Bi berfirehî me diyar kir, du xetên fermandarî hene. Yek; fermandarê dagir dike ye, yên din jî; ji bo civaka xwe şer dikin û nirxê civaka xwe diparêzin. Yek; di xeta fetih kirinê de, di xizmeta dest hilatdarî de, mora xwe li dîrokê didin. Ya din jî; di xeta civaka exlakî û polîtîk de, ji bo civakê, ji bindestî û koletî rizgar bikin, pêşengtî dikin. Wekî mînak; ên di xeta desthilatdarî de, Îskender, Napolyon, Krasus hwd. in. Ên din jî, li hember fetih kirinê yên ku civaka xwe parastine ne. Wekî mînak, Giap, Zedung, Che Guevara, Star, Tîamat in.

Em wekî jin bi mêzekirinekî jîneolojîk fermandariya jin, bi mîtolojiya Tîamatan didin destpê kirin. Ev serdemekî ye, ji ber rastiya jin nehatiye nivisandin, wekî fermî di vê derheqê de tenê mîtolojî hindek agahiyan dide me ango em jê sûd werdigirin. Li gorî zanistên em bi dest dixin de mirov dikare wiha şîrove bike: Di dema Tîamat de, jin ji hêza xwe dikeve, bi ketina xeta Tîamat, êdî serdema sazî bûyina zilam destpê dike. Rixmê beriya wî, jin pir şer dike, lê nikare pêşiya sazî bûyina zilam bigire. Tîamat tekoşîna xwe berdewam dike, ti car pes nake û ji xeta Xwedawendan nazivire. Di pirtûka jîneolojî de di derheqê Tîamat de wisa tê gotin; ”Xwedawenda dawîn a dema hevsengê û sembola destpêkê ya nasnameya jinê biçûk hatiye dîtin, hatiye reşkirin û bêfezîlet û xerab hatiye nîşandan Tîamat e, bi navê wê yê din Dayîka Hubur. Xwedawenda deryayê Tîamat, beriya her tiştî hebûye, bi xwedayê ava şîrîn Apsû re digihên hev û xweda jî têde, her tiştî dizên. Dayîka ejdera pirserî ya tirsnak a dixwaze pergala gerdûnê xera bike, hêzeke tarî ya tevliheviyê çêdike, afirîner û dayîka her tiştê di gerdûnê de, erd û esman jî têde, Xwedawend û hêza tevahiya gerdûnê afirandiye”.

Di B.Z. 2000’an Tîamat, ji aliyê Mardûk ve tê kuştin. Her wiha piştî çaxê ku Xwedawend tena serê xwe li lûtkeya hêza xwe bûne, çaxê Xwedawendan ê bi têkoşînên mezin di hevsengê de mane tê qedandin. Piştî mirina Tîamatê, gav bi gav pêvajoya ku xwedayên mêr bi serê xwe li textê Xwedawendîtiyê ya dayîkê rûdinên pêş dikeve. Êdî ne mumkine mirov Xwedawendê bi tena serê xwe bibîne. Ew êdî weke endameke panteonan li ba gelek xwedayên bi wan tên perestin re cî digire, lê ji hêza xwe, xweşikahî, nav û maneyên xwe gelek hatiye dur xistin. Li hember hewldanên sazkirina desthilatdariya monîst a xwedayên mêr, ji B.Z. 2000’an heta mîladê di 2000 salan de jin, pir zêde li ber xwe didin. Ev serdem îfadeya tebeqeya sêyem e. Demên bi desthilatiya nêr re di nav têkoşînek de ye û dawî jî ya bi qetilkirinê yan jî ji hêz û nasnameya xwe tê dûrxistin û têk diçe ”.

Tîamat, di serdemekî wisa de di berxwe dide hemû zirûf ji bo binketina jin hatine temam kirin. Lê Tîamat wekî fermandar derdikeve pêş û bi hewildanekî pir mezin, dixwaze textê Xwedawendan biparêze. Tekoşîna Tîamat ne li ser esasê kû desthilatdarî bidest bixe ye. Tîamat ji bo nirxê civakê şer dike. Profesor Henrî Frankfort di pirtûka xwe ya bi navê Kînship and The Gods a (Xizmayetiya Xwedayan) di 1948’an de belav kiriye de dibêje; ‘‘Xwedawend li Mezopotamyayê hebûna herî bilind e’’ û berdewam dike; ‘‘Ji ber ku jin weke çavkaniya jiyanê dihat hesibandin. Her wiha xweda jî ji eslê wê tê, weke kurê wê dihat pênasekirin. Di merasîmên zewacên pîroz de ji serî heta dawiyê pêşengî di destê Xwedawendê de ye. Di rewşa ku di gerdûnê de her tişt di nav tevliheviyê de ye jî jin Tîamata pêşeng, Apsû jî temamkerê wê yê mêr bû.” Ev agahî jî nîşaneya armanca şerkeriya jin e. Jin ji bo takakesiya xwe ango ji bo hêz bi dest bixin nakevin şer. Jin ji ber sedemên nirxên civakê biparêzin şer dikin, li beranberî desthilatdarîya zilam disekinin. Her çiqas Tîamat bi destê kurê xwe jî tê kuştin dîsa jî şerê xwe didomîne. Li vir tiştê bala mirov bikişîne ev in. Yek, israr buyina jin di pergala exlakî û polîtik de pir li pêş e. Du; Marduk kûrê Tîamat e, lê Tîamat ji aliyê wî ve tê kuştin. Bi gotinekî din; êdî afirîneriya jin, li beranberî jin wekî çekekî tê bi kar anîn. Li vir hêza jinê ya zayinê tê lawaz kirin. Di van zirufan de Tîamat di berxwe dide û ji civakê re pêşengtî dike, ji ber di demên têk çûyinê de pêşengtî dike, mirov dikare bêje fermandar e. Di rastî de Tîamat Xwedawend û fermandara şerê herî dijwar e.

Fermandarên hêza xwe ji gel digirin û ji bo nirxên civakê şer dikin xeta fermandariya jin diyar dikin. Tîamat, Spartakus, Hektor di vê xetê de ne. Dîsa di bi rêbazê gerîla yên di vê xetê de şer dikin; Giap, Hoşîmî, Mao, Che Guevara her wekî din gelek hene, em hêza xwe ji wan digirin.

Kîjan serdem dibe bila bibe, kîjan feraset dibin bila bibin, fermandarên derketine xwe li ser birdoziyekî rêxistin kirin e. Ger birdozî nebe, bawerî nebe nikarin pêşengtî bikin. Her fermandarekî derketina xwe, dispêrin îdeoloji û felsefeyekî. Ev ji bo îro jî derbasdar e. Ev taybetmendiyên hevbeş yên fermandar in.

 

Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin