NÎŞEYÊN BERXWEDANIYÊ YÊN ROJAVAYÊ ZAPÊ

BEŞA-5

Hezil, Laşer, Seren û Mordem

Di destpêka operasyona dagirkeriyê ya li Zendura ve tîmên hilbijartî berê xwe dan Girê Hekarî. Laşer, Hêzil, Mordem û Seher di van tîman de cihê xwe digirtin û wekî tîmên eraziyê erk girtibûn. Heval Laşer eraziya Girê Hekarî nedîtibû û lê rexmî wî jî di destpêka operasyonê de yê berê xwe da vir tîma Heval Laşer bû. Şeva 23’ê Nîsanê erş mîna çûkên ebabîlan lê bicivin reş û tarî bibû. Di alîyekî de balafirên keşfê, di aliyê din de lêdanên balafirên şer bêserûber qadê bombe baran dikirin. Hevalên ku diçûn qadê pir kêfxweş bûn, ji ber dizanîn ku yê destpêkê dijmin pêşwazî bike ewê ew bin. Heval Laşer û Heval Mordem bi kêfxweşiya ku ewê destpêkê bigîhîjin qadê ji hevalên din bêhtir kêfxweşî jiyan dikirin. Tîmên ku destpêkê çûn operasyonê pêşwazî bikin, bê dûdilî, bê tirs, bi wêrekiyekî mezin berê xwe dan qadê. Armanca wan ew bû ku xwe bigînin qadê û piştgirî bidin hevalên li Zendura di nava berxwedaniyê de ne. Rawestgaha wan a yekemîn tûnelên şer yê Şehîd Hêjar bûn. Stratejiya şer ya HPG’ê ku xwe di şerên salên dawî de pişt rast kiribû xwe disipart gelek xalan. Yek ji van xalan jî şerê tûnelan bû. Ji bo wî pêwîst bû hevalên di eraziyê de şer pêşwazî dikin, tûnelan jî nas bikin û bikaribin di dema pêwîst de li tûnelan jî şer bidin meşandin. Wê demê Heval Mardîn li tûnelên şer yê Şehîd Hêjar dima û bi hatina hevalan re pir kêfxweş bîbû. Ji xwe heval ewqas bi moral bûn ku ev yekser teyîsî giştî pêkhateya li wir. Heval Mardîn hevalekî ciwan bû, branşa wê sabotaj bû û di branşa xwe de deng veda bû. Bi ziravtî çalakiyên xwe rêxistin dikir, bê ku rihê dijmin pê bihese di dema pêwist de çalakiyên xwe pê dianî. Her wiha her gerîlayekî di wê astê de xwe perwerde dikir, ji ber xalekî din yê doktrîna şerê HPG’ê jî gerîlayên hoste bûn. Di vê warê de her hevalekî li gorî pêwistiyan tevdigeriya. Di vê warê de sekna Heval Laşer hêjayî pesin dayinê ye. Rexmî Heval Laşer di branşa sabotajê de ne pispor jî bû bi rihê demê tevdigeriya û di nava şer de xwe fêrî sabotajê dikir. Pêwist bû ne tenê di branşa xwe de her hevalekî di branşên din de jî hostetî raber bikirina. Lewra cih û dem ferq nedikir, her der û dem bibûn qada şer û perwerdê. Ji xwe PKK tevgerekî wiha ye ku heta îro şer û jiyanê, şer û perwerdê ti caran ji hev cuda negirtiye dest. Di nava şer de xwe perwerde kirin ti caran ji bo mîlîtanekî PKK’ê nebûye asteng. Hevalên çekên giran nezanibûn xwe fêr dikirin, hevalên ji çekên navîn fêm nedikirin xwe fêr dikirin. Yek hevalekî jî xwe ji berpirsiyartiya demê nedida alî û ji bo bikaribin cihê hevalên xwe dabigirin xwe fêrî her tiştî dikirin. Ev şer bû. Dibû hevalê li ser çekên giran serwere şehîd jî bikeve, wê gavê nabe li lêviya rêxistinê bisekinin, da ku ji wan re hevalekî hoste bişîne. Divê her mîlîtanekî her tiştî bizanibe. Hem li ser çekan, hem li ser eraziyê, hem jî di şerê tûnelan de têrî xwe bike. Ev bi çawaniyekî xurt çêdibe ku ji xwe hevalên di nava şer de dipijiyan teqez wê çawaniyê di xwe de ava dikirin. Di wê demê de Heval Seher li ser lêdana kobrayan, heval Mordem li ser çekên giran, heval Laşer jî li ser çekên navîn xwe pêş xistibû. Her wiha tenê xwe perwerde nedikirin, tiştên fêr dibûn, fêr jî dikirin. Dîsa di şer de ya girîng mewziyên xwe saxlem kirin bû. Heval Laşer, Heval Seren û Heval Mordem di aliyê din de jî pêşengtiya amade kirina binesaziya Girê Hekarî dikirin. Heval tena serê xwe nêzê sê mewziyên şer çêkiribû. Amadekariyên di astekî xûrt de têrker bibûn. Dem hatibû ku êdî li dagirkeriyê bidin. Di şevên tarî de meşa wan gelek bi heybet bû, bi hêstên tol rakirinê diajotin ser dagirkeran. Hîn di gava destpêkê de dagirkeran gelek derbên giran xwaribûn. Heval Laşer, Heval Hêzîl di 25’ê Gûlanê de, Heval Seren jî piştî wan bi rojekî bû stêrkekî li asîmana. Ew li ser rêka hevaltiya rast meşiyabûn û navê tîma xwe kiribûn, tîma Mordem Êrîş. Ya herî bi wate ew bû ku ew li pey xewn û xeyalên hevalên xwe de gihiştin bê miriniyê.

Heval Seren bi eslê xwe ji Sêrtê bû. Lê li koçberiyê li welatê xerîbiyê dijminê salan naskiribû. Edene bibû rawestgaha wê ya destpêkê, her wiha cihê pergala qirêj naskirinê. Dema li Kobanê çeteyên DAİŞ’ê wekî berdewamiya komploya navnetewî bi ser Kurdan de hatibûn şandin, Seren li cihê xwe nesekinîbû û bi ciwantiya temenê xwe bez bi bez xwe gihiştandibû hewara Kobanê. Heval Seren kesayetiyekî wiha bû ku di jiyanê de hevala herî sadiq û samîmî heman demî de dilnîzm, lê li di şer de mîna fermandarekî tevdigeriye. Kîn û hêrsa salan wê di şer de mîna pola saxlem dikir. Gelek hevalên giran biha naskiribû ku di şerê dagirkeriyê de gihiştibûn şehadetê. Dilê Heval Seren ji bo tol rakirina van hevalan dikeliya. Di ciwantiya xwe de wekî her zarokekî Kurd zû mezin bibû. Li cihê kêf û şahiya ciwantiyê, wê di kerb û êşa welatê xwe de dilê xwe qaîm kiribû. Bijarteka xwe li ser azadiya welatê xwe kiribû. Dema xwe gihiştandibû Kobanê hevalan nehêştibû tevlî şer bibe. Lê bi israra xwe ve tevlî li hember DAİŞ’ê dibe xwedî şerekî bê hempa. Bi înat û israr tevdigeriya. Dema biryar dabana teqez heta dawî li pey diçû. Hatina wê ya çiya jî li ser vê esasê pêk hatibû. Lewra şer ne li cihekî bû, li çar aliyên Kurdistanê şer hebû. Dil û mêjiyê xwe bi vê awayî zivirand çiyayan. Piştî Heval Seren derbasî çiyaya bû, lêhûrbûyinên wê her li ser fedaîtî pêş diket. Dixwest ku xwe di asta mîlîtanekî fedaî yê Rêber Apo de ava bike. Ji bo wî dahûrandinên Rêber Apo, di derheqê jiyana hevalên şehîd de her tim dixwend. Ger gotin di cîda be dema derfet bidest xistiba serê xwe ji xwendinê ranedikir. Carna bi saetan heta bi rojan dixwend û lêkolîn dikir. Lê dema mirov bikişandina nava gotûbêjan jî di axifî mîna ku hûndirê xwe vala bike. Bi vê rêkê ve jî dibû çavkaniya agahiyan ji bo her hevalekî. Ango tiştên ku fêr dibû bi xwe sînordar ne dihişt. Heval Seren kesayetiyekî kêşer bû, dema mirov wê bidîta xwesteka hembêz kirinê di mirovan de ava dibû. Dema dijmin êrîşên xwe yên dagirkeriyê ber bi Zendûra ve fireh kir, wê gavê Heval Seren got ku pêwist ez li wir bim. Ya bi êş çibû, di vê şerê de pirsgirêka şer gerîla tinebû, artêşa dagirker nikaribû li ber gerîla pêşde bê. Dema dixwest bi helîkopteran leşkerên xwe daxîne qadê tawilê gerîlayan mûdaxale dikirin. Helîkopter wekî dihatin wiha jî dizivirîn diçûn. Lê rastiya PDK’ê ya xiyanetkar rêyan ji artêşa dagirker re çêdikir ku bi hêsanî xwe bigîjînin çeperên gerîlayan. Wê gavê gerîla neçar dima, ji ber çeperên ku dihatin derbas kirin ne yê gerîla yê PDK’ê bûn. Şeva 25 Gûlanê jî wiha bû. Bi piştgiriya PDK’ê dagirkerên artêşa Tirk xwe gihandin tûnelên şer yê Şehîd Hêjar. Heval Seren, Laşer û Hêzil di vê navberê de tîmên xwe xistibûn tevgerê û bi derbên giran be 18 dagirkeran rojekî, di roja din de jî 9 dagirkeran kuştibûn. Çalakiya duyemîn ya ku 9 dagirker tê de hatibûn kuştin ji aliyê tîma Heval Seren ve pêk dihat. Ew bi van çalakiyên xwe di dîroka berxwedaniya Girê Hekarî de dibûn destana ser lêvan, dibûn pêşeng û fedaiyên welatê xwe.

