Li ser lênûsa xwe xêz kiribû hêstên herî bedew, di her peyvekê wê de heskirin, di her peyvekê wê de hevaltî, di her peyvekê wê de girêdan hebû. Gavên xwe yên destpêkê li bihûşta Kurdistanê li Xakûrkê avêtibû, wiha pê hatibû girêdan ku heta roja dawiyê jî yek kêlîkî dev ji vê axa pîroz berneda. Bi taybet kesayetiyên mîna Axîn Meşkan her bibûn rêberê jiyana wê. Ji ber vê bû dildariya jiyana wê û şerê wê yê bê hempa.

Navê Wê Yê Malê: ‘Beybûn Kaplan e’

Ew jinekî ciwan, rihekî lêgerînvan e. Wekî çiyayê Kurdistanê esîl û serbilind e Hêvîdar Beyanî. Wargeha wê ya destpêkê ye Şemzînana bi nav û deng. Li wir ji dayik dibe bi qêrînekî hîn di roja destpêkê de mîna banga azadiyê ye. Navekî wiha lê dikin ku çarenûsa jiyana wê pêve tê girêdan. Dayika wê jê re dibê; ‘’Beybûna min’’. Her wiha kulîlkekî sembola paqijbûyin, sadebûyin û xweşikiyê ye ‘’Beybûn’’. Wekî kulîlka mirazan jî tê naskirin. Li ser her pelekî xwe mirazekî vedişêre ‘Beybûn’. Her wiha diweşîne ji bo rojên azad yek bi yek. Di pela dawiyê de bi biryare ku ewê azadiyê ji zarokên Kurdan re bike diyarî.

Zarokên Şemzînanê Li Hember Dijmin Ser Hişk in

Xweşikbûyin û dilpakbûyina wê teyisandina xwe li çavên reş û belek, di kenên wê yên bedew de xwe eşkere dike. Ewê li Şemzînanê bi çanda xwedavendan mezin bibe. Di nava têkiliyên xwezayî de, di nava jiyana xwezayî de bibe kesayetiyekî Kurdewar. Bibe kesayetekî dilopekî jî qirêjî lê neketiye, bibe kesayetekî di tov de Apowarî ye. Ji xwe wiha ne zarokên Şemzînanê, hîn ji dayik çêdibin Apowarî ne? Berê wan li roj û çiyayan e. Kes nikare wan bixe qaliban, ti qalibên koletiyê ji wan re nabin. Bi çandekî resen ên eşîrtiyê mezin dibin, her çiqas girêdayî pîvanên qedîm ên eşîrtiyê bin jî, lê siya ti tiştekî li ser azadiya xwe qebûl nakin. Wiha; bila azadiya wan bikeve xeteriyê erd û ezmanan dikin biçirînin, qiyametê li serê dijminê azadiya xwe radikin. Bi qasî hevalhez in, dil bi rihm in, heskerên jiyanê ne, lê bi ewqasî wî jî tûnd in, hişk in, serbilind in zarokên Şemzînanê. Ev xislet yek bi yek di keça bedew Beybûna Kurdistanê de jî xwe dabûn der. Hem sade , heta dawiyê nerm bû, lê di aliyê din de xwedî hêrsekî mezin bû û heta dawiyê tundrewar bû.

Beybûna Çiyayan, Hêviya Welat

Beybûn li ser koka xwe şîn dibe, roj bi roj vedibin pelên wê yên nazenîn. Dema bi postalên dagirkeriyê re rû be rû dimîne tenê rêyekî li pêşiya xwe dibîne. Wekî zarokên Şemzînê radibe serhildanê, aliyên wê yên hişk hemû derdikevin pêş, xwe bi rext û çek dike. Ji bo azad mezin bibe, ji bo rihê wê di nava pergala dagirkeriyê jê neyê dizîn berê xwe dide çiyayan. Ew êdî Beybûna çiyayan e. Beybûna herî xweşik, Beybûna herî şîndar ya li çiyayan e. Vê di meşa xwe de kişf dike. Bez bi bez dikeve nava gul û gulîstanên çiyayên Kurdistanê. Di peyda kirina her kişfekî xwe de hîn bêtir fêm dike dagirkeriya li ser axa Kurdistanê. Êdî dizane çiqas kulîlkên herî xweşik di bin lingên dagirkeriyê de hatine perçiqandin hîn di bihara xwe ya destpêkê de çend tovên dewlemend hatine rizandin. Ev hêrsa dilê wê, azweriya jiyana wê mezintir dike. Êdî ne tenê ji bo xwe, ewê ji bo giştî zarokên bindest hîn mezintir bijî, hîn geştir şîn bîbe, hîn kurtir berde nava axê kokên xwe da ku kes nikaribe wê hilqitîne. Êdî navê wê Hêvîdar e. Bi zanebûne hilbijartina vê navê. Ji ber ew beybûnekî bû dema hat çiyayan û niha jî ewê bibe hêviya giştî beybûnan ku temsîla zarokên Kurdistanê dikin.

Di Nava PKK’ê De Mirov Bi Çi Bandor Dibin?

