Çapemenî û Raya Giştî Re!

Bi tîhna evîna azadiya di dilê Zîlan de, bi sotîneriya agirê ji narîncoka wê pijiqî, her wiha bi mezinahiya çalakiya wan ya bi wate, em şopdar û rêhevalên wê yên rasteqîn, Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya û rêheval Axîn Gabar, bi minetdarî bi bîrtînin. Bi sekin û bîrdoziya Zîlan jiyankirin, bi rih û îradeya wê şerkirin, herwiha di rojên salvegera şehadeta wê de, ji nû de û di heman wateyê de sekna wê ya canbexşane raberkirin, ji nûve vejandina giyana wê, ji bo me dibe bingehê dayina soz û peymanên mezin. Ku em roniya tekoşîna wan ebedî bikin, tîrêjên wê li hemû cîhanê belav bikin, dilê hemû jinên cîhanê pê bi peçin û ji seqema zihneyeta serdest rizgar bikin.

Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya, li ser xaka Mêrdîna bi bereket û kevnar, di nava malbateke welatperwer û resen de, mîna sosineke heftrengî dibişkive. Di welatê me Kurdistanê de, mîna kulîlkeke bi felsefa bedewî û xwe parastina cewherî têşe digre. Lewra ew ti caran li hember zext û zilmdariya pergala serdest stuxwariyê napejirîne. Ji ber vê hêviyên jiyana azad her di nav PKK’ê û gerîla de dibîne, rêka xwe gihandina zelaliya bersivên rast jî, di ramanê mîmarê van pîroziyan; di fikrê Rêber Apo de dibîne, sala 2002’yan berê xwe dide nava refên azadiyê.

Teqeziya hezkirina PKK’ê ya di dilê Bêrîtan de ji zaroktiya wê heya kêliya pakrewaniya wê ti caran nehejiya. Lewra ew di yekseriya tevlîbûna xwe re, li hember her cure ferasetên tesfiyekaran bi helwesteke tekûz û zelal sekinî û tekoşîn kir. Bi jîr û jêhatiya xwe ew di demeke kin de bû parêzvaneke herî xurt ji jiyana Rêber Apo re. Ji aliyê bîrdozî de, bi xwendin û fêmkirina ramanên Rêber Apo xwe bi çek û rext kir. Lewra ew di parastina nirxên tevgera me de, mîna şûrekî tuj bû. Cihê ku fermandar Bêrîtan lê bana li wir xeta azadiya jina azad û serxwebûna wê, sernivîsa jiyanê û rêgezên wê ya bingehîn bû.

Fermandar Bêrîtan hîn dema jiyan dikir jiyana xwe xelatî doza azadiya welatê xwe kiribû. Li kuderê pratîkeke gerim û giran heban, ew li wir di sengerê pêşde bû. Bi îsrar û daxwaza xwe ew li seranserî qadên welat ji Rojhilat, Başûr û heya Bakûr her di nava ceng û çalakiyan de bû. Ji bo vê jî ew ji bo her hevalekî/e xwe, mîna pirtûkeke bi ezmûnên giranbuha xemlandî bû. Kesayeta Bêrîtan; kesayeta jina Kurd a şerker, bi nirx û etîkên civaka xwe ve girêdayî, di xwe gihandina jiyana azad  û bi rûmet de bi rik û vîn e.

Li her qada ku rêheval Bêrîtan lê xebat dane meşandin, her demî ji bo cewherî kirina paradîgmaya jiyana demokrat û azadiya jin kire rêgez. Ji qada Qendîl heta Zagros ji Zagros heta Metîna bi avakirina têkiliyên hevalbendiya Apoyî, dikarî xwe bigihîne cîhana hemû heval û avahiya xwe. Coş û heyecana jiyana PKK’ê bi kenê xwe yê ji dil bi wan dide hîskirin. Cardin bi sekna xwe ya fermande, bi disiplîn û terzê xebitîna xwe ya bi tempo, sekna fermandariya şoreşgerî bi wan dida fêr kirin, bi hêviyên xwe yên mezin, bi baweriya xwe ya bê sînor ber bi zaferê ve meşiya. Bi ruhê serkeftinê yê qehremanên Zendura û Girê Hekarî ve, mîna pêleke ji bayê hêviyê li nav dil û giyanê dorhêla xwe digeriya.

Pêkanîna şopên rêheval Bêrîtan her bi çûyina Bakûrê Kurdistan û çiyayê Gabarê re dikemilîn. Wê di çûyina qadên Bakûr, nêzbûna ji Rêber Apo re didît. Nêzbûna ji hevalê şehîd re, dilsoziya bi wan re didît. Ew di wê îmanê de bû ku şoreşa Kurdistanê ya mezin wê ji xilaskirina dagirkeriya li ser xaka Bakûr destpê bike. Ji bo vê jî, her bi wê ezim û viyanê berê xwe da wan qadan. Dilsoza gelê Kurdistanê bi şêwazê şer û jiyana xwe ji me her kesî re, asta girêdan û baweriya xwe ya bi gotinên xwe re nîşan da.

Fermandar Bêrîtan 22 salan bê rawestan çiya bi çiya li pey avakirina jiyaneke bi rûmet û azad geriya. Bi xîret û azweriya xwe pîroziyên jiyana azad parast û bilind kir. Li xeyalên şehîdan xwedî derket û di kuraniya dilê xwe de navê wan koland. Wê qedir û nirxê meha Hezîranê carekedin bilind û mezin kir. Rihê Berîtan yê ji teslîmiyetê re redker, rihê Zîlan yê fedaî û bi azadiyê bawer, wê ev herdû seknên bi şan û şiyan di leylana Hezîranê de nîgar kir.

