Li Mezopotamya yê û bi taybet li ser xaka Kurdistana kevnar tovên bedewiya jiyana xwezayî, jiyana bi exlaq û azadiyê xemilandî vehatiye avêtin. Jiyana bi heqîqetê bi rastî û duristiyê honandî li ser vê xakê û bi destê jina esîl hatiye avdan. Lewra her çiqas bigere çerxa zeman, her çiqas bizivire dem û dewran weke ku her nebatek li ser koka xwe şîn dibe, jinên vê erdingariyê jî li ser tovên ku dayika pîroz ji wan re hiştiye mezin dibin. Jiyana bi sexte û fîlbaziyên zilamê hîlekar hatiye alandin napejirînin, bê nirxiya jin û xistina wê ya ji her aliyê ve red dikin û li hember disekinin, civaka ku bi pîvanê wê hatiye lîstin û bi cewherê xwe re berovajî bûyî qebûl nakin û pişta xwe didinê. Ew berê xwe didin bilindahiyan, berê xwe didin hêlînên azadiyê û kelehên tekoşînê. Di sedsala 21ê de û di serdema şerê desthilatdar û pêşbirkên hikumraniya li ser mirovahiyê de, dîsa li ser heman xakê ala keske sor bi destê afrînerê jiyana nû bilind bû. Lewra her dilekî ku bi heyacana vê jiyana nû hildavêje berê xwe dide vê nîşaneyê û xwe lê digre. Mîna ku ûmmeta Îslamê ji her deverê berê xwe didin Kabeya şerîf, ji her devera Kurdistanê jî keç û xortên herî bijarte berê xwe didin vê axa pîroz. Ji Êliha Egîdan jî çelengeke bi navê Ece Yilmaz dikeve ser xaçerêka vê heqîqeta ebedî.

Di sala 1986an de li ser xaka bav û kalan Ece silav dide jiyanê, heya deh saliya xwe ew bi malbata xwe re li hember zordariya neyarên gelê Kurd, li berxwe didin û dev ji xaka xwe bernadin. Lê dema zilm û zordariya Romiyan ji hed û sînoran derbas dike, Ece bi malbata xwe re neçar dimînin berê xwe bidin bajarên Tirkiyê. Lê me gotibû jinên vê xakê bi mîrasên xwe ve girêdayîne û bi tovên dayika xwedawend mezin dibin, lewma Ece di navdila bajarên mezin de, di singa xwe de her eşqa xaka welatê xwe xwedî dike û ti caran jê dûr nakeve. Di ciwaniya xwe de bi çavekî analîzker li dorhêla xwe dinêre û bi ziravî li ser rewş û rola ku ji jinê re hatiye veqetandin diponije, ev lêhûrbûn deriyê gelek nakokiyên kûr di mejiyê Ece de vedike. Lewra ew li ronahiyekê digere ku pêre xwe ji tarîtiya van nakokiyan rizgar bike. Ece Yilmaz di vê ronahiyê de tîrêjên felsefeya Rêber Apo dibîne û çirisîneke ji gelawêjê di dilê wê de belav dike. Dûv re komploya namerdane ya ku li hember afrînerê vê felsefe tê pêkanîn bi nakokiyên Ece re dibe yek û dibe xaleke biryardayinê ku berê xwe bide nava refên têkoşînê.

Li cîhana Ece tîrêjên tavê edî bi dijwarî hiltên, dengê çivîkan, hejîna şaxê daran, nesîmê pêlên bayê diguherin. Her tiştî bi rengê wî yê nû dibîne, her tiştî hîn bêhtir kûr û tîr hîs dike, edî gerîlaye ew. Cil û bergên şoreşgerî, çek û rextên li ser milan, siharan çavê xwe li heybeta çiyayên Zagrosê vekirin di hest û keyanê Ece de erdhejekê ji nûbûyînan çêdike. Bi nûbûna cil û bergan re, bi guhertinên di hest, hizir û meyzekirinan de, Ece navê xwe jî nû dike û bi navê Edessa Cejna dikeve rêza şerzanên azadiyê.

Zagros bi asîbûna xwe, bi îhtîşam û zengîniya xwe dibe mamosteyekî fêrker û yekem ji Edessaya leheng re. Ew jî dibe şagirteke gelekî şareza û jîr ji mamostê xwe re. Usûlên jiyana gerîlatiyê, şêwaz û şeklê jiyan û tevgerîna gerîla ji bo wê dibin waneyên bingehîn di dibistana Zagrosan de. Li Xakûrkê, Xinêrê, Avaşîn û her bihosteke wê xaka muqedes digere û bi her yekê re dueloyekî bi awazên azad saz dike Edessa.

