Tê gotin ku bihuşt li asîmane, tenê piştî mirinê mirov pê şa dibe. Lê gelo yê ku li welatekî weke Kurdistanê ji dayik bûbe, dîtibe, tê de jiyan kiribe, ma qey dikare navê buhiştê li vê xak û erdnîgariyê neke, an jî dikare jê hez neke û xwe di ber de feda neke? Helbet ne gengaz e. Lewra bi hezaran sale, zarokên vî welatî bê dudilî û ji bo parastina vî welatê ku dayiktî ji wan re kiriye, canên xwe diyarî vê xakê kirine, bi xwîna xwe av dane, tovên nû çandine û vejandine.

Yek ji wan tovan jî ku di şefeqekê de bi hilatina tavê re, bi silav dayina tîrêjên rojê ji zemînê re, bi vebûna kulîlkan, govendgirtina teyr û tilûran ve bi navê Dîlara Ozlem çavê xwe li dinyayê vedike. Dîlara li paytexta Kurdistan, warê serhildan û berxwedaniyê Amedê ji dayik dibe û mezin dibe. Bi eslê xwe ji warê Şêx Seîd, Pîranê ye. Ev taybetmendiya serhildaniyê ya vê navçeyê di kesayeta Dîlara de weke mîrasekî tê dewr girtin û di wî temenê xwe yê biçûk de dibe lêgerînvaneke azadiyê. Di malbateke welatparêz de mezin dibe. Di zarokatiya xwe de li ber dengê dayika xwe ya dilkovan, li çîrokên êşa welatê xwe guhdar dike, herî zêde jî çîroka çiyayê Sîpanê Xelatê li ser bandor dike. Lê ji ber êrîşên qirkirinê yên dijmin dayika wê piştî demekê dev ji vegotina van çîrokan berdide, ev di mejiyê Dîlara de çirûskên nakokiyan pêdixe. Bi çûyina dibistanê re, êdî dizane ku welatê wê bindeste û zimanê wê qedexeye. Lewra ew vê di hundirê xwe de hezim nake û qebûl nake.

Ji ber welatparêziya malbatê, xalekî Dîlara yê gerîla hîn ku Dîlara ji dayik nebûye dikeve zindanê. Ev li ser giştî rêveçûna jiyana Dîlara bandor dike û xelekeke din li ser xelekên nakokiyên wê zêde dike. Herî zêde jî di wan demên ku diçû serdana xalê xwe de, rastiya dijminê dagirker ji nêz ve didît û hîs dikir, ev yek jî pê re hestên kîn û nefreta li hember dijmin geş dikir û lêpirsînên wê zede dikir. Ji ber ku Dîlara hîn zarok bû, hîn fêrî hestên bi vî rengî nebibû, her dema ku xalê xwe didît, dixwest biçe silav bide, hembêz bike, lê dijmin ti carî nedihişt ku ev pêk were. Ji ber wê weke her zarokeke Kurdistanî di temenê xwe yê biçûk de rastî hovîtiya dijmin tê. Girtina xalê wê dibe çavkaniya bingehîn a ku riya Dîlara ya pêşerojê xêzbike, riya tekoşîna wê ronî û zelal bike. Ji ber wê her dem digot ‘’Qehreman û şoreşgerê min yê herî mezin xalê min e’’. Di wan salên ciwantî de êdî dizane ku partiyeke ji bo tevahî Kurdan heye, Rêberekî ku hezkirina tevahî mirovan qezenc kiriye heye. Lewra êdî wê jî pirsên weke Mazlûm Doxan, Kemal Pîr û Elî Çîçek kî ne? Ji dayika xwe dipirse. Bi vî rengî, kêm be jî êdî hindek tiştan dizan e.

Dîlara heya dibistana amadeyî li Amedê dixwîne. Ji bo xwendina xwe ya zanîngehê berê xwe dide Stenbolê. Li zanîngeha Marmara, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Di nêvenga zanîngehê de lêgerînên xwe yên ji bo azadiyê berdewam dike, herî zêde, rû bi rûyê sê çemkan tê. Yek azadiyeke şexsî ku sîstema kapîtalîst bi rengan xemilandiye, yek jî azadiya ku çepgirên Tirk xwe li ser birêxistin dikirin, yek jî rêxistina şoreşgerên Kurdistanê bû. Dibîne ku herdû çemkên destpêkê ji bo wê bersivên ku dixwaze nadin. Lewma xwe hîn zêdetir nêzî şoreşgerên Kurdistanê dike. Her ku wana dibîne, dilê wê weke volkanekî germ dibe û difûre. Bi dîtina hevalan ve herî zêde ji sekn, îrade û wêrekiya wan bandor dibe. Her wiha dema ku çalakiyên fedayî dibihîst hîn zêde ev rastî ji kuranî de lêpirsîn dikir û her dem ji xwe re digot “Gelo ev kîjan mirovin ku canê xwe didin ber agir, an jî ev îradeyeke çawaye ku xwe li ber avê dişewitînin lê berê xwe nadin avê’’. Ji ber vê û ji bo ku xwe bigihîne hinek heqîqetan tevlî xebatên ciwanan dibe. Piştî ku 2 salan zanîngehê dixwîne, dibîne ku bersivên xwe û kilîta jiyana xwe ya rasteqîn di nava sîstema heyî de nabîne û biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiya kurdistanê dide.

Vejînek, meşek û rêwîtiyeke nû, bi navê xwe yê nû Ekîn Rodî di sala 2014’an de destpê dike. Ji Stenbolê careke din, lê vê carê bi zanebûneke zêdetir û çavekî tije hêvî berê xwe dide Amedê. Li wir jî derbasî warê şoreşê, Rojavayê Kurdistanê dibe. Rêheval Ekîn ji bo tevlîbûna xwe pênaseyekê dike û van gotinan bi lêv dike: “Biryara herî rast ku min di jiyana xwe de girt ev bû, min ti carî li pişta xwe temaşe nekir, du dilî jiyan nekir û min poşmantî jiyan nekir’’ Ev biryar, bû bingehê kesayeteke weke çemekî ava zelal û herikbar. Êdî dixwest xwe di felsefeya Rêbertî de zana, kûr û xurt bike. Wê pir ji Serokatî hezdikir û dixwest ji nêz ve nas bike. Lê dizanîbû ku hezkirin tenê têrê nake, di nava deryaya evînê de melevantî kirin an jî cilekî ji agir li ber xwe kirin zanebûnekê dixwaze, ev nebe ewê mirov bifetise an jî bişewite. Bi zanebûna vê rastiyê ve heval Ekîn gavên xwe yên yekemîn di nava partiyê da davêt. Perwerdeya xwe ya yekemîn li kantona Cizîrê dibîne,li wir fêrî ABC’ya jiyana şoreşgerî dibe. Bi taybet weke jinekê xwe zêdetir nasdike û ji hebûna sîstemên rêxistinî yên xweser moraleke mezin digire. Piştî qedandina perwerdeya seretayî, vesaziya heval Ekîn ji bo tabûra bi tevger çêdibe, wî cihî jî ji bo xwe weke alaneke perwerdê dibîne û di warê leşkerî de jî hîn zêdetir xwe xurt dike, piştî pêvajoyeke 5 mehan vê carê Ekîn weke jineke ji xwe bawer, bejna xwe bi çek û rextê xwe ve dixemilîne û berê xwe dide nava cenga mezin, warê berxwedaniyê, Kobanê. Li Kobanê bi gelek rêhevalên xwe re şerekî bêhempa didin meşandin. Bi bilindkirina alên serkeftinê roj bi roj, bihost bi bihost axa welatê xwe ji destê Daîş’ê rizgar dikin. Di şer de heqîqeta esasî ku mirov ti caran nikare piştguh bike, xwe naskirine. Heval Ekîn jî di nava vî şerî de xwe nas dike, mezin dibe û di warê leşkerî de di asta pêşengtî kirinê de bihêz dibe û dipije. Lê di nava şer de herdem xurtbûna di warê bîrdozî de ji bo xwe esas digre. Ji ber Rêbertî dibêje; “Yê ku fikrê wî ne yê me be, çalakiya wî jî nabe ya me’’ Li ser vî esasî dixwest di xeteke rast de bimeşe û ti carî tiştekî ku nekeve xizmeta rêxistinê neke.

Erê, ew Ekîna tekoşer û wêrek ya di dilê her hevalekî de ye. Di nava şer de di gelek çalakiyan de cihê xwe digre û şerekî muazzam dike. Di wan deman de xala ku herî zêde li ser heval Ekîn bandor dike, rêhevaltiya di nava şer û manewiyata jiyana Apoyî de ye. Girêdana hevalan bi hev re, tevî ku her yek ji wan ji cihekî cuda hatiye, her wiha di ber hevde xwe feda kirina ku derdikeve pêş şopên kûr di dilê Ekîn de neqiş dike. Ev hevgirtin manewiyet û kesayetên ku ti carî dev ji dozê bernadin ava dike. Herî zêde jî bûyera ku di nava şer de li ser kesayeta heval Ekîn bandor dike, ew kêliya ku heval dengê Rêbertî li ser bêtêlê didin guhdar kirin e. Di wan kêliyan de ger ku baskê wê heba dibe ku baskên xwe li hev daba û bilind bilind li ser ezmanê welatê xwe ve bifiriya û ber bi asoyan ve biketa rê, ew bi xwe jî ji bo wan kêliyan dibêje; “Min xwe di wan çirkeyan de azad hîs kir û êdî min biryara xwe ya feda kirinê da’’. Di wan kêliyan de êdî gihiştibû wê asta famkirinê û watedayina ku çawa ewqas milîtan xwe feda kirine. Û her yek ji wan xwe kiriye xelekek li dora rojê. Bi wan hestan ve lêgerîna xwe ya di nava tekoşîna azadiyê de berdewam dike. Piştî şerê Kobanê, ji bo ku şerê xwe bi felsefeya jiyanê re bike yek, her wiha ji ber ku dizanîbû, kesayeteke parçebûyî an jî tenê di hindek milan de xwe pêş xistibe, ne gengaze bi ti awayî serkeftinên mezin bi dest bixe û bibe yek ji şoreşgerên kêliyê, nabe yek ji yên rihên wan tenê fetihkirinê dizane. Bi taybet jî weke jineke şoreşger hîn zêdetir ji bo ku hebûna xwe bi wate bike û di projeya Rêbertî ya ku ji bo tevahî jina pêşxistî de dixwest bibe xwedî rol û misyon. Ji ber wê li akademiya Şehîd Zozan perwerdeyeke îdeolojîk dibîne. Di nêvenga xweser de perwerde dîtin ji bo xwe weke derfeteke vegera li cewherê xwe dibîne Ekîn. Dûv re jî, da ku pêvajoya xwe amadekirinê temam bike û di gerîlatiya modernîteya demokratîk de bigihêje asta profesyoneltiyê, derbasî akademiya sekvantiyê dibe. Bi awayekî pispor perwerdeya xwe digire û êdî dizane ku her çendî têrker nebe jî êdî hem di warê îdeolojî, hem jî leşkerî de xwe bi çek û xurt kiriye. Êdî dizane ku wê vê carê berê lêgerîn û meşa xwe bide kîjan alî. Ekîn her dem tevlîbûna xwe têrker nedidît û di nava lêkolînan de bû ku ewê çawa ji pêvajoyê re bibe bersiv û di rakirina tecrîda li ser Rêbertî de rol bigire. Lewma di sala 2017 an de berê xwe dide çiyayên azad.

Weke jineke şoreşger her ku li ser çiyayê Kurdistanê hinase digire xwe deyndarê Rêbertî û şehîdan dibîne. Ji ber wan ew heya van rojan anîne. Lewra dema ku êrîşên dijmin û hovîtiya wan didît, ne dikarîbû di cihê xwe de raweste, da ku mil bi mil bi rêhevalê xwe re bikeva nava cengê, herdem pêşniyarê çûyina qadên berxwedanê dikir. Kêlî bi kêlî  xeyalê wê pêk dihat û vê carê berê rûkena jiyanê Ekîna asî li qadên şer, Eyaleta Şehîd Delîl Zagros bû.

Wê li wê qadê şahidî ji berxwedanî û serkeftinên mezin re kir. Bi taybet di salên 2023 – 2024’an de li wê qadê gelek hemleyên şoregerî pêk hatin û di deshiladariya dagirkeriyê de erdhejên mezin çêkirin Ekîna leheng di wan pêngavan de jî bi awayekî çalak û bandorker rola lîst û bû xwedî ked di avakirina serkeftinên nû de. Herî dawî jî di roja 19’ê Adara sala 2024’an de di operesyona şoreşgerî ya Şehîd Ciwan û Şehîd Andok de, li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê Ekîna qehreman bi awayekî fedayane tevlî bû û derbeyê giran li dijmin xistin. Agirê ku bi erşê Nemrûdan ketibû geştir kir, heya hinaseya xwe ya dawî şer kir û xwe kir pêtek ji agirê Newrozê, bi diyarîkirina canê xwe ve newroza gelê xwe pîroz kir û tevlî karwanên nemiran bû. Êdî al û meşeleya ku ji şehîdan girtibû agirê wê hîn geştir bibû, vê carê wê jî ew al, meşele, hêvî û xeyalên bi dilekî bi baweriya serkeftinê tije dewrî rêhevalên xwe yên tekoşînê kir.

Gulçiya Baran