Rêber Apo

Kemal Pîr yek ji hevalên mezin bûn. Wek wî kesayeteke bi hişyar dîtin pir zor e. Çiqas bê bilind kirin û dengê van wî ji jiyanê re bê kirin jî pir kêm e. Ez bawer nakim hatibe fêm kirin û hatibe jiyanî kirin. Kemal wek murîdeke ji min re nêzîk nedibû, lewre bi hûrmet û têgîneke mezin ve girêdayî bû. Xeta min a bîrdozî, şêweyê min ê meşandina rêxistinê pir bawer dikir û bi hûrmet nêzîk dibû. Asta wî bilind bû, pêşniyazê wî dem kurt hebûn. Vîna wî pir bi hêz bû. Di hindir û derve de ev xeta berxwedaniyê meşandin û mîrasa Kemal Pîr re xwedî derketin, pir pêwîst e.

Dema heval Kemal û Xeyrî biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketîbûn, heta dawî berxwedan e, rih û biryara 14’ê Tirmeh ê. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin ji vê bîranînê re bi dirûst nêzî bibin û xwe bigîhînin vê rastiyê, dikarin bi ji vê çalakiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe. Heta ez dikarim bibêjim ku, dûrbûn ji vê rastiyê heye. Berî her tiştî dema em vê demê bidin seknandin, li hember pirsa Partî çî ye? Em neçarin ku xwe li ber çav derbas bikin. Niha asta ku jê were dûrketin û pê were lîstin, rastiya partiyê ye.

Di zîndanê de dema radestî mezin bû, Şahîn û kesên din xwestin di vir de ketineke pêk bînin. Digotin “Divê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin “Bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin “Divê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin “Emê canê xwe bidin û ji bo têkoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê Tirmehê bû.

Ev biryar ji bo navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin “Roj roja berxwedaniyê ye.” bi vê helwestê ve pêşî hemû lewaziyan girtin.

Kemal Pîr bi rastî jî hevaleke ku dikarîbû bibe milê rastê bû. Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wî hevalî re bihêştana. Yek ji hevalên ku windahiya xwe da diyar kirin bû. Ewqas hevalekî bedew û jîr bû, dema hênasa xwe ya dawî dide di xalên herî kirîtîk de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wasiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr, tenê nîv demjimêr li min gohdar dike û wiha tevlî dibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domande. Yanê yê girîng ne serwerî û zanebûne, yê girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Yê girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas.

Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil bi me re girêdayî hemû helwestek diyar kirin, helwesta Heqî jî ev bû. Berde kemahî hebe, ji hev dû re bi dil ve girêdaybûn. Ji xwe piştî berxwedaniya Mazlûm, berxwedaniya Kemal û Xeyrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike. Dîsa şehîd Ferhad heye. Dibêjin ji bo sekinandina vê lanetê “Ji derveyê xwe şewitandinê ti rêka derketinê nîn e.” Ên din jî dibêjin “Ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zîndan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.

Di vê mijarê de pêwîste em şehîdên xwe bibîr bînin. Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiroş bûn, pir bi kêyfxweş bûn, ji jiyan û şer re bi awayeke rûmetî nêzîk dibûn. Ez jî vê didomîn im.

Ez çalakiya Kemal, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf, Alî, Mazlûm Doğan, Ferhad Kurtay weke çalakiyeke întîxarî nanirxînim. Wek ew jî bilêvdikin, “Ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî wê hîm bigirtana.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahî yek tiştên ku bihata kirin hebû. Ji xwe wan vê çalakiya berxwedaniyê derxistin holê. Ezê careke din mînaka Kemal bidim. Pêwîst e li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalakiya Ferhadan dibêje “pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalekiyê pêk bianiya”. Di destpêkê de çalakiya Ferhadan a Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wî şahadeta Mazlûman heye. Kemal helwesteke mînak raber kir.

Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêvbikim, heger hevalên rast û bedew niha di hewirdorê min de jî heba, dê şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê nehatiba raber kirin. Weke tê zanîn wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalakiyên ku întîharwariye napejrînim û şaş dibînim. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalakî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû. Ew jî çalakiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Dûrmûş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “Me serxist” dirûşmeya wan jî “Wê rûmeta mirovahî qezenc bike.” Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîste ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn.

