SERPÊHATIYA DESTANA JINEKE KURDISTANÎ

Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek komkujî, kuştin, talan û enfalan re rû bi rû ma. Gelek berdelên giranbiha da. Gelê kurd bi taybeti li Dersîm, Sêwas, Mereş, Botan, Serhed, Helepçe, Mahabad, Hewlêr, Geliyê Zîlan û gelek cîhên din de jî li hemberî qirkirinan re rû bi rû hat hiştin.  Lê beramberî her komkujiyekî ti carî serî netewandiye, şer kiriye, berdelên mezin daye. Zarokên vî xakê li hemberê êrîşên dijî exleqê şer, bi salan berxwedan û şer kirin. Wek çîrokên efsaneyên destanî yên ku dîrokê de hatine nivîsandin, îro jî berxwedanên wan dişopînin. Her çiqas hêzen serdest û hêzên emperyal xwestin xaka Kurdan ji nexşêyan tine bikin jî, rastîya Rêber Apo wek ronahiyêk derket li ser rûyê erdê. Paradîgma û fikrê Rêber Apo pergala hişmendiya baviksalarî û pergala kapîtal ji binî de hejand û ber bi hilweşandinê ve anî. Di peşengtîya Rêber Apo de Heqî, Kemal, Xeyrî, Sara, Akîf, Alî û çaran de dest bi tekoşîna Kurdistanê kirin ango gihîştin hawara gelê Kurd a bin lapûşka (pencê) xwînmêjan de mayî. Lewma rastîya PKK bi deh kesan destpê kir û îro bi milyonan li kolanan, li qadan û li çiyayên Kurdistanê şerê hebûn û azadiyê didin.

Şerê ku di roja îro de jî tê jiyîn de dîrok wekî ku dubare dibe lewra bi destê xayînan li Kurdistanê şer bi awayekî pir dijwar didome.  Lê azad kirina xaka pîroz erkekî exleqî û wijdaniye. Zarokên Mezopotamya ên ku xaka xwe, gelê xwe, civaka xwe re girêdayî û dilsoz tu carî ne li hemberî serdestan ne jî li hemberî hevkaran serê xwe netewandine û wek roja îro jî natewînin.  Dîroka berxwedaniya Kurdan bi fedakarî û lehengtiyên gerîlayên azadiyê ve bê navber berdevam kir. Dem hate li qada Zapê, dem hate li qada Avaşînê, dem hate li qada Heftanîn û Metîna, li Bakur, li Başûr her deverên Kurdistanê destana lehengên mezin bi tîpên zêrîn di dîrokê de neqşandin. Ji ber ew militanên Rêber Apo ne. Ew şervanên Kemal, Xeyrî, Heqî, Mazlum û şopdarê Zîlanan ne.

Yek ji wan şervanan ango lehengan Ayşe Tucî ango Mizgîn Zerya ye. Mizgîn Zerya li bajarê Wanê dayik dibe. Ayşe bi malbata xwe re heta demekî li Wanê dijî. Malbata wê ji ber sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçar dimînin berê xwe bidin Stenbolê. Ji ber nîştîmanperweriya malbatê zarokatiya xwede bi hêstên Kurdewarî tê mezin kirin. Bi çand û exleqa gelê Kurd bi hêstên welatparêziyê mezin dibe. Dema ku bingeha mezinbûna wê bi şitlên azadiyê tê şin kirin, bi vê hezkirinê re sala 2013’an de ji Wanê tevlî nava refên azadiya Kurdistanê dibe. Navê xwe dike Mizgîn û dibe mizgîna welatê xwe. Lewra xwestek û armanca wê ew e ku bi serkeftinên mezin re mizgîniyê bide gelê xwe.

Ew jî dibe yek ji parazwanê welatê xwe. Mizgîn li herêma Serhedê dest bi meşa xwe ya gerîlatiyê dike. Ji Serhedê heta Garê, ji Şengalê heta Heftanînê dibe xwedî meşekî dûv û dirêj. Li Serhedê dibe şervan xwe fêrî jiyana gerîlatî dike, akademiya operasyonê de dibe şagirt; ji bo şerên demê pêş mîna milîtanê serkeftinê tê amade kirin. Li Heremên Parastinê Yên Medyayê dibe lêgerînvan ji akademiya leşkerî û birdozî ya Şehîd Îbrahîm derbas dibe, xwe di milê birdozî û leşkerî de perwerde dike. Piştî bi perwerdeyên Rêber Apo li ser pira heqîqetê meşa xwe hîn leztir dike, li ser esasê gihaştina serkeftinê berê xwe dide Heftanînê. Dibe şervan, dibe milîtan, dibe pêşeng. Çiyayên Cûdî pêşberî çiyayên Heftanînê, mîna delalek hemû bedewiya xwe disekine. Mirov li hemberê xweşikî û ezameta çiyayê Mirada dikeve nava xeyalên hûr û kûr. Mizgîn jî mîna şoreşgerek herdem xeyal dike ku wê rojekî li ser navsêra çiyayên Mirada bimeşe. Ev xeyal di Mizgîn de coşa serkeftinê payîdar dike.

