YJA-Star artêşeke jinan, rêxistineke çekdar e. Ne tenê artêşeke di van salên dawiyê de hatî damezirandin e. Mîrasa jinên Kurd ji dîrokê digire û di kesayeta şervanên xwe de digihîne pêşerojê. Jinên ciwan û ji her temenê jî ku li dijî her cure êrîşên dagirkerî, deshilatdarî, dewletparêzî, cinsparêzî û modernîteya kapîtalîst derdikevin bi dildarî têde cî digirin. Di bin sîwana YJA-Starê de milê xwe didin ber barê giran û têdikoşin, şer dikin. Ne tenê li beramber van sîstem, qalib û formên ji aliyê aqlê mêrê desthilatdar ve bi berdewamî tên afirandin xwe diparêzin û şer dikin. Her endameke YJA-Starê, di heman demê de li beramber paşverûtiyên bi bandora sîstema baviksalar hatî afirandin bi xwe re şer dikin. Modêla ku dixwazin ava bikin û hilweşînin, beriya her tiştî di xwe de ava dikin. Ji xwe dest pê dikin ku kevirên bingehîn ên nirxên mirovahiya azad ji nû ve datînin.

Weke Rêber APO gotî; Bingeha hemû zanînan; xwe zanîn e. Dema em endamên YJA-Starê ji xwe dest pê dikin û derdikevin rêwîtiya ber bi xwe ve, em li qalibên zîhniyeta ku sîstema baviksalarî bi hezarê salan in di kesayetên me de ava kirî rast tên. Ew kêlî ji bo me kêliyên afirandinê ne. Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku Rêber APO ji bo me diyarî kirî derfetên zêrîn dide me. Çirûskên azadiyê di dilê me de lêdixin. Em di ruh û mêjiyan de firtoneyan radikin, toz û gemara hezar salan ji ser xwe davêjin, digihîjin cewhera xwe û xwe ji nû ve diafirînin. Di şexsê xwe de hesab ji zîhniyeta baviksalar dixwazin. Heyf û tola dayîk û xwişkên xwe, jinên berxwedêr û jinên êşkişandî ji sîstemê radikin. Bi rêwîtiya bi êş û xweşî, em digihîjin xwebûna xwe. Rêwîtiyeke zehmet e lê xweş e. Tacên ji beybûnan didin serê xwe, fişek û bombeyan dipêçin li bejna xwe. Dibin xewna reş a dijmin û neyaran. Li Reqayê dibin YPJ û ala reş a dijminên mirovahiyê li erdê dixin. Li Şengalê dibin YJŞ û heyfa jinên Êzdî radikin. Her wiha şerê me ne tenê me, mirovahiyê azad dike.

Zanînên me kom dibin. Em çiqas bi xwe dizanin ew qas jî dikarin kesayeteke azadbûyî jî biafirînin. Her zanînek dibe tecrûbeyek û dibe aydî hemû hevalên me. Ya rastî dibe aydî hemû jinên cîhanê.

Her wiha şerkirin, têkoşîn dayîn ji bo me ji zîhniyetê ve dest pê dike. Em ji bo bigihîjin hedef û armancên xwe yên pîroz, dijminên Kurdan û gelan, dijminên jinan bişkînin, zîhniyeta dewletparêz biguherînin û werin li mala xwe rûnîn! Tiştekî wisa tune ye! Em di heman demê de xwe bi taybetî  weke ewlehiya jinên Kurdistanî û hemû jinên cîhanê dibînin. Sîstemeke azad, wekhev, sosyalîst, komunîst. Her çiqas bi ked û zehmetî, şer û pevçûn hatibe avakirin jî dema ku ewlehiya wê ya di qanûnan de nebe û ya herî girîng jî artêşeke wê ya xweser nebe wê çi were serê wê? Şoreşên weke Sovyet, Kuba, Çîn û şoreşên din ên cîhanê bi encamên gelek bi êş nîşanî me dan ku wê çi bibe! Jinên têkoşer, şoreşger  vegerandin malê. Dîsa mêr bûn rêveber û jin bûn ên tên rêvebirin. Ango diyalektîka obje û sûbje, kirde û bireser bi trajîkî xwe dubare kir.

Me ji wan jî tecrûbe girt û xwe bi çiyayên xwe ve girt. Jixwe ji dîrokê ve pêşiyên me xwe li çiyayên asê û bilind girtine û wisa karibûne hebûna xwe biparêzin. Dagirker û deshilatdar bi teknîka bilind çiyayên me bombebaran dikin, kîmyasal bi me de dibarînin. Lê nizanin ku em xwe li gund û bajaran, li deşt û newalan, li ser zeviyan, li fabrîke û atolyeyan, li ber tendûran û di nav bêrîvanan de, li çi cihê ku jin lê hebin rêxistin dikin. Dikevin nav her sîstema ku bêhna deshilatdariyê jê tê û vediguherînin. Tovên azadî û wekheviyê li zeviyên hêviyê diçînin. Û êdî em berhemên azadiyê berhev dikin.

Bi berdewamî xwe û hemû jinan diparêzin. Jixwe mafê parastinê mafekî wisane ku dewrî ti kesî nayê kirin. Tu ancax bi aqlê xwe, bi dil û destê xwe, xwe biparêzî dikarî parastina xwe ya cewherî pek bînî. Bi qasî ku em bi destê xwe ewlehiya xwe bigirin em ew qas di ewlehiyê de ne û azad in, digihîjin azadiyê. Em pêşengiya vê dikin, hişmendî, zanebûnê didin. Jixwe tam jî ji bo vê me çek rakirin. Şûrê qirkirinê her kêlî li ser welatê me Kurdistanê, hebûn û rûmeta me ya mirovahiyê tê hejandin. Her kes çek radike, çima em jinên netewên bindest çek nerakin! Bêguman em ê sîlehan weke desthilatdaran, dagirker û qirkeran bi kar neynin. Em parastina cewherî û parastina rewa bi felsefeya azadiyê dikin. Weke fermandara me ya mezin Xwedavend Zîlan jî diyar kirî; “Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.”