 Ev berxwedanî çi bû? Dema ku îxanet belavî zîndanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêkbîne. Digot “Divê bi navê PKK tu kes nemîne û her kes pêwîste dijî PKK’ê derbikeve.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike” Dijî vê helwestê, heval gotin “Emê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e” Biryara 14’ê Tirmahê ji bo navê gel, navê Partiyê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe, hate dayîn. Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Heqî re soz da, Partî hat îlan kirin. Me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me ji Mehmed Karasûngûr re soz da, şoreşa Başûrê mezin pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Egîd re soz da, di Kurdistanê de gerîla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftin ê.

Weke heval Mazlûm, Xeyri, Kemal Pîr, Ferhad Kurtay kadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalakiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke komployeke hundirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku, di dîrokê de wek “Berxwedaniya Zîndana Amedê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin komployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtîyên siyasî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya Zîndana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo guhertina polîtîkaya zîndanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û seknandinê, cîhê xwe girt.

Ber bi pêngava 15’ê Tabaxê ve çûyînê de, çalakiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, belkû divê şêwazê de pêngaz pêknehatana. Weke ku bîranîna Heqî Qerer ve girêdan, me bir îlana PKK’ê, girêdana bîranîna berxwedanê zîndana Amed’ê jî me ber bi pêngava 15’ê Tabaxê ve bir e.

Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr encamê vê yekê bû. Bi rastî jî Kemal Pîr dikaribû biba milê rastê. Pêvajoya 12’dê Îlonê nû destpê kiribû. Li hember vê êrîş û zextê û pêwîstiya girêdana xeta wî, pêngava 15’ê Tabaxê hate rewa dîtin. Pêvajoya nû bi awayeke kiryarî destpê dikirin. Ger şehîdên rojiya mirinê nebana, dibe ku em di şêwazeke cûda de bimana. Dijwartî bangawaziya dijwartiyê dikir. Êdî dîrok rêka dijwariyê de pêşve diçû. Pêvajoya 15’ê Tebaxê di heman demê de, ji wasiyeta Mazlûm Dogan ya ku dibêje “Pêwîst e dengê me ji cîhanê re bê belav kirin” re bersiveke bû.

Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlûm Doğan, Kemal Pîr, Heqî Qerer, Xeyrî Dûrmûş, Mahsûm Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê herdû şêwazê ve beştariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya wan a bi cewher, van hevalana heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Heqî, Mazlûm, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhad, Mahsûm, Taylan Özgür, Berzan Öztürk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim, mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pîrtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in.

PKK, em bêjin Zeynep, ew kesayeteke çawa bû, ev cesaret û girêdaneke çawa bû, ev çalakiyeke çawa bû, ev rêxistin û bîrdoziyeke çawa ye? PKK ne têgîhîştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, Kemale, Heqî ye. Weke van nirxana tevbûna wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hêsan nehate destxistin. Niha ez di jiyanê de, şehîdên ku xwe kirin xwelî û bi xweliyên xwe ve xwe ji nû de afirandin hîm digrim.  Ezê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî ve destpê kir, bi Zîlan ve gîhaşt nirxeke, gihaşt ezmana, temsîl bikim. Ger hûn dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hûn destpêke xelakeyên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve winê xwe bikin xelakeyeke vê zîncîrê. Ev girêdana şehîda ye. Dema şehîdên me yê yekem Heqî Karer gihişte şehadetê, dinya bi serê min de hate xira kirin. Ez ji bo ku tolhildana wî bigirim ti hêza min jî nîn bû. Di milekê mezinbûna vê têkoşînê, milekê din ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî, şahadetên pir mezin heye. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistinekê, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wasiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wê bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “Ey sûbayê dijmin ê kontirgerîlla Êsat Oktay, ji bo ku ti kêyfxweş nebî, ez ticar nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ticar lavahî nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ticar nakim.” Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û hênasa xwe ya dawî ji dijminê xwe re lavahiyê nake. Nirx û bedewiya herî mezin jî ev e.