Rêber Apo

Di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bihurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herduyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, tenê wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, kerax e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors, hundirê xwe vala ku felsefeya xwe nîne, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê, jina zana û bi vîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cuda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûdwergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Têgeha namûsê nizanin. Nikarin namûsê binav bikin. Namûs, ji Eko-nomosê tê. Eko-nomos, tê wateya zagonên malê, karên ku jin dike, karên malê û karên ayidê jinê ye. Ekonomos, ekonomî, karên jinê ne, xwe dispêre hilberînê, ekonomîst jî yên ku vî karî dikin re tê gotin, ekonomîst jî jin e. Têgeheke namûsî ya ku şaş tê şîrovekirin heye. Min berê jî gotibû, xwedawendîbûn. Ev jî xwenaskirin e. Xwenaskirin jî ji zanebûn, jêhatîbûn û baş fêmkirinê derbas dibe. Destpêkê bila jin dîrokê bizanibin, bila dîroka xwe hîn bibin, bila dîroka neolîtîkê bizanibin, bila civaknasiyê, aboriyê û felsefeyê bizanibin, wê bi vî awayî xwe jî nas bikin. Bi qasî ku bikaribin xwe nas bikin, wê bibin xwedewend. Înannabûyîn, îştarbûyîn ji fêmkirin û têgihîştinê derbas dibe. Bi vî awayî wê bikaribin çewsandinên civakî û sîstema zordest derbas bikin. Hûn her roj bi çanda tecawizê re rû bi rû dimînin. Divê destpêkê hûn çanda tecawizî ya rojane derbas bikin. Van pirsgirêkan bi xebatên akademîk zêdetir kûr bikin, lêkolîn bikin û têbigihîjin. Min ji bona vê Akademiya Jina Azad gotibû. Li vir xebatên xwe yên akademîk bikin. Di heman wextî de bi vekirina xwaringehan re û bi mijûlahiyên aborî yên cuda cuda re, dikarin xwe beşdarî hilberînê bikin. Dikarin tiştên eydî jinê bikin. Dema ku li Şamê bûm, keçên me yên herî ji xwe bawer dihatin û digotin, “emê azad bibin”, lê piraniya wan çavên wan dilîstin. Mêr jî dihatin, çavên wan jî dilîstin. Ya ku ez dibêjim, bila destpêkê van çavên ku wisa dinêrin bigirin, bila kor bikin. Di şûna vê de bila çavên xwe yên mejî û zihn vekin, bila bi vî çavî binêrin. Encax wê demê dikarin di riya azadiyê de bi pêş ve herin.

Nasnameya zayendî ya jin û mêr a tê zanîn, piştre hatiye çêkirin û nasnameyên înşakirîne. Jin, li gorî vê nasnameyê hatiye sazkirin û bi hezaran sal in tê mêtandin. Nikare heqê keda xwe bigire. Wekî mînak, ev Hîzbûlah û wekî din ferasetên olî, jinê dane girtin û ji civakê îzole kirine. Ka em şalpeyê bidine aliyek, ev şalpe ye ev çarşef e di hundirê wê de didine girtin, ji serî heta neynûk girtî, qenderek jî rûyê wan nayê dîtin. Ma wisa feraseta azadiyê dibe? Ma xistina vî halî ya jinê, dikare bi azadiyê bê ravekirinê? Di îslamiyeta rastîn de tiştek wisa nîn e, zihniyeta vanan bi îslamiyetê re tu eleqaya xwe nîn e.

Ez nabêjim evîna bêdawî, lê dibêjim hevdu berdana bêdawî (sonsuz boşanma). Dema ez dibêjim bêdawîtî, di rastiyê de ez dikarim vê bêdawitiyê bi desthilatdariya pênc hezar salî ya zilam re sînordar bikim. Ez pêşniyar dikim ku li hemberî vê yekê jin bi rengekî bêdawî vê desthilatdariyê berde. Divê siyasetên xwe çêbikin û ji bo vê yekê aboriyên xwe ava bikin. Divê jin aboriya xwe çêbike; min qala akademiyên siyasetê kiribû. Ji bo ku jin azadiya xwe biafirîne zanista siyasî û çalakiya siyasî pêwîst dike. Pêwîst e vê yekê biafirîne. Azadiya jinê yan jî têkiliya jin û zilam nikare wisa bi evîna romantîk an jî bi evîna bêdawî û yan jî bi azadiya zayendî were bidestxistin. Eger emê bêjin evîna bêdawiyê, ez qala têkiliyên evîna romantîk ên di roja me ya îro de tên jiyîn nakim. Ji xwe ez qala evîna romantîk, ango ew tişta ku jê re dibêjin “evîn” têgehek e ku di romanên klasîk ên di sedsalên 17. û 18. de li Îngîlîstanê hatin afirandin, nakim. Eger wê bi evîna bêdawî re bijîn, pêwîst e azadiyê derxin zanebûnê.

