BEŞA-6

Fermandarên Qela Fedaiyan

Hevaltî nirxê herî bi wate yê mirovahiyê ye û di roja me de yê vê herî baş temsîl dike jî hevaltiya PKK’ê ye. Lewra pîvana bingehîne bûyina hevalên hevalan di nava PKK’ê de.  Heval Guven yek ji wana bû ku li herema Rojavayê Zapê bi şer û tekoşîna xwe bû hevalên hevelan. Heger mirov behsa fermandarî û hevaltiya Heval Guven bike teqez yê din jî Heval Delîl Zagrose ku pişt re ev herema berxwedaniyê bi navî wî hat nas kirin.

Heval Guven û Heval Delîl bi erk û berpirsiyarên xwe ve, bi sekin û tevlîbûna xwe ve di herema Rojavayê Zapê de ji bo her hevalekî cihê hêz û bi xwe bawer bûnê bûn. Heval Guven beriya operasyona dagirkeriyê hatibû heremê. Bi hatina xwe re di demekî pir kurt de ketibû nava amadekariyên şer.  Rastî jî pênase kêm in ji bo hevalên wiha. Bi kedekî pir mezin, bi fedakariyekî ji dil ve tevlî xebatên saxlem kirina tûnelên şer, binesazî û perwerdeyên hevalan dibû. Di rastiya xwe de Heval Guven ji ber dûrî Kurdistanê mezin bîbû hindek narîn xûya dikir. Lê salên di nava gerîla de wê pijandibûn û bibû gerîlayekî şareza. Di branşa xwe de pir hakîm bû. Sabotajvanekî xurt bû lê ne tenê ev di aliyê din de li ser çekan giştî hakîmiyeta wê hebû. Heval Guven her tim êşa ku ji welat dûr mezinbûnê di hûndirê xwe de dijiya. Vê rastiya xwe di her fersendê de dianî ziman. Li Kocaelî çavê xwe li dinê vekiribû û di dema zanîngehê de hêdî hêdî bi kokên xwe hesiyabû. Dema fêm kiribû ku welatê wê hatiye perçe kirin û ew jî mirovekî bindeste mîna keça Agirî Sema Yûce wê jî berê xwe dabû nava refên azadiyê. Li pey lêgerîna xwe heta xeta fedaiyan xwe gihiştandibû. Di sala 2015’an de hatina wê ya çiya li ser esasê, gelo Rêbertî kesayatiyekî çawa ye, mirov çawa dikare xwe bigihîne xeta rast ya Rêbertî ve pêk hatibû. Yên li ser xetê xwe bigînin çiyayan, helbet ewê bi xwe jî bibin sembola xetê. Ji roja tevlî bibû de heta şehadeta xwe her dem di nava lêhûrbûna pîvanên hevaltiya rast, pîvanên jina azad û xeta fedaîtî de bû. Demekî pir dirêj ji şervanê nû re fermandartî kir û piştî erka wê ya li vir temam bû, berê xwe da qada şer Girê Amediyê. Ji xwe di operasyona Siyanê de jî di tîmên bi tevger de cihê xwe girtibû û di milê naskirina eraziyê de pir xurt bû. Demekî karê kurye jî dabû meşandin ku ev ji bo wê avantajekî pir mezin dida ava kirin. Taybetmendiyên wê yên fermandar her ku çiqas li pêş bûn, di heman demî de taybetmendiyên wê yên hevaltî jî ewqas li pêş bûn. Pê re hevaltî kirin gelek xweş bû. Di naskirina destpêkê de hindek hişk xûya dikir, lê bi demê re dihat fêm kirin ku ev hişkayî di milê pîvan de, di milê parastina partiyê de ye. Lewra Heval Guven di nava rastiya dagirkeriyê de mezin bibû û tiştên ku jê hatibûn pir baş nas dikir, ji bo wî di pîvanên partiyê de ti caran tawîz nedida. Demên mayî pêwist bû ji bo peyda kirina heqîqetê bên xerç kirin. Heval Guven bi vê berpirsiyariyê ve tevdigeriya û wiha tevlî her kêliyekî jiyanê dibû. Rêya vê jî xwendina Rêbertî û di jiyane de pêk anîna wî bû. Heval Guven bi hemû hêza xwe ve hewil dida Rêbertî bixwîne û fêm bike, bi vê baweriyê dijiya û tevlî jiyanê dibû. Di despêka operasyona dagirkeriyê ya li ser Girê Amediyê Heval Guven beriya herkesî bazda mewziyan û çû li ser çeka xwe ya doçka. Ji bo dagirkerên artêşa Tirk lingê xwe yê qirêj navêjin axa pîroz heta jê hat bi doçkayan li helîkopter û skorskyên li ser qadê digeriyan da. Her wiha bi vê sekna xwe ya fedaiyane da nîşandan ku jinekî dema xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo dipêçe ka bê dikare di çi astê de îrade raber bike. Dikare çawa şer bike bibe fermandara serdemê. Yek ji van hevalên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe gûrç û pêç kiribû jî Heval Delîl Zagros bû. Heval Delîl li Wanê ji dayik bibû û wiha xwedî seknekî bû ku mirov yekser nasdikir ka bê di malbatekî çawa de têgihiştiye. Di rabûn û rûniştandina wî de, di tevgerên wî de ew çanda Kurdewarî yekser diteyisî û mirov jê hêzekî pir xurt digirt. Ew di nava eşîrê dê, wekî zarokê eşîrê têşe girtibû, bi wê giraniyê jî tevdigeriya. Hindek taybetmendî