Em dizanin ku weke me bi milyonan jin hene ku dildarê serxwebûn, azadî û wekheviyê ne. Em her kêlî dibînin û dibihîsin ku sîstema dewletparêz jinan dixe nav cendereya azadiyeke sexte û çerxên xwe dizivirîne. Her kêlî barê jinan, ciwan û kedkaran, bindestan girantir dibe. Modernîteya Kapîtalîst li dijî civakê di nav şerekî topyekun de ye û qadên jiyana bi rûmet û azadî li jinan teng dike. Şerê taybet her kesî dike hedef, her wiha ev şer şerê me hemûyan e. Şerê azadî û jiyana ewlehî ya her kesên di bin xeteriya qirkirinê de ye.

Ji ber ku bergeha şerê me ev qas berfireh e, bêguman li ser jinên cîhanê yên pêwîstiya wan bi qasî nan û avê bi azadiyê heye, bandor dike. Bala wan dikşîne. Li wê derê, li Kurdistanê artêşeke jinê heye ku desteka xwe tenê ji gelê xwe, ji dayîk û xwişkan digire, bi hêza xwe ya cewherî pêş dikeve, têdikoşe, şer dike. Di bin sîwana ti hêz û dewletekê de nîne, serbixwe û azad e. Ev jî dihêle ku her jina ku dibihîze, dişopîne, ji vê artêşa me ya jinan hêvî digire, coş û heyecan digire. Hest û fikra “em jî dikarin!” di dil û mêjiyê wan de şîn dibe.

Fikrandina; ‘’Ev sîstema bi aqlê mêrê serdest qedera me nîne’’ pêş dikeve; ‘’Vaye jinên bi wêrekî, bi hedef û îdîa, fedaiyane, bi sîstematîk, bi felsefeyekê li dijî vê sîstemê şer dikin jî hene. Destkeftiyên girîng jî bi dest xistine.’’

Ev fikirandin hêvî û baweriyeke mezin dide avakirin. Hemû dîwarên ku aqlê mêrê serdest di hezarê salan de di dil û mêjiyê jinan de bi zilmê lêkirine hildiweşin. Astengiyên ku di derûnî de danîne pêşiya jinê bi vê hêvî û baweriyê tên derbaskirin. Şêmûka derûnî tê derbaskirin. Ji ber ku YJA-Star artêşeke ne xeyalî ye, artêşeke profesyonel, pispor li ber çavan, şênber e. Her roj çalakiyan li dar dixe, ji aliyê hejmar û wesf ve pêş dikeve. Taktîk û teknîkên nû diafirîne. Derbe li dagirkeran dide. Di heman demê de zîhniyetekê jî ava dike. Zîhniyeta ‘jin dikarin li dijî zilm û zordariyê, dagirkeriyê şer bikin û azad bibin, azad bikin.’ Bi kurtasî em bi aqlekî azad ruhekî azad ava dikin.

Di vê serdema Modernîteya Kapîtalîst ku jin di civakê de di herî bin de hatine hiştin, jiyana civakê yekser hatiye madîkirin û bêwatekirin de, ev derketin derketineke pîroz e. Li dijî vê sîstema hov a qirker, bi pêşengtiya jinan jiyaneke bi wate avakirin, ya rastî ji bo hemû mirovahiyê cejnek e. YJA-Star di pêşengtiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) de ‘Bayên Azadiyê’ li her derê cîhanê digerîne. Mij û morana ku aqlê mêr ê deshilatdar di mêjiyê civakê, jinan de ava kirî bi vî bayî belav dibe. Ronahiya rojên xweş xûya dibe.

Jinên cîhanê, lêgerînvanên azadiyê vê rastiya ku bûye heqîqet dişopînin; fêr dibin, dibînin, dibihîzin, hîs dikin. Bi hêz û baweriya ku ji vê rastiyê digirin kom dibin, nîqaş dikin, destekê didin hevdu, dîwarên tirsê hildiweşînin, sînerjiyekê derdixînin holê, wate li her kêliyên jiyana xwe bar dikin. Xwe rêxistin dikin, bi saziyî dikin. Jin xwe bêçare û bêhêvî nabînin. Dikevin nava liv û tevgerê. Çi nêzikahiyên li pêşberî maf û azadiyên mirovahiyê, civakê û jinan asteng hebin pênase dikin, nas dikin, teşhîr dikin, rexne dikin, qebûl nakin. Û lêgerîna alternatîfa wê dikin bingeha jiyana xwe.

YJA-Star; ji bo ev lêgerîn bigihîjin hedefa xwe; jiyaneke bi rengê jinê, wê ji bo hemû jinên cîhanê bi fedaiyane şer bike. Di serî de li Rojhilata Navîn, her jinên ku xwe rêxistin bikin, bibin hêz û li dijî pergala baviksalar bisekinin wê bi leztir me bigihînin hedefa me. Wê demê jî em ê dest ji çiyayên xwe bernedin û hemû jinên cîhanê dawetî stargehên xwe yên li çiyayên pîroz, textên xwedavendan bikin.

Sema Delîl Amed