Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.

1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.

2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.

3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.

 

1-Etîmolojî:  Jineolojî di lêkolîn kirina peyvan de ji zanista etîmolojiyê sûd werdigire. Wekî mînak em li peyva ‘jin’ binêrin;

Peyvên dişibin jineolojî lê nayên wateya jineolojiyê wiha ne; destpêkê em wan nas bikin, pişt re jî em derbasî koka peyva jin û di zimanên cûda de li wateya peyva jin lêkolîn bikin.

  1. Jinekolojî: Beşekî tibbî ye ku nexweşiyên girêdayî jin tedavî dike. Di vê beşê de jin wekî nexweşekî cihê xwe digire, lê yêr desthilat zilam e.
  2. Jennelojî: Zanista nifş e. Nifşan lêkolîn dike. Wekî peyv dişibe jineolojî lê ti peywendiyekî xwe bi jineolojî re nîne.
  3. Jinosentrîk: Tarzê fikrandina di navenda wî de jin heye re dibên jinosentrîk. Wekî jin-navend jî mirov dikare pênase bike.
  4. Jinarşî: Rêvebirina ji aliyê jin ve pêk tê re dibên jinarşî.
  5. Jinokrasî: Rêveberiya jin.
  6. Jinalatory: Bi jin perestin ango ji jinê re îbadet kirin.
  7. Jinafobî: Ji jina tirs ango li hember jinê nefret kirin e.
  8. Jinosîd:Qirkireya jin ango komkujiya jin e.
  9. Jinmorfîk: Zimanê mê ango zimanê di mihwerî jin de pêş dikeve ye.
  10. Jinerjî/Sînerjî: Enerjiya jin e.

DI WATEYÊN ETÎMÎLOJÎ DE PEYVA JIN

Di zimanên cûda de, wateya peyva; ‘JIN’

Kurmancî: Jin. Tê wateya jiyan.

Soranî: Afret. Tê wateya afirandin.

Zazaki; Cenî(Cin). Tê wateya jiyan

Hûrî: Ma, Mak, Mar, Aşt. Tê wateya aşitî.

Ermenî: Gyne wateya wî jiyan e.

Rûmî: Gîma. Tê wateya jiyan.

Farsî: Zen, Zendegî. Tê wateya zindîbûn, jiyan.

Almanî: Frau. Tê wateya azadî.

Sûmer: Nîta. Tê wateya hewa, nefes, jiyan.

Erebî: Mera, Nîsa, Îmra. Tê wateya ditîn, neynik, însan.

Fransî: Femîna. Tê wateya jiyan.

Çînî: Gîn. Tê wateya zindîbûn, nefes, jiyan.

Yewnanî: Gîno. Tê wateye jiyan.

Rûsî: Jenşîna. Tê wateya jiyan, zindîbûn, şînkayî.

Slovakî: Jînka. Tê wateya jiyan.

Moxol: Xatûn, Xeten. Tê wateya xwe bi xwe afirandin, çêkirin.

Îbranî: Îşa. Berovajî jiyan tê pênase kirin.

Wekî xûlasa tê dîtin ku di piranî zimanan de jin tê wateya jiyan, zindîbûn. Ev tê dide xûya kirin ku jin hêmanekî girîng yê jiyanê ye.

Di zimanên cûda de wateya peyva; ‘DAYÎK’

Cih, mekan, erdingarî, war e.

Dad, dadgeh, edalet, parve kirin, dayin.

Kehanet, sêhr.

Atê:Pêşeroj,

Dê: Paşeroj,

Me, Ma, Mo, Ne, Na bi nav kirinên jin in. (Madam, matmazel, mother, mather)

Di Sûmeran de peyva ‘Amargî’ tê wateya zivirandina dayikê.

Zen-Para: Ya parastina jin û jiyanê dike ye. Lê di roja îro de naveroka vê peyvê hatiye vala kirin û bûye ‘zanpara’ . Wateye Zanpara yê bi çavê xirap li jinê mêze dike ye.

Zen-Diq:  Peyv di felsefeya jinê de tê wateya mêze kirina jin, naskirina jin, lê ew jî bi pêşketina feraseta zilam ve gûheriye û berovajî bûye ‘zindiq’. Zindiq bi xwe jî tê wateya kêsên ji ol derketiye ango ji kesên rê derketî re tê gotin zindiq.

Pîr-ek:  Wateya wî ya esasî ‘jina têgiştî, jina bîr birî, jina zane’ ye. Lê dîsa ev peyv jî piştî hişmendiya zilam pêş dikeve û wateya xwe wenda dike, li pir deveran tê wateya jina ku aîdê zilam, jina li gorî zilam têşe girtî ye.