Qada Heftanînê di nav tevgera Apoyî de qadek kevnar xwedî giringî û stratêjiyêk girînge. Helîna gerîla ye. Gelek gerilayên Azadiya Kurdistanê li ser xaka kevnar a Heftanînê meşiyaye, ked daye, xwêdan rijandiye, ji bo azadiya gelê xwe û ji bo azadiya welatê xwe xwîna xwe feda kiriye. Her bihost xaka wê bi keda jinên bedew, her bihûst xaka wê bi xwêdana xortên leheng hatiye bi dest xistin. Her gerilayên dema xwe; li ser patikayên wê meşiyane. Kesên ku li ser wan kaniyên bedew qurtêk ava zelal derbas kiribe ji qirqa xwe, bê guman mafê wê daye. Gelek jinên mîna feriştehê, keziyên xweyên honandine li ser xaka kenvar. Heftanîn bûye şahîdê zarokên gelê Kurd ên serhildêr. Mizgîn Zerya jî mîna yek ji van zarokan û mîna milîtanêk Rêber Apo tevlî şerê Heftanînê dibe. Wek milîtanek ji herêmê dilê xwe herdem mezin û fireh digre…

Şerê hebûn û azadiyê de bi awayek çalak tevlî kar û xebatên heremê dibe. Mizgîn wek çalakvanek berbiçav erk û berpirsiyartiya xwe ya demê bi awayek erênî pêk tîne û bi çalakiyên xwe tirs û xofêk mezin dixe nava dilê dijminê xwînxwar. Mizgîn bi çalakiyên xwe dibe tirsa herî mezin a celadên gelê xwe. Ji hevalên xwe re dibe pêşeng, ji hevalên xwe re dibe moral, ji hevalên xwe re dibe cihê hêz û baweriyê. Bi hevalên xwe re destê xwe dikin bin kevir û barê şoreşê hildigrin li ser milên xwe. Mizgîn dizane oxira vê şerê de ked pewîste, xwêdan pewîste. Oxira azadiyê de berdêl pewîste. Bi vê zanabûnê Mizgîn li ser neyarê xwede dimeşe. Şev û roj bê navber êrîşê dagirkerên ku li ser welatê wê cih bûne dike. Mizgîn bi vê zanabûnê bi giştî hêza xwe ve bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî ve tevlî Pêngava Cenga Heftanînê dibe. Dibe parçeyek ji vê heqîqeta bê sinor.

Mizgîniya Havînê

Mizgîn şerê giran a Heftanînê de cihê xwe piranî êrîşan de digre. Ew di dilê xwe de hêrsa tolhildanê dijî lewra çavê wê û awirên wê yên tûj de tenê hêrsa tolhildanê tê dîtin. Ew zarokê geliyê Zîlan e. Ew ji hezaran jinên bedew a ji Serhedê ye lewra ji herkesî bêhtir û zêdetir ferqa barê xwe de ye. Bi vê zanabûnê tev digere, bi vê zanabûnê tevlî dibe û bi vê zanabûnê şer dike. Armanca wê bi serkeftinên mayînde dest xistin û bi vê re mizgînî dayîna gel ê xwe ye.

Tirmeha sala 2020’an Mizgîn bi rêhevalên xwe re dîsa berê xwe dide dijminê xwe. Li qada Heftanînê Mizgîn dîsa koma êrîşê de ye. Bi hevalên xwe re li ser dijmin de diçe. Dijminê xwe tarûmar dike. Bi vê çalakiya xwe mizgîniya havinê dide hewreyên xwe û gel ê xwe.

Heval Mizgîn Zerya 20’ê Tirmehê sala 2020’an de wek jineke serhildêr a ji Serhedê, bi rêhevalê xwe Zana Gevaş (Yakup Avcı) re navê xwe bi tîpên zêrîn di nav tekoşîna azadiyê de dide nivîsandin

 

Rêhevala Wê Ya Tekoşînê