Rêhevala me Axîn Gabar jî, li Botanê di nava malbateke bi kokên axa xwe ve girêdayî û welatperwer de tê dine. Lewra ew hîn ji zaroktiya xwe de li rastiya nasnama bindest ya gelê xwe hayil dibe. Dikeve ferqê ku ew xwedî dijminekî zordar û zalime. Polîtîkayên bişaftin û leystokên şerê taybet zû keşif dike. Bi vê hayilbûna xwe re, rêheval Axîn bi eşkereyî şêwaza jiyana xwe diyar dike û xeta tekoşîna li hember vê serdestiyê dike bijarteke jiyana xwe. Bi meşandina xebatên milîsiyê re sînordar namîne û tîbûna xwe ya ji jiyan azad re li çiyayên Kurdistanê derbas dike.

Rêheval Axîn bi tevlîbûna xwe re, mebestkir ku nasnameya sexte ya pergalê jê re peşkeş dikir red bike û xwe bigihîne cewherê nasnama jin ya heqîqî. Lewra ew salên dirêj di oxira vê mebestê de meşiya û tekoşîn kir. Axîn di wê zanistê de bû ku, di çiyayan de jî xwe gihandina jiyaneke azad wê ne bihesanî be, lewra wê bi kedeke mezin xwe pêşxist û bi hêz kir. Ji çiyayê Qandîl heya Heftanînê salên bi tekoşeriyê tije derbas kir. Di cenga Heftanînê de ew her bû dilsozê gotina hevalên xwe yên şehîd û bi dijmin da fêm kirin gotina “Ev der Heftanîn e” ka tê çi wateyê.

Wê di serî de weke jineke bi hebûna xwe ya serbixwe, dûra jî bi nasnama jina Kurd şerkirina xwe ya li hember dagirkeriyê weke darbeyekê li hember zihniyeta zilamsarî dinirxand. Lewma xwe kûr kirina wê ya di warê leşkerî de, di tarz û taktîkên şerê demê de, bê sînor bû. Bi rihê xwe yê çalakger cihê ku lêban destûr nedida destên qirker bi hêsanî bigihîjin xaka Kurdistanê. Israra di xwe gihandina kesayeta jina azad, bingeha keleha armancên Axîn bû. Di nava xwîna wê de diherikî û di hestiyê xwe de kola bû. Lewra wê di rastiya perwerdeya PKK’ê de û bi taybet di dibistana şehîd Bêrîtan de, bi eyneya heqîqetê li kesayeta xwe meyze dikir û di teyisîna wê de gavên xwe yên ber bi serxwebûnê de diyar dikir.

Cihê ku rêheval Axîn lêban xwezayî dibû fermandara wir a jiyanê, ji bo hevalên xwe dibû navenda moral, hêz û cesaretê. Axîn milîtana cengên mezin, rehevala rojên giran û şoreşgera doza Kurdistanê bû. wê hêz û bilind kirina tekoşîna xwe ji menewiyata girêdana bi hevalên xwe yên şehîd digirt, ji bo tolgirtina wan her mezin şer dikir û mezin jiyan dikir. Bi merama jiyandina rihê fermandarên mîna Hejar, Esmer û Zelalan her bi bawerî û vîneke çiyayî di rûyê dagirkeriyê sekinî û darbeyên giran lêxist. Ji bo mezin kirina tekoşîna şehîdan û pêkanîna xeyalên wan, bi lêhûrbûneke kûr, bi îdîa û biryardarî wê berê xwe da Botanê.

Di 19’ê Hazîrana sala 2024’an de, di rojên salvegera fermandara fedaî Zîlan de Axîn jî mîna Bêrîtan Çiyayan salvegera fermandara fedayî bi şerkeriya xwe û bi rihê xwe yê fedayî pêşwazî kir. Ew bi giyenek Apoyî  û wêrek, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer dike û digihije asta pakrewaniya pîroz.

Bêrîtan û Axîn dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi çalakiyê xwe şênber kirin. Di jiyana xwe de bi zanist ji Rêber Apo hezkirin û bi pakrewaniya xwe hezkirina xwe ebedî û rasteqîn kirin. Ew her li pey rastiyan geriyan, her ku êş û azariyê rastiya civak û jina Kurd dîtin, bi wan êşan xwe hîn bi hêz kirin û şerê xwe mezintir kirin.

Wan baş fêm kiribû ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Ji bo jiyan ji vê îxanetê rizgar bibe, divê ji nûve jiyan bi destê jin, bi zanist, hest û bedewiya wê were saz kirin. Ji bo ev pêk were, ew her xebitîn, tekoşîn û şerkirin. Di oxira wê de jî canê xwe kirin gorî.

Em jî dibêjin: Em rêhevalên Bêrîtan û Axînan in, tekoşîn û şerê ku wan daye meşandin emê di şewqa giyana wan ya pîroz de, her geş û mezintir bikin. Bi serxistina doza azadiya Kurdistan û pêkanîna şoreşa jin emê dilsoziya xwe ya bi van herdû lehengan û hemû qehremanên şoreşa Kurdistanê re bînin cih.

27ê Hezîrana 2024

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STARê