hene dibe aîdê civakê be, lê pir li mirovan tên. Di wê warê de Heval Delîl ew kevneşopiya eşîran ku şert û merc çi dibin bila bibin li soza xwe xwedî derketin pir kûr di xwe de çandibû. Heman demî de egîdî, şerkerî mîna ku di xwîna wî de hatibe xunav kirin dihat jiyîn. Ya herî girîng jî Heval Delîl van taybetmendiyan bi çanda şoreşgerî ve kiribû yek ji bo wî jî li ku derê bana teqez cihê xwe çêdikir, bandor dida ava kirin. Heval Delîl kesayetekî di pîvan de tûj, di sekin de rewnaq bû. Her çiqas di hevaltiya xwe de pir germ jî bana ew tûjbûyina awirên wî dihêşt ku her dem cihê ew lê be de cîdiyetekî rêxistinîn pêk were. Ji ber vê sekna xwe li her derî fermandarekî xwezayî bû, bê nîqaş, bê ku derê bê erkdar kirin herkes dikete bin fermanên wî. Dihat zanîn ku Heval Delîl ewê ti caran biryarên şaş nede, li ku derê be ewê sekna rêxistînî raber bike. Bê hesap tevlî dibû. Fedakariya wî, têkiliyên wî yên hevaltî ji giştî hevalan re wekî mînak bûn. Dema çûbana erkekî teqez hevalên li gel xwe li ser rê perwerde dikir, lewra ji ber heval bi vê taybetmendiyê wî dizanîn, pêşniyar dikirin ku bi Heval Delîl re biçin erk, li çeperên ku ew bi rêve dibe de şer û tekoşîn bidin meşandin. Ti caran seranser nêzî pirsgirêkan nedibû, bi kûrahî li ser pirsgirêkan disekînî, heta çareser nekiribana jî dev jê bernedida. Her wiha ev jî wekî nêrîna ku ‘Heval Delîl biçe ser kîjan erkê teqez serkeftine’’ dida ava kirin. Heval pê bawer bûn, ne mimkin bû ku Heval Delîl erkê bi ser nexîne, vê wekî pîvanekî şoreşgerî digirt dest û digot; ‘’Nizanim nîne, ezê fêr bibim heye, nikarim nîne, ezê bi ser bixim heye’’. Li gorî vê felsefê jiyanê araste dikir, hevalên li gel xwe perwerde dikir. Bi vê helwestê ve li Girê Amediyê û Girê Hekarî kedên wî yê pir mezin çêbûn. Bi taybet di amakeriya binesaziya van Giran de Heval Delîl bi şev û roj bê westan, bê gazinc tekoşîn kir, ked da. Çawa ku di felsefeya Zerdeşt de kanalên avê çêkirin, wekî ku sewab e. Heval Delîl jî di çêkirina tûnelên şer de bi taybet di van mijaran de serê xwe pir êşandibû. Çawa wê av bigihîjin serê giran bi ziravî projeyên wan çêkiribû û pêk jî anîbû. Di pêvajoya operasyona dagirkeriyê de ev zirav fikirandina wî hişt ku di pir tûnelên şer de pirsgirêkên avê neyên jiyîn. Di sala 2020’an de pêvajo wiha dida diyar kirin ku ewê operasyonên dagirkeriyên ber bi Rojavayê Zapê ve bi hevkariya PDK’ê ve berfirehtir bibin. Heval Delîl ji wê salê de dest bi amadekariyên pir xûrt kir ku dema dagirkerî pêla xwe ya dagirkeriyê berfireh bike li vir bixitime. Heval Delîl dida diyar kirin; ‘’ Dibe werin lê wê ti carî nekaribin bi saxî ji vê heremê derbikevin, ewê Rojavayê Zapê bibe despêka şikestine stratejiya pençe-kîlît’’. Wiha xwedî pêşbînî bû ku rastî jî Rojavayê Zapê ji dagirkeriyê re bû cihê şikestinê yê herî berbiçav. Ji xwe destpêkê vê operasyona dagirkeriyê de PDK ji bo karê artêşa dagirker hêsan bike kemîn avêtibû pêşiya erebeyên gerîlayan. Li vir Heval Hezil wekî sekvan cihê xwe girt û di pêşengtiya Heval Delîl de ev kêmîn vala hat derxistin ku ti hevalekî li vir derp nexwar. Lê ev hîn destpêkek bû, Heval Delîl dizanî ku êdî dem hatiye ku tola salan bi ser dijmin de birijîne. Di şeva destpêkê ya operasyona dagirkeriyê de Heval Delîl û Heval Guven Doza bi tarzê fermandarê fedaî bersivên pêwist dan dijmin. Angaşta her du hevalan jî ew bû ku dijmin di vir de bişkînin. Di vê warê de heta dawiyê bi xwe bawer erkên fermandariya demê pêk anîn. Ev şer şerê fedaiyan bû û her du heval jî heta dawîn bi tarzê fedaiyan şer kirin. Di astekî diyarker de mîsyona xwe ya fermandarî pêk anîn. Ne Heval Delîl ne jî Heval Guven di şerekî sînge sîng de şehîd neketin. Heval Guven çawa ku bi doçkaya xwe li ser kobra û helîkopteran hakîmiyet da ava kirin, di heman demî de Heval Delîl jî li pey heqîqeta hevaltiya PKK’ê gihişt şehadetê. Ev pîvana hevaltiyê her du fermandarên fedaiyê di asta herî jor de pêk anîn û domdariya şer de bûn rihê pêvajoyê. Keda wan vala neçû, çeka wan li erdê nema û bi dehan çalakiyan tola her du fermandarên fedaî ji dagirkeriyê qat bi qat hat rakirin.