Rewana Kurdan bi cewherê xwe yê pîr û pak, bi kesayeta xwe ya hindirîn dibe xwedî qezenceke xurt ku di demeke kurt de bi çand û exlaqa civaka PKK’ê re bibe yek. Dilnizmî, fedakarî, di kar û xebatên xwe de bi berpisyarî û hesas nêzbûn dibine navê taybetmendiyên ku Edessa pê were nasîn di nava hevalên xwe de. çawa ku ji her hevalê xwe re dibe mînak, ji her yekî jî ji bo xwe mînakekî digre û bi vî awayî ew dibe mîna qadeke Buharê û bi her xisleteke wê ya xweşik dibe guleke rengîn di taca serê wê de. Lewra bi wate jiyan kirin, hevaltiya bi rêgezên Apo’yî û avakirina têkiliyên şoreşgerî çawa dibe Edessaya jîr baş fêm dike, fêr dibe û baş pêk tîne.

Zagros tenê mamostetiya jiyanê ji Edessa re nake, li serê lutkeyên xwe yên bi ezemet wê fêrî qûral û qayideyê şerê gerîlatî dike, tarz û taktîkên ku teknîka dewletan vala derdixe çi ne, li ser sînga xwe, wan bi şênberî û bi tecrûbeyên têr û tije fêrî wê dike.

Ji sala 2001an heya 2006an Edessaya çeleng 6 salên têr û tije bi xwezaya Zagrosê re derbas dike,di hembêza wê de fêrî gav avêtinên yekem dibe, xwe nas dike û avadike, li ser xaçerêkên wê fêrî rijandina dilopên kedê dibe, di dijwariya şerê li hember xeta tesfiyekar de fêrî rastiya tekoşînê û sekna zelal û radîkal dibe, di pala lat û zinarên wê de fêrî şer kirin û xwe parastinê dibe. Weke şervaneke nû silava destpêkê dide, niha jî weke gerîlayeke pijiyayî, ji her aliyê de xwedî danehev û hêz xatir jê dixwaz e.

Sala 2006an qehremana cenga azadiyê ji Zagrosan ber bi qadên Bakûrê Kurdistanê ve, ber bi çiyayê Dêrsimê ve dikeve rê. Vê carê Dêrsim, Edessa hildigre nav bihuşta xwezaya xwe û erka mamostetiya ku Zagrosan destpê kiribû dewir digre û bi asteke hîn dijwar û mezintir dewam dike. Li Dêrsimê Edessaya wêrek di nava zorahiya mercan de dibe tekoşereke dijwar, dibe palpişt ji her hevriyê xwe re, dibe xwedî hêzeke mezin ya afrîneriyê, li pêşiya hedefên wê asteng û kelem çi ne ew nenas e.

Tecrûbeyên jiyanê fêrî mirovan dike ku; her mekan û zeman, her şert û merc însanê xwe ava dike. Edessaya berxwedêr jî li Dêrsimê dibe qadroya zor û zehmetiyan, qadroya manewiyat û hevaltiya kûr, ew dibe qadroya şerê herî giran li hember dagirkeriyê.

Xuşîna ava Mûnzûrê, lat û zinarên li jora wê, her dengê qêrînê jinên Dêrsimê vedidane guhê Edessa, lewra wê her soza xwedî derketina li sekna Zarîfeyan dida, soza tolgirtina kezî dirêjên ku xwe avêtine nav wê avê li xwe dibirî. Sozên xwe jî bi tevlîbûna xwe ya bi bandor û çalakgeriya xwe pêktanî. Her ku roj û şev derbas dibin sal û meh li paş dimînin tekoşera azadiyê bi xwendina ramanên Rêber Apo re, dibe xwedî kûrahiyeke diyarker û di paradîgmeya jiyana demokratik de dibe xwedî serwerî. Bi avakirina yekîtiyeke xurt wê dikarî fikrên Rêberê azadiyê derbasî jiyana xwe bike û wê kurahiyê bi awayekî domdar bi parêz e. Li Dêrsima asî Edessa Cejna asta şerê xwe di her eniyê de girantir dike, di serî de şerê li hember xwe mezin dike, ji ber wê fêmkiriye ku qezencên din di serkeftina vî şerî re derbas dibin. Lewra ew her şer dike ewqas xwe nas dike, her xwe nas dike ewqas zayendê xwe nas dike û ewqas hêz digre.

Di sala 2015an de vî şerê xwe bi awayekî akademik û bi pergal li dibistana jina azad ya Şehîd Bêrîtan dewam dike. Di wir de pratîka salan datîne ser dika tehlîlan û bi hevalên xwe re bi mîchera paraznameyên Rêber Apo tehlîl dikin, tespîtan dikin, kêmahiyan rexne dikin û alternatîfên û planên nû pêşdixin. Bi vî awayî qehremana gelê xwe bi hêzeke hîn mezintir berê xwe dide ser erk û berpisyartiyên nû. Li qada Garê encamên ku ji perwerdê girtiye di asta serxistina erkê xwe dide nişan dan.

Piştî qedandina pratîkeke serkeftî vê carê gernasa gelê Kurd bi îdîaya xwe gihandina kuraniya xeta jina azad derbasî akademiyên PAJK dibe. Bi avakirina lêhûrbûneke berfireh û ji her aliyê ve rast nirxandina perwerdeya xweser de, Edessaya dilwêrek di asta avakirina kesayeta jineke azad de gelek gavên mezin û ber bi çav davêje. Erkên ku dikevin li ser mile wê, berpisyartiyên demê yên ku jê têne xwestin çine hemûyan carekedin di ber çavan re derbas dike û peymaneke xurt bi kesyaeteke hîn xwegirtî û xwedî hêza çareseriyê ji akademiye berê xwe dide qadên pratîkê. Şagirta Rêber Apo hewildanê wê hemû ewin ku bi felsefa PKKê jiyan bike, bi pîvanê vê felsefê hevaltî bike, hez bike ,kar bike û bi van pîvanan bigihîje serkeftinê. Lewra ew di her gaveke xwe dikarî pileyekî hilkişe ber bi azadiyê ve.

Bi hilgirtina erk û misyoneke girîng fermandara demên giran gelek kar û xebatên girîng dide meşandin, ew fermandara pir alî û pir rengiye. Bi her karkterî re bi her temen û kesayetê re xwedî baxekî fêmkirinê û avakirnê ye. Cihê ku fermandar Edessa hebe li wê derê manewiyata hevaltî bilind dibe û hevgirtina wê mezin dibe, pîvanê hevaltiya rast şênber dibe. Mîna Zagrosê, Dêrsim û Garê, Edessa dilawer li Geverê jî bi xurtkirina xeta partiyê, bi parastina rêgezê jina azad, bi pîlan û koordînekirina xwe ya çalak dikare bibe barhilgireke xurt ji erkên şoreşê re.

Di sala 2022an de li perestgeha Şehîd Berîtan careke din di bin sîwana ramanên Apoyî de meşa xwe ya nav şoreşê digre dest û bi xwe re dikeve nava hesaban de. Hesabên mezin bi xwe re dike Edessa ji ber ew xwedî armancên mezin e. Ew li hember bê heqiya li ser jinê di nava şer deye, li hember sîstema Îmraliyê di nava şer deye, li hember bê exlaqî û bê nirxiya li ser gel û civakan tê ferzkirin di nava şer deye. Lewra ji bo xwe avakirineke mezin, ji bo meşeke mezin, hesabên mezin bi xwe re dike ew. Bi vê nêzîkatî û sekna xwe weke ku di her nêvengê dibe mînak di akademiyê de jî ji her hevala kêleka xwe re dibe çavkaniya îlhama lêhûrbûnên kûr. Fermandara egîd bi xisletên xwe yên rêxistinî, bi terz û şêwazê têkiliyên xwe, bi sekna xwe ya bi pîvan û radîkal dibû dikarî bibe sedema bandorkirina hemû nêvengê. Lewra dema heval Edessa dihate gotin li wêderê nirxên partî parastin dihate bîra her kesî, zelaliya xetê û rakirina jinê dihate bîra herkesî.

Bi vê tempoya xwe çalak û xwe nû kirina daîmî ya ku heval Edessa di şexsê xwe de dide avakirin dibine sedemê bi pêşde çûyînên mezin di rêwîtiya wê de. Lewra ew piştî qedandina perwerdeyê careke din berê xwe dide warê evîna xwe ya mezin, berê xwe dide çiyayên Dêrsimê. Piştî dûrketina salan ewê careke din berê xwe bide hembêza mamosteyê xwe, lê vê carê ewê ne şagirt be ew jî mîna mamosteyeke zane, mîna hostayeke mahîr biçe hevdîtinê. Bi daneheva tecrûbeyên mezin di warê leşkerî û bîrdozî, bi hêza zanista ku ji fikrên Rêber Apo girtiye vê carê Edessa ya qehreman bi soza tolrakirina mezin, bi soza hilweşandina tarîtiya îmraliyê berê xwe dide pratîkê. Ew careke din xwezaya Dêrsimê hembêz dike û û jêre sedaqeta xwe dibêje ku ew careke din lê vegeriya. Bi ezim û baweriyeke mezin dikeve nava xebatan û tekoşîna xwe li ser wê xaka pîroz mezin dike. Di dîroka 14 Cotmeha sala 2023an de lehenga Kurdistanê di encamê êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk de digihije merteba bêmiriniyê.

Di alema stêrkan de di nava rêza egîdên Kurdistanê de cihek jêre tê veqetandin, li wê derê Edessa soza xwe ya bi Rojê re pêktîne, ew li ser rêka tekoşîna azadiyê gihişte pakrewaniya pîroz, rêka fedayitî û fedakariya mezin hilbijart, lewra ew di dil, giyan û di çav her hevalekî xwe de, di dilê hemû gelê Kurdistanê de bi vî sernavî wê were bi bîranîn ‘’EDESSA CEJNA FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE’’

                                                             Rêhevala Wê Ya Têkoşînê