Belê, tenê beramberî çanda destavêtinê xebat kirin têrê nake. Dema ku li hemberî çanda destavêtinê têdikoşin, divê di her wateyî de tekamûl bin û têkoşîn bikin.  Divê ev xebat bên firehkirin û saz kirin. Ne xwe wê ji mîtingek gilûr(qelebalix) wêdetir tiştek nebe. Divê jin azad be. Ev pirsgirêk ji dîrokê tê. Divê ne jin bibe kolê zilam, ne jî zilam bibe kolê jin. Dema ku dibêjim destavêtin, tenê behsa destavêtina zayendîtî nakim. Di vê derê de pir kûr û pir alî ve dorpêçkirinek heye. Di çapemeniyê de nûçeyeke ji Mêrdînê derketibû. Ez ji vê re dibêjim mexdura ji Mêrdînê. Ev zaroka keç li wê derê bi destavêtina dused kesî ve rû bi rû maye. Heman tişt li gundeke Mêrdînê jî çêbibû. Di eslê xwe de ev ne tenê li wê derê, li her derî bi sedan mînakê vê hene. Ev feraseta bi çand li her derî derdikeve holê. Li Îranê jî jinên ku cezayê recm digirin hene. Erê ez tenê behsa çanda destavêtinê nakim. Behsa wan destavêtinên kevin yê di çapemeniyê de derdikevin nakim. Yanê divê jin di hemû qadên jiyanê de rêxistinên xwe yên xweser ava bikin. Min behsa akademiyên siyasetê kiribû, dikarin li van deran xwe saz bikin. Divê jin li Amedê û her derî baş niqaşbikin.

Ez ji ber vê yekê ji jinan re dibêjim ku ma gelo hûn dizanin hûnê çawa bijîn û hûn kî ne, ku hûn karibin evînê û hezkirinê bijîn? Ez ji berê ve ji diyardeya jin û zarokan dûr sekinîm. Min weke Nazim Hikmet ji jinan re helbestan nenivîsand. Di rastiyê de ez nirxeke pir mezin didim wan, min ji bo wan pir tiştan jî kir, lê belê pêwîst e mirov wê rastiyê bibîne ku jineke di vê astê de azad nebûye. Ez ji bo mêrên Kurd jî dibêjim; eger bi qasî zerre namûsa wan û rûmeta wan hebe dê pirsa “em çima di vê rewşê de ne?” ji xwe bikin, vê yekê ferq bikin û têkevin nava lêgerîna vê. Ez ji ber vê yekê vî tiştê dibêjim. Eger hûn vêya fêm bikin, bi armanca çareserkirinê jî hûnê têkevin nava hewldan û xebatên pir mezin.

Ev dîroka şaristaniya çînî ya pênc hezar salî, tenê ji jinê re erka zayîn û mijandinê daye, jin tenê ev e. Vaye Erdogan dibêje ya sê zarok bînin. Hûn li hember vê ferasetê têdikoşin. Hûn jî dikarin li Rojhilata Navîn temsîliyeta jina hemdem pêk bînin. Pêkanîna vê temsîliyetê girîng e. Piştî hezaran salan şûnve, gelek girîng e û bi nirx e ku çanda xwedawend a jinê di jinên Rojhilta Navîn de temsîl bibe. Ew jina ku xwe gihandibe wê astê jî, wê bê hezkirin, wê bi wê jinê re bi wate bê jiyandin. Di vê girêdanê de hûn dikarin ji pêşengiya jinên Rojhilata Navîn bikin, hûn dikarin jinan bandor bikin. We di vê mijarê de gelek pêşketinan afirand, hûn di nava vî karî de ne û hûn natirsin jî. Divê hûn van xebatan bibin hîn qonaxên pêşdetir.

Di mijara jinê de du tiştê ku em dixwazin bikin heye û vana pir girîngin. Ya yekemîn ku jin di warê ramana îdeolojîk de azad bibe û bihêz bibe. Di warê îdeolojîk de divê gihiştî, kamil be. Ya duyemîn ji rêxistingeriya xwe saz bike, bigihêje rêxistingeriya xwe, bigihêje asta ku karibe rêxistina xwe çêbike ye. Di van her du mijaran de karibe pêş de biçe tenê wê karibe di qada azadbûnê de gavên girîng wê biavêje.

Li gorî min heta azadbûna jinê nebe, ne gengaz e ku civak şoreşê lidarbixîne û azad bibe. Azadbûyina jinê, li dijî çanda hatiye dayin de ji bo azad bibe, bi rexnekirineke xurt a bi kevneşopiyê, bi rexnekirina kevneşopiya heyî de gengaz e. Ev gelekî zehmet e. Têkiliyên heyî piranî li ser tecavuz, tecavuza li ser bedena jinê hatiye sazkirin. Di çanda heyî de zilam xwedî nêzikatiya jinê weke bedeneke ku karibe tecawuzê wê bike dibîne ye. Di şert û mercên heyî de xwe ji vê çandê paqijkirin,  ji vê ferasetê rizgarkirin pir zehmet e. Heta jin azad nebe, zilam nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike.

Têkiliya jin – zilam ne biyolojîk e. Bi giştî li ser zemîna desthilatdariyê ye û siyasî ye. Dema mirov dîroka pênc hezar salî jî li ser zêde bike, bê hêz hiştina jinê ye. Ev ji aliyê zanistî jî wisa ye. Ez mijara jinê pir girîng dibînim. Koledariya jinê, azadbûna wê pirsgirêka herî girîng ya di civakê de ye. Koledariya heyî ya jinê, li gorî min koledariya herî mezin a di civakê de ye. Di çanda hatiye dayîn de xwe azadkirina jinê pir zehmet e, bûyereke zehmet e. Ez vê ji xwe dizanim.  Aliyekî min ê ji zaroktiya min de ku neketina bin fermanê, azad bûyin, xwe ji her tiştî azadkirin heye. Hîn jî ez wiha me. Tevî vê her roj hewl didim ku xwe di aliyê azadkirinê de biparêz im. Ji xwe, xwe azadkirin, parastina azadiya jinê hîn zehmetir e. Hema bêjin ne gengaz e. Lewra bi modernîteya kapîtalîst ve, di şaristaniya pênc hezar salî de ketina jinê ewqas mezine ku rabûna wê, azadbûna wê pir zehmet e.

Ji xwe ez nabêjim jî nikare azad bibe, li berxwe bide. Lê azadiya jinê, azadbûna wê bi jiyana heyî ya kole û bi şikandina vê ketinê wê ve girêdayî ye. Herdem aliyekî jinê ya li berxwe dide heye. Ji bo jin azad bibe divê destpêkê xwe nas bike. Ketin çiqas kûr be ji bo azadbûnê berxwedan jî divê ewqas kûr û mezin be.

Him jin him jî zilam aliyê xwe yê kevneşopî bernadin. Ev pir zehmet û pir kûr e. Ango divê jin, jintî ya kevneşopiyê derbas bike. Divê di xeta xwe ya azadiyê de berdewam bike. Divê jintiya kevneşopî bala wê nekişîne û dilê xwe nebijînê.

Di şaristaniya kapîtalîst de têkiliyê jin-zilam xwe dispêre cinseltiya xwesteka biyolojîk ya herî ji rêzê. Ev nêzîkatiyeke ewqas ji rêzê ye. Lê belê ev pêvajoyeke biyolojîk a ji rêzê ye. Jin a herî dibêje ez, nikare xwe ji çanda tecawuzê rizgar bike. Û bi vî awayî Sema Yuce jî ji yên vê nedipejirandî bû. Û ji ber ku ev nepejirandibû  çalakiyeke bi vî rengî lidarxistiye. Û bi vî awayî em Sema Yuce bibîrbînin. Em vê axaftina ji bo bîranîna wê diyarî bikin. Li ser vê bingehê ez xebatên hevalan girîng dibînim. Di wan şert û mercên dijwar de, li çiyan jiyan dikin, ez dizanim. Lê tekoşîna wan pir bi rûmet e û girîng e. Bila berdewam bikin. Ji hemû hevalên jin re silavên xwe radigihînim, serkeftinê dixwazim.