Mam-oste: Koka peyvê mê ye. Mam bi xwe tê wateya dayik. Lê niha mirov di roja îro de li wateya peyvê mêze bike, mam wekî ‘ap’, mamoste bi xwe jî wekî zilam tê pênase kirin.

Şîn: Peyvekî mê ye, her wiha tê wateya jiyan û zindîbûnê. Lê ev peyv jî ji wateya xwe derketiye û wekî ‘şîn girtin’ di wateya sebra ji mirinê re tê kar anîn. Her wiha şîn di zaravayê Kurmancî de hem wekî kesk, hem jî wekî şîn tê kar anîn. Dema divê watê de li peyvê tê lêkolîn kirin tê dîtin ku ev jî wateya jin de ye ku tê wateya hewa, asîman, heman demî de tê wateya erd, şînahî, jiyan. Ev peyv zêde ji wateya xwe dûr neketibe jî lê di wateya nêr de dema tê kar anîn rîtûela mirinê ye.

Mêr-g: Ji şinahiyê tê, di kok de pênaseya jiyane ye. Wateya wî ya berovajî mird ye ango mirinê pênase dike. Di herema Botanê de ‘Mêrga’ min tê gotin, wekî ‘jiyana min’ tê şixûlandin.

Ca-mêr, Ca-merd: Wateya wan egîdbûn e. Koka vê jî ji jin tê, mê ye. Kesên dest vekirî, xwe nas dike, însanan nas dike. Ev peyv ji bo zilam tê pênase kirin, lê çawaniyên lê tên bar kirin ji dayik tê.

Zil-am: Di Erebî de ‘Zil’ û ‘Gil’ heman wateyê de ye, wateya wî ‘mezin, gir’ e. Gilgamêş ango gayê mezin e. Heman demî de pêveka ‘am, ûm’ jî di Erebî de dayik e. Zilam di wateya xwe ya esasî de tê wateya ‘Dayika Mezin’.

Jî, Jîn, Jîn-darî, Jîn-geh, Jîn-da, Jîn-war, Nû-jîn, Nû-ji-yan, Jî-yanda, Xwe-za, A-za-d, A-ze-b: Her yek ji wan tê wateya wargehê jiyanê, di kok de bi jin re peywendîdar in.

Hûrr-e: Di kok de tê wateya ku ya cariyetiyê qebûl nake, lê ev peyv jî ters hatiye zivirandin û wekî ku jinên ji zilam re hatiye xelat kirin hatiye pênase kirin.

A-mar-gî: Zivirandina dayikê.

Fra-u: Di Elmanî de jî peyva jin bi azadî re têkildar e.

Xwe-Za, Tabîat, Hayat, Cîhan, Cennet, Doğa, Natûre, Sîrûşt, Şen, Can, Canan: Vana hemû jî navê jin in û tên wateya jiyan û wargehên jiyanê.

Xwa Min: Tê wateya axa min.

Xwe-DA: Xisletê peyvê mê ye. Ji ber tê wateya ji xwe dide. Lê niha dema peyva ‘Xweda’ tê gotin navê zilaman tê hizrandin. Ev jî cûreyekî din yê berovajî kirinê ye.

Bi giştî jineolojî di warê etîmolojîk de li ser van peyvan lêkolîn kiriye û gihaştiye wê encamê ku zimanê Aryenîk ku zimanekî herî kevnare ye, zimanekî mê ye. Her wiha jiyan, nefes, zindîbûn giştî bi jinê re peywendîdar in. Rastiya jin ne mirin, şîn û her wekî din e. Vana bi feraseta zilam ve pêşketiye û jina ku nêvegê jiyanê ye wekî kuştiya jiyanê hatiye pênase kirin. Peyvên pêve girêdayî jî hemû ji wateya wî hatine derxistin. Jineolojî di vê watê de di cewher de jin çiye, wê dizivirine rastiya wî. Tê dîtin ku rastiya jinê bi mirinê re têkildar nîne, berovajî jin azadî, zayin, çêbûn, wargeh û welat e. Hindek peyv jî hene hevsengiye di navbera jin û mêr de pênase dikin. Yek ji vana ‘YÎNG YANG’ e. Di zimanê Sînî de pênaseya hevsengiya di navbera jin û zilam de dike. Dîsa hêzên Zerdûştî; ”AHURAMAZDA’ jî yek ji vana ye. GayûMarg, tavaHeyv, tavBanû, stêrBanû, keyBanû ji van peyvan yên herî tê zanin in.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.