RÊBER APO

 Li Rojhilata Navîn mezinbûna pirsgirêkên malbata îro, bi qasî pirsgirêkên di nava dewletê de girîng in. Zordestiya ji du milan ve tê, pirsgirêkê dijwartir dike. Şêwazê civaka dewletê û bavikanî ku ji mêj ve tên, û qalibên hemdem ên şaristaniya Rojava nabin sentezek, berovajî mijarê dikin girêkeke kor. Pirsgirêkên ku di nav dewletê de hatine afirandin û li hev hatine gerandin, di nav malbatê de hînê zêdetir geremole bûne. Malbatên pirzewac û pirzarok ji aliyê aborî ve nikarin debara xwe bikin. Zarokên mezin dibin û şêniyên ciwanan ên zêde dibin, bê kar in û ev jî malbatê bê kêr dike. Malbata ku li gorî dewlet û aboriyê hatiye eyarkirin, ji her du aliyan ve jî nikare bimeşe û di heriyê de bist bûye; çikiyaye. Ne malbata şêwazê wê Rojavayî, ne jî malbata şêwazê wê Rojhilatî dikare bijî. Di van şert û mercan de malbat dejenere dibe. Tevî ku hemû benên civakî vereşîn jî malbat hînê jî li ber xwe dide. Ji ber ku di warê civakî de malbat stara bi tenê ye. Ji sedî sed divê mirov malbatê piçûk nebîne. Rexneyên em dikin, malbatê ji kokê ve red nakin, em hewl didin ji nû ve ware bidinê û destnîşan dikin ku hewce ye ji nû ve bi awayekî têkûz were avakirin.

Ji pirsgirêka jinê girantir, divê mirov pirsgirêka mêr bixîne rojevê. Çareserkirina têgîna desthilat û serweriya mêr, ji koletiya jinê kêm girîngtir nîn e. Belkî jî hinekî zehmet e. Yê xwe nêzî veguherînê nake, ne jin, zêdetir mêr e. Wexta dest ji fîgurê serwertiya mêrtiyê ber dide, dibe xwediyê hisa hukumdarekî mîna dewleta xwe wendakirî û wek têk çûbe li ser totikên xwe rûdinê. Ya rastîn, divê mirov nîşanî wî bide ku ev serweriya hindurê wê piçûk, wî ji azadiyê dike û wî dike muhafezekarekî temam.

Eger mirov pêşî bibêje pirsgirêka dewletê, paşê jî ya malbatê, ev helwesteke rast nîn e. Pêwîst e, mirov van her du rastiyan bi tayekî diyalektîkî bi hev re bigire destê xwe û analîz bike. Sosyalîzma reel jî digot; em berê dewletê çareser bikin, paşê dorê were civakê, lê niha encam li ber çavan e. Pirsgirêkên bingehîn ên civakê nabe ku yek li pêşiya ya din were girtin û bi vî awayî were çareserkirin. Divê di nav hevdu de bi awayekî yekpare, têkiliya yekê bi ya din re were danîn. Ya rast ew e ku wexta ber bi çareseriyê ve jî gav were avêtin heman rêbaz were şopandin. Çawa ku bêyî çareseriya zîhniyetê dewlet, bêyî dewletê malbat, bêyî jinê çareserkirina mêr kêm dimîne, bêyî ku berovajiyê wê were kirin, rêbazên çareseriyê kêm dimînin.

Di civakê de mîna kevneşopiyekê her sazî xwe bi tundiyê xwedî dike. Li qatê herî jêr ê civakê malbat ji xwe nikare hilmê û nefesê bistîne. Nemaze tundî li ser jinê rewşa şer îfade dike. Şaneyeke jinê nîne ku ji ber tundiyê nelerize. Rewşa zarokan jî heman tişt e. Rêbaza bingehîn a perwerdeyê tundî ye. Zarokê bi tundiyê hatibe terbiyekirin, bêguman wexta mezin bibe mirov dikare ji wî jî li benda heman tiştî be. Bi serweriya ku xwe dispêre tundiyê serbilind e, jê zewq digire û pê xweş e. Hisa bi hêzbûnê ya xwe dispêre desthilat û tundiyê diviyabû wek nexweşiyeke herî xeter a civakî bihata nirxandin, lê wek hisa herî mezin û bi kêf tê îlankirin. Rastiyek e, diviyabû lanet lê bihata kirin, lê wek fazîlet û mezinbûnekê tê destnîşankirin.

Dibe ku maneya jinbûnê; mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hîn gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr serî li gelek vegotinên olî û mîtolojîk dane. Destana Xwedawenda Ûrûkê Înannayê vê pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de mirov ji bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer nalenala wê ye. Di Destana Babîl de ev rastî hê zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman. Ango pevçûna Mardûk û Xwedawend Tîamatê. Di mîtolojiya Sumeran de tê gotin jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Olên yekxwedayî jî vê helwestê dewam dikin. Jina weke xwedawend diket Zîgûratên Sumeran weke jineke mala giştî ji perestgehê derdiket. Kerxaneya pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê ji mala giştî ya perestgehê ber bi carîyetiya qesrê ve tê bilindkirin. Li bazarên bazirganiyê objeyeke kole ye ku dest jê nabe. Di şaristaniya Greko-Romen de bi tenê koleya karên nava malê ye. Di nava polîtîkayê de cihê wê nîn e. Di şaristaniya Ewrûpayê de objeyeke cinsî ye ku bi peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Di şaristaniya kapîtalîst de dibe bedenke xwe firoş ya giştî gerdûnê. Dîrok bi mêrê serwer re bi temamî bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz. Dîrok êdî weke mêr dimeşe.

 Pîrek-kirina jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di civaka zordestî û mêtinkar de pîrek-kirin li ser objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a siyasî, eskerî û rahib a civakê dikeve pozîsyona cinsên serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz a zêde tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyan de helwestên çeloxwarî yên cinsî weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê re, pir têne dîtin. Êdî jin çiqasî kole be, mêrê kole jî ewqasî jin an jî pîrek e.

Di civaka Rojhilata Navîn de li van pirsgirêkên koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro yên çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mêtinkarî û zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê jiyaneke kabûswarî bivê nevê pêk tê. Dibe ku maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Mêtinkarî û zordestiya çor a li ser civakê, qatbiqat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hîn nû hay jê çêdibe ku jin jî mirov e. Helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi dostek û hevrêyekê re bihêle. Qet nebe êdî guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin.

Di dema şeveqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya bi heybet, jina ku rola dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin rewşa metayeke herî bêqîmet û bênirx. Ev dîroka ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk hebûya, em zêde nikarin wê bînin ziman û ji derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dora jinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye.

Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û delîlên xurt piştrast bûye ku nîzama dayikê pêk hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000 B.Z. ve her bi pêş ketiye) ceribandina sîstema îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku rê li nîzama muhafezekarî, zordestî û îstîsmarkariyê vedike zêdetir dijşoreş e. Wer xuya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e; ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi paşveketina xwedantiya jinê li ser mal û zarokan re parelel dimeşe. Çanda dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên zilam re dihêle. Di çanda Sumeran de mirov van bûyeran bi awayekî balkêş dikare bibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya malbatê di bin bandora modela xanedantiyê de bi pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin, zewacên serdest neçar man otorîteya bav nas bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin ne xwezayî ne, belê nîzamên mîkro yên otorîter û îstîsmarkar in.

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zîhniyeta tecawizkar a bîst û çar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin.

Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihîştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mutleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî bi tenê di hevsenga hêzê ya heqîqeta civakî de bi beramber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê bûne, eşq tu carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serneketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve.

Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di hevsenga hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihîştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.