Heval Hêzil hevalekî ji Afrînê bû. Di hawirdorekî welatparêz de mezin bibû û sekna wê ya mîlîtantî li ser vê welatparêziya xurt têşe girtibû. Li hemberî dagirkeriyê di hêst û fikrê xwe de zelal tevdigeriya, pir bi biryar bû. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê birînekî mezin di dilê Heval Hêzil de dabû ava kirin. Wekî her Efrîniyekî ji tol rakirina Efrînê xwe berpirsiyar ditîbû û berê xwe dabû çeperên gerîla. Di jiyana gerîla de xwedî kedekî mezin bû. Ti caran westandin nasnedikir, cihên herî bi rîsk de Heval Hêzil dida pêş û wekî fermandara demê rola xwe dilîst. Wekî kesayet sade û bi cewher bû. Pir bi însiyatîf diçû ser erkan. Di Girê Hekarî de jî di tîmên eraziyê de cihê xwe girtibû. Bi kelecan û eşqekî mezin derbasî qadê bibû. Li Girê Hekarî yekî ku herî zêde xwedî ked yek jê jî Heval Hêzil bû, li ku derê karekî hebana wê berê xwe dida wir. Ji mewzîgirtinê, heta peyda kirina avê, di bin her kevirekî Girê Hekarî de keda Heval Hêzil hebû. Hevalan pir moral ji sekna wê digirt. Bi sekna xwe hawirdora xwe jî dixist tevgerê û karekî ku bi rojan berdewam bike, bi saya Heval Hêzil di demekî pir kurt de temam dibû. Hevalan pir jê hes dikirin û li ku derê bana li wir coş û heyecanekî mezin çêdibû. Kesayetiyekî bi bandor bû Heval Hêzil, di demekî kurt de li dora wî hûrmet dihat ava kirin û bi otorîteya xwe ya xwezayî herkesî dixist tevgerê. Di bin teknîka herî pêşketî de bi mîsyonekî dîrokî li hemberî operasyonên dagirkeriyê gûleya destpêkê teqand. Li pey wê Laşer û Seren jî gihiştin çeperan û heta gûleya xwe dawîn li dagirkeriyê dan. Ew çalakiya bi heybet ku Girê Hekarî li dagirkerîyê teng kir mîmara wê çalakiyê yek jê jî Heval Hêzil bû. Bi fedakariya xwe ve, bi dilê xwe yê wêrek ve ew jî bû stêrkekî dozê û ronahiya şevên tarî.

Heval Laşer ji Serhedê bû, li Mûşê ji dayik bîbû. Wekî endamekî hêja yê hêzên taybet heta şehadeta wî jî kes pê nizanibû ku ji ku derê ye. Di milê dizîbûnê de, xwe kamufle kirinê de gelek serkeftî bû. Her wiha di milê gerîlatiya serdemê de xwe pêş xistibû û wekî gerîlayekî hoste tevlî pêvajoyê bibû. Di sala 2014’an de ew jî wekî Hevala Seren li hemberî êrîşên DAİŞ’ê berê xwe dabû Kobanê. Lewra di şerê Kobanê de di lingên xwe de birîndar bibû û lê ti caran vê rewşa xwe mîna ji leşkertiya wî re astenge negiritibû dest. Heçku her çiqas hevalan gotibûn dibe birîndariya te li çiya li hemberî te bibe asteng jî, wî vê qebûl nekiribû û bi israrekî mezin berê xwe dabû çeperên berxwedaniyê yên li çiya. Piştî li Xakurkê gelek erkên girîng pêk anîbû şûnve di timên bi tevger de cihê xwe girtibû. Bi taybetî hevalên wekî Şehîd Hewar li ser kesayetiya Heval Laşer bandorekî mezin çêkiribûn. Di xeta şehîdan de ji bo bibe xwedî seknekî layiq her di nava lêhûrbûna taqtîk de xwe di westand. Ti caran valatiyan qebûl ne dikir. Her wiha hevaltiya wan ya rast bi heval Mordem re jî wiha despê kiribû. Li ser rêyekî ku bibin hevalên şehîdan, layiqê bîranîna wan bibin xwe perwerde dikirin.

Heval Mordem ji paytextê bû. Mîna civa atîk û bi kelecan bû. Di çavên Heval Mordem de her dem stêrk diçirîsin. Di temenî ciwan de berî xwe dabû çeperên gerîla. Ji ber xusûsiyetên xwe yên hêja di demekî pir kurt de di xebatên pir stratejîk de cihê xwe girtibû. Heval Mordem hevalekî jîr û ji pêşketinê re gelek vekirîbû. Lewra her tim xwedî pêşniyar bû ku di qadên şer de cihê xwe bigire. Tîmên bi tevger yê li Hekarî gelek bûn, lê tîmên destpêkê yek jê jî yê Heval Mordem bû. Dar bi dar, kevir bi kevir li Girê Hekarî geriya, her cihekî mîna kefa destê xwe nas kir. Cihên herî baş ji hevalên xwe re peyda kir da ku dema operasyonê hevalên wî bikaribin şerekî xurt bimeşîn in. Ji xwe mane ya girîng ne ew bû ku beriya şer qezenc kirina şer bû. Taybeymendiyekî mîlîtanekî Apoyî yê herî xurt jî beriya şer amadekariyên dikirin bû. Ev xislet di Heval Mordem de pir kûr dihat jiyîn. Heval Mordem jî yek ji wana bû ku di Girê Hekarî de bû sembola hevaltiya rast, bû sembola mîlîtantiya demê û gihişt karwanê şehîdan. Ya girîng her yek ji van hevalan li pey xwe mîrasekî wiha hiştin ku ti hêz nikare vê mîrasê têk bibe ku îro wekî pêşengên demê mînakên herî hilbijarte di rastiya gelê Kurd de dijîn.