Hêvîdar her çiqas bi çandekî  resen mezin jî bibû û di dorhêla wê de hevaltiyekî xwezayî hebû jî dema tê nava PKK’ê û gerîlayên wî nas dike xala destpêkê jê bandor dibe wekî herkes ew jî ji hevaltiya PKK’ê pir bandor dibe. Ew dijminê dagirker ku sibê êvarê li ser PKK’ê propagandayên ne ji rê dike bi hevaltiya rast carekî din vala derdikeve. Ne ku PKK mêjiyê mirovan dişo, PKK tevgerekî wihaye ku mirovan bi rastiya mirovan dihesîne, ew qirêjiya hezaran salan ku dagirkerî li ser mêjiyan ferz kiriye paqij dike û li şûna wî ya herî rast diçîne ku mîlîtanên wê ji bo vê rastiyê çavgirtî berê xwe didin sengerên herî dijwar da ku canê xwe ji wan rastiyan re dikin berdêl. Yek jê jî ev hevaltiya rast e ku ji Heqî, Mezlûm, Kemal û Xeyrîyan heta roja îro wekî mîrasekî hatiye. Ewe ku sîxûrekî dewletê jî jê bandor dibe û tevlî refên azadiyê dibe ye. Ev hevaltiya ji dil û dilsoz Hêvîdar jî cardin dizivirîne ser koka wê.

Potansiyelekî Veşartîbû Hêvîdar

Hevalên ku ew destpêkê nasdike yek jê jî Axîn Meşkan e. Ew bi hevaltiya xwe, bi fermandartiya xwe ji Hêvîdar re dibe mînak. Kesayetiyên mîna Tekoşîn Amanos nas dike, mîna Ronahiyan nas dike. Şanaz dibe, serbilind dibe ji vê hevaltiyê. Ji ber her yek ji wan mîna dayikekî wê ji şer û jiyanê re amade dikin. Wê perwerde dikin, pê re mijûl dibûn, nirxekî mezin li kesayetiya wê bar dikin. Hêvidar guhertinên di kesayetiya xwe de dibîne, pêşketinên di xwe de dibîne re şoq dibe. Heta wê demê ew bi xwe jî nizane ev qabîlîyetên wê hene. Yek ji van qabiliyetan jî nivîsandina helbesta ye. Ew wekî keçekî gundî tevlî PKK’ê dibe, li di nava du-sê salan de dibe helbestvanekî ku hevalên wê ji van helbestên wê moral û îlham digirin. PKK wiha ye tiştên di kesayette hatine çewisandin, kabileyetên tê de hatine fetisandin yek bi yek derdixe holê. Ya din jî şerkeriya wê ye, ji keçekî nazenîn şerkerekî dilpola tê afirandin.

‘’Beybûnan Kom Bikin’’

Bi salan wiha pêş dikeve, hes dike, tê heskirin, xwe perwerde dike, dibe mamoste. Wiha mezin dibe Hêvîdar û dibe mîlîtanekî Apoyî ku di her zirûfê de li kokên xwînmijan bide. Nehêle ku axa Kurdistanê qirêj bikin bi lingên xwe yên gemarî. Ew hem şerker e, hem helbestvan e, hem jî heval e. Heta dawiyê bi nirxên partiyê re girêdayî dimîne. Wê sozê daye ku ne ewê serê malbata xwe, ne jî serê hevalên xwe bi çemîne. Ewê her tim serbilindahiyê bike para wan. Di rojên beriya operasyona dagirkeriyê de mîna ku hîs kiribû, her digot; ‘’Ger şehadetekî min çêbibe divê ti kes li pey min şîn negire. Ji ber ezê mîna beybûnên van çiyayan kokên xwe hîn kurtir berdim vê axa pîroz, ezê bibim beybûnekî azad, divê herkes di biharan de beybûnan kom bike û li hev belav bike’’. Vê mîna wesiyeta xwe ji hevalên xwe re dihişt. Ji bo wî di her salvegera şehadeta wê de beybûnên herî xweşik li çiyayên Kurdistanê vedibin û hevalên wê van beybûnan li hev belav dikin.

Axîn Meşkan Rênîşenareya Wê Ye

Di operasyona dagirkeriyê de li Girê Şehîd Şahan kesekî ku herî zêde rola xwe dilîze jî dibe Hêvîdar. Ew piştî şehadeta Heval Axîn Meşkan hîin bi hêrs dimeşe ser dagirkeriyê, hîn bi hêrs li dijminê bav û kalan dide. Di mehekî ku fedaibûyin di asta lûtkeyî de tê jiyan kirin de ew jî di Gulanê de rihê xwe bi Heqîyan re dike yek û dibe şehîda hevaltiya herî watedar ya Kurdistanê. Ewê bîranîna wê her bi me re bijî da ku em armancên hemû Beybûnan azad jiyan kirinê pêk bînin. Her şehîdekî azweriya me ya jiyanê ye û di şerê xwe heta dawiyê ewê her bi me re bin, bibin hêza me ya bingehîn.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê