1- Rojhilata Navîn ‘Baweriya Xweda’

       Di şerê fetih kirinê de di wateya baweriyê de, em mînaka, Rojhilata Navîn bidin. Mijara herî bi bandor di Rojhilata Navîn de di aliyê bawerî û fikir de şer pêş xistin de, Îslamiyet e. Li Rojhilata Navîn, fetîhên herî mezin kî kirine û li ser navê çi kirine? Teqez û bê nîqaş, li ser navên Îslamiyetê hatine kirin. Li ser navê Îslamiyetê şerê fetih pir hatine kirin. Bi navê baweriya xwedê şer hatiye kirin. Îslamiyet bi xwe, bi baweriya xwedê hatiye ava kirin. Di Îslamiyetê de, artêş tên ava kirin û bi artêş fetih pêk tên. Îslamiyet şûrê xwedê ye. Xwe bi şûr hakîm dike. Îslamiyet bi qasî, ji bo vê cihanê şer dike, ewqas jî ji bo cihana din şer dike. Di Îslamiyetê de, şer li ser esasê baweriyê pêş dikeve, gelek fermandarên wî jî derdikevin. Ji nîv girava Erebîstanê bigrin heta Rojhilata dûr tevgerekî fetihê pêş dixin. Bi vê rêyê nîviyê cihanê fetih dikin. Bê bawerî şer nabe, bawerî hebe, şer dikare pêş bikeve û berfireh xwe pêkan bike.

2- Îskenderê Makedon ‘Fikra Helenîstîk’

Îskender, kurê Fîlîp yê qralê Makedon e. Fîlîp dema amadekarîya êrîşê Persan de, tê kuştin (B.Z 336). Piştî mirina Fîlîp, kurê wî Îskender dibe qralê Makedon. Îskender kesayetekî perwerde kiriye, bingeha fikrên wî ji aliyê Arîsto de tên amade kirin. Arîsto wî li ser felsefeya ku dibê; ”Hêza Yewnenîstanê heye, bibe desthilatê giştî cihanê. Lê ji bo wî divê kesê Yewnenîstan bi rêve bibe, tekane be, serê xwe li ber kesî netewîne û hetta qanûnan jî bikaribe bin pê bike.” Çavkaniya fikrê Îskender Arîsto ye. Xeyalê Îskender ewe, bibe xwediyê welatekî ku roj lê dertê û lê diçe ava. Li ser fikra Helenîstîk berê xwe dide, Rojhilata Navîn û heta Hindan fetih dike. Fikra helenîstîk girêdayî çand, hûner û felsefeya Yewnan û belav kirina wî li cihanê pênase dike. Hindek dibên; Îskender xwestiye di navbera fikra rojava û rojhilat de peywendiyekî ango sentezekî ava bike. Ev pêla fikir ya ku Îskender daye destpê kirin re dibên Helenîzm. Lê di rastî de, Arîsto, ji ber ku mîstîsîzme biçûk dibîne fikir û baweriyên Rojhilat na ecibîne. Arîsto dibê, felsefeya Yewnanan li ser aqil pêş ketiye şenbertire û divê li herî hakîm bibe. Îskender jî li ser vê nêrînê perwerde kiriye, Îskender vê fikra Arîsto diparêze û dixwaze dewlemendiya Rojhilat dagir bike û fikra Yewnanan li ser Rojhilat serwer bike.

      Me behsa fikir kir, ev ji bo me giştî derbasdar e. Mijarekî ku em têde dikevin xeteriyê ev e. Ji bo Îskenderê Makedon çi dibên? Ew bi xwe giştî, 33 salan jiyan kiriye. Lê, di dîrokê de bi temenê xwe yê ciwan gelek cih fetih dike. Wê gavê yê Îskender dike Îskender çiye? Hedef û armancên Îskender in.  Hedefên însan dema mezin bin, wê gavê azweriya însan jî zêde dibe. Yewnan felsefê bi xwe didin destpê kirin, xwe wekî çavkaniya felsefê dibînin. Di dîrokê de, Balkanî û Ewrupî, gelek caran berê xwe dan, Rojhilata Navîn. Îskender wê gavê hêza xwe ji çi digre? Ger felsefeya Yewnan nebe, felsefeya Arîsto nebe, wê bi navê Îskender kesekî derneketiba. Îskender belkî jî neba Îskendar. İlhama Îskender ji çi tê, ji felseya Arîsto tê. Îskender berê xwe dide Rojhilata Navîn, ji ber Rojhilata Navîn bi gelek tiştên xwe wê demê bal dikşîne. Îskender heta Kurdistanê tê. Dema Îskender heta Kurdistanê tê, li wir şaristaniyê dibîne û matmayî dimîne, ji ber ku Arîsto bi xwe her dem Rojhilata Navîn, fikir û baweriyen wî biçuk dibîne û Îskender jî wisa perwerde kiriye. Lê Îskender dema tê Rojhilata Navîn dibîne, çavkaniyên gelek tiştan Rojhilata Navîn e. Gelek qral, pêşeng ji bo wî berê xwe dane Rojhilata Navîn. Di rastî de, şaristaniya Yewnanan nebe, felsefeya Arîsto nebe, Îskender nedibe Îskender. Îskender ji bo wê jî, ji rêzê jiyan nekir. Berê xwe da, Balkan û Qafkasan, lê herî zêde berî xwe da, Rojhilata Navîn. Di dîrokê de cara yekem yê ku Gatayên Zerdûştiyan, hildiweşîne Îskender e. Ji ber Îskender ji Rojhilata Navîn pir bandor dibe û dibîne ku ev çand wisa zû bi zû wê neyê guhertin, ne gengaze fikra Yewnaniya li vir serwer bike. Ji vî ditirse û ji bo wî jî pir tiştan hildiweşîne, xirab dike, bi taybetî li beranberî Kurdistanê kiryarên wî pir xirapker in. Ji xwe artêşa wî gelek caran bê bawer dikeve. Lê hêza Îskender heye ku artêşa xwe heta ber bi Hindan jî bimeşîn e.

Emê di rûpelên pêş de, bi ber firehî li ser taybetmendiyên fermandaran bisekin in. Lê di vir de taybetmendiyên Îskender çibûn, em hindek vana vekin. Artêşa Îskender, gelek caran tê ber bi bê biryar bûnê, tê ber bi belav bûnê, lê dîsa jî Îskender nasekine û fetih dike. Rixmê pir ciwan e, artêşa xwe kom dike û fetih dike, zafer qezenç dike, moral dide artêşa xwe û wî dimeşîn e. Ew artêşa xwe wisa li ser lingan digre. Yên din Îskender herî zêde bi çi bandor dibe, em wî vekin. Îskender, bi çanda Rojhilata Navîn bandor dibe. Îskender, dixwaze çi bike, yek jî ferqa tarzê Îskender çiye? Îskender, dixwaze senteza felseya Yewnanan yanî ya Makedon û şaristaniya Rojhilata Navîn bike. Di rastî de dixwaze fikra Yewnanan serwer bike û dewlemendiya Rojhilata Navîn jî bixe malê Yewnan û Makedonan ji bo gelek bajaran bi navê xwe ava dike, gelek çiya, deşt her wiha navên Yewnanî lê dike. Ew tenê fetih nake. Çandekî maddî aîdê Yewnanan jî li Rojhilata Navîn ava dike, ev nav hên jî derbasdar in. Di heman demî de, zewacan pêş dixe. Jiber dibîne, çanda Helenîstîk û fikra Aristo tê li ber çiyayên Kurdistanê disekine, nikare derbas bike. Kurdistan berhemên neolotîkê temsîl dike, çavkaniya fikrê diyalektîk yekem car li vir pêşketiye, Zerdûştî îfadeya vê tiştê dike, wisa ne hêsane ji fikrekî din bandor bibe, ew bixwe şaneya kokê ye. Îskender vê ferq dike û Gatayên Zerdûştan xirab dike. Îskender ji bo pêş de biçe zewacan pêş dixe armanca zewacên Îskender di bingehte ev in.  Îskender bi xwe jî bi prensesa Farisan re dizewice û bi gelek jinên Kurdan re jî leşkerên xwe dide zewicandin. Gelek leşkerên xwe bi jinên Farsan re jî dizewicîne. Îskender, pir ciwan e, bi rêbazê fetih kirin û bi tarzê zaferê, Yewnanan di dîrokê de gavekî pêş de dibe. Taybetmendiyê Îskender di milê fermandarî de, yê sereke, em dikarin bêjin mêze kirina wî yê gerdunê ye. Xwedî hêza fikir û armancekî ku vê fikrê belav bike ye, li pêşiya belav kirina fikira xwe de ti astengiyan nasnake. Hêza xwe heye ku artêşa xwe iqna bike û heta Hindan bibe. Di heman demî de, vana taybetmendiyên fermandaran ên sereke ne.

3-Napolyon ‘Fikra Pere, Pere, Pere’- ‘Pêla Birjuvaziyê’

      Em ji bo Ewrûpa jî Napolyon mînak bidin. Napolyon dibe li dij şoreşa gelan be, lê jiber em dixwazin, bal bikşînin bandora fikir û baweriyê emê mînaka Napolyon jî bidin. Napolyon xwe dispêre çi? Ji bo Napolyon mirov dikare bêjê ku xwe dispêre derketina kapîtalîzmê. Çawa tê gotin ji bo Napolyon, dibên ‘xwedayê li ser rûyê erdê ye’ wisa tê pênase kirin. Pêşengtiya çi dike? Napolyon, pêşengtiya fikrê kapîtalîzmê dike. Napolyon, di serdema derketina kapîtîlîzmê de dijî. Pêşengtî ji vî re dike. Yê pêşengtiya şaristaniya moderniteya kapîtalîzmê dike Napolyon bi xwe ye, Napolyon, fikrê kapîtîlîzmê belav dike. Ji xwe di serdema kapîtalîzmê de dijî û Fransa divê milê de li Ewrupa serkeşiya vê fikrê dike. Yê herî zêde pêşengtiya kapîtalîzmê dike, fermandariya wî dikê û li ser lingê wî dide sekinandin Napolyon e. Napolyon bivê bawer dike, îlhama xwe ji wir digre. Ji bo Napolyon dibên; ‘xwedêyê li ser erdê ye’. Wisa xwe bi nav dike û wisa jî bandor dike. Lê di encam de, her çiqas bi fermanan şer pêk tîne jî di nava şerekî pir qirêj de rista xwe dilîze, fermandariya talan û diziyê dike, bi sed hezaran însan bi fermanekî xwe dide kuştin. Berhemên şoreşa Fransa ji bo gelan derxist holê bi destê kesên wekî Napolyon tên wêran kirin û dikevin bir desthilatdariya çîna birjuva. Lê her çiqas di dîrokê de rolekî xwe yên neyînî hebe jî aliyê ku em ji Napolyon bigirin ewe ku, bi fikirekî bawer e û ji bo wî dikare şerê xwe mezin bike. Ji xwe gotinekî dîrokî yê Napolyon heye, ew gotinên wî yên dibê ‘pere, pere, pere’ îro jî şiyara pergala modernîteya kapîtalîste.

4-Rojhilatê Dûr ‘Doktîrîna Konfîçyus û Tao’

      Fermandarên li Rojhilatê dûr derdikevin cuda ne. Li Rojhilata dûr di şerde mêzekirina felsefîk li pêş e. Şer wekî huner girtina dest heye. Nêzikatiyên wan ji artêşê re, nêzikatiyên wan ji parastinê re, nêzikatiyên wan ji şer re cuda ye, di ilma şer de hindek taybetmendiyên wanên balkêş hene. Ew hêza xwe herî zêde, ji felsefeya Konfiçyus digrin. Doktrîna Konfiçyûs û Tao li ser şerê Rojhilatê dûr pir bi bandor e. Taoîzm, di bingeh de xweser bûyinê derdixe pêş, ev dibe sedem kû li Rojhilatê dûr perçe bûyin pêş bikeve û şerên di navbera qewman de gur bibe. Wekî alternatîfa doktrîna Taoîzmê, Konfîçyûs derdikeve û kevneşopiyê diparêze, dibê; rêzdarî ji yê beriya xwe re pîroz e û divê yek destî di welat de hebe. Doktrîna Konfiçyus rê li yek bûyina Çin û Japonyayê vedike. Li Rojhilatê dûr, şer û artêş encama fikir e. Dîsa Sun Tzu heye, rixmê ewqas dem derbas bûye, lê hîn jî tespîtên wî yê şer derbasdar in. Di pirtûka wî ya bi navê ‘Hunera Şer’ de gelek tespîtên girîng hene; li gorî Sun Tzu, divê şer zêde neyê dirêj kirin, dijminahî tiştekî baş nîne. Şiyariya Sun Tzu ya herî tê zanîn, dibê; ‘Ger kesekî hem xwe, hem jî dijminê xwe nasneke wê teqez bin bikeve. Ger kesekî xwe nas bike, lê dijminê xwe nasneke dibe bi ser bikeve, lê ev tesaduf e. Lewra ger kesekî hem xwe hem jî dijminê xwe baş nas bike, wê teqez bi ser bikeve’. Di hunera şerê xwe de, bi girîngî xala îstîxbaratê dest digirin, di heman demî de şerên xwe bi ziravtî bi rêve birin, di hurgiliyan de kûrbuyin mijarekî girêdayî felsefeya jiyanê ye ku di şer de bandora xwe çê dike. Şerê Çin û Japonan xwe dispêre xweza, milê metafîzîkî pir li pêş e, xitabê dilê civakê dikin. Hem di milê fikir de xurt in, hem jî di xistina meriyatê de xwedî çalakî ne. Dîsa di artêşên wan de Samuray hene. Di felsefeye wan a şer de mamoste û şagirt hene. Di navbera mamoste û şagirtan de, têkilîkiyên murîd û murşîdî heye. Samuray kesên fedaî ne, xwe razandina armancê di van kesan de li pêş in. Hêzên îdeolojîk û felsefîk in, şer bi ziravtî dimeşîn in, binkeftinê ti car qebûl nakin. Çanda Samuray xeta leşkertiyê dide diyar kirin, van kesên dibin Samuray di temenên pir biçuk de tên amade kirin. Pir bi dîsîplenekî mezin, tenê ji bo zaferê tên perwerde kirin, dema bin dikevin xwe dikujin, ji ber ku binkeftin di çanda leşkertî de wekî bê rûmetî tê dîtin. Dîsa sazîbûna Samurayan wekî hêzên taybet e, yekser girêdayî qral in. Divê qralên xwe bi berdêla canê xwe biparêz in, ger nikaribin qral biparêz in û qralên wan bê kuştin, ew ji erk tên xistin û wekî Ronîn tên bi nav kirin. Çîna Ronînan ji bo Samurayan bê rûmetî ye û li ser navê wan lekekî mezine, ew ji bo dîsa bibin Samuray û bi rûmeta leşkertî bijîn, gerek tola xwe rabikin. Felsefeya wan ewe; ” Em û dijminê xwe, di bin sîwana heman asîmanê de najîn, ya ewê bimirin, ya jî emê bimirin’. Ev felsefeyeke û sazîbûnekî gelekî xurt e. Di armanc de yekbûyin, di pêk anîna erkê de xwe kîlît kirin û teqez serkeftinê hedef kirin têşeya fermandariya Rojhilatê dûr daye diyar kirin. Leşkertî û rûmeta leşkertî parastin wekî çandekî pişt re di giştî fermandarên wan de pêş dikeve û dema fermandarên wan, bin dikevin yekser bi gotina wan”harakîrî” hildibijêrin yanî xwe dikujin. Felsefeyeke wan bivê rengî heye Taybetmendiyekî Rojhilatê dûr yek jê jî, di şerê wan de jin, li pêş in. Hetta, jin di nava wan de pir şerker in, hem bi zanistî, hem milê ruhî, hem jî di milê hunerî de li şer mêze dikin, di artêşan de pêşengtî dikin. Ev taybetmendiyên wan xas in. Lê aliyekî din ên Rohhilatê dûr kesayetên wekî, Atîlla û Cengiz Xan jî hene. Ev kesan, felsefeya xwezayê, di milê îktîdarê de digrin dest, wisa nêzî vê felsefeyê dibin. Dîsa jî ji ber nêzikatiyên wan felsefîk in, her çi dibe milê desthilatdarî, her jî çi milê civakî, di encam de ji ber nêzikatî di milê fikir de pêş dikeve, di şerê xwe de serkeftî dibin.

 5- Kurdistan ‘Diyalektîka Zerdûşt’

      Em minakek ji Kurdistanê jî bidin. Di Kurdistanê de; dema îdeolojiya Zerdûştî heye, li wir kesên wekî Kawayê Hesinkar derdikevin. Emê pişt re bi berfirehî li ser bisekin in, lê ji bo fêm kirina hêza fikir, mirov dikarin mînaka wî bidin. Kawayê Hesinkar, li beranberî Dehakan şer dikin, têkiliyên Kurdan di wê demê de bi derdor re di asta stratejîk pêş dikevin. Bandora fikra Zerdûştî bi Kurdan re, gelek deskeftiyan dide qezenç kirin. Hêza fikir û hêza aqile, civakan bi hêz dike û ji êrişên derva diparêze ye.

 

Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin