‘’Divê deqeyekî jî mirov di vê jiyanê de bê moral nekeve, ji ber bê moral ketin heqaret li jiyanê ye’’. Dîsa gotinekî Heval Fûat jî heye; ‘’Ji jiyanê bêzarbûyin li jiyanê xiyanet e!’’. Gelek lehengên tekoşîna azadiyê jiyanê hema bêje di heman astê de pênase kirin e. Ev jî dihêle ku mirov pênaseyên herî rast ji jiyana wan derxîn e. Heval Atakan Mahîr di nirxandinekî xwe de wiha tîne ziman; ‘’ 5 hezar salin bi jiyanê hatiye lîstandin. Pê ve girêdayî bi nasnameyê jin û nasnameyê mêr ve jî hatiye lîstandin. Jinê nasnameya xwe wenda kiriye’’. Tenê ji van gotinan derketina rê jî mirovan dibe encama ku kêliya jinê nasnameya xwe wenda kir, jiyanê jî wateye xwe wenda kiriye. Ji ber jin jiyan e, lewra pênç hezar salin jiyan bê wate bûye. Jinê li kur wenda kir, jiyanê jî, giştî civakê jî li wir wenda kir, yê jinê xist vê halê, jiyanê jî bê nirx kir. Rêber Apo dema tîne ziman û dibê; ‘’Jin perçeyekî jiyanê ye, bê jin nayê jiyîn, lê bi jina heyî re jiyan nabe’’, heqîqetekî din pênase dike. Jina heyî di nava pencên şaristaniya pênç hezar salan de têşe girtiye û ji xwe hatiye derxistin. Xisletê jinê yê ku ava dike, çê dike, di afirîne, yek bi yek ji destê wê hatine girtin û li şûna wan taybetmendiyan, xisletên koledariyê hatine bi cih kirin. Ji bo wî bi jina heyî re jiyan nabe, bi jina kole re jiyan nabe, divê jin ji koletiyê bê xilas kirin ku jiyan bigîje wateya xwe ya heqîqî. Hêstên kole, fikrên kole, aqlê kole rê nade azadiyê, rê nade jiyanê, hilweşînere. Her wiha ji bo wî ye jineolojî pêdiviyekî acîl e, lezgîn e, demildest divê pêk bê!

Niha ji bo jinê tê gotin çavkaniya hemû xirabiyan e. Bi rêka mîtolojî, ol û zanistan ve ev agahî li civakê tên belav kirin. Di rastî de jin çavkaniya jiyanê ye, lê niha wekî çavkaniya hemû xirabiyan tê ditîn. Ev nêzikatîyekî bi zanist e li hemberî jinê pêş dikeve. Çawa ku li jiyanê xiyanet hatiye kirin, di heman demî de jin jî di bin qomployekî pir mezin de hatiye hiştin. Wê demê Rêber Apo pirsekî wiha dike; ‘’ Heger jin dayika pirsgirêkan e, wê gavê jin dikare ji dayika pirsgirêkan re bibe dayika çaresereya pirsgirêkan’’. Di nêrîna Rêber Apo de diyare ku jin ne serkêşa pirsgirekan e, jin hêza çareseriyê ye, jin dayika çareseriyê ye. Feraseta ku jinê wekî pirsgirêk dibîne encax dikare bi jineolojiyê re bigûher e. Jineolojî hêza guhertina zêhna zilamê serdest di xwe de dihewîne, heqîqet çi be jineolojî wê pêşkeşî civakê dike. Di navenda giştî çareseriya pirsgirêkan de divê jin hebe. Yê vê bike jî jineolojî ye.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiye berhev kirin.